----------Tecrûda li Serê Birêz Ocalan bi dijwarî berdewam dike. Şerê li dijî tecrîdê jî berdewam dike.--------
Pengava 15ê Tebaxê, navê destpêka romana jiyan azad e. Gelê Kurd vê pêvajoyê dijî.
Balzac, weke neştervanê pirsgirêkên sosyolojîk di romanê de, wek bavê romanê di dîrokê de cih girt. Ahmedê Xanî wek pêşengê helbesta epîk, Meleyê Cizîrî jî wek pêşengê romantîzmê navê xwe di dîrokê de nivîsîn.
Louis Aragon jî, adaptorekî Meleyê Cizîrî ye.
Têkoşîna gelê Kurd ya sed salî; di encama şerê dibin pêşengiya Ihsan Nurî Paşa de li Agirî, di gora betonî de hate “meftun” kirin. Mixabin kesî helbesta “meftun-bûna gelê kurd” û romana “meftun-kirina gelê kurd” jî ne nivîsî. Nikarîbû binivîsin, ji ber ku bi “meftûn-kirina di gora betonî de”, rewşenbîriya kurd, entelektueliya kurd jî “meftun” kirin. Berî wê jî, di parçekirina xaka Kurdistanê de, beden û mêjiyê rewşenbîriya Kurd hate parçekirin. Ev dihate wateya valahiyên kûr û fereh yên dîrokê. Parçebûna xaka Kurdistanê destîniyek nû ya bextreşiyê bû. Destîniya bextreş ya bi cografya ve girêdayî bandorek parçebûyî li beden û mêjiyê gel û rewşenbîriya kurd jî kir.
Parçebûne beden û mêjî, di hest û hişmendiya mirov de tevlîheviyan derdixe holê û mirov ji rastiya mirov dûr dike. Hingî derfetên ku mirov dikaribe sirr û razên di fulyona pişta neynika jiyanê de bibîne namînin.
15ê Tebaxê neştera li vê rastiyê ye.
Çalekiya dîrokî li Zindana Amedê, parçekirina gora betonî bû. Pengava 15ê Tebaxê jî, destanê bican-kirina bedena di gora betonî de ye. Destan bingeha dîrokê ne û 30 sal in, ku cengawerên Kurd li dijî dagirkeriya di rengê “faşîzma reş” de li Kurdistanê ala mirinê û tûnekirina bibalivîne, destanan dinivîsîn.
Baş tê zanîn ku her destan agirekî volqanî ne û wek afûrek ezmanî diteqin. Ev heq-kirina di “masnû cephe-î dîrokê” de ye. Lewma min di destpêkê de behsa romana 15ê Tebaxê kir. 30 sal, nifşekî nû ye û di şerê azadiyê de nifşê duyemîn ala têkoşînê dibalivîne. Ev tê wateya guhertina civakî û rastiya neştervaniya Balzac.
Guhertinên civakî, di hestan de, di hiş û raman de jî guhertinan pêktînin. Yanî guhertina civakî, yanî guhertina beden û hiş û hewnê mirov. Yanî afirandina mirovekî nû… Yanî afirandina civakek nû… Yanî şoreş!... Li Kurdistanê şoreşek heye û herka çemê jiyana guhertina ku bi navê “şoreş”ê tê binavkirin berdewam dike.
Baş tê zanîn ku, bingeha gora betonî û “meftûn” kirina gelê Kurd di vê gorê de, di şerê yekemîn yê cîhanê de û ji aliyê hêzên cîhanşimûlî ve hate amade kirin. Ev rekiha hesinî bû. Piştre hêzên dagirkerên xaka Kurdistanê jî, gelê Kurd di vê rekihê de zincîr û lele kirin. Di nava demê de, ev rekiha ku bi kanunên zincîran hate zexim kirin, li Agirî bû “gora betonî” û gelê Kurd hate “meftûn” kirin.
Lê îro, piştî şerê 30 salî û nivîsandina destanên dîrokî; dema wê hatiye ku rewşenbîriya Kurd jî, bi “mayî pîroz” romana cengaweriya ciwanên kurd binivîsîn.
