Hêvî avakirin û pêwîstiyên van hêviyên pêkneanîn gunehê herî mezine. Nemaze di rojên dawî de mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd di rojave hemû welatên perçeyên Kurdistanê ne. Aktorên navnetewî jî dixwazin di vê mijarê de rol bigrin.
Bi vê mijarê ve girêdayî hema bêjin hemû rayedarên hukumeta AKP daxuyaniyan didin. Rayedarên Herêma Kurdistanê, DYA, YE û cardin rewşenbîr û rewşenkorên lîberal di vê mijarê de nêrîn û hêviyên xwe tînin ser ziman. Mirov dikare bêje axaftin zêdene. Gelek tişt tên gotin, nêrîn pêş dikeve. Di vir de tu pirsgirêk nîne. Mijar çiqas bê nîqaş kirin ji bo çareseriya pirsgirêkê bingeheke xurt dikare ava bike.
Gelek caran ji bo gotinên rispiyan an jî rêber û melayên di civakê de dihate gotin ku, "tişta dibêjin bikin, tişta dikin nekin" Bi vê ve mebest ew e ku gotinê wan rast e lê pêkanînên wan an go emelên wan şaş in. Guftugoyên di rojên dawî de jî heman tiştî tînin bîra mirovan. Lê ev tenê jî kêm e. Hemû tiştên tên gotin jî ji rastiyê dûr in û gûmanên heyî ji holê ranake.
Weke çend mînak Kurd çend hezar sale li ser vê xakê bi çanda xwe û zimanê xwe jiyana xwe berdewam dike. Hemû şer, êrîş, bişaftin, asîmîlasyon û înkar nekarî hebûna çand û zimanê Kurdan tune bike. Cardin bi hezaran sale Kurd li ser vê xakê bi gelên din re têkiliyên pir xurt avakirine . Her dem behsa biratiyê tê kirin. Lê dema ev biratî yekalî be an go li ser hîmê xapandinê be serhildan û nerazîbûn jî wê pêş bikevin. Nemaze piştî înkar û asîmîle pir eşkere hate kirin Kurdan jî li beramberî vê yekê nerazîbûn û bertekên xwe nîşan dan. Lê heta roja me ya îro ji bo vê jî gelek êş, şikestin û azar jiyankirine. Piştî derkeftina PKK'ê nemaze destpêka sedsala 21. de polîtîkayên înkarê bi giştî hate rûxandin. Ev encama berxwedana mezin a PKK'ê bû. Ji bo vê gelek berdêl hatibû dayîn. Gelek can ji bo vê yekê gihîştin asta pakrewaniyê. Lê êdî di roja me ya îro pir eşkere hebûna Kurdan tê pejirandin. Ev berhemê çanda berxwedanê ya PKK'ê bû. Ji xwe ji rojên destpêkê de ji yek pêşengên vê tevgerê Mazlûm Dogan gotibû" Radestî mirov dibe îxanetê, berxwedan jî digihîjîne serfiraziyê" Bi jiyan û berxwedana xwe jî ev yek îspat kir.
Di roja me ya îro de jî ev înkar a eşkere neyê guftûgokirin jî lê bi pêkanînan xwesteka berdewam kirina vê yekê xuya dike. Bi axaftin û pêkanînan ev yek ji xwe rastî li bertekên dijwar ên gelê Kurd tê.
Çend mijarên di rojên derbasbûyî de nîqaşên gurr bûne;
*Zimanê Kurdî wê bibe waneya bijare...
*Bila bê şert û merc PKK çekan berde...
*Ger PKK çekan berde em dikarin xistina mala taybet a Reber APO nîqaş bikin...
*Hêviyên ji bo AKP û Erdogan ku wê pirsgirêka kurd çareser bike heye...
Ev tenê çend mijarin ku mirov bi rastî jî van çawa binirxîne, bi çi rengî şîrove bike? Pergaleke ew qas eşkere weke henekê xwe bi mirov bike dibêje me qedexeyên li ser zimanê kurdî rakiriye! Lê hîn jî bi sedan girtî ji ber li dadgehan de nikarin bi zimanê xwe îfadeyên xwe bidin darîzîna wan xetimiye.
