DI DÎROKÊ DE BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –III-
Dema ku em di dîrokê de li beridîna(evrim)cureyên zindiyan binêrin, her cure zindî bi qasî ku gerdûnî bûye, xwe gihandiye asta organîzasyonê û bi wî awayî xwe gihandiye asta cureyê bi navê MIROV.
Piştî ku komên mirovan ji Rojhilatê Efrîqayê ji Xeta Rîfê derketin civakîbûn destpê dike. Ev tiştek neçarî ye. Nexwe nikarin jiyan bikin. Encax bi civakîbûnê dikarin parastina xwe bikin. Ev pêvajo nêzî 3 milyon salî berdewam dike û bi qasî milyon salekê çar serdemên qeşayî dibînin. Li gorî lêkolînên antropolojîk encax bi qasî 60 hezar salî berê, prîmatên ku wekî Homo Sapiens têne binavkirinê dest bi zimanê sîmgeyî dikin. Yanî berî zimanê sîmgeyî bi tevgeran, bi dest û qîran têkilî bi hev re datînin û jiyana xwe didomînin. Bi zimanê sîmgeyî razberkirin bi pêş dikeve. Û ev rê li ber zimanên wekî aryen û semîtîk vedike.
Rastiyeke ku em her dem tînin ziman, tiştên ku hatibin înşakirin, mirov dikare biguherîne an hilweşîne. Ji bona vê yekê jî divê di serî de em ji zihn an ji mejî dest pê bikin. Ji bona ku em bikaribin di zihn de guherîn pêk bînin jî, divê em terza xebitîna zihn û mejî jî baş bizanibin.
Bi taybetî di parêznameyên Rêber Apo de, di AHÎM, di Parastina Gelek de, di herdu beşên Şaristaniyê de, di Civaknasiya Azadiyê û di beşa Rojhilata Navîn de ev mijar têne bi dest girtin. Yanî guherîna zihn, Mejiyê Hestî û Analîtîkî mijarên serekene. Ji ber vê yekê jî di çarçoveya parêznameyên Rêber Apo de em li ser mejî û zihniyeta mirovan bisekinin, em ê hem xebitîna mejiyê xwe nas bikin û hem jî pê re jî em ê bikaribin di zihniyeta xwe de guherîn pêk bînin. Rêber Apo zihniyetê wekî RAMAN û ÇALAKÎ binav dike. Yanî rewşa çalakbûnê ya kapasîteya ramanê ye.
Jîrî (zeka) an zihn, hem xwedî erkeke baş e hem jî xerab e. Başî an xerabî li gorî bikaranînê diguhere. Di beridîna zindiyan de, destpêkê di marîjokan(sürüngen) de mejiyê herî kevn çêdibe û jê re DESTIKÊ MEJÎ tê gotin. Wekî mînak di maran de wisa ye. Destikê mejî tenê dikare bêhnê bigire û li gorî bêhngirtinê tevdigere. Di ev cure mejî de, bîr û hiş nîn e û her tişt ji nişka ve diqewime û qeydkirin nîn e. Lê di guhaniyan(memeli) de ev zêdetir bi pêş dikeve. Di marîjokan de mejî tenê li gorî bêhngirtinê tevdigere, bes di guhaniyan de her pênc hinav (organ) –bihîstin, hîskirin, dîtin, bêhnkirin, tahmkirin-bi awayekî kordîne dixebitin. Ev asteke pêşketî ye. Ev mejî zindîbûnê diparêze. Yanî peywira wê ya esasî XWETÊRKIRIN, XWEPARASTIN, XWEZÊDEKIRIN e. Jiyanî ye. Bêşaşî dixebite. Li gorî hîsan dixebite. Di vê qonaxê de hê di mejî de beşa analîtîkî bi pêş neketiye. Di mejiyê hestî de, du beş hene. Hîpokumpas û Amîgdala. Hîpokumpas, beşa hînbûnê ye û tiştên ku dibîne an sînyalan qeyd dike, digire hişê xwe. Amîgdala jî beşa tevgerê ye. Di vê beşê de refleks û ji nişka ve tevger tên kordînekirinê. Hormona bi navê Adrenalîn li gorî tevgera vê beşê tê berdan. Di çavan de beşeke bi navê Talmûs heye. Talmûs sînyalan digire. Ev sînyal destpêkê diçe Amîgdala.
Ku em mînakek bidine; dema ku xezalek şêrek dibîne, Hîpokumpas resm û hîs dike, piştî ku digihê biryarekê ku ez bi zirar e, fermana BIREVE! ji Amîgdala re tê dayîn. Wê demê jî xezal bêyî ku tiştek din bike direve. Bêhemdê xwe piranî xwîn xwe berdidin lingan û rev pêk tê. Lê ku careke din, xezal şêr bibîne, ji ber ku berê di beşa Hîpokumpas ev rewş hatiye qeydkirinê, bêyî ku ji Hîpokumpas bê pirsîn, Amîgdala biryara xwe ya otonom dide û direve.
Dîsa dema yek ji nişka ve çekê me li bikşîne, beşa Amîgdala bêyî ku li benda biryara Hîpokumpas bimîne, ya direve û ya ji bona parastina xwe êrîş pêk tîne.
