HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Şaristaniya Demokratîk, pirtûka Birêz Abdullah Ocalan e û ji aliyê Reşad Sorgul ve bi zimanê Kurdî hatiye wergerandin. Îro (1) kete destê min.

Yanî belgeyeke dîrokî û aboriya ku dikare wek potansiyaleke hişmendî di paşerojên gelê Kurd re rûnê ye. Tê zanîn  ku, hişmendiya Kurd û hewngîriya  entelektueliya Kurd, bi zimanên biyanî, bi nirxandin, şîrovekirin û afirgeriya biyaniyan hatiye xwedî kirin û hîna jî ev bextreşî berdewam dike. Zimanê biyanî, afirgeriya biyanî, destê duyemîn, karekî misyonerî ye. Zimanê biyanî aliyekî me dibe, afirgeriya biyaniyan jî aliyekî ji me dibe. Yanî em dibine hevîrê ber destê misyoneran.

Ez behsa danustadina zanistê nakim. Na, bila şaş neyê fêmkirin. Ez behsa têkiliya li ser zimanekî biyanî û stewihandina hişmendiyê dikim. Yanî xwedî kirina mêjî û rengên wê xwedî kirinê.
Ev zanista ku mirov dike mirov û hêza ku ji ferhengan derdikeve û di herka dîroka guhertin û pêşketina mirovahiyê de dibe bingeha jiyanê. Jîrîtî û kohnebûna mirov... Dema ku mirov bi ferheng û zanistiya xwe, şikefta xwe hêrivand hingî ber bi hebûna xwe diçe û dikare bibe xwedî nasnameyeke maqulî.

Ocalan, mîna pirtûkên berî niha, di vê pirtûka xwe de jî, neynika li ber gelê Kurd hatiye şikandin ji nû de çêdike, bi gotinekê “Çanda Ewropa ya hegemon ya hemdem jî, di bingeha xwe de, waryanteke çanda Rojhilata Navîn e”, derdixe pêş û fulyana pişta neynikê jî eşkere dike.

Ev gotina ku şîroveya organîzasyona civakî ye, bi saya Reşad Sorgul bû malê ferhenga Kurdî. Afirgerê vê gotinê jî, Ocalan e. Dema ku afirgerî û ziman bû yek çavkanî,  nasname jî erêniyê dibîne. Şerê ku 40 sal in, li Kurdistanê di dijwariyek tofanî de tê kirin,  ev rastî derxiste pêş û wek xezîneyeke  dewletî  radestî me kir. Ev şer,ji aliyekî ve  li dijî mîsyonertiya dagirkeriya kultur û dagirkeriya mêjî ye. Di encamê de dibe parastina bedena bi mêjî û çav û gav.

Tê zanîn ku, îro jî gelek nivîskar û entelektulên me, egzotîzma misyoneran dijîn. Bi vê mebestê min xwest li ser giringiya wergera pirtûka Ocalan ya Şatistaniya Demokratîk Pr. 4 rawestim. Tê zanîn ku  her pirtûka Ocalan, di ideolojiya Tirkiyê de,  erdhejeke tofanî çêdike û wergera Reşad Sorgul jî, di şiyar-kirin û xwedî kirina hewn û hişmendiya entelektueliya Kurd e û avakirina li ser bingeha xwe ya dîrokî ye.

Di hoy û mercên dîroka îro de,  hişmendî û hewngîriya Ocalan,  di 3 babetan de dikare bibe çavkaniya zanista entelektuelî: Yekemîn û ya herî giring ew e ku, herka dîrokê diguhere û dide xuya kirin ku dîroka  serdestan ne rast e. Ev jî mirovan mecbûr dike ku ji bo şopandina rastî û hewngîriya xweguhertina mirovahiyê  enerjiyekê peyda  bike. Cîhana entelektueliya Kurd, hîna ne gihaye mijara nirxandin û şîrovekirina “ji qencî û xerabiyê wêdetir.” Ev şerbeta guhertin û xwe dîtina hiş û ramanî ye. Duyemîn; Mixabin, em guhertin û xwe dîtinê di zimanê biyanî de û di afigeriya misyoneran de dibînin. Ocalan vegera li xwe ye.

