Di meha Gulanê de ya ku mîna meha şehîdan tê naskirin û mîna cejna şehîdan li cem gelek netewên din tê pîrozkirin. Em li her deverî dibînin ku gelê Kurd gedeyên xwe bi dilekî mezin û fireh hembêzdike û bi durişmeya şehîd namire, bijî Serok APO û PKK’ê gele û gel li vire wî bi rêtêxin û dispêrin axê. Ev herê durişmeyên ku gelê Kurd li her deverî bilind dike û bê navber ji bona aşîtî û azadiyê têdikoşe, mîna nasnemeya azadiyê derdikevin pêşberî her mirovekî azadî xwaz. Ji ber ku bedelê azadiyê gelekî girane û di van rojên dawiyê de em bi çavê xwe dibînin di hindirê serhildana gel a li Sûriya tê jiyankirin ji bona bidestxistina azadiyê bi sedê mirovan xwe fedakirin û bi yek dengî li kolanan li hemberî recîma bas a desthilat û diktator li her derî li ser piyaya û li ber xwe dide.
Ji ber vê yekê dema ku em bizivirin li ser tekoşîna gelê Kurd li Bakorê Kurdistanê em bi rengekî ber biçav dibînin ku gelê Kurd li her derî û ji bona azadî, hebûn û rometa xwe li ser piya ye. Ji 8 Adarê û heyanî roja îro gelê Kurd, bi ciwan, zarok, jin û kalên xwe ve. Ango ji heftsalî heyanî heftsalî li herderî ji bona bidestxistina mafê xwe yê jiyanê û azadiyê li ser piyan e.
Ji ber ku gelê Kurd ji her milî ve gihiştiye wê baweriyê ku AKP mîna gayekî serxweş û çavsor lêhatiye û tu kesî li pêşberî xwe nabîne û ji hemû taybetmendiyê mirovahiyê dûrketî ye. Ji lewra ew kesekî nebihîze, nabîne û guhdarî nake, ji milekî ve dest bi şîretan kirîye û mejî dide hemû serokên dunyayê û di her navberekî de ji wan re dibêje; pêwîst e ku hûn guh bidin daxwazî û xwestekên gelê xwe. Lê dema ku mesele tê ser qirkirin û tesfiya gelê Kurd, wê demê Erdoxan şûjina çavê xwe de nabîne û derziya ku di çavê li pêşberî xwe de dibîne û li her derî fermana kuştina gelê Kurd dide û ji heft salî heyanî heftî salî dide ber guleyan, wan qetil dike û tavêje hindirê zindanan de. Piştî vê yekê jî bi rûyekî gemar, qirêj û mîna çermê gamêşan qayîm derdikeve pêşberî gel û dibêje pirsgirêka gelê Kurd li Tirkiya nîne, lê tişta heyî mirov dikare bibêje ku li holê pirsgirêka birayên me yên Kurd heye û ev pirsgirêk jî em ê bi wan re çareserbikin. Ew birayên ku Erdoxan behsa wan dike, ew kurdên ku xwe firotine AKP, destê wan li her derî di nava xwîna Kurdan de ye û pêwîst e ku herkes bizane ew kesên ku gelê Kurd he roj wan lehnet dikin ne nûnerên gelê Kurd in û ne jî dikarin bikin.
Ji ber ku AKP gelê Kurd mîna gelekî napejirîne û jiyana azad layiqê wî nabîne û her tim dixwaze ku gelê Kurd mîna koleyan li ber destê xwe bibe û bîne û li gorî dilê xwe wî bikarbîne. Ji lewra bi vekirina qenala TRT 6 û henek qursên Zimanê Kurdî yên ku bi rêya wan çand û kelepora Kurdî berovajî dikin û dixwaze bi rêya van tiştan gelê Kurd û cîhanê bixabîne. Ji ber ku mîna AKP xwe dixapîne dixwaze gelê Kurd û cîhanê jî bixapîne û bi dayîna çend tiştên erzan pirsgirêka gelekî ji çav derîne û bi rûyekî gemar were û bibêje ma hûn ji vê zêdetir çi dixwazin. Mîna aqilmendekî dema ku ji hemû serokên dinyayê re di serî de destebirayê xwe Beşar re dibêje: Pêwîst e ku tu dest bi reforman bikê û guh bidê daxwazê gelê xwe û dev ji kuştina mirovan berdê. Lê dema ku Erdoxan van şîret û derewan li derdorê xwe belav dike, mirov wê demê baş hîs dike ku zarokên gelê Kurd yên ku ew bi dest xwe dikuje li ber çavê wî mirov nayên hesibandin.
Lê ya giring ew e ku gelê Kurd êdî gihiştiye wê astê ku pêşeroj û çarenûsa xwe bi destê xwe xêzbike. Ji ber ku rastiya AKP ji her milî ve hatiye naskirin û pîlanê wê yê tesfiya gelê Kurd û hemû destkeftiyên heyî roj bi roj li ber çavan ronî dibe. Ji ber vê yekê pêwîst e ku êdî gelê Kurd baweriyê xwe bi AKP û derewê Erdoxan neyne û xwe ji hemû davik û leystokên ku AKP dide meşandin dûrbigre.
Ji ber ku diştek di destê AKP de nemaye ji bilî derew, hîle û rêya xapandina mirovan kurtêlxwer yên ku ji bona çiqar û menfiheya xwe ya taybet hazirin ku 10 teqle bidine xwe. Lê gelê Kurd bi rêya felsefeya Rêber APO û tekoşîna şehîdên pakrewan yên ku bi xwîna xwe yekîtî û hevgirtina gelê Kurd pêktînin wê nêzîk ne dûr çarenûs û azadiya xwe bidest bêxe. Ji lewra konên çareserî û azadiyê û nimêjên ku bi rengekî azad li kolanan têne meşandin û dengên ku di 12 pûşberê de derkevin holê wê rastiya AKP hîn bêtir derxînin ronahiyê û her dilopek xwîna zarokên Kurdan wê bihayê wê gelekî giran be. Wê gavê kojerê mirovan û xwînmijê xwîna Kurdan Erdoxan wê di dadgeha gel de were dadgehkirin.
Ji bona vê yekê pêwîst e ku her kurdekî azadî xwaz rastiya AKP rojekî ji berya rojekî nasbike û xwe ji bandora geroneka wî ya xapînok rizgarbike û li cem gelê xwe û rastiya dîrok, çand û hebûna xwe ya azad cih bigre. Bi taybet ciwanên Kurd yên ku her roj rastî heqaret, îşkence, girtin û kuştinê tên, pêwîst e xwe ji vê rewşê rizgar bikin û rêya çarenûsa xwe bi destê xwe xêzbikin û li her deverî xwe bi tevger û rêxistin bikin û cihê xwe di nava refê gerîla de bigrin. Ji ber ku dem dema xîret, namûs û berxwedanêye. Her roj ciwanê me li kolanan têne kuştin û zarokên me destê wan têne şikandin û xweş û dayîkên me bi jopê leşkerên dev bi xwîn têne lêdan. Ma heyanî kengî bindestî, rezalet û koletî.
Dema ku her ciwanekî Kurd van pirsan ji xwe bike û li bersiva wan bigere, wê gave wê tenê rêya tekoşîn û berxwedanê li pêşberî xwe bibîne. Ji ber ku dijminê gelê Kurd tu rêyên jiyanê ji bona me Kurdan li holê nehiştî ye.
Munzur Canfeda