Dîsa wekî mînak dema mahdêmirov ji tiştek li hev bikeve, mirov tifî tiştek bike, dema ku heywanek biçêre gihayên bi zirar bineqîne, ev çalakî bi mejiyê hestî têkildar in. Yanî di vir de tişta herî girîng, taybetiya mejiyê hestî, rasterast parastina jiyanê ye. Tiştên ku bi xwetêrkirin, xweparatin û xwezêdekirinê têkildar re mijûl dibe. Mînakeke din, ku em li pisîkan binêrin; dema ku pisîk çêjik tînin dinê, bi hîsan ew diparêze û wan xwedî dike. Pisîkeke çiqas birçî be, heta ku çêjikên xwe têr neke, ew xwarin naxwe. Ev ji bona hemû ajalan wisa ye. Ku em mînakeke din bidine, gelek caran ji nişka ve em tevgeran dikin, gotinek ne baş bikartînin an reflekseke ku zirar bide me û yên hemberî xwe. Lê piştî ku em hinek difikirin, em digihên wê biryarê ku şaş e. Piştre em poşman dibin û fedî dikin. Rewşên wisa bêyî ku Amîgdala li benda bersiva Hîpokumpas bimîne diqewimin. Bifikirin hema yek gotinek got û hema em rabin kevirek li sera bixin, dibe gelo? Ji ber vê yekê ye ku mejiyê analîtîk bi başî û xerabiyên xwe dikeve dewrê.
Belê, di mejî de her diçe li gorî pêdivî û neçariyan mejiyê analîtîk bi pêş dikeve. Ev beş li jorî yê hestî pêş dikeve û jê re KORTEKS tê gotin. Dîsa di ew beşa ku bi pêş dikeve de, tiştek fena kunek heye û ev hevsengiyê pêk tîne û bi saya vê kunê ew zindî dikare serê xwe bilind bike. Derbarê vê beşa mejî de, me berê jî bahs kiribû, 200 cure prîmat hebûne û ji wan tenê Homo Sapîens xwe digihîne roja me ya îroyîn. Lê ji wan cudatir, cureyek bi navê HOMONÎT hebûne. Li gorî lêkolînan sedema windabûna ev cure prîmatan, ji ber ku di mejiyê wan de ev kun nînbûye û nikaribûna hevsengiya(denge) xwe pêk bînin. Li gorî lêkolînên arkeolojîk, di fosîlên wan de serê wan ber bi jêr ve ye. Lewma jî cinsê wan qir bûye. Dîsa wekî sedemek têkçûna wan jî, hestiyê mejiyê wan yek parçe bûye û hişk bûye. Ev kiriye ku di mejiyê wan de ber bi jor ve, beşa korteks bi pêş nekeve. Lê di cureyê Homo Sapîens de, hestiyê mejî ji gelek parçeyan pêk tê û hestî nerm e. Ev jî kiriye ku beşa korteks bi pêş bikeve.
Taybetiya Mejiyê Analîtîkî; digire, analîz dike û li hev dicivîne. Yanî li vir tişta herî girîng ANALÎZ e. Têgihîştin heye, hesapkirin heye, dipîve û şîrove dike. Vaye bi vê beşa mejî re, mirov digihên qonaxeke nû. Ji bona vî mejiyê mirov dikare bêje; “HEM DIKARE BIHÛŞTÊ BIAFRÎNE, HEM JÎ DIKARE BIBE DOJEHÊ” Rêber Apo vê beşa mejî, wekî li xwe warqilandinê binav dike.
Berî ku di mirovan de mejiyê analîk bi pêş neketiye, jin berhevkariya gihayan dike mêr jî nêçîr dike. Civak an Klan bi vî awayî xwe li piya dihêlin. Lê her ku mejiyê analîtîk bi pêş dikeve, êdî jin di karê berhevkariyê de gelek pêşketinan dike, derman çêdike, ji nexweşiyan re çare dibîne, ji bona parastina klanê alavan çêdike; mêr jî êdî dema ku nêçîr dike analîz dike, planan çêdike, dafikan amade dike. Ev jî bi xwe re zêdebûna nêçîrê tîne.
Ku em vegerin mejiyê analîtîk çav, guh, poz û hîskirin ji mejî re agahiyan dişîne, beşa Talmûs van agahî an sînyalan digire, şîfreyên wan ji hev derdixîne, nav didê û wate didê. Ji ber ku mejî her agahiyê nagire an tênagihîje. Loma agahî an sînyalên pêwîst ji mejî re tên şandin. Dema ku mejî van digire, li bîr û hişê xwe dinêre, ka der barê wê de agahiyek heye, baş e an xerab e, xeter e an ne xeter e analîz dike. Bi vî awayî digihê hêzeke biryarîbûnê û ferman dide hinavan(organan). Yanî ev herdu beş bi hev re bi kordîne dixebitin. Lê hêla OTONOM a mejiyê hestî jî heye û di gelek rewşan de bêyî ku ji mejiyê analîtîkî bipirse an li benda bersivê bimîne, bixwe biryar dide, refleks nîşan dide û hormona ADRENALÎN berdide. Tabî divê em ji bîr nekin ev tenê di mirov an însanan de heye.
Vaye ji ber bikaranîna mejiyê analîtîk çanda çêlekbûyîn û çanda şêrbûnê bi pêş dikeve. Ev mejî Bombeya ATOM’ê çêkir, ev mejî xwezayê tehrîp kir û jinê kir kole û meta. Tabî di milekî din de ev mejî kir ku mirovantî xwe bigihîne roja me ya îroyîn. Îro jî divê em hewl bidin, di nava hevsengiyê de herdu beşên mejî bi awayekî kordîne bikar bînin û bixine xizmeta civakeke ehlaqî û polîtîk.
Wê bidome…
Rûbar Andok