Dema behsa dîrokê tê kirin, pirsek xwe dide der: Kîjan dîrok? Her çiqas bersivek ji dîroka tê zanîn bê dayîn jî, em dizanin ku, di milê bindest û serdestan de du rûyê dîrokê yên cuda hene. Feraseta dîrokê ku, di dibistanan de tê fêrkirin, alternatîfa wê nayê fikirandin û li dijî wê derketin qet çênabe. Ev dîrok xizmeta zîhniyeta serdest dike. Lê belê rûyê dîrokê yê din, dîroka bindestan e. Yên tên qirkirin, yên ku mêtingerî li ser tên meşandin û ligel vê rastî tên înkarkirin jî ev in.
Ferasata dîroka serdest dihêle ku, dema dîrok bê gotin tiştekî bê ruh, tiştekî mirî bê bîra her kesî. Tê gotin ku, jiyanên bihuri nayên guhertin. Li ser fikrên sabît jî desthilatdarî tên avakirin. Lewma, di mêjiyê bindestan de dîrok weke demên nexweş, demên tijî derew û weke bargiraniyek mirinê tê bicihkirin. Lê belê, dîrok hebûneke zindî ye û ji derveyî desthilatdariyê tê jiyîn. Ji ber ku, beriya desthilatdarî derkeve, jiyanê dest pê kiribû. Beriya ku, desthilatdarî derkeve, jiyana mirovan hebû û demên pir direj jî ev jiyan berdewam kiribû. Hîn di dema ku dubendiyên wek azad-kole, serdest-bindest, jêr-jor nebû, jiyan hebû. Dîrok ji destpêka jiyanê ve heye. Jihevcudakirin û rast şirovekirin vedibêje ku, nasnameya mirov çi ye? Lewma em dîroka xwe ji jinê didin destpêkirin. Va ye, ji dîrokê ve jin, ji dîrokê ve azadî navbereke girîng e; navbereke azadiyê ye…
Meha destpêkê ya biharê ye 8’ê Adarê. Jinên cîhanê 8’ê Adarê ji bûyera şewitandina jinên karker ên li New York dizanin. Di sala 1857’an de li Amerîka eyaleta wê New Yorkê ew bûyer qewimî?
Di 8’ê Adara 1857’an de, li New Yorkê bi hezaran jinên karker ên tekstîlê, ji bo hin daxwazan, çalakiya grevê pêş xistin. Daxwaz ev bûn: “Roja kar 10 saet be”, “Şertên kar bên başkirin”, “Ji bo karê wekhev heqdestê wekhev bê dayîn”. Karmendan jî ji bo hevgirtina karkeran belav bikin, deriyên kargehên xwe girtin. Paşê jî bi rengekî bi guman şewat hat derxistin. Di wê şewatê de 129 jinan jiyana xwe ji dest dan. Vê bûyerê nerazîbûneke mezin çêkir.
Di sala 1903’yan de li Amerîka, ji bo parastina mafê jinan -di milê aborî, siyasî û şexsî de- Koalîsyona Sendîkayên Jinan hat damezirandin. Di sala 1908’an de, meha sibatê, yekşema dawî wek “Roja Xwepêşandanê” hat pejirandin ku jinên New Yorkî di wê rojê de bi “Mafê dengdanê”, “Mafê polîtîk” û “Aborî” ve giredayî dê xwepêşandan li dar xistibana. Ev xwepêşandan bi navê “Roja Jinan” çalakiya yekemîn bû. Li pey çalakiya New Yorkê hin çalakiyên cuda li Amerîka jî pêş ketin. Di çalakiya grevê de 20-30 hezar jin tevlî bibûn. Koalîsyona Sendîkayên Jinan di wê grevê de hemû pêdiviyên jinan bi cih anîn, ji bo jinên hatine girtin kefalet dan û jinên çalakvan hatin berdan. Hevgirtineke girîng a jinan derket hole. Çalakiya jinên li Amerîka bandoreke girîng li ser jinên Ewrûpa kir.
Di 2’yemîn Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî de Clara Zetkîn pêşniyarek wiha kir: “Ji bo jinên cîhanê karibin xwesteka xwe bînin ziman, rojek hevbeş bê diyarkirin”. Ev pêşniyar hat pejirandin; lê belê roj nehat misogerkirin. Piştî vê biryarê cara yekemîn di 19’ê adara 1911’an de li Almanya, Avusturya û Denmarkê Roja Jinan hat pîrozkirin. Pîrozkirinên 8’ê Adarê di sala 1972’yan de bi pîrozbahiya “Tevgera Adarê”, li bajarê Sidney hat destpêkirin. Neteweyên Yekbûyî (NY) pêvajoya di navbera salên 1975-1985’an de wek “Deh Salên Jinan” îlan kir. Paşê jî di 16’ê kanûna 1977’an de biryar hat dayîn ku 8’ê Adarê wek “Roja Jinên Cîhanê” bê pîrozkirin.
Ligel vê rastiyê Rojhilata Navîn dûrî van dîrokan bû. Nirxên dayîkê yê destpêke, jê hatibû dûrxistin. Wek bermahiyeke desthilatdariya zilamperest hatibû avêtin. Me jî wek jinên Kurd para xwe ji vê rastiyê bi awayekî zêde wergirtiye. Hem bi desthilatdariya zilam ve, hem bi desthilatdariyên neteweyî re rû bi rû mayîn, mêtîngeriya piralî derxistiye holê. Fikirandina ji vê rewşê derketin û azadî, bi naskirina Rêber APO re pêş ket. Piştî fêrbûna rastiya koletî û azadiyê, me zanîbû ku 8’ê Adarê Roja Jinan e.
