Di serî de mirov bi wesîleya meha gulanê meha şehîdên pakrewan, hemû şehîdên azadiyê bi bîrbîne û bejna xwe li ber rometa doz û hebûna wan ditewînin.
Hem meha Gulanê û hem 6 ê Gulanê di dîrokê de xwedî cihekî xwe yê giring heye. Ji ber ku di 6 Gulanê de li hemberî hemû pêşengên çepê tirk di sala 1970 de pêlekî qirkirin û tesfiyê destpêdike, li ser vî bingehî êrîş li ser tevgera çep ya demokratîk tê destpêkirin û hemû pêşengê wê têne qetilkirin. Ji milê dîrokî ve dema ku mirov li meselê dimeyzêne, di 6 Gulana sala 1916 an de li şamê li ser destê Cemal paşa elsefah fermandarê artêşa osmaniyan yê hikûmeta itîhad û tereqî yê Şamê bû.
Di wê demê de hemû kesên xwendevan û rewşenbîrên ku tekoşîn û tevgereke ber biçav didane meşandin bi destê Cimal paşa ve têne qetilkirin. Ji bona vê mirov dikare bibêje ku hemû rûdanên qewimîn bi hevre girêdayîne. Di serî de 6 Gulana 1916 û 6 Gulana 1970 -1971 de ku têde hemû pêşengên çepê tirkan hatî dardekirin bi hev re girêdayî ye. Di serî de mîna Denîz Gezmîş, Yûsif Eslan û gelek pêşengên çepê tirkan di vê rojê de bi destê dewleta tirkan têne kuştin.
Ji milekî din ve meha Gulanê ji bona tevgera azadiya gelê Kurd PKK’ê jî mîna mehekî giringe. Ji ber ku di 2 Gulanê de hevalê Mehmed Qeresonger, îbrahîm Bîlgîn bi destê hêzên YNK têne şehîdxistin û di 11 Gulanê de hunermenda hêja hevala Mizgîn şehîd dikeve. Weke din di vê mehê de jina Kurd a serbilend Leyla Qasim jî bi destê recîma basa Îraqê tê şehîdxistin. Weke din di navberê de di 17ê Gulana sala 1982an de, çar şoreşgerên Kurd, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengîn, li zîndana Amedê agir berdan bedenên xwe û şehîd ketin.
Di 18ê Gulana sala 1977an de, ji pêşengên serokatiya Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê Hakî Karer li Dîlokê di encama qomployeke ji aliyê Sitêrka Sor ve hatî lidarxistin de bi xayîntî tê şehîdxistin. Ev şehadet di têkoşîn û berxwedana neteweyî ya Kurdistanê de weke destpêka pêngaveke nû hat ragihandin. Di 18ê Gulana sala 1978an de jî, şorşegerê têkoşîna azadiya Kurdîstanê Xelîl Çavgun li Cirnê Reş hate şehîdxistin.
Di meha Gulanê de jî gelek serhildanê Kurdan li hemberî zilm, zordarî û desthilatiya ku li ser gelê Kurd dihate meşandian hatin destpêkirin. Ji wan serhildanan mîna serhildana geliyê Zîlan, Motkê, Stewrê û serhildana Agirî. Ji milekî din ve jî di 6 Gulana sala 1996 an de li hemberî Rêber APO reşkujî û bêbextiyekî qirêj bi destê hikûmeta Çîler û Mesu Yilmaz hate lidarxistian.
Ji bona vê yekê meha Gulanê ji bona gelê Ereb, Tirk û gelê Kurd cihekî xwe yê cuda digre û ji bona hersê civahan jî hem 6 Gulanê û hem meha Gulanê cihekî xwe yê taybet digre. Ji ber wê meha Gulanê mîna meha tekoşîn, berxwedan, serhildan û şehîdan e. Ji ber ku di vê mehê de gelek cangoriyan xwîna xwe li ser vê xakê rijandine û bi xwîna xwe pêngav û destanên bakrewantiyê li ser singa dîwarê zindanan û di nava dilê gelê Kurd de kolan e.
Di vê mehê de hemû hêzên têkoşer û hêzên desthilat li hemberî hev tekoşîneke bê navber dane meşandin û di encamê de mirov dikare bibêje ku berxwedana gelê Kurd û şehîdên azadiyê di vê şerî de ala zadiyê hildane jorê û serkeftin bi destê xwe xistine. Di serî de mirov dikare bibêje ku komkujiya di sala 1916 de li hemberî li hemberî rewşenbîrê Ereb kirî, hikûmeta itîhad tereqî ye. Ji ber ku hikûmeta itîhad tereqî di nava Osmaniyan de hikûmeteke faşîzaneye û ji berya ku faşîzm li Ewropa bi destê Hêtler û mûsîlînî pêşbikeve û firanko derkeve pêş. Ji berya wê di nava hikûmeta itîhad terqî de û li ser fikrê toranîzmê û netewparestiya tikîtiyê itîhad tereqî di encamê de derdikeve pêş.
