DI DÎROKÊ DE BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –XI-“Rojenîkirina Îslama Mihemedî”
Piştî mît û mîtosan gotin di cî de be olên wekî yahûdîtî, xiristiyanî û îslam, her çiqas di derketinên xwe de ji bona sûda gelan bûbin jî, lê piştre fena bangeranekê li ser gelan derbas bûn û ew roj ev roj e bandora xwe winda nekirine.
Mijara olan ji bona derbarê exlaq û polîtîkayê de bibine xwedî nêrînek gelek girîng in. Rêber Apo di her parêznameyên xwe de li ser vê mijarê disekine. Ji ber ku ol, bi hezaran salan e li ser zihniyeta civakan bandor dikin û bûye amûreke bikaranîna desthilatdaran.
Di nivîsên borî de me kêmek bahsa xirîstiyanî kiribû. Di vê nivîsê de jî li ser misilmantî û Hz. Mihemed bê sekinandin wê baştir bibe. Di dema derketina Hz. Mihemed de pevçûna kar-sermaye-baziganî ya Sasanî û Bîzansan heye. Êdî hatiye rewşeke wisa, gelên li herêmê ji van pevçûnên wan têr bûne û ne razî ne. Ew dem bajarê Mekke di dest arîstokratên eşîrî de ne. Pêşengiya van eşîratan jî Kureyşî dikin. Ev eşîr di nava sevk û sefayê de dijîn, digel vê jî gel xizan e û yozbûn bê ser û ber e. Hebûna jinê heye an tuneye ne diyar e. Heta tê gotin ku bi saxî binax dikirine. Di rewşeke wisa de bendewariyeke kesek were wan xelas bike heye.
Ew dem Hz. Mihemed li karwanê Xetîce dinêre. Yanî di navbera wan de têkiliyeke bazirganî heye. Wisa dixuye ku Xetîce dixwaze hinek gavan bavêje, bes ji ber ku di zihniyeta civakîbûna wê demê de, gavên ku bavêje bi sînor in. Lewre kesek fena Hz. Mihemed ji bona bandora eşîran bişkîne, ji bona ereban ji vê tengavbûna bazirganî derxîne guncav e. Jixwe dema ku yekem car Cebraîl dikeve xewnê û ew ayeta yekem ku li hev pêçêyayî ye dide Hz. Mihemed û dibêje “bixwîne” sal 610 e. Yekem Xetîce baweriya xwe pê tîne, yanî mûrîda yekem e.
Bes li hember vê yekê bêguman eşîrên arîstokrat bêdeng namînin. Her diçe Hz. Mihemed li Mekkê tengav dikin û ber bi Medînê Hîcret dest pêk dike. Li wir jî propaganda didome. Li wir di warê civakî de Wesîkaya Medîne bi pêş dixe. Ev wesîka an hevpeyman xwedî qerekterek demokratîk e. Yanî meyl ber bi Şaristaniya Demokratîk e. Di vir de taybetmendiyên civaka exlaqî û polîtik hene. Ji ber ku tu armanceke Hz. Mihemed ku dewlet ava bike û sîstemeke xwe dispêre arîstokratan nîn e. Ew dem mizgeft ciyên ku pirsigirêkên civakî têne nîqaşkirinê ne. Fena meclîsên gela ne. Gel li vir biryarên xwe bi xwe digirin. Tevlîbûna civakî esas e. Heta ew dem jin bi rihetî tevlî van civînan dibin û nêrînên xwe tînin ziman. Xwendina azanê xizmeteke mizgeftê ye. Dîsa hemû rîtûelên ku têne zanîn xizmet in. Berjewendiyên şexsî yên tu kesê/î di vê de nîn e. Li rastê çîn nîn e, desthilatdarî nîn e, xwe pirzamanî îfadekirin heye. Piştî ku Hz. Mihemed ji Medîneyê dizivire Mekkeyê, li hember Kureyşiyan artêşek ava dike û diçe ser Mekkeyê. Ên ku ew roj ji dil û cewher de îslamê ecibandin û mûnafiqên wekî Kureyşiyan tev bi hev re bawerî bi Hz. Mihemed anîn. Lê di rastiyê de ya ku Kureyşiyan kir xapandin bû. Jixwe piştre Ebû Sûfyanê Kureyşî ku Muaviye kurê wî ye, îslamê bi tevahî yoz kir û ev riya ku wî vekiriye mûnafiqên wekî rêxistinên AKP di roja me ya îroyîn de didine jiyandin.
