Mirov li dîrokê bizîvirê û hinek rûpelên bi pênûsa deshilatdariyê hatine nivîsandin, bixwîne, dibe ku di hinek quncikên wan rûpelan de navê jinê derbas bibe. Çima ez vê yekê dibêjim? Bi felsefa dîrok jibîrkirin, dûrî paşerojê mayîn û tenê roja îro jiyankirin, mirov nikare rast bijî. Ma qey rewşa ku îro jin dijî çiqasî ji dîrokê qut e? Dîroka di bin siha zîhniyeta dewletê de hatiye nivîsandin çiqasî îrada di te de dide avakirin? Anceq mejiyê te mij û duman bike. Di kîjan malbatê de rengê jinê bi te dide naskirin, kîjan dibistan rastiya jinê di dîrokê de bi te dide fêrkirin û kîjan dewlet destûr dide ku tu wekî jin bijî? Heyanî ku ji destê dewletê tê bi keviran êş û janên jinê di dîrokê de jiyane, dinixumîne û kîjan jin li dijî vê yekê bi kêferat be, misoger riya wê dixetimînin û tîpên navê wê jî, ji holê radikin. Hevokên jin hatiye kolekirin, bê îrade maye û mejiyê wê bi qeyd û zincîran girêdane, hinek mirov bi hêsanî tînin ser ziman, lê wê rastiyê canê gelek jinan şewitandiye, dilê wan perçekiriye, jiyan li ber çavên wan reşkiriye û cûdahiyê naxin navbera mirin û jiyanê de. Heyanî ji destê mêr û mêtîngarî hatiye qurmê jinê yê jiyanê ziwakirine, perçiqandine û pûçkirine. Mînaka wê ya herî mezin, roja îro li ber çavê me ye, zilam destê xwe tavêjin jinê û dikujin, hinek jin ji tirsa xwe digirîn û têşin, lê nexema hinek jina ye, dibe ku hinek jî bibêjin mafê wê ye, çima xwe xistiye vê rewşê de.
Wexta ez li ser jinê lêkolîn dikim, ez ji demê berê ditirsim û dibêjim başe min ew dem jiyan nekiriye, û wexta ez rewşa jinê di nava pergalê de weha rezîl dibînim, mejî û dilê min ji qehra difûre û ez ji xwe re dibêjim “başe ez di nava PKK ê de me”. Dibe ku ez niha di nava PKK ê de me, lê ez jî bermahiyeke pergalê me û ruhê ku pergalê di min de daye avakirin, ji demê berê dûr nîne. Berê xwendina jinan gunehe û kîjan jin pey felsefê û zanebûne bikeve yan tê kuştin yan jî wê pîrhebok dibînin. Li gorî pirtûkên pîroz; tenê mafê jinê heye ku xizmeta zilamê xwe bike, kîjan jin jî di vê xizmeta zilam de kêmbimîne, di nava civakê de nayê pejirandin, bi roxmî vê rastiyê jî hinek jin ev yek ji bo xwe nepejirandine, bi kincên zilam, lê bi ruhê jinê tevlî artêşan bûne û pey zanebûnê ketine. Bi ol re, bi mirovan re, bi jiyan û bi xwezayê re sadîq mane. Heyanî dawiyê têkoşîn kirine û liberxwedane. Mirov wexta li ser van jinan dixwîne, ji milekî ve mirov ji rastiya xwe ya niha şermdike. Şert û mercên em niha tê de dijîn, zorin lê ne mîna berê ne. Em dikarin çarenûsa xwe diyarbikin, deriyê têkoşînê ji me re vekiriye, çima em dîsa bi zîhniyeta zilam tevdigerin û hewldayîneke mezin didin ji bo xwe bi zilam bidin begemkirin. Di vî zemanê ku dibêjin “jin azade”, her roj em dibihîsin zilam destê xwe tavêjin jinê, wan dikujin û cenazeyên keçên ciwan li kolanan û di bin erdê de dibînin, wê demê gotina jin azade, bi pênûseke xapînok hatiye nivîsandin û ji bo jinê xefkeke veşartî ye.
Berî ku ez tevlî rêxistine bibim min ji xwe dipirsî çima Rêber APO ewqasî nirx dide jinê û mafê wê yê beşdarbûna artêşê û têkoşînê didiyê? Ji bo min rewşekî drama ye, ji ber min hêza jinê ya avakirina jiyanê, nedîtibû û ez bi hestê tolrakirina Rêbertî tevlî bûm, ne bi ruhê jineke li azadiyê digere tevlîbûm. Ji ber vê yekê pêwîste her jinek nirxê xwe û nirxê hevalên xwe yên jin bizanibe.
Dûnya Cemîl