HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Tecrîd, berdewam dike. Tecrîd navê şerê li dijî edebiyat, lîteratur, ferheng, siyaset, kultur û tevahiya nirxên gelê kurd e. Di şerê li dijî tecrîdê de, bêalîtî, bêdengî xizmeta dijmin e.

Ez edebiyatê derî siyasetê, siyasetê jî derî felsefê nabînim.

198872 375 edebiyatXala duyemîn: Baweriya min ew e ku, nivîskarê çavdêriya dema xwe neke, ji berpirsiyariya dema xwe jî dûr dikeve. Bêguman nivîskarên ku romanên dîrokî dinivîsin pirr hene. Lê yek ji wan nivîskaran nikare, rol û mîsyona xwe ya civakî, yanî sosyolojîk bilîze. Çima? Zimanê wan, hunandina pirtûkên wan ji “vakayinuvis.” dûr bin jî, nikarin xwe ji davika “edebiyata felzekê” xelas bikin.

Di van rojên ku li herêmê dîrok ji nû de tê nivîsandin; hêzên herêmê li ser dengeyên nû têne rûnandin de; destîniya gelê kurd jî diyar dibe. Her pengav giring e. Ji ber ku her gotin, her hevok, her gav, her pêkanîn, bi xwîna civanekî, zarokekî, qîrêna dayikekê tê neqiş kirin. Lewma dengê nivîskaran, çavdêriya wan giring e.

Bêguman neynika nivîskar, berhemên wî ne; hêza wî jî gotinên wî ne.

Edebiyat gotinek erebî ye û ji “edeb”ê tê. Lê “edeb”, ketiye qonaxa “edeb-î kelam”, “edeb-î huner”, yan jî “edeb-î amûz” û rola xwe dilîze. Wateya van gotinan teva, mamostatî û fêrkirin e. Yanî edebiyat, di wateya zanista “asaletî, zerafetî, nezaketî, zekewî-hişmendî” yê. Ne tenê ziman, mêjî û bedena mirov jî “edeb” dike. Edebî huner, edebî amûz ev e. Bi vê mebestê edeb, weke çavkaniya “xislet û nirxên pîroz” tê binavkirin.

Dema ku, ev xislet û pîrozî gihiştin mirovan, gihiştin civakê; mirov û civakê têgihiştî, zana, demokrat, dilsoz, xwedî taybetmendî dike. Van xisltena jî di hunerê “xwedî derketin û parvekirina adîlane de” derdixe holê. Edebiyata ku rola xwe bilîze, civakê bi nirxên “efrûzî” sazkar dike.

Eger civak ji giyanê afirgeriya felsefîk dûr bikevê, hingî ji arêna dîrokê jî dûr dikeve. Edebiyat sênca afirgeriya felsefîk e. Lewma barekî giran li ser milê nivîskar û rewşenbîrên kurd e. Her nivîskar û rewşenbîrên kurd, mecbur e ku xwe wek gerilayekî, wek milîtanekî qelemê bibîne. Luksa pêvajoyê, ji hewldana bêalîtî û bêterefiya revok re nîne. Sosyolog dibêjin: Bêalîtî, felcbûn e

Mînak: Li Parîsê dilê gelê kurd hate kuştin. Kuştina 3 jinên kurd, li bajarê ronahiyê Ville Lumièr, tê wateya kuştina Şoreşe Frensa; tê wateya edaleta engizisyonê, tê wateya faşîzmê. Di vê heyamê de, engizisyon jî, faşîzm jî hatiye mahkum kirin. Ev yek.

Mînak: Di nava 4 salan de li Kurdistanê û tevahiya Tirkiyê, li dijî gelê Kurd qirkirinek siyasî tê meşandin. Ev qirkirin, skandalên huquqî û haqareta li gelê kurd, li kultur, ziman û rûmeta kurd e. Ev du.

Mînak: Her operasyona leşkerî kuştina cografya Kurdistanê ye. Kuştina xaka mirov, hewa mirov, ciwan û dahatuya mirov e. Di van operasyonan de, çekên kimyewî têne bikaranîn û komkujî pêk tên. Ev sê.

Mînak: Roboskê, Helebçeya duyemîn e!... Ev çar.

Mînak: Çar hezar gundên kurdan hatin şewitandin, bi milyonan mirov hatin koçber kirin. Ev pênc:

Mînak: Erdnîgariya Kurdistanê bûye nexşeya gorên komî. Ev şeş.

Li hemberî van mînakan, ne Sholohov, ne Victor Hugo, ne Dostoyewskî, ne Balzac, ne Pîcaso, ne Gogol, ne Gunter Gras, ne jî Sartre bêdeng maye. Pirtûkên wan, neynika vê rastiyê ye. Bûne berdevkê dema xwe û qelema xwe wek şûr bikaranîne. Divê kes xwe bi lîberaltiyê nexapîne.

Lîberalîzm, destpêka kuştina kolektivîzmê ye. Dibin navê “xweser”iyê de, bazara mirovên otorîter sazkar dike. Otorîte, bawerî, ol, pîrozî û nirxan nasnake, lê bi îddîa gerdûnî derdikeve holê û di her karûxebata xwe de dirutiyê dike. Vê dirûtiya xwe jî, ji hêza otorîter distînin. Ev navê AKPê ye.

Dema ku kanun bû gotinên di nava du lêvan de, detshiilatdarî dest pê dike. Bi vê mebestê nivîskar û rewşenbîrên Kurd, mecbur in dema xwe bixwînin û bibin bersiva demê.

Gelê kurd, bi destê AKPê tê kuştin. Serokwezîr Erdogan jî, bi edebiyata maxduriyetê dest bi siyasetê kir; lê wek mîratzadeyên 12ê Êlûnê û emperetoriya tirsê derkete holê. Eger, nivîskarên kurd îro, qelemşoriya xwe ya di hêza “edeb-î amûz”, ya “edeb-î huner” de bikar neyînin û weke pêşengê civaka “efrûzî” dernekevin holê. Hingî gunehkariyê dikin. Siyaset zanist e û hunerê pêşengiya civakî ye, eger nivîskar û rewşenbîrên kurd ji vê hêzê dûr bin, paşeroj waweylê ye.

Medeni FERHO