“Çavkana Navendî: MEZOPOTAMYA”
Piştî qeyranên di navbera olan de, wekî şaristaniyeke dema sêyem Modernîteya Kapîtalîst dikeve rojevê. Dema mirov li dîroka şaristaniya Ewropa dinêre, bi lîberalîzma xwe hema hema piranî nirxan berovajî kiriye û her tiştî bi xwe daye destpêkirinê. A rast me jî hetanî ku parêznameyên Rêber Apo derneketibûn wisa dizanibû. Bi parêznameyên Rêber Apo re em ji şaş zanînên xwe warqilîn û hejiyan. Derket holê ku nêrandina Ewropa wisa masûm an bêguneh nîn e. Aborî, Zanist û Dewletê bi xwe dide destpêkirinê û hegemonyaya xwe bi vî awayî rewa dike.
Di vê mijarê de dema ku mirov li nêrandina marksîstan binêre, şaristaniyê bi awayekî yekpare bi dest nagirin. Di çarçoveya çînî de dinêrin. Li gorî marksîstan fena ku şaristanî tiştek baş e û fenomenekeke ku divê xwezayî bibe ye. Dîsa olan jî şaristaniyê dabeş kirine. Li gorî van nêrandinan şaristaniyên wekî Çîn, Îslam, Xirîstiyan, Hînd û Ewropa yek û serbixwe têne dîtin. Ger ku em şaristaniya Ewropa, Çîn an jî Hînd bihesibînin ku bi serê xwe bi pêş ketine, ew dem em ê vê sîstema cîhanê bi vê nêrînê şîrove bikin. Lê ev teqez ne wisa ye. Vanan bi hev re di nava geşedaniyek de ne.
Ku mirov nimûne bide neolîtîk li Mezopotamyaya Jorîn yekem car destpê dike. Ji ber sedemên erdnîgarî û werzî an demsalî guncavbûnek heye. Neolîtîk li gelek deveran pêşketinek nîşan dide, bes her deverek xwedî xweseriyek e. Ferqa Mezopotamyaya Jorîn ev e ku zirûf guncav in û di yek navendekê de pêşketinek çêdike û hêleke gerdûnî bi dest dixe. Li vir bi belavbûneke Navend-Derdorê cudahiyan tevlî xwe dike û xwe bi pêş dixe. Ev rewş ji bona şaristaniyê jî wisa ye.
Belavbûna Navend-Derdorê ya neolîtîkê navend Mezopotamyaya Jorîn e, derdorên ku bandor bûne Zozanên Îranê(B.M 7000), Çîn(B.M 5000), Hînd(B.M 4000) û Ewropa(B.M 4000) ne. Wekî mînak dema ku em li şaristaniyên Hînd û Çînê binêrin, bi qasî ji çavkana navendî(mezopotamyaya jorîn) çêdibin, bi heman awayî rengê xwe jî li nav xistine û xwe domandine. Dema ku li Mezopotamyaya Jêrîn şaristanî destpê dike û bi pêş dikeve, hê li gelek deveran ya derbasî neolîtîkê nebûne yan jî detpê nekirine. Dema ku bi Çanda El-Ubeyt(B.M 5500) re li Mezopotamyaya Jêrîn bi bajarên wekî Uruk şaristanî destpê dike, li Ewropa, Hindistan û Çînê neolîtîk tê jiyandin. Di vir de çavkana navendî(ana nehir) Mezopotamya ye. Ji ber ên din ji wê xwe têr dikin. Çima Çîn nabe rûbara navendî yan jî şaristaniyeke navendî, ji ber ku bi xwe sînor dimîne, belav nabe û xwe nake gerdûnî. Lewre wekî milekî kêlekî dimîne.
Ger ku nêrandineke çavkana navendî nîn be, fena ku her tişt bi Ewropiyan destpêkiriye bê fêmkirin. Pêşketina şaristaniyê Rêber Apo di parêznameyên xwe yên dawîn de dişibîne herikîna çemek. Dema ku çem diherike riyek an xetek wê heye. Di kêlek de jî avzemêk an kaniyên biçûk xwe tevlî dikin û her diçe ev çem mezin dibe. Vaye di vir de bandora şaristaniyên Misr, Çîn, Hînd û Ewropa fena van avzemêkan e. Ev çem her dem dihereke û mezin dibe. Her ku mezin dibe jî gerdûnî dibe. Şaristanî ku bi El-Ubeytê destpê dike û dest datînê jinê û hemû nirxên jinê; bi Sûmeriyan didome, bi bajarên Uruk, bi bajarên Ur, împeratoriya Akadî, Babîl, Asûr, Med, Pers, Grek û Roma her diçe hartir dibe û xwe li peravên zeryana Atlasê re dike yek.
