HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Di herikîna şaristaniyê de ol!

Di nivîsa borî de me diyar kiribû ku herikîna şaristaniyê ji ÇAVKANA NAVENDÎ dûr dikeve û xwe digihîne nîvgiravên Yewnanistanê. Bes ev dûrbûn, bi awayekî navendî dibe. Divê ev neyê jibîrkirin ku dema ku Mezopotamyaya Jorîn neolîtîk jiyan dikir, Ewropa Serdema Kevirî û Cemedî jiyan dikir. Ya ku Ewropa dike, hemû hevcivînên şaristaniyê di carekê de daqurtandine.

Wekî rêbaz Rêber Apo  di her parêznameyên xwe de li ser herikîna şaristaniyê disekine. Lewre em careke din li herikîna şaristaniyê binêrin, wekî proto-şaristanî di serdema El-Ubeyt de berî 7500 sal berê tê avêtin, berî 6000 sal berê sûmerî hîmê wê qewîntir dikin û bi Akadiyan, Babîl, Asûr, Med, Pers, Greko-Romen û di salên 1500’î de jî li Ewropayê xwe berdide deryaya Atlantîkê. Şaristaniyên wekî Misir, Çîn, Hînd, Fenîke û Kartaca jî wekî şaristaniyên kêlekî(yan) hevalbendiya vê herikînê dikin.

Lê piştî Îskenderê Mezin Persan tek bir, şaristanî li rastê dimîne. Ma wê çibûna? Jixwe Pers bi têkçûyîna xwe re, ji bin vî barî derketin. Vaye Atîna dikeve dewrê. Jixwe berê amadekariyên wan hene. Çend caran ceribandinan jî dikin. B.Z-1000’î de nûbûnek heye. Diçin li Babîlê perwerdehî dibînin. Greko-Romen xwedî îdeayeke mezin e. Zihniyeteke nû diafrînin. Ev jî bi taybet di hêla felsefe û mîtolojiyê de ye. Mîtolojî ji nû ve têne sazkirinê. Ji ber ku gelek seqetî di wan de hene. Ji bilî kolekirinan, civakîbûnên cuda jî hene. Lewre ew mîtolojiyên berê, nikarin bersiv bidine van  mîtolojiyen nû. Yewnanî bixwe wekî guhertoya(versiyon) pêncemîn Panteona Xwedayan ji nû ve saz dikin. Ev wekî bersivek e û gelek dewlemend dikin. Mirov dikare vê ji nû ve sererastkirinê, wekî ji yozbûnên şaristanî û civakîbûnan re bersivek binirxîne.

Yekem car di Serdema Antîk de felsefe dibe sazûman(sîstem). Bes divê mirov bêje ku, di vê felsefeyê de, bingeh felsefeya Îonya, Misir û Zerdûşt e. Di vê demê de felsefeyê wekî Felsefeya Xwezayê û Felsefeya Civakî dabeş dikn. Di sazbûnên siyasî yên wê demê de keyatî, demokrasî, komar, olîgarşî û sîte bi pêş dikevin. Zagonên wekî Justînya çêdibin. Di wê demê de Solon, hiqûqeke nûjen çêdike û cezayê yekem jî dide xwe. Sedema derketina hiqûqê jî, mirov dikare bêje ku li hember yozbûnên şaristaniyê wekî neçariyek in. Li Atînayê îcad, felsefe, çand, zanist, endûstrî, bazirganî, huner û wêje(edebiyat) bi pêş dikevin. Di vir de Roma wekî rawestgeheke dawîn e. Roma dibe dawiya împeratoriyan, dibe dawiya koletî û berfirehbûnê. Yanî ya ku karibûye bike, xwe gihandiye lûtkeyê. Roma ewqas ku keda koleya esas girtibû, êdî kesên ku bike kole nehiştibû û herî dawîn xwe jî kire kole.

Ji ber ku di împeratoriya Romayê de, fena berê hilberîna zêde xwe nû nedikir. Etnîsîteyên ku dihatin eciqandin û mêtandin dest bi serîrakirinan kiribûn. Xiristiyanî ew tengav dikirin. Di milekî de di peşengiya Atîla de qebîleyên Hûn, di milê din de serhildanên bajaran, di peşengiya Hanîbal de Kartaca, Frangî, ji milê rojava de Germen û di demên dawîn de îslam. Ev hemû êrîş, neçar dihêle ku Roma here biryarekê. Derketinek pêwîst e. Lewre Romaya Rojhilat wekî Bîzans, xirîstiyaniya 300 salî bingeh digire. Yên mayî jî ku guherînê napejrînin, di nava 40 salî de têk diçin.

