HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Di van rojên ku em werza payîzê jiyan dikin û li çiyayên Kurdistanê baranên destpêkê silav dan me, gerîla li her deverên Kurdistanê di nava liv û tevgerê de ne û ji bona parastina gelê xwe amadekariyan dikin. Piştî têkoşîneke dijwar û biêş a sî salî têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd xwe gihandiye qonaxeke nû û dîrokî. Tevgera Azadiyê hem di warê leşkerî de xwe daye selmandin hem jî di warê siyasî û polîtîk de bi referandûma dawîn vîna xwe nîşan da. Ev rewş jî dijminên gelê kurd tengav kir û neçar hişt ku gavan bavêje.

Ji bona şerê gerîlatiyê berê demsalên bihar, havînê û çend mehê yê payîzê, demsalên liv û tevgeriyê bûn. Lê ev tarza gerîlatiya klasîk bû. Gerîlatiya wan deman li gorî Şerê Demdirêj ê Gel tanzîm dikir. Bes di şerê gerîla de, wê êdî werz an demsal ne girîng bin. Pozîsyongirtina gerîla êdî li gorî her werzê ye. Li çiya nebû li bajêr, payîzê nebû zivistan. Yanî kengê pêwîst bike, parastina gel û bersivdayîna dijmin wê bê kirin.

Di şerê me yê berê de, bi riya têkoşîneke çekdarî gihîştina encamê zêde zêde li pêş bû.  Bes piştî Pêngava 1’ê Hezîranê HPG derbasî pêvajoya Gerîlatiya Nûjen bû. Di gerîlatiya nûjen de jî, hemû pîvanên berê yên gerîlatiyê xwe diparêzin. Bes zihniyet û nêrandin cuda ye. Êdî her çalakî an livbaziya ku gerîla dike, divê di xizmeta siyasetê û berjewendiyên civaka exlaqî û polîtîk de be. Li gorî stratejiya têkoşîna siyasî ya gerîlatiya nûjen, gerîlatiya belavbûyî û kûr bingeh tê girtin. Dema ku pêwîst kir wê gerîla asta şer bilind bike, pêwîst bike wê asta şer daxîne. Li gorî pêşketinan wê asta şer derxîne ya topyekûn. Ev jî şerê hebûn û tunebûnê ye. Lewre gerîla ev 5-6 sal in xwe li gorî vê tanzîm dike û hewl dide bibe xwedî pratîkeke wisa. Digel vê yekê di teqtîk de, di fermandartiyê de û di warê bikaranîna teknîk de jî guherînên mezin hene. Fena berê tenê bi qilêş, biksî û roketavêjek di şerê gerîlatiya nû de têr nake. Ji ber vê yekê, gerîla li gorî pêşektinên teknîkî yê dijmin, xwe di warê teknîk de jî dixemilîne û gihandiye asteke berbiçav.

Di van rojên ku Tevgera Azadiyê biryara bêçalakîbûnê mehek dirêj kir, bingeha xwe ji vê nêzîkatiya me ya şer digire. Ku siyaset li pêş be, hevdîtin hebe, wê demê gerîla disekine. Dema xitimandin destpêkir gerîla dikeve dewrê. Dîsa pêvajo çi dibe bila bibe, peywrireke sereke parastina gel e û ji êrîşên dijmin hesap pirsîne.

Di pratîk û polîtîkayên dijminên gelê kurd ku di serî de dewleta tirk tê, bi qasî misqalek di zihniyeta wan de guherîn nîn e. Jixwe dewletên sûrî û faris jî dûviktiya van polîtîkayên tunehesibandinê û qirkirinê dikin. Lê têkoşîna gelê kurd van hêzan neçar dihêle ku gavan bavêjin. Em vê rastiyê baş dizanin. Îro derfet bikeve dest dewleta tirk û efendiyên wan, wê me di kulmek avê de bifetisînin. Ji ber ku ev sî sal in nikaribûn vê bikin, niha jî hebûna kurdan qebûl dikin û hevdîtinan hem bi Serokatiya me û legalîteya kurd re dikin.

Tevgera Azadiyê di pêşengiya Rêber Apo de dest pê kir û bi kedeke dehan salan xwe gihand van rojan. Em tevgereke rêbertiyê ne. Em bi Rêber Apo çêbûn û îro jî em bi Rêber Apo hene. Lewre ji bona gerîla her nirxandin, tespît û şîroveyeke Rêber Apo ferman e û tu caran nîqaşa vê nayê kirin û ji bona pêkanînê ne. Lewre bi Rêber Apo re hevdîtin kirin, bi me re hevdîtin kirine, bi gelê kurd re hevdîtin kirine. Di şerê ku em li dar dixin de, di vê oxirê de me bi sedan rêhevalên xwe şehîd dan, da ku ji bona çareseriyeke birûmet û aştiyane, diijmin neçarî Serokatî bimîne. Îro jî ev pêk tê. Dijmin neçar e ku Rêber Apo mûxatab bigire û digire jî.  Ji ber yekê hetanî ku bi awayekî tendirist bi Rêber Apo re hevdîtin çêbin, dibe ku ji hêla gerîla ve gavên wekî bêçalakîbûn çêbin. Ev nêzîkatiyeke îdeolojîkî û stratejîk e.

Dema ku gerîla bêçalakîbûn îlan kir, divê şaş neyê fêmkirin. Ev nayê wateya ku em sekinî ne û em ji dijmin bendewar in. Yên ku herî zêde ratiyê dijmin nas dikin em in. Em tu carî ji dijmin bendewar nîn in. Jixwe karê aştiyê, nekarê me ye. Em hêzeke çekdarî ne û karê me yê sereke parastina gel û nirxên gel û astengiyên li hember siyaseta demokratîk a kurd rakirine.

Ji ber vê yekê, gerîla li her çiyayên Kurdistanê, di nava liv û tevgerê de ye. Xwe amade û perwerde dikin. Hem di şerê bajaran de hem jî di şerê çiya de, hewl dide xwe bigihîne asta profesyonelbûnê. Wisa fena ku dijmin dij-propaganda dike, ji bakurê Kurdistanê jî xwe vekişandin jî derewên dijmin in. Heta ku zihniyeta dijmin ev be û artêşa xwe ya sed hezaran li Kurdistanê di rewşeke dagirkirinê de bihêle, em ê tu caran ji çiyayên bakurên Kurdistanê venekişînin û têkoşîna xwe çekdarî nedine seknandin. Ji ber ku rastiya dijmin li holê ye. Dijmin xwedî zihniyeta dewletparêz e û ev zihniyet xwe bi derew û şerê qirêj li ser piya dihêle. Loma jî di vê mehê de, di çarçoveya şerê parastina rewa û bikaranîna mafê misîleme de, wê her êrîşên dijmin, hem li hember me hem li hember gel bê bersiv nemînin. Em bi vî awayî baranên payîzê pêşwazî dikin

Egîd Nûcan