HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

murat eliboluBirîna sedsalê ez biraştim hey hawar!...

Îro, li kevana çiyayekî bênav bi ahênkêşiyek tofana skenderî, careke din ez kuştim.

Dilopên xwîna min niqutîn,  ax pelixî, dîrok pelixî û cografya min  di stêrikên  banê ezman  de hate dardekirin.  Li kolanên Colemêrgê, Li Şirnexê û Cîzîra Mîrekên Azîzan, li qeraxên Çiyayê Bagokê, li Cudî, li Çiyayê Govendê bi xêliyê bûkaniyê de, ez ji nû de xwe çêdikim...

Xweçêkirina min bi têlên temburê re,  bi dengê bilûrê re bûn stran... 

Hıngî çardara min kat da, wek şitlek rihanê, wek gulokek beybûn û mistek ava zemre, di destê gerilayekî bê nav de bû ala basimbarî ...

Ez di kefenekî ne meqeskirî de, çardara min di xelekên xwînê de dirêj kirî ne... Dîse jî  bi stêrikên dardekirî re, di hafa heyva  çardehan de li ber Ava Mezin, di kêleka gundekî şewîtî de, di qeraxên Çiyayê Mava de, ji xweliya xwe şîn dibim.  

Hingî stêrikên dardekirî şelîtên qirika xwe diqetînin...

Û ez, wek kulîlkên baxê îrem, li qelaçên Kanî Masî, li geliyê Xinêra, li ser Berzehê Garê û di dergehê jiyanê de, raserî kovana dareke zemanî, dibin kolekê de, bi agirtofana balafirên dagirker birînar dibim:  Prometheusên sedsala bîstûyekê li serê çiyayên welatê min, bi xwehdan û stranên xwe yên  rengêkulîlk birîna min ya sedsalî  derman dikin.

Aliyekî min kenê Egîd e, aliyê din hêrsa Murad Elîbol e!..  Û wek rista di lorandina cengawerekî bê nav de,  em bi hev re rûdinin. Ez birîndar, ax birîndar... Dîse jî di kenê gerila de, di nava rista hevrîşmê berxwedanê de wek agirekî difûrim... Ez difûrim, ax difûre...  Di kelih û bircikên dilê dayikan de dibime lîle-lîl û rondikên wan, birîna min, birîna axa min av didin, Xemlek ademî ji kêştiya Nuhê Kal dirije.

Destpêk kulmek agir bû, piştre bû bênderek û di derya stêrikan de,  xemla baweriyek nû pişkivand. Gûr û geş kir... Mezin kir û xwe li jiyanê pêça, di pencera gotinê de bû helbest., bu stran, bu dengê bilûr û dengê têla tembûrê...  Di her helbesta evîna Melayê Cizîrî de hate gotin,  di her hevoka hasreta Ehmedê Xanî de bû qîrên.

Ev navê bûka azadiyê bû û wek pêjneke xêrê û mizgîniya banga gerila ye.

Di her pêjnê de  pêlek deryayî, di mista delalê dilê min de, di pêsîra tirnalê gundê min de bû şelîpana serîhildanê... Bû xumxuma qîrêna ciwanan, di pêl û şelqên Dicle de herikîn.

Hersa min herikî, herikî hat,  fûrî û hat...  Kezeb fûrî, mêjî fûrî, hêrs fûrî, tirs fûrî, mirin fûrî, cengawerî fûrî, jiyan fûrî  û ezmanê reşka çavên evîndaran bû nexşeyek bi gelî û mesîl, bû nizar û rizdeyên neqam, wek rê û şivîleyekê derket pêşiya min. Ez meşiyam, gerila meşiya, haveyn meşiya, roj meşiya, dil meşiya, stêrik û heyv meşiyan, heyam û demsal meşiyan û haveynê azadiyê di mista  asoyên hêviyê de meyî, wek darmêweyek behiştê derket holê.

Gotin, “ev strana gerila ye” û hat...

Hat û hat dilê min dagir kir. Di rengê argûnî de li Çiyayên Kurdistanê bela bû...

Di dilê min de, di bedena Firat Izgîn de fûriya; di neqepka Helexa ku wek Tewratekê di nava nalêniya sedsalê rûniştiye fûriya, di şewata gundê Çêlik defûriya.

Û hat,  di bedena gorên komî de bû kulîl û rekiha dîlgirtinê parçe kir.

M. Bagok