Di pêvajoya heyama çaremîn de sî û duyemîn salvegara PKK’ê li Rêber APO û li hemû gelê me pîroz be. Di pêvajoya heyama çaremîn de pîrozkirina damezrîna PKK’ê, ji bo me dîrokeke gelek biwate ye. Hivde sal berê bû, me PKK’ê bi staranan nas kiribû. Weke mizgîniya azadiyê, bi deng û têlên tembûran li her derî strana ‘Waye PKK Rabû’ olan dida. Dema me vê stranê guhdar dikir, weke baskên me vedibûn û em bihest û hizrên xwe ber bi Kurdistanê ve difiriyan. Di nava xeyalên eşq û evîna azadiyê de me nizanibû ku em ê li ser kîjan deşt û zinarên Kurdistanê deynin. Em bi hesreta dîtina çem, çol û çiyayên Kurdistanê mîna evîndarên dilbiêş, diketin nava lêgerîn û lêpirsîna jiyanê ku ka (EM KÎ NE?). Di sewt, muzîk, peyv û hevokên vê stranê de me ji bo xwe, mîna hewara yekîtiyê, têkoşîna rizgariyê û bangewaziya serhildanê jê digirt. Di wan deman de weke jinek û keçeke ciwan a kurd, ez bi vê strana Waye PKK Rabû ve şiyar bûbûm. Di wan dem û dewranên salên notî de me di vê stranê de pêşeroja xwe ya hemû ciwanan didît. Dema me vê stranê guhdar dikir, weke zarokek di dergûşa dayika xwe de ku li ber lorîna dayika bidil aramiyeke kûr şa bibe; em jî bi dengê tembûra strana PKK’ ê şa dibûn. Çawa ku nexweşek dilbiêş ku dermanê birînên xwe peyda bike û pê zindî be; me jî ji vê stranê dermanê xwe digirt. Weke dildarên dilbievîn xwîna damarên dilên me dikeland. Belê ev dem û dewrana ku ez qal dikim bîst sal berê bû. Lê PKK’ê koka xwe ji hivde sal berê digirt. Koka PKK’ê weke koka dara berû û maziyan bû; rehên xwe kûr berdabû axê.
Belê ev tevger rehên xwe bi xwîna cangorî û lehengan dabû avdan. Welatê evîndaran ê Zîn û Mem, dîsa bi xwîna Zînan û Meman ve kulîlkên deşt û çiyayên xwe dabû sorkirin. Li hember koledariyê eşqa azadiye dabûn şînkirin. Ref bi ref keç û xortên Kurdistanî, li dû şopa xwe didan meşandin. Hêz û giyana wan, weke mîrateyeke azadiyê heta roja me ya îro xwe dide domandin. Ev stran hê jî wate û zindîbûna xwe diparêze: WAYE PKK RABÛ LI DEŞT Û ÇIYA BELA BÛ KULÎLKÊN WELAT SOR BÛN BILBIL BI GULAN ŞA BÛN.
Wê demê li deşt û çiyayan bû, lê di vî sî û heşt saliya xwe de ne tenê li deşt û çiyayan belav bû , îro li her çar hêlê cîhanê belav bûye. Bûye giyanek û ketiye xwîna her mirovên azad. Dem dema ku bilbil bi gulan şa bibe ye. Gelê kurd, jina kurd û ciwanên kurd wê bi azadiya xwe şa bibin. PKK bûye giyana jinan, zarokan, ciwanan, kal û pîran û gelên bindest bixwe. PKK ne tenê ji bo Kurdistaniyan bû, ji bo hemû gelên bindest bû. Hizrek bû, hizrek wiha bû ku ji heqîqetên xelet heqîqetên rast ronîkirin bû. Ji felsefeya jiyanên şaş, felesefeya jiyana rast diafirand. Ji bo pergala jiyaneke nû û rast hêza têkoşînê danî holê. Her kesê/a li dora wê hêzê dorpêç kir. Agirek, li hember cemeda dil û hişên desthilatan da pêxist; diviya ev Agir netemiriya. Ji ber ku ev Agir, wê cemeda dil û hişên desthelitan bida helandin. Ji ber vê jî, her mirovê/a ku daw û doza azadiyê dikir xwe kir xeleka dora vî Agirî. Ji ber ku ev Agir, dilê her serhildêrekî/ê germ dikir.
Daw û doza PKK’ê gelek giran û biberdêl bû. Wisa ku Rêber APO jî digot: ‘’PKK îşlikekî ji Agir e, heke kesek baş nizanibe li xwe bike wê xwe bişewitîne. PKK weke kulilîka ku di tahtan de şîn dibe ye.’’ Rêbertî bi van hevokên xwe nehêsan bûna PKK’ê baş tîne ziman. Li gor tê xwestin heke ................
