Birîna sedsalê ez biraştim hey hawar!...
Û îro, li kevana çiyayekî bênav bi ahênkêşiyek tofana Skenderî, careke din ez kuştim.
Dilopên xwîna min bûne telîşopên ax û avê... Ax pelixî, av pelixî...
Û di nava dîroka pelixî de, xwestin cografya min bêstêrik bihêlin. Dem û heyam, sal û demsal, roj û hefte di nava şermê de, di bedena min de hatin kuştin. Û hawar jî dûr e!..
Li kolanên Amedê,
Li qeraxên Çiyayê Bagokê,
Li Cudî, li Çiyayê Govendê di xêliyê bûkaniyê de...
Li bayekî kûr û qirkirina demûdewarnan de, doh û îro bi hev re ez kuştim.
Doh îro jî cîhan bêdeng e û hawar jî dûr e!...
Rojek herê yekê na, min û çardara min di kêleka hev de dirêj dikin.. Ez di kefenekî ne meqeskirî de... Çardara min di xelekên şelîtên şimakirî de girêdidin. Piştre ez û çardara min bi hev re dardekirin. Bûne qesabê li ser bedena min û ez kaş kirin, pihîn avêtin serê min, ez di kuştina min de êşkence kirim.
Hingî stêrikek rijiya...
Hingî dîrok lewitî...
Hingî vijdanê mirovahiyê fetisî...
Hıngî Xweda û pirtûkên Tewrat, Incîl û Kur’an bi xwîn bûn...
Hingî pêxember reviyan....
Hingî, helbest û gotin bêmirês kirin...
Û ez hatim, wek kulîlkên baxê îrem, li qelaçên Kanî Masî, li geliyê Xinêra, li ser Berzehê Garê û di dergehê jiyanê de, raserî kovana zinarekî zemanî de, bi dengê kewan, bi Promethausên welatê xwe re rûniştim. Promethausên welatê min, bi agirtofana balafirên dagirkeran re şer kirin.
Çiya, av û ax...
Mesîl û gelî...
Beroj û mesilên çiyan
Bi tavên 4 demsalên salê re hejiyan û sergêjekî bûn.
Û ez hatim:.
Aliyekî min ba ye, yek berf û baran e...
Aliyê din jî bombeyên mîskêt û napalmê ne..
Ez û êşa xwe, ez û birîna xwe, ez û xwîna xwe, ez û darbesta xwe, ez û kuştina xwe, li darî çavên cîhaneke kerûlal, li darî mirovahiyeke lalûebkem...
Li çarmixa Îsa dam...
Ez avêtim ber şêrên Roma û dergehên arêna li ber min girtin.
Û min şerê sedsalê kir, û min herêmek, deryayek û du kendav û du geliyên kîşwerî rakirin ser lingan. Min li giravê zincîr şikandin û ‘bihara gelan’ da dest pê kirin
Aliyekî min kenê Egîd e...
Aliyê din hêrsa Murad Elîbol e..
Li kolan û meydanan, li çiyan û deştan wek teyrên dubirak, wek baz û başokeyan dirêsim, digerim, dilorim, di qîrim... Di nava lêgerîna azadiyê de çarpîne dilîzim; wek rista lorandina cengawerekî bê nav, dibine dengê hêviyên nû...
Û ez û çardara min û cengawerê bê nev dibêjin; Axîna min dibe erdheja min.
Dilerizim, diteqim, di fûrim, di nava hêrsa kurê Zalê de, dibime gurzekî neh ritil, dibime rima bîstîçar movikî... Dibime tîreke kozmîk, di banê ezman de, dibime mertalekî efsanewî li çar parçeyan digerim... Dibime tevrekî humbaba, dibime niyaz û qewlên qewalekî û digerim.
Û ez, di nava rista hevrîşmê berxwedanê de agirê Kawa pêdixim, dibime kûra hesinkerekî di kolana Midyadê de. Li dijî zulmeta kafûkûn-kirina bedena min û cografya min, çakûç li sidan didim. Li ser sidanê min berf û baran heye;
Li seer sidanê min navê evîna min heye...
Li ser sidanê min, navê welatê min heye..
Li ser sidanê min dilê Prometheus heye..
Li ser sidanê min nikilê teyrên mîtosîk hene..
Û ez hestekî ava dikim
Û ez dilekî pola tuj dikim...
Wek avzêmka evîna Meleyê Cizîrî, wek çavkaniya hêviya Ehmedî Xanî şûrekî av didim, sû dikim, bi neqş û nîgariya sedsalê neqiş dikim. Wek evîna Botan û Merwan û Xezal û Bêrivan û Bêrîtan di axê de diherikim...
Di hewayê de dibizivim...
Di ezman de biçirisim...
Di dilê jiyanê de
Wek bax û baxçeyekî sorgulaan vedikim.
M. Bagok