Di vir de pêwîst dike ku em bahsa derketina xirîstiyaniyê bikin. Êdî serdemeke yek xwedayî destpê kiriye. Ev jî Serdema Navîn e. Ku em şaristaniyê bikine sê serdem; serdema yekem Sûmer-Roma( B.Z. 5000-P.Z. 500) zihniyet mîtolojî û ol in, serdema duyemîn ku wekî serdema navîn û teolojîk tê binavkirinê (P.Z. 500-1500) zihniyet ol û felsefeye û serdema sêyemîn ku wekî serdema nû tê binavkirinê (P.Z 1500....) zihniyet felsefe û zanist e.

Berî derktina Îsa, wekî ola qewmî yahûdîtî-mûsevîtî heye. Ev ne gerdûnî ye. Jixwe li gorî wan, mirov mûsevî tên dinyayê û bi Xweda re zewicîne. Rêber Apo di parêznameyên xwe de tevgera Îsa wekî “Partiya Gerdûnî ya Xizanan” binav dike. Jixwe her olek sazbûnên siyasî ne. Di dema Îsa de qeyran hene. Yekemîn qeyran, ji ber hişkbûna olî ya mûsevîtiyê û nokeriya Romayê dertê. Ev nahêle ku mûsevîtî gerdûnî bibe. Duyemîn qeyran, Roma li Qudsê kaos afirandiye. Exlaq têk çûye û xizanî her diçe kûr dibe. Propagandaya wê “Mesîhek (xelasker)” derkeve tê kirin. Ev rewş her diçe pêş de diçe û hetanî B.Z 313’yan ku xirîstiyanî dibe ola fermî ya Romayê didome û xirîstiyanî jî dibe pêvekeke şaristaniyê.

Êdî zihniyeteke nû di dewrê de ye. Her serdemek xwedî rengek e. Êdî ol her diçin serdest dibin û dikevine xizmeta îktîdaran. Heman rewş ji bona îslamê jî derbasdar e. Fena berê mîtolojî zihniyetê diyar nake. Zihniyet Xweda-Evd e. Her tişt ji bona Xweda ye û Xweda mêr e. Li ser navê wî tê şerkirin. Di vir de şêwe guherîn heye, bes cewher yek e. Dema ku ji pir-xwedayîbûnê derbasî yek-xwedayîbûnê dibine, hemû hêz di yek Xweda de têne civandin. Berê têkiliyeke organîk a Xweda di rêveberiyê de  hebû. Ev di rahîban de xwe dida der. Bes Xweda ji nava civakê, derdixin asîmanan. Ew Xwedayê ku berê her kesî didîtin, êdî ew bixwe didîtin û kes ew nedidîtin. Xweda dikeve pozîsyoneke wisa, her tiştî diafrîne û xwedî hêzeke bêsînor e.

Dema ku ev tê kirin jî, bi riya pêxemberan(yê ku peyam tîne) tê kirin. Êdî ol dibine nêrîna dinyayî û zanista wê demê. Tekelkirina baweriyan çêdibe. Êdî her îzahkirinek, di çarçoveya olan de ye. Ev rewş di çand, huner û wêjeyê de jî wisa ye. Di şûna KOLEYAN de, EVD tên. Vaye xirîstiyanî jî piştî 300 salî veşartî tevdigire, xwe dike sîstemek. Di salên 600-800’î de, dibe oleke fermî û milî. Ev xirîstiyaniya ku dibe sedema giyotînkirin û şewitandina mirovan, encax di sedsala 10’an de xwe di reformê de derbas dike û pengizandinek pêk tîne.

Lê di çarçoveya civaka exlaqî û polîtîk de, xirîstiyanî ji cewherê xwe dûr dikeve û dûviktiya şaristaniyê dike. Heman rewş ji bona olên li pey wan jî wisa ne û hê jî li ser zihniyetan bandor dikin û bûne maşika destê serdestan....

Wê bidome...

Rûbar Andok