Ji pêşengê wê mîna Telhet paşa, Enwer paşa û cemal paşa yên ku mîna serbazên vê hikûmetê têne naskirin, bi destê wan ev hemû bûyer rûdidan. Di bingehê xwe de itîhad tereqî fikir û remanê elman yê netewperest ji bona xwe bingeh digre. Ji ber vê yekê Tirkiya di şerê cîhanê yê yekemîn de cihê xwe li cem Elmanya digre, lê dema ku di şer de Elmaniya bindikeve hikûmeta itîhad tereqî jî hildiweşe û embiratoriya Osmaniyan jî dihilweşe û piştî wê Mistefa kemal derdikeve pêş. Lê bi hilweşandina Osmaniyan re û dema derketina Mistefa Kemal mîna serokê cimhûriyetê û ji beriya wê jî itîhad tereqî nehilweşe, lê belê ew derdorê Mustefa Kemal dorpêçdikin û piştî mirina wî careke din derdikevin meydanê û careke din bi hişmendiya netewperestiyê û toraniya faşîzmê xwe bi bandordikin. Ji bona wê yekê van kesê faşîst çepê tirkan û pêşengê wê ji xwe re dikirin armenc. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku derbeya 12 ê Adara 1970 de rûdayî armenca wê tesfiyekitina tevgera çepê tirk û hemû bizavên demuqratîk yê çep li Tirkiyayê bû.
Ango mirova dikare bibêje ku zihniyeta Cemal paşa û derbeya 12 Adarê li hemberî çepê Tirkan heman hişmnedî, fikirê faşîst û netewperest e. Ji milekî din ve yên ku hevalê Heqî Qarer di 18 Gulana 1982 de şehî têxînin cardin ev zihniyete û hemû jî bi hev re girêdayî ne û ji yek navendê têne birêve meşandin û armenc ew e tesfiye û qirkirina hemû hêz û tevgerên şoreşger û demuqrat e. Ew zihniyeta itîhad tereqî ya heyî îrojî hîn li ser kare û bi rengekî ber biçav di partiya MHP, CHP û AKP xwe dide pêş û hîn bi rengekî ziravtir xwe li her derî bi rêxistin dike. Erdoxan bi kiras û tûyê islama siyasî vê yekê dimeşîne û herdû partiyên din jî bi rûyê netew perestî vê yekê didine meşandin. Hişmendiya ku ev hersê partîjî didine meşandin jî di serî de kolekirina civakê ye û mîna nemrûd û ferewnan xwe li ser xwîn û hebûna gel dana jiyankirin e. Li beramberî vê hêzê bê guman hemû tevgerên azadî xwaz û demuqrat cihê xwe digrin û hemû xebat û tekoşîna wan ji bona recîmê armence. Ew tekoşîn di sala 1916 an de di kesayeta rewşenbîrên Ereb de derketî ye meydanê, mîna Ebdilxenî Erîsî û gelek rewşenbîrên din yên ku wicdana civaka Ereban temsîldikirin. Ji ber eger ku ew rewşenbîr nehatibane tesfiyekirin, wê rewşa civaka ereban ne mîna îroban e û wê civaka Ereban ber bi azadiyê ve çûbane û ger ku Denyîz Gezmîş û Mahir Çayan jî nehatibane kuştin wê Tirkiya jî ne di vê rewşê debane.
Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku dijminê heyî çi itîhad tereqî û ci partiya behis hemû jî yek zihniyetin û bi hevre dimeşin û li hemberî civakî heman siyasetê didine meşandin, di dawiyê de armancê wan tesfiyekirina hemû hêz û bizavên azadî xwaz û demuqrat e. Lê bi derketina PKK’ê re rewşa heyî heyanî astekî hate guhertin, ji ber ku PKK’ê temsîla nasnama rojhilata navîn bi tevahî dike. Ji ber vê yekê, herçiqasî ku gelê Kurd nebûye xwedî dewlet, lê civaka gelê Kurd ji civaka Ereb û Tirkan hîn bêtir azade. Ji ber ku hem civaka Tirkan û hem jî civaka Ereban jî heyanî astekî ji azadiyê dûrin. Rewşenbîrên ku xwe mîna pêşengê civakê didine xuiyakirin îro tiştekî ji bona gelê xwe nakin û ji bona pergala serdest her tiştê qirêj dikin.
Ji bona vê yekê mirov nikare bibêje ku civaka Tirk xwe gihandiye azadiyê û ger ku xwe wisa jî hîsbike, ew gelek dixapîne. Ji ber ku azadiya ku ew ji bona xwe dipejirînin mîna xaniyê li ser berfê hatî avakirin e û dema ku ji teriyê derkeve ber ronahiya rojê wê rastiya wê hîn bêtir derkeve holê.
Bi vê ewayî mirov dikare bibêje ku azadkirina civaka gelê Kurd di eynî demê de azadkirina civaka Ereb û civaka Tirkan e. Ji ber ku hemû gelên ku di nava xaka rojhilata navîn de jiyandikin jiyana wan bi hev ve girêdayî ye û ancex di hindirê jiyaneke azad û demuqrat de bi hevre jiyanbikin û biratiyeke rast û dirist bi hevre bidin meşandin. Di roja îrode jî dema ku em dibînin xwîna hemû şehîdên gelê Ereb, Tirk û Kurdan dikeve nava hev û ji bona yek armenc û yek dozê tê rijandin, bê guman ew vê rastiyê dide xuiyakirin.
Di dawiyê de careke din em di meha Gulanê de meha şehîdan bejna xwe li ber hemû şehîdên azadî û tekoşîna gelan ditewînin û hemû gel û mirovên ku ji bona azadî û hebûna xwe têdikoşin silavdikin û dibêjin bijî biratî û dostanî û azadiya gelan.
Hamid Dêrik