Roja 8’ê Adarê ku, di dîroka cîhanê de ev roj xwedî cihekî girîng e, armanc ne ev e ku mirov di wê rojê de tenê duruşmayan berz bike, an jî bi awayekî asayî pîroz bike; ya girîng ev e ku mirov naverok û wateya wê rojê bizanibe. Di heman demê de dengê azadî û wekheviyê bilind bike. Bêguman çand û wateya wê fêrbûn û jiyandin, pir girîng e. Ev rastî, di dîroka Tevgera Jin a Kurdistanê de pir zû hatiye fêmkirin û ji bo pêşxistina wê gavên girîng jî hatine avêtin.
Tevgera Azadiyê di 8’ê Adara 1995’an de, Kongreya Jin a Neteweyî kom kir û di wê dîrokê de, bi navê YAJK (Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan) rêxistineke xweser ava kirin. Ev gaveke destpêkê bû. Heta em dikarin bêjin ku, di biryarbûna azadiya jinan da gaveke sereke ye. YAJK, di xebata azadiya jinê de bû xwedî roleke mezin û di dema xwe de berpirsyariyek dîrokî girt ser milên xwe. Rola jinên milîtan danî holê, di heman demê de ji pêkanîn û şopandina vê yekê de jî, berpirsiyar bû. Yek berhemên vê rastiya azadiyê jî Xwedawend Zîlan (Zeynep Kinaci) ye.
Li ser esasên 8’ê Adarê em êşa jinên cîhanê hîs dikin. Li ku derê cîhanê be bila bibe, bi vê gavê em êş û ruhê hevbeş dijîn. Ji ber ku, di 8’ê Adarê de jin li New Yorkê hatin şewitandin. Her wiha di Tevgera Azadiya Jin de jî em dizanin ku Sema Yuce di nav pêtên agir de xwe fedayî mirovatiyê kir. Sema Yuce, li dijî faşîzma dewleta Tirk û desthilatdariya zilamperest xwe şewitandibû. Dîrokek ji agir tê bîra me. Ji ber ku, Sema yek ji me ye û ji nav rastiya me derketiye.
Bîrdoziya Rizgariya Jinê di 8’ê Adara 1998’an de ji hêla Rêber APO ve hate îlankirin. Hevala Sema ji bi çalekiya xwe daye diyarkirin ku ji bîrdoziya jinê hêz girtiye û wiha meşiyaye. Hevala Sema, bi çalakiya xwe daye nîşandan ku, li ser şopa Hevala Zîlan meşiyaye û bûye xelekek vê zincîrê.
Ev gava azadiyê ya Kurdistanî gavek dîrokî ye. Ji ber ku, Bîrdoziya Rizgariya Jin dihêle ku, desthilatdariya zilamperestî êdî bê pirs, bê şert û merc neyê pejirandin. Jin zanibin ku, ne mahkûmê vê pergalê ne. Rengê jinê bi awayekî azad û xwebûn derxistina zanebûnê, Bîrdoziya Rizgariya Jin rolek girîng lîst û cihêk jêneveger jî qezenc kir. Cara yekemîn jin zane kir ku, bê alîkariya zilam bijî. Jinek dikare, bê ku, pişta xwe bide zilamekî bi awayekî bedew û xweşik bijî. Cara yekemîn jin ji kûrahiya dilê xwe hîs kirin ku, li ser rûyê cîhanê ne tenê zilam dijîn. Ango ev rastî derket hole: Jin, dijî û jiyanê bi rê ve dibe.
Çalakiya Heval Sema, Roja Jinên Cîhanê 8’ê Adarê û Roja Vêjinê ya Gelên Kurdistanî 21’ê Adarê dike yek. Di heman demê de jin dibe pira azadiyê… Ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê.
Li ser vê esasê zindîkirina 8’ê Adarê, wateya heyî mezinkirin û di roja me de jiyandin e, di serî de kevneşopiyên xwe û desthilatdariya zilam bi ziravî naskirin û têkoşînek bi rêxistinkirî meşandin girîng e. Hem jî bi qasî azadiyê girîng e. Her gav, her kêliya bi Rêbertî re jiyan, bi armanca gihîştina Rêbertî her gav karên têkoşînê pêkanîn û li ser vê bingehê hizir şertên sereke ne. Xeyalên hevalên şehîd pêkanîn, ji me hemûyan pir kar û xebatê dixwaze. Em jî bicihanîna van kar û xebatan dikarin wateyek nû di xwe de ava bikin. Ev şertek hebûn, xwebûn û azadiyê ye. Bi vî awayî em dikarin wateya dema bihuri bidin û roja xwe ya niha watedar bikin. Bi vî şertî em dikarin xwe ji êşkişandinê xilas bikin. Û bi vî şertî em dikarin êşên dîrokî bikin hêza mirovatiyê û di Rojhilata Navîn de bibin hêza sereke ya azadiyê, civaka exlaqî û polîtîk.
Dilzar Dîlok