Şeva bîst û yekê Adarê çîksayî bû. Ji derveyî hîva kevan û Gelawêja rûgeş a aso, hîna stêran xemla xwe bi ser rûyê asîmanan de winda nekiribû. Lê ji derveyî baya ku ji lûtkeyên çiyan xwe ber dida nava pêtên agirê ku di giyanê gerîlla de geş bûye. Ew coşa Newroza ku ji ruhê milyonek Amedî hatî girtin, di giyanê gerîlla de bi leza rayê xwînê ketibû nava liv û tevgerê. Çirûskên hîva kevan weke şewqa banuya şevan, xwe li meşa berbangê ya gerîllayan dipêça. Weke her carê gerîlla kom bikom, yekîne bi yekîne, tîm bi tîm berbi cihê pîrozbahiyê de diherikîn.
Wê rojê hîv, roj, gerîlla, çiya, ronahiyê ji bedenên hevdu diafirandin. Ji ber kele kela di dilê wan hemûyan de, bi yek newayî diavêt.
Di bîr û hişên me de tenê wêneyê Newrozê hebû. Em di wê kelecanê debûn ka bê em ê li rastî kîjan gerîllayan werin û wê çiqasî gerîlla li qada Newrozê kom bibin? Ji ber me li kîjan aliyê xwe dinêrî, gerîlla diherikîn.
Piştî gotinên hukumet û dewleta Tirk yên ku dibêje; ‘‘gerîlla li çiya nemane û edî du gerîlla jî nikarin werin gel hev’’, ji bo ku gerîlla Newrozê pîroz bikin, wê rojê 200 gerîlla kombibûn.
Weke hemû gerîllayan maceraya me ya bi gerîllayan re jî, bi derbaz kirina çiyan re meşa me didomî. Her ku em dimeşîn, em bi dîmenên xwezayê yên bedew re rû bi rû dihatin. Ev dîmen jî, dilê her gerîllayekî zindî dihêla, bitevger dihêla û serfiraz dihêla. Di hem wext de me jî bextewarî û aramiyekî mezin ji vê bedewiyê digirt.
Ji bo ku em jî xwe bigihînin qada pîrozbahiya Newrozê, em jî bi komeke gerîlla re çiya bi çiya dimeşîn. Li gelek ciha me avên mezin qut kir û me berê xwe da lûtkeyên çiya, yên herî bilind. Bi westandinekê mezin piştî me xwe gihand lûtkeyê, bi qasî nîv saetê jî em di nava berfînan de meşîn. Lê ne tenê berfîn, her wisa ji bêhna zêde ya Nêrgiz, Beybûn û Sosinan henase li mirovan diçikî.
Her gerîllayekî ku bi mere rêwîtî dikir, bi coşa Newrozê di nava liv û tevgerê debû. Dilê me hemûyan gelek zindibû. Weke agirê ku li nava pîroziya çiya vêketî, mîna quntarên çiyayên ku bi bêhna azadiyê xwe şuştî.
Roj, ew roj bû. Roja nû, yanî Newroz. Di saetên sibehê de bi awayekê giştî hemû gerîlla li cihê qada Newrozê kombûn. Berê ku bernameya ji bo Newrozê hatî amede kirin destpê bike, bergira ku rewşeke êrîşê derbikeve ji aliyê qumîta amedekar de hatibû girtin û hemû gerîlla ji vê hatibûn hişyar kirin. Hem bi coşa Newrozê gerîlla dest bi rojê kir û hem jî li himberî hemû êrîşên ku werin li darxistin, gerîlla bi hemu awayî bi bergir bûn.
Piştî ku gerîlla hemû li qadên Newrozê kombûn, bi qasî ji dilê wana hat hevdu himêz kirin û bi coşa dilê xwe cejna rêhevalên xwe pîroz kirin. Di vê rojê de gelek gerîllayên ku bi salan bû hevdû nedîtibûn, bêrî kirina xwe bi coşa newrozê re parve kirin. Li ser bedewiya xwezaya rengîn, vê carê germahiya rêhevaltiyeke dilsoz serwer dibû li ser coşa Newrozê.
Piştî pîrozbahî û silavekê germ ya ji bo gerîllayan, di destpêka rojê de newroz bi merasîmeke leşkerî hate destpê kirin. Piştî merasîma leşkerî bidawî bû, fermandarê biryargeha navendî ya HPG birêz Nureddîn Sofî li ser girîngiya Newroz û pêvajoyê ji gerîllayan re civînekê li darxist.
