HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

kerdoganXweda ne bê edalet e, lê kesên bi navê Xweda haraket dikin edalet kuştine.

Yek ji van kesên ku bi navê Xweda haraket dike AKPe û serokwezîr Erdogan e. Van jî edalet kuştiye, vijdan zincîr û lele kirine. Desthilatdariya AKPê, ku di erdheja Wanê de, kete nava bê-edaletiyek gunehkarî, li sinorên Suriye di nava hefteyekê de bajarên çadiran ava kirin. Helwesta ku di erdheja Wanê de nîşan dan, bi gotina herî sivik, “cinayetkarane” bû û hîna jî vê cinayetkariya xwe li dijî gelê Kurd, bû perwa didomînin.

Bêguman em nabêjin bila penaberên Suriye xwedî nekin û ne parêzin. Lê dixwazim riyakarî û bê exlaqiya desthilatdariya AKPê û rêvebirên wê destnîşan bikim. Beşîr Atalay, li hemberî tofanzadeyên erdhejê, bi edayeke bedcanî haraket kir. Ev haqareta ligel mirovahiyê û ligel Xweda û nirxên pîroz bû. Mirov û rûmeta mirov, nirx û pîrozê di rûdêna Xweda de ye. Qur’ana ku Erdogan weke şûr bikartîne vê dibêje.  

Êdî di şirrik û qurneyên siyaseta AKPê û serokwezîr de, derew û riya, guneh û şermezarî, telaqreşî û hetikberî diherike. Berî niha, min gotibû, AKPê pirên navbera dewlet û gelê Kurd hêrivandine. Ez dubare dikim.

*******

Li hemberî çalekgerên di greva birçîbûnê de, di tecrîda li dijî Birêz Abdullah Ocalan û zext û zora li ser gelê Kurd de, heman bextreşiya kîndarî û tolhildanê nîşan didin.

Grevên birçîbûna li zindanên Tirkiyê ketin qonaxa metirsinî. Êdî çalekger bixwazin nexwazin wê hinek ji amûrên bedena xwe winda bikin. Lê xemsariya desthilatdariya AKPê, ku dibêje, “ez temsîliya îradeya gel dikim” berdewam dike. Desthiladarî û nunertiya komên xelkê, ji Dolmabahçe Sarayî û parlamento dest pê nake; ji aştiya kolanan, ji edaleta salonên dadgehan, ji dostanî û biratiya kolan û taxan, ji wekheviya bajaran û gundan, ji demokrasiya demokratîk, ji parvekirina jiyana rojane û wekheviyê û parvekirina debora giştî dest pê dike. Lê, her roj, li zindanên Tirkiyê êşkenece heye, sergoma girtiyan heye û ne-bihîstina daxwazên girtiyan heye.

Dîse, avêtina ser malan, girtina binçavan, cezayê di nava ceza de û cezayê dûrkirina xwendekarên zanîngehan, bi dijwarî berdewam dike. Kurdistan, ji aliyekî ve bûye zindana servekirî, ji aliyê din ve bûye qijleya servekirî. Ev ne temsîliya îradî ye, ev atêş-barîn û azar-mendî ye.

********

Li Strasbourgê jî, çalekger di heman qonaxê de ne. Rayedarên Ewropa jî, biqasî rayedarên deweleta Tirk di nava xemsarî û bêdengiyê de ne. Eflatûn, bi xeyal û xewnên şaristaniyeke bextewariyê sîte avakirin. Lê di qonaxa îro de, sîteyên şaristaniya moderniteya kapîtalîst, hestiyên Eflatûn di gorê de qolincî dike.
Ibn-î Xeldun dibêje, “mirovahi kerwanekî ku di heman riyê de dimeşê ye.” Ev rastî jî têkçûye. Eger Ibn-î Xeldun saxbane, ewî ji nava vê mirovahiyê bireve û terk-î dinya bibe.

Êdî karwanê mirovahiyê, ne di riyên xwezahî û normal de, dibin erênî û rêzantiya bazirganên selefkar de dimeşe, di qonax û xanên riyakariyê de radiweste. Yek ji rêzanên li Rojhilata Navîn jî, bûye Serokwezîr Erdogan û Fetul-munkîr in. Her du jî, abdesta xwe bi xwîna Kurdan digirin.

Raya giştî ya Ewropa jî, wek xwedî vijdanekî şiyar tê zanîn û naskirin. Lê nalên û ji taqetketina çalekgerên greva birçîbûna li Strasbourgê, mixabin nayê bihîstin. Keşeyê dêra Sant Morîs, Vincent Steyert, bang li raya giştî dike. Mixabin, raya giştî ya Ewropa jî, dibin rêzantiya bazirganên selefkar de, biqasî raya giştî ya Tirkiyê li çarmixê hatiye dayin.

Kanunên cîhana makroskopîk jî vê bê vijdaniyê nabînin û kefika mîzêna edaletê rast nakin. Kiryarên dewleta Tirkiyê û desthilatdariya AKPê, li dijî gelê kurd, ji bûyerên drametîk yên Tewratê zêdetir bûne. Mixabin, peyman û huquqê gerdunî, rêbazên peymanên NY û Mafên Mirovan, dîtinên xwe yên makroskopîk winda kirine.
Divê ku Kurd baş zanibin; mêjiyê burjuwaziya kesk, dibin pêşengiya Erdogan û Fetul-munkir de, bûye çerxa kuştina geklê Kurd. Burjuwaziya cîhanê, gelekm şoreşên dîrokî pêkanîne, burjuwaziya kesk ya Tirk jî, bi komkujiyan gunehkariya sedsalê dike.

Ew mêjiyê faşîzan, li derî kanunên fizîk û matematîkê, li derî xweza û Xweda kar dike û di nava trajedî-komedî de “helak-kirin”ê esas digire. Êdî, ferman û kîna siyasî û dijminatiya tolhildanî, bûye zincîr û leleyê huquq, peyman û ademiyetê. Li Tirkiyê, ne Diyojen, bavê Diyojen jî bi fanûsan li mirovan siyasî û xwedî vijdan û wek benî-ademekî bigere, nikare nabîne.

*****

Çîlekêşiya Kurdan, ji holê rakirina Kurdan, ji bo rayedarên dewlet û AKPê, ji bo Fetul-munkîr û burjuwaziya kesk bûye bingeha hebûnê. Ev gunehkarî, di dîroka olan û baweriyan teva de, tê wateya kuştina Xweda... Kî dikare Xweda bikuje, Dehaq, Nemrud û Saddam ku, wek Draqulayê sedsala bîstan haraket dikir. Erdogan jî bûye Draqulayê sedsala bîstûyekê û Mîrzadeyê Xwedakuj e.

Ji bilî berxwedan û têkoşînê tu riyên din li ber gelê Kurd nemane.        

Medeni FERHO