Li ber darekê
Piştî bombardumana balafirên F 16 û şewatek dagirkerî
Di nava behnûbixara jiyana parçekirî de
Piştî şewata daristanê, li bin dareke berûwî
Di civîna komek gerila de, stratejiyên li ser pelên darên şewitî nivîsandî di ber çavên dil re derbas kirin. Hinekî êş… Hinekî mixabinî… Planên xwe gotin û bi dilên xwe radestî hev kirin
Fermanên di civînên Enqerê de nîqaş kirin û zengilê telefonên dibine bingeha komkujiyan, di ber çavan re derbas kirin. Xetnivîsên li ser pelan, di nava kelgerma barûdî de, aliyek kizirî, aliyek şikestî xwendin û şîrove kirin.
Piştî rista plansaziyê û kifşkirina rêwingîtiya ber bi oxirê,
Di keliha welatê dagirkirî de,
Di nava kenên bêrîkirinê de, koma gerila li hev nêrîn,
Ew kêlîka xatirxestinê bû
Piştî ramûsanên bi ronahiya rojê hatine avdan û piştî destdana hev ya germahiya dilsoziyê, komek ber bi Haftanîn derkete rê… Yek ber bi Garê… Ya din jî, lorîna berbûliyê bûkê lîland û ber bi kêlikên di dilê erdnîgariyê de hatine çandin ve meşiya…
Koma ku biçe Çiyayê Mava,
Li mij û morana hawara Diclê nêrî, li xumama geliyên kûr û dolên di nava dûxana qazanan de nêrî… Jiyanek fetsînok hebû û gerila sunda xwe bi hêrseke tolhilodanê dubare kir. Li Geliyê Xwînê û deşta suwariyên di kêşa pêşbaziyê de, li dijî nifiran kelehêrsa xwe di nava lebşêrîna stranan de fûrandin.
Û bi gotina “berê xwe dan oxirê, pişta xwe dan felekê”meşiyan…
Aliyekî gerila Bagok bû
Aliyekî gerila berxwedanên qedîm Serhed û Pencînarê bû
Aliyek jî Çiyayê Hevêriya û Xanturê bû…
Ev kelihên 30 salên berxwedanê ne, wek nasnameya şerên destenî ne, di kembereke bûkaniyê de aliyek zêr, yek zîvî bû…
Rengê hevrîşmê bi qeseba cewherî xemilandî bû…
Ev kelihên gerila ne, wek hunerê zîvkerên Midyadê di nîgarkêşiya sedsalan de, bi dilopên xwînê, bi beza deh salan, bi xwehdana li tirsê barkirî, bi gotinên bêrîkirin û evîna li bane asoyên sirtikên çiyarêzan hatine xemilandin.
Xemla hunerî di bejna gerila Zelal de
Di garden-gaza Mizgîn de bûye efsûnek Yezdanî
Bûye ayetên ezmanî û metafizika di helbestên meleyê Cizîrî de, ber bi Pisaxê diherikîn.
Herka gerila dibû şelîpanek û xwe digihande payîtexta Şahê Banikê. Dibû şelîpanek gerdûnî û hafa Çiyayê Cûdî dikir. Li pêşberî kêştiya Nuhê Kal, bizmarên di nava demûdewranan de rizî berhev kirin.
Salûheyam xwendin
Demûdewaran strandin
Û di xatirxwestina berî meşa ber bi azadiyê de, gerila, birînên dilê xwe kirin bendav û kirin pirr… Piştre, gotinên ji derya ferhengan dûr hatine hiştin,
Di teng û bertengên xwe de şidandin
Bi pêlên peyvan re,
Ber bi destanên dku i pirtûkan de hîna ne hatine nivîsandin meşiyan.
Gotin, “qewlê me, car din, li binê dara berûwî,
Gotin, piştî ledaneke li dijî faşîzmê, şevê li xwe bipêçin û werin, xwe ji çeka lawê biparêzin, asoyên hêviyê li xwe bar bikin û werin
Gotin, car din bi şînbûna daran re
Bi hêviya dîlan-girtina di nava daristana şewitî de
Û bi soza ku car din, bi hev re çaya bi “doçka” de vexun
Di ser pira Basya ve derbas bibin û werin
M. BAGOK