Ew dem tu fikreke şaristaniyeke çînî-dewletparêzî nîn e. Jixwe bi vegera Mekkê re Kûreyşî jî, îslamê bi dirûtî dipejrînin, Lê di esas de yên ku dewlet an desthilatdariyê hedef dikin, ev derdor in. Rêber Apo derbarê vê pêvajoyê de diyar dike ku, ew dem sîstema heyî xwedî qerekterek komarî ye. Ku ew dem komar bi ser bikeve, wê şaristaniya demokratîk derketina pêş. Ya ku dibe li ser wefata Hz. Mihemed destpê dike.
Piştî ku Hz. Mihemed wefat dike, sê roj û sê şev li ser wî şerê desthilatdariyê tê kirin. Ap, jin, zava, keç, mûrîd, dijminên wî hemû dikevine nava pêşbaziya desthilatdariyê. Yekemîn xelîfe Ebûbekir e, piştre Omer tê ser kar. Bedewî ji vê rewşê aciz in. Ji ber ku di avabûna îslamê de pêşeng ew in. Di hemû şeran de ked û bedelên herî mezin ew didin. Li hember desthilatdariya heyî, serî radikin. Omer meyla van raperînan dide derve. Bi milyonan mûmîn, li ser pişta deveyên xwe, bi baweriyeke wisa ku Xweda dinyayê diyariyê wan kiriye û dest bi fethan dikin. Di vir de Omer, ev qewmên di valahiyê de mane û xwedî bertek in, ber bi fethan ve meyl dide wan. Heta ew dem gotineke Îbnî Haldûn derbarê ereb-çol-bedewiyan de heye û wiha gotiye; “Ereb didize, deve jî dibe çolê” Fraudel wan wisa binav kiriye; “Tevgera Fethan a Qewman” Tabî di vir de destpêkê dewletparêzî nîn e.
Nakokiya herî mezin ev e ku pêvajoya Medîne cuda ye, fethên bi bedewiyan û şerên desthilatdariyê cuda ne. Nakokiya herî mezin di îslamê de ew dem tam kûr dibe. Digel ku pêvajoya Medîne tam dijberî desthilatdariyê ye, bi Omer re rewş diguhere û Kurdistan jî di nav de bi serê şûr komkujiyan dikin. Ew dem Xaricî dewletbûyînê qebûl nakin. Yên wekî Hesen Sebah di vê qerekterê de ne. Ji ber ku ew desthilatdariyê ji îslamê re xiyanet dihesibînin. Ew jî encax dikarin 30 sal li ber xwe bidin. Jixwe piştî mirina 12 Îmaman îslam rengekî çînî-dewletparêzî û fetihçî digire. Li hember vê bi dehan mezhep dertên. Yanî wisa bi tevahî çûyîna desthilatdariyê çênabe. Milek di qerekterê şaristaniya demokratîk de ye û vê rewşê qebûl nake.
Niha di vir de du îslam dertên holê;
Yekemîn; îslama dewletbûyî. Sûnîtî, Şîatî di nav vê de ne.
Duyemîn; îslama ku nebûye dewlet. Ev jî xaricî û elewî ne.
Bi hatina Osman re ku ji Emeviyan e, zû tê kuştin. Wê demê kurê Ebû Sûfyan Mûaviye waliyê Şamê ye. Ev jî kuştina Osman dike hincet ku heyfê bigire. Piştî gelek teşqeleyan ku Elî dibe xelîfe, ew jî tê lîstokan. Bi Ayşe re dikeve şer. Di şerê herî girînde bi rûpelên Qur’anê ku di serê şûran de ye bandor dibe. Keys dixe dest mûaviye.