Lê her çiqas biberdêl bû jî keç û xortên vî welatî dest ji doza xwe bernedan. Ser dan lê sir nedan! Ji bo rûmet û nasnamaya xwe biparêzin, bi hezaran ciwanên vê axa Mezapotamyayê giyana xwe ji dest dan û hê jî didin. Ji HEQIYAN dest pê bû heta bi ZÎLANAN û VIYANAN ve hat. Weke ku tê zanîn îro jî bi kesayetên wiha bi rûmet bi DERWÊŞAN ve jî didome. Ev doza PKK’ê bi ciwanan dest pê kir wê bi ciwanî jî bê domandin. Lê her ku diçe li hember bêdadî û hişmendiya paşverû, sebra mirovan ber bi dawî ve tê. Hevalê Derwêş jî diyar e êdî vê bêmafiyê ji gelê xwe û Rêbertiya xwe re nepejirand! Di serdema sedsala bîst û yekemîn de heke zarokek li welatê xwe, nikaribe bi zimanê dayika xwe perwerdeyek bibîne... Li hember hemû bêdadiya siyasî, mirovek nikaribe bi zimanê xwe, xwe ji bêdadiya dewletê biparêze. Ma ev ne qiyamet e? Li gor baweriya min; ev qiyamet, ji ya ku Hz. Muhemed di Quranê de qal dike hê xirabtir û xetertir e. Ev êrîşên hişmendiya nijadperastan tofan û qirkirina mirovayiyê bixwe ye. Li hember hemû zilm û zoriyan têkoşîn dayîn, mafekî gerdûnî ye.
Rê û rêbazên têkoşînê divê bên nîqaşkirin, lê li hember niheqiyan, xweparastin mafekî mirovî ye. Li hember êrîşên nemirovane xwedî helwest bûn pîrozî ye. Keç û xortên vî welatî ji doz û ramanên Rêbertiya xwe bibawer in. Ji ber vê jî gelek hestiyar in. Divê tiştên ku ji hêla Rêber APO ve tên ziman têgihiştineke baş bidin çêkirin. Divê nêzîkatiyên wiha hêsan û erzan neyên ravekirin. Ya rast ev e ku her kes ji hêla xwe ve vê pêvajoyê paş bişopîne û baş bixwîne. Ji hemû nûnerên dewletê bigire, heta rewşenbîr û aqilmendên hikûmetê, ji parêzvanan bigire heta hunermendan û hemû saziyên civakê bi tevahî, pêwîst e ku vê pêngava ji hêla rêber APO ve hatiye destpêkirin divê baş bê şopandin. Heke baş neyê xwendin û baş têgihiştinek çênebe, di demên pêş de, her kes wê gelek poşman be lê mixabin poşmaniya derengmayî jî wê bi civakê tu tiştek nede qezenckirin. Ji bo vê jî ya rast ev e ku di van heşt mehên ku ji hêla Rêbertiya me ve hatî diyarkirin, divê rojek berê rojek, gavên bingehîn ên berbiçav bên avêtin. Heke ev dem jî mîna demên berê bê destgirtin wê her kes jê zirar bibîne. Ji vê jî divê ev bêçalaktî baş bê nirxandin.
Divê neyê jibîrkirin ku heqîqetek PKK’ê heye. Ev sî û heşt sal in ku PKK vê dozê bi rê ve dibe. Mîrateyek gelek dewlemend û çand û exlaqek di warê hişmendî de daye rûniştandin û daye bawerkirin. Heke hikûmet û dewlet neyên rê jî, wê gel bi pêşengiya PKK’ê xwe bide domandin. Gelên kurd, bi hêza keç û kurên xwe wê civaka Xweseriya Demokratîk bidin avakirin. Wê zarokên xwe bi zimanê dayika xwe bidin xwendin, li gor çand û exlaqa Rêberiya xwe wê xwe ji bêdadiyan biparêzin. Bê ku ji dewletên hêvî bikin wê xwe bixwe pergala civaka exlaqî û polîtîk bidin avakirin. Li gor xweseriya demokratîk çi pêwîstiyek civakê hebe wê bi hêza xwe bide kirin. Li gor felsefeya demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî, jiyan bikin û bidin jiyankirin.
Ya ji vê pergalê re pêşengiyeke baş bike jî bêguman jinên azad in, wê dayik û xuşkên me bi xwe bin. Divê ji her kesî zedetir xwe biwestînin. Ji ber ku pergala Rêber APO dide avakirin pergala civakîbûna jinê ye. Li ser hîm û rêgezên civaka xwezayî bi pîvanên hizrên dayîksalariyê ve jiyanek tê bingehgirtin. Ev jiyan jiyana jinê bixwe ye. Ji her warê jiyanê berpirsyar e. Bi taybet jî di pêşdebirina jinê ...........dayika xwe de divê bêsebir bin. Divê wext neyê windakirin, ji ber ku di vê heyama çaremîn de dem ji bo me gelek girîng e. Tê gotin ku dem zêr e. Ji bo me jî ev dema pêş me ji zêr jî bi binirxtir e.
Bi giranbuhayiya vê demê, careke din em dibêjin vaye salvegera PKK’ê hat li ser seran û çavan re hat. Damezirandina PKK’ê li hemû gelê kurd, li gelên din, heval û hogiran pîroz be.
Nûjiyan Amed