Bi sedan ciwan, jin û xwendekar ji bo bi kurdî axifîne, bi kurdî diruşme avêtine an jî bi kurdî xwendine di girtîgehan de ne. Di sedsala 21. de hîn jî hin kêmaqil dikarin bêjin "zimanê kurdî ne zimanê şaristaniyê ye". Ya rast ev ruyên wan ê rastîn nîşan dide. Dîsa li Kurdistanê li welatê Kurdan de dibêjin hûn dikarin bi dersên bijare perwerdeya zimanê xwe bibînin. Ev ji bo netewekî heqareteke. Ziman zimanê wî yê dayikê ye, mafeke jiyanî û xwezayiye. Lê ji bo bi wî zimanî perwerdê bibîne divê wê dersê hilbijêre. Ev tenê pêkanîneke faşîzan e. Ji ber vê jî tu kes ji xwe bi wan bawer nake. Heta bixwazin bila weke pêkanîneke dîrokî binirxînin, di aliyê hişmendî de weke şoreşê bigrin dest lê gelê Kurd dizane naveroka wê vala ye û ji bo xapandinêye. Çawa nepoxek çiqas mezin be jî bi tiştekî tûj pir zû dikare biteqe û belav bibe, Ji ber ku nava wê valaye tenê hewaye. Ev galegalên wan jî weke nepoxêye.
Heta destpêka avakirina tevgera azadiyê li ser navê Kurd û Kurdayetiyê li Kurdistanê peleke daran jî nedihejiya. Bi gotina wan "Kurdistan li çiyayê Agiriyê meftûne". Kê li ser navê Kurdayetiyê û Kurdistanê gotinek bikira her cure zext, girtin, îşkence, ceza ji bo wî -wê rewa dihate dîtin. Bi hezaran kes ji bo bi Kurdî axifîbûn di girtîgehan de jiyana xwe borandin. Bi hezaran zarokên Kurdan ji ber li dibistanê bi Kurdî axifîne lêdan xwarine, gef li wan hatiye xwarin û gelek mînakên bi vî rengî...
Eşkereye ku hemû destkeftiyên di warê Kurd û Kurdistanê de bi berxwedan û tekoşîna Tevgera Azadiyê ya 28 salane bi çekdarî berdewam dike hatiye afirandin. Bi xwîna dehhezaran lehengên cangorî ev nîrxên behempa hate avakirin. Xeleka înkar û îmhayê ya weke çarenûsa Kurdan dihate dîtin, belav bû tar û mar bû. Lehengî, berxwedan û tekoşîna vê tevgera di gelê Kurd de jî hişmendî, bawerî û ruhê serhildanê afirand. Tu zext, lêdan, girtin, kuştin, komkujî êdî nekare çavê Kurdan bitirsîne. Çawa dema roj hiltê û hemû dinê ronî dike, bi hilatina Tevgera Azadiyê jî Gelê Kurd ronî bû, hemû rastî bi çavên xwe dît, bi vê tevgerê û rêbertiya wê bawer kir û xwedî li nîrxên vê tevgerê derket. Ya rast pergala dagirker jî dizane ku hemû destkeftiyên roja me ya îro bi berxwedan û tekoşîn di pêşengtiya Tevgera Azadiyê hate bidestxistin. Ji bo xapandin û cardin ji bo serdestkirina polîtîkayên xwe yê bişaftinê dixwazin çavkaniya mîsogeriya jiyana azad a gelê Kurd ji dest wan bigire. Ev rastî divê were zanîn; Gelê Kurd heta mafê xwe mîsoger neke, xweseriya demokratîk ava neke, Rêbertiya xwe di nav xwe de nebîne an go Kurd û Kurdistan azad nebe tekoşîna çekdarî jî bi dawî nabe. Tu kes bila xewnan nebîne...
Ev deh sale AKP desthilatdare. Di warê axaftinan de bi rastî jî gelek guhertin kirin. Lê dema mirov li pêkanînan dinere, ji demên şer herî dijwar bibû jî zext, êrîş û bişaftin zêdetir bûye. Hemû siyasetmedar û pêşengên Kurdan ên ji bo azadiya Gelê Kurd tekoşînê dimeşîne di girtîgehan de ne. Rêberê vî gelî ev 13 salin di bin şert û mercên herî dijwar de , bi awayekî dijmirovahî tê radestkirin. Hilbijartiyên vî gelî di zîndanan de ye. Bênavber operasyonên leşkerî li her deverê Kurdistanê berdewam dike, bi her cure teknîkên pêşketî roj nîne ku Çiyayên Kurdistanê neyê bombekirin. Daristanên Kurdistanê tê şewitandin, bi avakirina bendavan hemû xwezaya Kurdistanê dirûxînin. Li ser sînoran bi awayekî eşkere nebes bû, di girtîgehan de jî gelê me di komkujiyanre derbas dikin. Li qadan direyin û dibêjin; "Jîn jî be, zarok be jî tişta pêwîst wê we re kirin" Ew qas dijminantiyeke eşkere dikin, bi xapandin, dek û dolaban înkara herî nuxumandî dimeşînin. Hîn jî wê bi çi rengî ji van hêvî were kirin. Ji van hêvîkirin naveke din yê xwexapandinêye. Gelê Kurd hişyar bûye, li berxwe dide, nexapiyaye, wê nexape...
Salar Mendo