Tecrîda li ser Abdullah Ocalan, kete roja 393an, gelê Kurd jî, li dijî tecrîdê, di her qada jiyanê de şer dike.----
Dema ku min xwekuştina Cemal Kavak bihîst, bayekî sar bizivî, hest û hewnê min tevlîhev bûn, zimanê min di şikefta devê min de hişk bû û gotin ji min çênebû: Piştre piştre min di hişê xwe de, gotina: “Di cîhana modern de, teknîk pêşdikeve, lê mirov û mirovahî paşdikeve. Ev jî gunehkariya statukoperêstên lutherîst e.” bibir û anî, lê nebû bersiva hesten min.
Balkêş e, ev gunhkariya li hemberî mirovahiyê bi destê dewletên lutherîst pêk tê û kanunên zincîran jî çêdikin. Bi vî rengî dixwazin, wek kurd dibêjin; “kurtan” li ser pişta mirovan dideynin û mirovan bi qoş bikin. Kanunên zincîran jî, dikine bingeha meşuriyeta kiryarên xwe. Herçiqasî vijdanê şiyar, kiryarên li dijî gelan wek sucê mirovahiyê binavbike û car caran dijberiya xwe nîşan bide jî, kelih û bircikên lutherîstan derfetan nadin. Ev jî tê wateya têkbirina nirxên Nietzsche yên “mirovê maqul” û şîroveyên Stendhal yên li ser “kultura serdest”.
Cemal Kavak, nirxên Nietsche teva di kesayetiya xwe de kom kiribûn û wek neynika mirovê têgihiştî yên Stendhal bû.
Jiyana Cemal Kavak, neynika têkoşîna azadiyê û temam kirina şoreşa kurdî bû. Jiyana wî jî, li dijî kember û rekiha polayî ya dewleta dagirker cenga destanî bû.
Bi vê mebestê, Cemal Kavak weke lehengekî edebiyatê, weke peykerekî mîtolojîk, bi enerjiya xwe di her çalekiya demokratîk de, di sefê herî pêş yên çalekiyên demokratîk de xuya dikir. Porîka wî ya bi ser çavên wî de dirijiya heybetek didayê û wek mirovekî ku xwe disipline kiribe derdikete pêş. Di her çalekiya demokratîk de, wek “dengeya edaletê” dengê xwe bilind dikir. Her gotina wî jî, dibû bombeyek û li hemberî kember û rekiha polayî ya dîlgirtina gelê Kurd diteqiya.
Lewma Ergin Dogru, Cemal Kavak wek “mirovê têkoşîna jiyanê” bi nav dike.
Guman dikim ku, ev gotin têra naskirin û enerjiya têgihiştina disipline-kirina beden û mêjiyê Cemal Kavak nakin. Erê, jiyana Cemal Kavak, di ceng û têkoşîna li dijî dijminê dagirker de derbas bû; lê ne ev bi tenê bû.
Nietzsce mirovan wek pira ji bo “mirovên maqul û serdest” bi nav bike jî, şoreşên cîhanê, ev dîtina liberalî pûç kirine. Lewma em gotinên Nietzsche, di çarçoveya civakê de û ji bo jiyaneke bi rûmet qebûl dikin û ji bo Cemal Kavak jî bikartînin. Ji ber ku wî, di têkoşîna şoreşa Kurdî de, mutewazîtî, biryardarî û degelî bi hev re dimeşand. Têkoşîna li dijî lele û zincîrên statukoparêzan, li dijî dewletên lutherîst, karûxebata kollektîf şertê sereke didît û heta roja dawi jî, di wê xetê de meşiya.
Bi vê mebestê Cemal Kavak neynika trajediya tewratî ya gelê kurd e. Girtin, êşkence, zindan, sergom… Dîsa jî, her bûyerê têgihiştinek dayê û li dijî gotina “jiyana xwe bi xwe têk dibe” alternatîf afirandin. Cemal Kavak li her cihûwarê kû diçûyê, weke meydana cenga li dijî dewleta lutherist dîdît û heta wê kêlîka ku dawî li jiyana xwe anî jî, yek gavê paşneket. Bi vê mebestê, me jiyana wî weke neynika şoreşa kurdî bi nav kir.