Di vê herikînê de her çûye navend şimitîne. Yek yekê tune kiriye, bes gelek nirxan jî ji xwe re girtiye û pêşdetir biriye. Di têkiliya Navend-Derdor de, navend her dem derdora xwe bandor kiriye û xwe bi pêş ve biriye û belav bûye. Ev rewşeke gerdûnîbûyînê ye. Di vir de diyalektîka afirandin-çêbûnê heye. Ji ber ku ji bona navendê piştbaxçeyek pêwîst dike. Tabî mirov ji bîr neke ku ev belavbûn; bi awayekî çandî, mêtîngerî, dagirkirin û bi koçberbûnê çêbûne.
Di hemû çandên cîhanê de, di çandên wan de ji dehî yek eydî wan be, ji dehî neh gerdûnî ye. Ji ber ku ew çanda ku gerdûnî nebe wê tune bibe. Wekî mînak, te malek hilberandiye. Ji bona ku ev mal bê pejirandin, divê ji derdora xwe re sûda xwe hebe. Yanî divê derdor qebûl bike. Ku çiqas derdor vê qebûl kir, wê ewqas çavkan an ciyê ku jê derketiye bibe navend.
Bo nimûne çanda cixare kişandinê. Li gorî lêkolînan destpêkê titûn li parzemîna Emerîka B.M 6000’an de hebûye û mirovên berê li ser navê derman hem cûtine, hem jî li birînên xwe dane. Encax 4500 sal şûn ve bi aweyekî zelal Mayayên ku li naveka Emerîkayê ne vê bikar anîne. Jixwe yekem car îspanyolî derman dihesibînin û bi xwe re tînin. Ev titûna ku berê ji hêla çermsoran û înkayan hatiye bikaranîn, di sala 1942’yan de Christopher Columbus yekem car li Kûbayê dibîne û ev tiştê ku dibîne nîşanî Ewropiyan dide. Ew dem jî merasîm û şahiyan de ev hatibûye kişandin. Piştre Ewropî navê wê datînin Tobacos. Tê gotin piştre dema ku mîsyonerek îngilîz diçe Emerîka, Waliyê Vîrginayê kişandina cixareyê hînî wî dike û pîpoyek diyarî dike. Piştî demekê li qesran her kes dikşîne û li gel jî belav dibe. Yekem car xwendekarek bijîşkiyê bi xwe re dibe Hollandayê. Di nava 200 salî de li hemû dinyayê belav dibe. Lê dema ku careke din tê Emerîkayê bi awayekî veguherî dizivire Emerîkayê. Portekîz wekî pûro, meksîkiyayî li kaxezek pêçandî kişandin. Her çû fena şohbekê li dinyayê belav dibe. Titûn li Hindistanê ewqas bi nirx e, di şûna pere de tê bikar anîn. Wekî mînak bûhayê çêlekek bi qasî ku pelên titûnê ew dipêçe dihate diyarkirin. Ew dem osmanî, japonî û rûs hewl didin qedexe bikin, bes ji ber ku titûn nasnameyeke GERDÛNÎ bi dest dixe nikarin pêşî lê bigirin. Vaye îro em jî dikşînin, faris û tirk jî dikşînin. Lê ev nayê vê wateyê ku em di mijara titûnê de navend in. Mirov dikare meseleya gerdûnîbûna şaristaniyan bi ya titûnê re daberhevî bike û biçe şîroveyekê.
Di vir de encama ku em digihînin û Serokatî di her dahûrînên xwe de ku wekî rêbaz bi dest digire, nirxandinên şaristaniyê de erka Navend-Derdor û çavkana navendî girîng in. Nexwe em ê xwe nikaribin ji lîberalîzma Ewropiyan rizgar bikin. Ji ber ku nêrandina dîrokî ya îroyîn, ya serdestan e û ev ji hêla îdeolojî, hegemonya û desthilatdariya wan ve hatiye diyarkirinê.
Lewre ji bona ku em bikaribin dîroka civakeke exlaqî-polîtîk, dîroka jinê, dîroka bindestan ji nû ve binivîsin, divê em berovajîkirinên serdestan jî baş bizanibin.
Rûbar Andok