Her pirtûka Ocalan mertalê li pêşiya van misyoneran e, mertalê li dijî biyanîbûnê ye. Yanî, şerê li dijî sazkariya paşverûtiya ku mirovahiyê ber bi koletiya “ji qencî û xerabiyê wêdetir” dibin e. Qencî û xerabî du kefikên mîzênê ne, yanî kefikên xêr û gunehan e. Eger mirov li hemberî sîstemê baş be di kefika mîzêna xêrê de ye, eger ne baş be û ji xeta sîstemê derbikeve, di mîzêna xerabiyê de ye. Sêyemîn; Ocalan, mîna Niettzshe, dîrokê, sîstemê, çînan,  stratejisyenan, feylesofan, dîrokzanan, siyasetmedaran, hunermendan,  bi giştî entelektuelan dike bin lêpirsîne. Yan jî daxwaz dike ku ew bi xwe xwe bikin bin lêpirsînê. Lêpirsîna xwe bi xwe, xwe nasîn e, xwedî derketina li xwe ye û bikarnaîna çavkaniyên bingeha mirov e.

Îcar wergera Reşad Sorgul ya pirtûkên Ocalan jî, herka coka ber bi hişmendî û hewngîriya entelektueliya Kurd e.  Wergerandina bi zimanê kurd, xeleka sê armancên Ocalan temam dike.    

Îro, herema me  di rewşeke trajîk de ye û buyerên drametîk çêdibin. Ev bûyerên drametîk li ser bingeha qirkirina gelê kurd hatine rûnandin.  Lewma,  qencî, vijdan, nirx û exlak, her cûre xisletên mirovantiyê têne kuştin. Mirovantî, li hemberî xerabiyê, paşdikeve.

Feylesofên demê, êrîşa gel ya li dijî girtîgeha Bastîllê, (2) di vê çarçovê de dinirxînin.

Gelo em çima nikarin têkoşîn û berxwedana destanî ya zindana Amedê (3) di heman çarçovê de û ji “qencî û xerabiyê wêdetir” binirxînin? Bastîlle jî, Zindana Amedê jî, di jiyana komên xelkê de guhertinên mezin çêkirine. Bastillê ji derve hate zemt kirin, Zindana Amedê ji hundir ve hate zemt kirin.

Baş tê zanîn ku burjuwa, ew haraketa gelerî û xwîna komên xelkê ku di êrîşa li ser Bastîllê de rijiya, di nava “bedcaniyekê”de têk bir. 5 lehengên Şoreşa Frensa Ropespierre, Saint-Just, Marat, Dabton, Babeuf jî, di dojeha giyotînê de, ji holê rakirin. Di demeke ku dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê, li hemberî gelê Kurd amûr û alavên herî dijwar û kujerî li dijî gelê Kurd bikartîne de, komkujiyên kafûkûnkirinê dike pratîkê de, dixwaze ku heman qederê bîne serê Şoreşa Kurd.

Bi vê mebestê min xwest ji aliyê hişmendî û hewngîriyê ve nêzîkî pirsgirêkê bibim. Her pirsgirêka civakî, her guhertina dîrokî pêdiviyê bi xwedî kirina ferheng,  hişmendî û  hewngîriyê dibîne.

Ji ber ku entelektueliya Kurd, hîna ji dagirkeriya misyoneran xelas nebûye. Ez di wê baweriyê de me ku, entellektuelên Kurd mecbur in, “ji qencî û xerabiyê wedatir” tevbigerin. Dem û rewşa îro ya gelê kurd vê dixwaze. Dema ku em dêhnê xwe didine weqî û mîzêna dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê, em dibînin ku Ocalan di ber himbêza rima duwazdeh movikî de ye. Ev rima  ku wek engizîsyona şiyar tê ragirtin, dikare her dem çarenûsa 5 lehengên Şoreşa Frensa bike pratîke. Tehloke mezin e û her diçe mezin dibe.

Dive ku entelektuelên Kurd bibin mertalê li pêşiya vê bedcaniya faşîzan.

----------------

1. -05. 01. 2012

2. –Girîtgeh ku di dema Şoreşa Fransa de bû hedefa êrîşa gel.

3. -1983

Medeni FERHO