Di kozikên berfê de, di nava nexşeyeke winda de teqînek volqanî çêbû û 15 Berfînên di rengên stêrikan de, bi pêtên agirê Newrozê re rijiyan erdê…
Dilê min kirin nava diljenina evînek şewitî
Û navê Arjîn bû destpêka şoreşê,
Û Şehrîban bû germahiya demsala Biharî, di atlasê ezmanê welatê min de, rengîniyek vekirin. Di xewrevîna dilê dayikan de, bûne Meydana Sor, bûne Meydana Tahrîr…
Li Amedê, li Dergehê Çiya bune kevirê di mista zarokan de.
Li dijî eS eS’ên AKPê
Bi kevankêşiya Xelacî Mansur, di xumxuma xelekên erbaneya derwêşekî li ber tevna jiyanê, navê bilbizêkan di sînema demsala zivistanî de nivîsîn. Di nava aşîta berfê de, bi tozeke kimyewî hatin samitandin û di sinema min de teqiyan. Aliyekî min dotmamên Êlihî Welat û Şehrîban bûn, aliyekî min Leylexana Helexî bû.
Di Tewratê de rondikên sar û zemherî,
Di Zend Avesta de, dilopên zembelîlkên qeşayî bûn.
Di kûlîna jiyanê de bûne ayet,
Di hêlîna çûkan de bûne stran,
Gotinên bi helbestên bilbizêkî re, bi destanên beybûnan re hatin darvekirin..
Di demeke ku Xwedawendên cihana ber bi bextreşiya bazirganiya selefkar tê meşandin de, li Seulê, stratejiyên nû dihatin kifş kirin.
Ji aliyekî ve di kenê Obama de tîr dihatin bedena min, ji aliyê din ve di beşûşiya Erdogan de meterilyozên xiyanetê êrîşî min dikirin.
Û cîhan di bedena 15 ciwanikan de..
Û mirovahî di dilê 15 yaran de dihatin kuştin
Û emanetê di ciwantiya pirtûkên pîroz de, bi “kilamên” Xweda û pêxemberan hatine efsûn kirin, bi stêrikên ezmanan re hatine mohr kirin. Kilamên Xweda jî,
Pêxember jî,
Ewliya û embiya jî,
Bi fermana keykabûsên heyamê, wek qiyama seferberiyê dihatin kuştin.
Ez di hawara dengê nazlicanan de dibeziyam… Dayik û bavên di girêdana çardaran de dihatin çarmix kirin, bi hêrsa ciwanan difûriyan… Di bedena keliha heyamê de, di rêçik û mesilên quntara çiyayên navbera Xîzan û Hawelê de diteqiyan… Di hejmara narîncokên ji balafirên dagirker bi ser 15 Berfînan de dibarîn de, kulilkên şoreşê divekirin. Pazdeh kulilkên wek Arjin û Berivan, wek Berfin û Roza di giyanê şoreşê de lorîk û mircan darvedikirin û di nasnameya welatê min de vedişartin.
Yek bi yek dibûne navên zarokan,
Yek bi yek, nave 15 Berfînan di guhikê pelên pirtûkên pîroz de hatin nivîsandin û wek xelateke qedîm hatin veşartin.
Ji bo zaroka di himbêza dayika xwe de, şîrê jiyanê dimije, bi çavên şikestî li dahatuya xwe dinêre û bendeyî navekî be û di şexsê cengawerên keç de, di himbêzek germ û lorîna dayika xwe de, di xaka rojê de bibe hêvî …
Ez bêjim, tu bixêr hatî Soran, tu bixêr hatî Ronahî…
Şabaşekê bidim Hêvî Rojdî û di guhên Viyan de…
Di çavên Mizgîn Garzan de, di mista xwehdana Rojevin de, lebşêrîna evîna azadiyê bilorînin.
Bi sê dengan ji Bêrîtan re bilîliyênim,
Bêjim tu bûyî sunda min
Bêjim tu bûyî ahêna min
Bêjim tu bûyî kulûderdê min
Û bêjim evîna te di dilê min de dipişkive, dibe kulîlka hinarê, wek gula berbiro, wek şîlanek pelê sosinê, wek xunafek li ser kulilka nêrgizê di kûraya dilê min de vedike. Wek hêviya li ser beybûnê di hinarkên rûdêna min de reng vedide.
Coşa dilê min jî, hingî wê bibe kenê gerilayên li ber dilê min şêrîn û delal.
Wê bibê kenê Mona Liza…
Di firça Piccaso de wê bibe hawara Guarnica
Û wek rengên di bedena Şahmaran de, di asumanê xaka min de vebike…
Ez bi gorî, dayik bi gorî, di çiyan de Ferhad bi gorî û ramûsana heft rengên di dilan de bi gorî…
Opff gidîîî yarê!... Di kuştina 15 Berfînan de, bircikên dilê min hatin hêrivandin... Agirek di rengê argûnî de ji nava berfa zozanên Garzanê hate fûrandin û ez şewitandim… Weke dûkeleke êtûna li guhereke têr dar û devî, pêtên agir bi sexmeyên hesinî xotî dilê min kirin... Dilê min tejî klîmatên bi mayin kirin. Di teqin ha diteqin!..
Dîse jî, bi daxuyaniya artêşa jinên Kurd KJB û PAJKê re, peşek ava zemreyî di ahêna sînema min de, di daxa dilê dayikan de dimeyî… Di rewa erdê de bû rengên nû, di cengaweriya 15 keçên kurd de, bû destanê hêviyê.
Dibêjim werin em salifa welatê xwe bikin çîrok,
Dibêjim werin em bextreşiya destîniya gelê xwe bikin slogan.
Dibêjim werin em zilma dagirkeriya bi desteka hêzên global bikin roman û em bi ser halûwextê xwe de bigirîn û bibin bûxara govend û dîlanan, wek agirê Newrozê bedena ezman bisûtin…
De werin ezbenî, werin em biçin hawarê
De werin ezgorî, werin em di peşkên baranê de bibin meha Nîsanê, bibin meha Adarê, di hafa komkujiyên gorên komî de çend gotinan binvîsin. Da ku, ez simbilên dexla di malzaroka erdê de bi diruşmên azadiyê bikim diraxe.
Da ku em bibêjin: Bêndera azadiyê bi dilopên xwîna Berfînan dixemila
Da ku tû bibêje: Ez 15 Berfîn im, di nava şîta agirê kimyewî de, li Garzanê bi ava berfê re diherikim...
Da ku ew bibejin; Ez gerilayek im di nava 15 navan de…Di rodikên dayikan de dibime derxa hêviyê... Ez hawarek im di nava 15 ciwanikan de û bi evîna Zînê dibim welatê Botan, li ber ava Dicle, dibime bircikên keliha jiyanê û bilind dibim û şiliya çavên di helbesta penaberekî bêzar de rûdinim.
Ez di kozikek berfî de
Dibime 15 Berfînên rengîn
Di nava serma zelîqonkî de dibime germahiya hilma Perîxan, di destanên cenagweriya li Bagokê, li Ramanê û Zapê, bi degeliya şêrgeliya Rojda û Silav Soran de, wek kewên li ser darikê dixwînim.
Di qîrîm
Di rengê keskesora ezman de
Dibime xetek ji cotkariya azadiyê....
Piştre di helbestên Nerûda de dibime Ronahî û Şehrîban,
Di romana Şolohov de dibime lehenga bi navê Gulistan
Di kozika berfê de û di rûpelên şilbûyî de dibime bîranîna Diljîn û Rozerîn
Û wek destanekî bi dengê Marya tême xwendin.
M. Bagok