HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Tecrîberxewdand!... Çîroka sedsalî ye... Nexşe û cîhan-nûmeya nû ya Kurdistanê ye.

Parîs parçeyek ji tecrîdê ye!.. Çîroka bê dawî!.. Di 13 salan de, salek û 3 meh demên kelandin û biraştina goşt û hestiyê bedena çîrokê ye!.. Navend, Girava Imralî ye!..

Tecrîd!... Zincîr û lele-kirina çîroka tewratî ye... Li Îmralî, bi Ocalan dest pê kir, li Parîsê, li Berlînê, li Roma, li Madrîd û hwd. berdewam dike.

Di vê çîrokê de; tevahiya huneran, di tara bêjingê de hatin kuştin... Siyaset!.. Bi navê maf û dadê, kanun bûne sêncên li pêşiya azadiyan!... Qirkirin meşrû kirin!...

Îro, li pişta Şanzelîzê, di kêleka Eyfel de, di kolanên navbera bircên parlamento de, pêjna dewsa Robespierre, Saint-Just, Babeuf, Marat û Dantê tê...

Di giyanê Şoreşa Frensa de, Kurdistan diaxive!... Kurdistan, di nirxên mirovahiyê de, mafê xwe diqîre. Dîsa jî zincîr û leleyên tecrîdê di şexsê Adem Uzun de, li dest û lingê Kurdistanê hatin kilîd kirin.

Çîroka kurdan, ji nû dest pê nake; dîsa jî, kurd slogana “Unite indivisibilite, de la repuplique libertê, egalitû fraternitê ou la mort” li Parîsê, welatê De Gaul diqîrin!... Ev dengê Kurdistanê ye dibêje: Ji bo azadî, wekhevî û biratiyê û li dijî Komara Mirinê bibin yek.

Pêjna pênûsa rewşenbîr û entelekuteulên Frensî, li ser kaxezên şimakirî, li dijî faşîzma Hîtler; pêjna dewsa ciwanên Frensî li dijî Faşîzma Hîtler; pêjna gotinên Balzac, Victor Hugo wek sloganan maf û azadiyê tê... Jan Paul Satre, dibêje; “ji nû de destpêkirina vê çîrokê dînîtî ye, berxwedan jiyan e...” Dîsa jî Kurdistan îxanetê dijî!... Matranê Suryaniyan ji Helebê dike hawar! Nûnerên Ermeniyan bi sê qeflan hêrsa dîrokê difûrin!...

Salih Muslum Muhammed, bi rengîniya tîpolojiya nû ya siyaseta kurd, ayîngehên xwedawendên demê dihêrivîne. Ev dengên Kurdistanê ne!... Bi zimanekî hevbeş dibêjin, “parvekirina êş û azaran di destê me de ye!... Hatina cem hev ya li Parîsê jî, ev êş e!... Hêrsa li dijî van êş û azaran e!...”  

Nesîmî Yaman dibêje; tecrîd ji nû de guhertina dîrokê ye... Aliyek bêbextî ye, aliyek zincîr û leleyên Imralî ye û dirêjî Adem Uzun dibe... Ev navê bextreşiya siyaseta bazirgan e!.. Lom û lomdariya terorîze kirina azadiya gelê Kurd e!.. Red kirina vê siyasetê meşrû ye. Kurdistan jî vî, mafê rewa diqîre.”

Corc Aryo, di nava çar dîwarên sîstema modernîte de bang dike, “guhertina dîrokê di destên me de ye...” Deng bilind dibin û dibine naqosa hawarê, dîwarên bircên parlamentoya Frensa dihejînin.

Kurdistan, li Parîsê bang dike; “azadî ne utopya ye!... Çîrok heye, em ji çîrokê narevin, em çîroka xwe dijîn, êdî me hevsar girtiye destên xwe...”   

Kurdistan dibêje; tecrîd di tenêbûna me de, tenêbûna gelan e... Di qurbankirina me de, kuştina nirxên mirovahiyê ye... Tecrîd ne destînî ye, bûyerek tewratî ye, çîroka heyî ye û em dijîn. Ev jî tirsa me ye, çîrokên bavûkalên me ne û wek destîniyek nayê guhertin in.. Lê cengawerî, şahmerdanî destanî û pênûsa li ser lewheya şimakirî, ezberê me xerab kir. Ev dîroka nû ye... Kurdistan di rastiya dîrokê de, rastiya xwe dijî... Êdî Kurdistan, ji rastiyan na tirse... Ev navê şerê li dijî dagirkeriya faşîzan e!..

Kurdistan, îro li Parîsê tirsa xwe dikuje, îxanetê, komplo û tecrîdê dikuje!... Frensî jî, bêbextiya xwe dijîn!.. Dîplomat, siyasetmedarên Frensî vê bêbextiya xwe, dinava şermî û hetikberiya xwe de mikur tên!...

Kurdan fêm kiriye ku ev, sidan û çakûçê Goethe ye!... Darbeyek li nal dikeve, yek li bizmar!... Dîsa jî Kurdistan, ronahiya hewn û hişê xwe dijî! Kanunên zincîran red dike.

Tirsa Matranê Helebê di her gotina mesaja wî de, wek hetikberî û şermezariya mirovahiyê li taqên salona parlamentoya Frensa dikevin. Ev navê tecrîda nû ye, navê çîroka nû ye!.. Kurdistanî diqîrin!.. Xwedawendên ku, fermanên qirkirina gelan li dem

û heyaman bela dikin, êdî li Kurdistanê nema dikarin pîkolê bikin. Çîroka şermêzariyê bûye toqê lanetê û ketiye stuwê wan!..

Kurdistanî ji bo azadiyê dimeşin!..

Kurdistanî dibêjin; “meşa li dijî êş û azaran nebe, asoyên paşerojan jî nayên dîtin. Meş guhertin e, li dijî destîniya korr û kerrende parastina jiyanê ye.”

Kurdistan, meşa azadiyê didomînin. Di meşa azadiyê de, nedîtin û ne fêm kirina tecrîda di 13 salan de, salek û 3 meh, xeşîmî û korîtiya dîrokê ye... Erêniya qirkirinên li dem û heyaman hatiye bela kirin e. Reva ji rastiya xwe ye!... Erêniya jiyana li ber giyotînê ye!... Erêniya enfalan e!... Erêniya Geliyê Tiyarê ye!... Erêniya Roboskî ye!... Erêniya şehadeta 15 Berfînên li Xerzan e. Bêyî şerê li dijî tecrîdê kurdbûn çênabe!...

Bêyî şerê li dijî tecrîdê, cîhanbîniya entelektuelî çênabe.

Tecrîd, dîlgirtina zincîr û leleyan e. Bêdengiya li dijî tecrîdê, erêniya zilm û zordestiyê ye!... Zilm û zordestî, êş, jan û azar e!... Ji bo tunekirin û ji holê rakirina êş, jan û azarê, têkoşîn lazim e!... Têkoşîn, têkbirina dîroka tecrîdkirî ye, tekbirina egoîzm û lewaziya mêjî ye, ji holê rakirina îpnotîzekirina egzotîk e.

Têkoşîna li dijî tecrîdê, redkirina dîroka xwedestî ye; têkbirina cîhan-salariya xwedawendên bazirgan e!... Ev navê cîhanbîniyek têgihiştî ye... Navê cîhan-nûmeyeke nû ye!...

Îro, 13ê Cotmehê ye!... Rojek dîrokî ye Kurdistanî li parlamentoya Frensa, slogana “Unite indivisibilite, de la repuplique libertê, egalitê fraternitê ou la mort” diqîrin.

Medeni FERHO