Peywendiyên aborî yên di navbêra Sûriyê û Tirkiyê vegeriya dagirkirina Sipî ya Tirkiyê di xaka Sûriyê.
Pêvajoya ku Cihan bi giştî û bi taybet Rojhilata Navîn tê de derbas dibe, li ser bingeha berjewendiyan tê bi rêvebirin. Di serî de DYE û welatên Rojava û hevkarên wê di nava hewldanê de ne ku çawa ji vê rewşê sûd bigirin û pergala xwe ya Kaptalist li ser avabikin. Hemû hewldanên van welatên mijara gotinê ji bo avakirina perjewendiyên xwe yên leşker, Siyasî û Aborî ne.
Di vê çarçoveyê de, dema em peywendiyên di navbêr Sûriyê û Tirkiyê dinrixînin, hîn zelaltir tê dîtin ku dijiyetaiya herdu welatan ya ji gelê Kurd re, çendî hevbeş û kûre. Gelek çavdêrên siyasî di wê hizrêdene ku rewaş siyasî û peymanê Stiratejîk ê Sûriyê û Tirkiyê, li herêma Rojilata Navîn ber bi qeyranê (Kaos) ve diçe. İsrar kirina pergala Sûriyê di piratîk kirina peyaman stratejîk de, yek ji Mecareyên desthilatariya rêjîma Bass a Beşar Esad’e ku dixwezî bi van peymana rengekî dî li xwe bide. Lê tişta di piratîka rojane ya Tirkiyê de derdikeve û li ser xaka Sûriyê pêk tê ji dagirkirina Aborî û Asîmlasyonê zêdetir tu tişt nîne.
Bi hatina Emerika ya Rojhilata Navîn re, ji du rêyan pêştir li ber Sûriyê nema. Riya yekemîn a Sûriyê li gel dewletê statûkû parêz yên weke Tirkiyê, Îranê û hêzên li dijî gohertina navçeyê ne cih bigre, ku ev rê tu xêr ji civaka Sûriyê re nîne. Riya duyemîn jî pêwîste Sûriyê bi hemû netewên ku di nava xwe de dihebîne, eniya gelan û demokrasiyê hembêr bike û li dijî mudexeleyên hêzên dagirker xwedî helwest be. Bê goman ji bûna Sûriyê vê yekê bike. Pêwîstiya xwe bi hêza Kurdan heye, ne ku bi gotinê sexte yên demokrasiya Tirkiyê û Erdogan.
Lê sed mixabin Sûriyê hemû zengînbûnê xwe yên çandî dide aliyekî û riya yekemîn hilbijare û li gel Tirkiyê kete nava peymanên bazirgarnî û eniya dijber a gelê Kurdan. Divê mijarê de pirsgirêkên civaka Sûriyê ku niha li ber hilweşandineke aborî, Exlaqî û civakî ya bingeha xwe ji dest nîşan kirina polîtikaya şaş digre. Her çendê hevpeymaniya Sûriyê û Tirkiyê, weke berjewendiya gelê navçê tê bi nav kirin. Lê di esasê xwe de zererê digîne gelên Rojhilata Navîn. Armanceke din ya hevpeymaniya Sûriyê û Tirkiyê, li dijî hêviyên gelê Kurd yên ji bo azadiyê têdikoşe ye. Gelê Kurd îroj rola pêşengbûna şoreşa demokrasiyê li Rojhlata Navîn û bi taybet li Sûriyê û Tirkiyê dike. Divê derbarê de dibê em ji bîr nekin ku Sûriyê gelek şaştî kirin bi peyaman xwe bi Tirkiyê re. Tirkiyê di bin navê hevkariya stiratejîk de. Bazara Sûriyê dagrikirye, cihên kevnare dibin navê çanda hevbeş û resture kirina cihên eserî, dîrokê berovaja dike. Dîse di bin navê vebûna ber bi welatên Ereban. Di deriyên sînor de qadên bazirganiya serbest ava dike. Li jêr navê çanda İslamê û mîrasa İmpiratoriya Osmaniyan, di dibistanê Sûriyê yên weke seretahî, navendî û zanîngeha de dersên zimanê Tirkî û perwerdeya teknolojiyê dide.
Tirkiyê ne tenên di asta siyasî û leşkerî rêjîma Sûriyê girtiye bin baskên xwe, her wiha di warê Aborî de jî qada Sûriyê yên bazara vekirî ber bi welatên ereban ve bi katrîne. Ji bo hîn dagirkirina aborî û çandî ya Tirkiyê em rêxin ber çavan. Hin piroje weke mînak.
Li gor peymana du alî ya di navbêra Sûriyê û Tirkiyê de hatiye morkirin wiha ye. sazkirina Navenda agadarî ya Sûriyê û Tirkiyê (STIC). Avakirina navenda tenduristiyê li ser riya bajarê Helebê û Entabê ku fînasmanê we Tirkiyê ye. Avakirina navneda Afetê li navçeya Ezazê girêdayî Helebê. Avakirina navenda agirkujê li navçeya Efrînê. Pirojeya avakirina parka hawirdor li bajarê Helebê. Pirojeya avakirian navenda çandiniya kivarkên di malê pilastîk de. Pirojeya rakirina Kefa(zem) ya karkeran li gor ser hijmariyê, tabî ev sererast kirin wê li gor sîstma Tirkiyê pêk were. Pirojeya çêkirin û qîrkirina deriyê El Salame yê sînor(deriyê sînor yê dema dawî di navbêra Sûrî û Tirkiyê de hatibû vekirin ) û hemû riyên Sûriyê. Avakirina deboya avê li sînor Sûriyê û Tirkiyê. Resturekirina hemû kevnareyên ku ji serdema Osmaniyan li tevahiya Sûriyê û bi taybet li bajarê Helebê . Resturekirina navenda bazara bajarê Efrînê
Tirkiyê li gel hemû pirojeyên ku me anîne ziman, di warê çapemenî û weşanê de jî hin peyman mor kirine. Di vê derbêr de biryare Kovara hevbeş ya siyasî, Çandî, Aborî û Hawirdorê ya Sûriyê û Tirkiyê bi herdu ziman derbike ve. Avakirna Peymangeha Sûriyê û Trkiyê ji bo fêrbûna zimanê Erebî û Tirkî û ferbûna computer li bajarê Helebê. Afrandina derfetên ferbûna zimanê Tirkî ji bo xwendekarê zanîngeha Helebê beşa Edebiyata Tirkî. Hemû piroje ji aliyê herdu welatan ve hatine pejrandin.
Serbest Rêzan
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com -www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info