Di vê navberê de pevçûn û nakokiyên xiristiyanî û îslamê jî di bingeha berjewendî, bazirganî û fethan de kûrtir dibin. Ne çavên xirîstiyanan têr dibe, ne çavên qaşo misilmanan têr dibe. Her desthilatdariya ku tê ser kar, îslamê ji bona desthilatdariya xwe bikar tînin. Ev jî her diçe îslamê yoz dike û ji îslama Mihemed dûr dixîne. Di heman demê de di xirîstiyanî de jî ji ber nakokiyan pirsgirêkên civakî giran dibin. Her diçe hişk dibe. Engîzasyon li dar dikevin, li ser navên Xwedê şeran li dar dixin û li ser navê Xwedê efû dikin. Miftên bihûştê difiroşin. Ew dem Martîn Lutter bi 99 xalan derdikeve. Ev di xirîstiyaniyê de gavên reformî ne.
Jixwe ayet bixwe Projeyên Civakî ne. Hetanî ku Hz. Mihemed sax bû wê van projeyan çawa şêwe bigirtana, wê çawa bibûna desthilatdariyeke siyasî ne diyar bû. Lewre ev bûn sedemên pevçûnan. Bingeha pevçûna di navbera Elî-Mûaviye jî ev e. Elî Mihemedî ye. Destpêka Ehlî Beyt e. Bes rewşa siyasî ya di dema Hz. Mihemed de zelal nebûbû, Eşîreta Kureyşiyan cudatir dixwestin împeratoriyek ava bikin. Di van pevçûnan Hesen jî Hûseyîn jî têne kuştin. Xelîfetî dikeve dest Mûaviye û xelîfetiyê dibe Şamê. Bi vê guherînê re êdî qada bazirganiyê dibe Behra Spî. Piştre Ebasî asta şaristaniyê dibine qonaxeke din.
Dema ku di xirîstiyaniyê de yên wekî Martîn Lutter rê li ber reforman vedikin, berevajî vê di îslamiyetê de jî yên wekî Îmam Gazalî xezebê tînin serê îslamê. Her cure nîqaş qedexe dibe û pêşketinên di îslamê de dicemidînin û hê jî ew qeşa nehatiye helandin.
Di îslamê de mijareke dîtir, ev ol a ereban e an wê belav bibe bû. Piştî mirina Hz. Mihemed, desthilatdarên ku temsîla îslamê dikirin, nedixwestin her kesî bikin misilman. Ji ber ku bibûna misilman, nikaribûn ji wan bac bigirtana. Dîsa qedexe bû ku malên misilmanan bê talankirinê. Ev tengbûn bi Abasiyan re derbas dibe. Abasî îslamê tînin asta şaristaniyê. Ew jî di sala 1248’an de ji hêla moxolan ve têk diçin. Di îslamê de bi taybetî pêşketinên di navbera sedsalên 7 û 10’an de gelek bi lez in. Li Îspanyayê împeratoriya Îslam Endulis ava dibe. Di sala 1453’an de Fatih Siltan Mehmet Bîzansan belav dike. Stenbol dikeve dest.
Îslama ku bi derketina xwe re ji bona xizan, kedkar û gelan bû hêvî, ket dest mûnafiqan. Îro her hêz, dewlet, rêxistinên qaşo li ser navê îslamê tevdigerin, xiyaneta herî mezin li Hz. Mihemed dikin. Ji ber ku îslama ku Hz. Mihemed ne ev e. Îslama Hz. Mihemed xwedî qerekterek demokratîk e. Ji bona ku em dirûtî û mûnafiqiya hêzên wekî AKP, Cemeata Gulen û ew caniyên Hîzbûl-Şeytanokan derxînin holê, pêwîstî bi rojanîkirina Îslama Mihemedî heye.
Deştî Artim