Rastiyek din: Mîna şerê yekemîn yê cîhanê, şerê sêyemîn yê cîhanê di rengekî din de û car din li Rojhilata Navîn dest pê kiriye. Şerê cîhanê yê sêyemîn, di 11ê Êlûna 2011an de, bi êrîşa El Qaîde, li dijî blokên dubirak li Emerîka dest pê kir. Lê Emerîka û Ewropa, şer dûrî welatê xwe kirin û navenda şer bû Rojhilata Navîn. Ev hiş û ramanê klasîk yê dem û heyama Şerê Xaçparêziyê ye, îro jî, di şexsê Suriye de pergalekî din dijî. Di komploya navneteweyî de, (1999) wek ku Mehmed Akîf Ersoy dibêje, car din li dijî gelê kurd “heft klîmatên cîhanê li dijî me” jiyan kirin tara bêjingê û “mahşerek tofanî” li ser serê gelê kurd rakirin. Lê cengaweriya ciwanên Kurd, dilsozî û canfedatiya gelê kurd, “mehşera tofanî” têk birin û qonaxa îro ya serketî bidestxistin.
Bûyerên ku li Kurdistanê diqewimin, ne tiştên klasîk û drametîk in û menendê wan di Tewratê de jî nînin. Gelek caran me bûyerên li Kurdistanê wek “bûyerên Tewratê” binavkirin, lê dijwartir in. Ji ber ku “dewşirmeyên Tirk”, ji Frawunên Misirê dijwartir û xedartir in. Yanî zalimtir in.
Tenê bi navkirina “li Kurdistanê sucê mirovahiyê tê kirin” têra kiryarên li Kurdistanê nake. Ji ber ku ne tenê gelê Kurd tê qirkirin û bûyerên weke Roboskî, Geliyê Tiyarê, Gerzanê û Qendîlê derdikevine holê. Ne tenê li balkonan zarokên 18 mehî, li devê deriyê malan zarokên kurd têne kuştin. Hest, îrade, hiş û hewnê gelê Kurd tê kuştin. Cografya Kurdistanê tê kuştin. Erd û ezmanê Kurdistanê, xewn û xeyalên, hewa, şev û roj, stêrikên li ezman û çûk û çivîkên li xaka Kurdistanê têne kuştin. Ne tenê gelê Kurd tê tunekirin, gelê Ermenî, Suryanî-Asurî û Keldanî têne qirkirin.
Ev bûyerên îkonîk in û rengê kiryarên “Roma” li dijî Xiristiyanan nîşan didin. Ev bûyerên îkonî jî, bi gotinên hêsa, bi hevokên ironik, bi biwêjên harmonik, bi hunandinek arzan nayên nivîsandin. Pêdivî bi vegotina hunerî, guhertinek reng, ronahî, form, ziman, folklorîk, cografîk, sosyolojîk, polîtîk û felesefîk heye. Ji bo van teva jî, temsiliya teatro, awaza dengebêjî, rîtma folklorîk, dilşewêtiya dilojarê, hewngîrî û hişmendiya rastiya civaka Kurd, zanebûna dîrok û kultura kurd lazim e. Yanî, têkiliya organik ya di navbera gotin û îkonên gunehkariyê de pêwist e. Eger qutbûna gotin û îkonên gunehkariyê çêbibe, hingî wek mînakên çend roman-nivîsên Kurd, wê lingê wan li hewa bimîne. Hingî wê stîleke bêsîtliyê derbikevê holê û rexnegîr jî, wê bi hastên klasîk yên “klîkên siyasî” rexnegiriyê bikin.
Ji xwe krîzek rewşenbîrî heye. Ev krîz di hest û mêjî de, di bawerî û hewngiriya rewşenbîriya Kurd de, birînên kûr vedike. Xwedê giravî ji siyasetê dûr in, lê di derya siyasetê de avjeniyê dikin û bêyî ku zanibin, bêyî ku bixwazin, dibine tewaşê li ser nanê dijmin.
Divê em jibîr nekin, roja ku gelê kurd di rekiha hesînî de bi zincîr û leleyan hate dîlgirtin rewşenbîriya Kurd jî dîl hate girtin. Roja ku gelê Kurd li Agirî di gora betonî de hate meftun kirin, rewşenbiriya Kurd jî hate “meftûn” kirin. Lewma şerê li Kurdistanê tê dayin, şerê rewşenbîrên kurd e jî. Rewşenbiriya Kurd nikare ji şerê azadiya li Kurdistanê, bi hincetên “bêalîtî. Îdeolojîk û hwd” bireve û dibin navên cûda de serawa ji xwe derbixe.
Gelê Kurd ezberê xwe xera kiriye û ne tenê li rûdêna neynika jiyanê dinêre, li sirr û razên di fulyana pişta neynikê de jî dinêre.
Pengava 15ê Tebaxê, navê destpêka romana jiyan azad e û nexştera li rewşenbîrî û entelektueliya Kurd e jî.
Medeni FERHO