Ev demeke dirêj referanduma ji bo guhertina beşek ji makezagona derbeya 12’ê îlonê di rojeva Kurdistan û Tirkiye de bû. Encam eşkere bû, gelê kurd biryara xwe bi dengekî bilind da diyarkirin:XWESERIYA DEMOKRATİK.
Pir hate nîqaşkirin û şîrovekirin, ‘çima eniya kurd referandûma 12’ê îlonê boykot dike, ma ne yên herî zêde êşa wê kişandine kurdin.’ Lê kurdên berxwedêr û rûmet bi dengekî bilind gotin guhertineke ku gelê kurd û tevgera azadiyê muxatap negire ji hêla wan nayê pejirandin. Ji xwe Gelê Kurd dixwaze di nava pergala xwe de jiyan bikin û erê kirin an jî dij derketina vê makezagonê jî wê daxwazên dagirkeran pêk bianiya. Di xwestekê kurdan de tu guhertin nedibû. Ji ber vê ye me gote boykot. Yanî em xweseriya demokratik dixwazin. Emê bi hêza xwe, xwe bi rêvebibin. Biryarê xwe emê bi xwe xwe bidin.
Encamê referandûmê eşkere bûn. Li Kurdistanê encameke ku dewletê û hukumeta AKP’ê qet hêvî nedikir derket. Hema bêje li tevahiya Kurdistanê ji derveyî polîs, memûr û hin noker an tu kes neçûn ser sindoqan. Yanî sindoq wala ji devletê re çû. Ev jî îspat dike û kes nema dikare înkar bike ku gelê kurd êdî weke berê bi derewê dagirkeran naxape, xwedî vîn e û dikare xwe birêve bibe. Sîstema xwe bijartiye; Konfedaralîzma Demokratîk… Şêwaz a wê jî Xweseriya Demokratîk…
Heta neha hewldanê me yê ji bo ku dewlet Rêber Apo û tevgera azadiyê muxatap bigire hebû, lê êdî ew dem derbas bû. Gelê kurd bi çalakî, serhildan û di hilbijartinên referandûmê bi boykot kirinê nîşan dan ku êdî wê xwe nespêrin dewletê an wê ji dewletê hêvîneke. Wê çareseriya xwe bi xweriya demokratik peşbixwe, bi rêxistingerî û yekîtiya xwe jî azadiya xwe bi dest bixe. Pêşengê wê jî bêguman jin û ciwan bin.
Jin û ciwan hêzên motor ên civak a ne. Yên civaka li ser piyan dihêle û nîşaneya pêşketina wan e. Sîstema dagirker ev berovajî kiriye û 5000 hezar sale serdestiya xwe bi bindestkirina jin û ciwan a mîsoger kiriye. Pîştî binxistin a jin û ciwanan her roja çû koletî, bindestî û şer li ser cîhanê serdest bû. Dîroka şaristaniya kapîtalist ku bingehê we heta 5000 hezar salan diçe, her bi şer, talan û mêtingeriyê derbas bûye. Hemû nîrxên pîroz ên civakan weke exlaq, çand û kevneşopî ji bo berjewendiyên desthilatdaran hatiye binpê kirin. Di roja me ya îro jî sistema desthilatdar ji bo jin û ciwan venegerin cewherê xwe hemû rê û rêbazî bikar tînin. Dema mirov taybet li Kurdistanê mînakê vê binirxîne, hemû qirêjî, xerabî bi destê saziyên dewletê tê pêşxistin. Li deverên hestên welatparêzî li pêşe bi zanebûn fuhûş, esrar û hwd. madeyên tevizandinê bi destê polîsan tên pêşxistin. Ciwane kî kurd dizî, xirabî û hrw. bike dengê xwe jê re dernaxin, lê dema tevlî çalakiya bibe, xwedî li hestên xwe yê netewî derbikeve hemû zext, girtin, lêdan û îşkencê ji bo wan rewa dibînin. Ev jî tirsa wan a ji ciwanan nîşan dide. Ji berk u dema ciwan ji bo tiştekî biryarê bidin teqez pêktînin. Di pêvajoya hilbijartinên referandûmê pir eşkere hate dîtin ku di çalakî û serhildanan de yên herî pêş jin û ciwan bûn. Jin di hemû çalakiyan de him di warê hejmar him jî di warê coş û moral de li herî pêş bûn. Li hemû bajar û qadan yên bi polîsan şer dikirin, yên bi dengê herî bilind dirûşme diavêtin, xwedî li Rêberti ya xwe û Tevgera Azadiyê derdiketin ciwan bûn.
Tevî hemû propaganda, derew û zextên dewletê biryarbûyîn û îrade ya gelê kurd careke din derkete holê. Ev biryarbûyîn û îradeya gelê kurd wê dewletê û hukumeta AKP’ê bêhtir tengav bike. Ji ber êdî pir eşkereye ku gelê kurd bi hêz e, bi vîn e û bi biryar e. Zext, zorî, çewsandin û hewldanên tunekirinê çiqas bê zêdekirin wê ew qas daxwazê xwe bi dengekî bilintir qîr bike. Ji ber ku vî gelî gelek bedel daye. Gelek êş kişandiye, bi dehhezaran şehîdê wê heye. Hema bêjê li her maleke kurd xwedî şehîdekiye. Gelê Kurd vê ji bîr nake. Vî gelî biryara xwe daye. Ji bo vî gelî ji bîr kirin ÎXANET e.
Tevgera Azadiyê jî beriya referandûmê di navbera 13’ê Tebaxê û 20’ê îlonê him ji bo hilbijartin din ava rewşeke aram pêk were, û careke din ji bo bangawaziyên gelek derdoran biryara bêçalakitiyê da.
Lê cardin jî tevî ku tevgera azadiyê ev biryar pêk anî lê cardin êrîş, operasyon, topbaranê li dijî herêmên parastinên medya û zextên li ser gel bênavber berdewam kir. Ev jî niyet a devlet û hukumeta AKP’ê radixist ber çavan. Bersiva herî di cîde ya ji bo vê helvesta dagirkeran ew bû ku di 12’ê îlonê de gelê kurd sindoqên wan ê xapandinê vala ji wan re vegerand. Li Amedê nêzî %70’ê, li Colemerg ê zêdetirî %90’î sindoq valabûn. Ji encamê hilbijartinan jî diyar dibû ku dengên eniya kurd zêde bûye. Piştgiriya gelê kurd zêde bûye. Ji xwe KCK’ê di daxuyaniya xwe ya di piştî referandûmê gelê kurd pîroz kir û ew bang li avakirina sîstema xwe ya azad û demokratîk kir. Sîstema azad û demokratîk a gelê kurd jî konfedaralîzma demokratîk e. Şêwaz a wê ya herî guncav jî xweseriya demokratîk e.
Werin em bi hevre pêşeroja xwe ya azad biafirinîn…
Salar Mendo