Sofî di civînê de bal kişand li ser girîngiya Newrozê û ragihand ku ‘‘agirê ku Kawayê Hesinkaran li himberî dehakan pêxistî, bi agirê Kawayê Hemdem Mazlum Doxan’an re îro li hemû rojhilata navîn belav bûye. Bi pêxistina agirê Newrozê re, zihniyeta dehakan hatiye şewitandin û binkeftina xwe ya li himberî azadiya gel jiyan kiriye.’’ Her wisa Sofî balê kişand li ser girîngiya pêvajoyê jî û bi vî rengî berdewam kir, ‘‘pêvajoya ku em têde derbaz dibin, pevajoyeke geleke girîng e. Hukumet û dewleta Tirk bi derketina milyoneke Amedî ya qada Newrozê, îflas bûye. Gelê me çi dixwaze di Newrozê de bi peyameke vekirî şanî hemû zihniyeta desthilatdar daye. Ev sal, sala azadiya RÊBER APO ye.’’
Di dawiya civînê de jî Sofî cejna hemû gerîllayan pîroz kir û bi diruşmeyên ‘‘Bijî Serok Apo, Bican Bixwîn Em Bi Terene Ey Serok û Bê Serok Jiyan Nabe’’, civîn bi dawî bû.
Piştî civîn bi dawî bû, hemû gerîlla bi awayekê rêk û pêk, bi rêz berbi dika şahiyê ve birêketin. Vê carê coşa Newrozê hîn bêhtir kete astekê bilindtir. Ji ber piştî şahiyê gerîlla wê bi hevre serkêşiya govenda azadiyê bigirtana.
Her hêzekê gerîlla li aliyekê bicih bû û şahî destpê kir. Kêlî ew kêlî bû ku mirov digot qey kokên azadiyê ji nû ve di malzaroya xakên mezrabotan de şîn tên. Ji ber gerîlla her roj bi vê coşê şax didan û mezin dibûn. Bi dengê koroya gerîllayên deng xweş re, çiya bi lorînên azadiyê serê xwe radikirin. Lê ka binêrin li bedewiya gerîllayên jin, her gerîllayeke jin porên xwe yên zêrîn berbi hewaya zozanan ve berdidin û bi qasî ji dilê wan dihat, bi awayekê azad coşa xwe ya vê rojê bilêv dikirin. Kevana Zêrîn av didan û li ser singê çiya ji nû ve jînê vedijînin.
Şahî bi bernameyeke dewlemend ya ji koro, folklor, şano, skêç, solo hatibû amede kirin. Piştî ku hemû bername hate pêşkêş kirin, êdî gerîlla dest bi govenda azadiyê kirin. Bi ruhê serkeftin û serfiraziyê komeke gerîlla di govendê de stran dibêjin û komeke jî lê vedigerînin. Çiqasî ji guhê mirovan re xweş dihat dengê gerîllayên ku vedida gelî û newalên kûr. Bi coşekê mezin êdî dawiya şahiyê bû. Piştî ku govendeke mezin ji aliyê gerîllayan de hate girtin, me ji nişka ve dît ku balafirên şer yên artêşa Tirk li ser serê mere derbaz bû. Ji ber gerîlla berê ji vê hatibû hişyar kirin, her gerîllayekê bi wê disiplînê tevgerî û hemû gerîlla ji cihê şahiyê belavbû. Kom bi kom gerîlla li quntarên çiyan û li binê daran bi cih bûn. Lê cardin jî ti tişt nekarî bû coşa ku di dilê gerîlla de dihate jiyan kirin vemirîne. Ji ber îro di çiyayên Kurdistanê de bi hemû awayî gerîlla tekoşîneke tûj û dijwar dide meşandin. Li himberî hemû bûyerên ku bi qewimîn jî gerîlla lê şarezane û dikarî bûn li gorî wê jî bergira xwe bigrin.
Piştî ku întîşar bidawî bû, cardin jî gerîlla bi diruşmeyan her komek ji aliyekê de hatin cihê pîrozbahiyê. Êdî bername bi dawî bibû.
Di ruhê gerîlla de hem coşa Newrozê hebû û hem jî gumana ku careke din van rêhevalên xwe nebînin. Li aliyekê gerîlla lêvbiken bûn, li aliyê din jî, çav û qirik kele girî bû. Vê carê jî hemû gerîlla ketin rêzê û xatirê xwe yê jihev veqetînê xwestin. Kî dizanî ka bê kîjan gerîlla bi kîjan cihî de çû? Yan jî kî dizane ka bê ev gerîlla wê careke din hevdu bibînin, an na?
Hindistan Penaber