Bi hatina biharê re, çawa ku xweza zindî dibe, pê re jî gerîla jî zindî û çalak dibe. Ev bi salaye gerîla bi sebr li ser banga Serokatiya xwe bêtebat in û hewl didin di rewşa parastinê de bimînin. Lê li hember vê dijminê gelê kurd sîstema TC’ê vê wekî firsend nirxandin û bêrawestan êrîşên xwe li hember Serokatî, gel û gerîla kêm nekirin.
Di vê demê de hemû dek û dolabên hikûmeta AKP’ê deşîfre bûn û ev jî her çû nûnerên sîstema faşîzane hartir kirin. Bi navê demokrasiyê hewl dan gelê kurd û derdorên welatparêz bixapînin û di hêleke din ve tunekirina gelê kurd di şexsê gerîlayan û siyasetmedarên kurd de ji xwe re kirin armanca sereke.
Di demeke wisa de, sîstem bi artêş, çapemenî û hikûmetên xwe di nava hevkariyek de bi qirkirina kurdan mijûl dibin. Di vê demê de hewl didin kurdan bêtercîh bihêlin û bi xwe ve girê bidin. Aliyek peyrewên îtîhatvana ne û felsefeya wan a jiyanê -ku ew jî hebe- faşîzm e; li hêla din jî faşîzma îslama kesk a mûaviyeyê ku navenda wê Konya û Qeyserî ye. Lê em ê tu riyek tercîh nekin û ev herdu hêl jî, bi rengên cuda, qirkirina kurdan ji xwe re kirine armanc.
Serokatiya me ji 93’yan vir ve ji bona ku pirsgirêka kurd bi riya diyalogê çareser bibe çi pêwîst be kir û li hember vê her dem destê Serokatiya me li hewayê ma. Lê ev jî heta ciyek e. Niha jî Serokatiya me hetanî serê hezîranê wext daye. Serê hezîranê jî, di têkoşîna azadiyê de wekî pazdehê tebaxê girîng û pîroz e. Ka em binêrin wê çi bibe?
Heta niha gerîla di asûna parastinê de ma. Tenê mafê xwe yê misîlemeyê bikar tîne. Fena çapemeniya mehmedok a tirk diyar dike, me şer nedaye destpêkirinê; ê me tenê çalakiyên misîlemeyî ne û ev jî bi însiyatîfa yekîneyên me pêk tê. Ev hê lê lê ye, lo lo li pêşiya me ye. Wê her kes hêza gerîlayê kurd bibîne.
Ji bona gelê kurd êdî wisa sal an mehên ku bên windakirinê nemane. Pêwîst e ku ewqas têkoşîn bigihê encamekê. Belkî sala 2009’an ji bona azadiyê zû bû, lê sala 2011 jî ji bona me dereng e. Ku dijminê gelê kurd, bi riya diyalogê neyê rê û rê nede ku gelê me rêxistinbûna xwe bike û sîstema xwe bi xwe bike, wê demê em ê bi xwe sîstema xwe pêk bînin û kelemên li hember vê jî bi riya çekan rabikin.
Bila her kes bizanibe, heta niha me destê xwe yê aştiyê dirêjî dijmin kir, lê her carê li hewayê ma. Lê bi despêka meha hezîranê re, wê careke din destê aştiyê neyê dirêjkirinê. Ha ger ku herim cem Serokatiya me û bi dilsozî ne bi derewan daxwaza wan hebe, ew mijareke cuda. Lê ji bilî wê em ê careke din, hem çekdarî hem bi serhildanan nesekinin û destê aştiyê dirêjî dijmin nekin. Serdema nû ev e.
Roj roja hesap pirsînê ye. Hem ji AKP’ê, hem ji nokeran hem jî ji nûnerên modernîteya kapîtalîst. Serokatiya me vê dema pêşiya me wekî serdema çaremîn bi nav kir. Berê gotinek hebû; “Zor zane, zêr zane, devê tivinga mor zane.” Her hal wisa dixuye, wê ev di dewrê de be û em ê nehêlin ku ev pêvajoya pêşiya me zêdetir dirêj bibe. Yanî di sala pêşiya me û sala dîtir de, ji bilî azadiya Serokatî û ji bilî welatekî azad em tu riyek qebûl nakin. Pêwîst bike em ê bi hezaran şehîdan bidin, me her dem daye û em ê di pêvajoya pêş de bi bedelên mezin, vê têkoşîna pîroz bigihên encamekê û em ê azadiyê di demeke kurt diyarî gelê xwe bikin. Ev li hember şehîdan û gel deynê stûyê me ye.
Egîd Nûcan