Baş tê zanîn ku barê şoreşan giran e û têkoşîna demdirêj dixwaze. Di şoreşên cîhanê de jî leheng bûne kevirê bingehîn û nifşê pey wan jî ala wan li qada herî jor balivandin. Ev navê “xwe derbaskirinê” ye û destdanê jiyana cawîdanî-berdewamî ye. Eger mirov, wek Nietschze dibêje, “mirov malê cîhanşimûlî ye”, wateya jiyana Cemal Kavak ya maqulî û têkoşîna wî ya temam kirina şoreşa Kurdî, stêrika di nava tariyê de ye û dînamîta di cîhana statukoparêziyê de ye. Armanca Cemal Kavak, ji dîtina Nietschze mezintir bû; ji ber ku ew, ne tenê mirovek bû û ne ji bo mirovekî, ji bo mirovahiyê têkoşîn dikir, ji bo jiyaneke azad ku mirovên Nietschze xeyala wan dike, yên “maqul û serdest” dikaribin xwe tê de bibînin bû.
Baş tê zanîn ku dewletên lutherist, cîhan kirine laboratuara koleyan û ha ha bi destê koleyan kurtan’an, zincîr û leleyan çêdikin û mirovan ji mirovantiyê derdixin. Ev laboratuar, lîberalên wek “mîro”wan çêdikin û di kulmîrowan de bicihdikin.
Şoreşa Kurdî, li dijî van laboratuarên helandin û tûnekirina mirovan, wek nirx û pîroziyên mirovahiyê şer û têkoşîn e. Têkoşerên weke Cemal Kavak jî, leheng û pêşengên vê têkoşîna bi rûmet û watedar in. Civak ne bingeha mirovê serdest û maqul e, çavkaniya jiyaneke bi rûmet û karûxebatên kollektîf, hevkariya biratî û dostûyariyê ye. Makîne amûr e, lê mirov ew nirxê ku wê amûrê ji bo jiyana bi rûmet, di çarçoveyake watedar û berhemdariya ji bo giştî bikarbînê ye. Bi vê mebestê dewletên statukoparêz yên lutherîst, di qoanaxa îro ya modernîteya kapîtalîst de, komediya mirovahiyê dijîn.
Jiyana Cemal Kavak mînak e û îspata wê ye ku, mirov ne tenê jiyaneke biyolojîk e û ne amurek xwezayî, di rêzê de ye. Ew berhemê şoreşa Kurdî bû, wek pêşeng û lehengê jiyana bi rûmet ya bi nirxên mirovahiyê dagirtî derkete pêş. Ji xwe, lehengî û pêşengîtiya wî ya edebî û mîtolojîk ji vir tê. Evîndariya wî jî gelê wî bû, cografya wî bû. Bi vê evîndariyê, ji xwe û wêdetir dixwest, bi hasreta azadî û serketinê dikeliya, difûriya. Di maquliya hiş û ramanê şoreşgerî de, wek neferekî kar kir û giha “mukemmeliyet”ê.
Cemal Kavak, xwedî taybetmendiyek wiha bû û gazin nedikirin, lê pirsa “ya baş kîjan e em wê bikin” dikir. Ji şaşî, xeletî û nebaşiyê ditirsiya, lê di başî, qencî û rastiyê de mêrxasekî cengawer bû. Ev evîna têkoşîna şoreşê ye û bîrdoza Zerdesht ya “kesên ku derdikevine riya dirêj û ji bo afirgerî û nirxên pîroz têkoşînê dikin pîroz in” dişopand. Lewma gotina Ocalan ku dibêje, “şerekî baş, mirov digihîne armancê” û “şoreş, guhertina mirov û jiyanê ye.” Di kesayetiya xwe de kom kiribû. Enerjî, aqil û rûmet û kesayetiya disîplînekirî ya Cemal Kavak, formuleya mirovê şoreşa kurdî bû.
Cemal Kavak û têkoşîna wî, ne dawiya wî, armanca wî ya pîroz û ji bo mirovê Kurd mînak û destanekî dîrokî bû.
Neynika mirovê xas Cemal Kavak, di şoreşa kurdî de, destanekî ne nivîsî ye.
Medeni FERHO