Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan kete sala duyemîn.
---------
“Êdî ev alî û ew aliyê sînor bûne çîrok”
Ev gotinên serokê Konseya Rêvebir a KCKê Birêz Murat Karayilan in. Ev destpêk û dawiya dîroka dagirkeriya çend sed salan e. Encama şerê 30 salî ye. Rengê gihiştina qonaxa îro ye. Destîniya çar parçeyên Kurdistanê ye. Yekemîn car, min Murat Karayilan wek generalekî destanî li hemberî artêşa dagirker a Tirk û di edebiyata devkî ya gelê Kurd de bihîst û nas kir. Piştre em hatin cem hev û min beşûşiya wek ronahiya paşerojan di rûdêna wî de dît. Cara yekemîn, min ji devê wî bingeha destanên di edebiyata devkî de hatibûn avakirin bihîstin. Êdî gotina “lehengê destanên paşerojan” rastiyek bû.
Edebiyata devkî, dîroka gelê kurd e û encama wê jî efsaneyên kozmîk in. Rastiya jiyana qedîm ya gelê kurd e. Li gorî Heredot, destan bûne bingeha dîroka mirovahiyê. Du stûnên dîroka Heredot hene; yek destan e, yek jî serpêhatî û çîrok in.
Di dîroka Kurdîstanê de, destan jî hene serpêhatî û çîrok jî.
Ji 23ê Temmuzê û heta îro, li Şemzînanê, gerilayên Kurd destanên nû dinîvîsîn. Berî du rojan, serpêhatiya Gerila Helo Mihabad, wek pakêtekê di Radyoya Dengê Mezoptamya, bernameya Rojane de hate weşandin. Helo Mihabad û 2 hevalên xwe, wargehê stratejîk “Girê Şehîd Rehîme” diparêzin. Berî hingî ew gir, di destê hêzên dijminên dagirker de bû û ji aliyê gerila ve hatibû azad kirin. Helo Mihabad û 2 hevalên xwe jî, ji bo parastina wî wargehê stratejîk li wir dimînin.
Hêzên dijminên dagirker jî, ji bo bidestxistina Girê Şehîd Rehîme, bi hejmarek zêde û gelek caran êrîş dikin; 3 gerila bi berxwedaneke destanî şer dikin û wir diparêzin. Îro jî, ew cihê stratejîk di destê gerila de ye. Destanê ku 3 gerîlayên dibin fermandariya Helo Mihabad de, tenê yek parçe, yek xeleka cengaweriya gerilayên Kurd e.
Gerila Helo Mihabad dibêje; “Di navbera min wan (eskerê dijmin) de 8-9 metre hebûn. Min, hedef girt û gule li wan reşand. (…) Eskerên dijmin şelîşîn, şaş bûn, reviyan, hineka ji wan jî qîr didan û direviyan. Min reva wan û tirsa ku li wan peyda bû, şaşbûna wan dişopand.” Ev gotin mina destanê şerê TRUVA ne û gotinên çîrokbejiya destanî û jiyana di nava derya mirovahiyê de ne.
Gotinên Gerila Helo Mihabad ne metafîzîk in, ne fantazî ne. Rastiya jiyana ku sê gerilayên kurd, bi xwedawendên mîtolojîk re, li wargehê Kawayê Hesinker û Promethause, wek şopdarê gerilayê efsanewî Agîd, li wargehên pîroz û çavkaniya destpêka jiyana mirovahiyê ne, nirxên mirovahiyê diparêzin e.
Dema ku mirov di vê çarçovê de, li gotinên Murad Karayilan dinêre, wate û giringiya wan gotinan baştir tê dîtin û fêmkirin.
Lewma gotina herî baş ku ez dikarim bêjim; Aliyekî dilê min Qamişlo ye, aliyek jî Şemzînan e. Her çiqasî gotinên pîroz bi pêşî gotinê dest pê bikin jî, wateya gotinê, di "mythos", "epos", û "logos" de, xwe didine diyar kirin. Ev teva têne wateya çîrok, darbimesel û efsaneyan. Sê gotin bingeha dîrokê ne û zanista civakî û fîlozofî diafirînin. Wateya gotinên gerila Helo Mihabad, ji aliyekî ve destanan û metafîzîka ku bi Promethause û Kawayê Hesinker dest pê kir, bi Agîd, bu navê sedsalê û bi cengaweriya gerilayên Kurd bû dîroka gelê kurd e. Eger, weke ku Murad Karayilan rastiya encama şerê 30 salî aniye ziman; delaliyek EPOSê derketibe holê, bandore MYTHOSê jî xuya bike û serkatina LOGOSê jî hebe, wateya “operasyona gerilayên Kurd li Şemzînanê” baştir tê fêm kirin. Ev jî pêvajoya dîroka nû ye û berhemderiya destanî ye, ku bandorê li tevahiya herêmê, piştre li mirovahiyê dike ye. Ev bingeha jiyana bi rûmet û ezel-ebed e. Bi gotina zanistên Ionya’yi, têgihiştin û fêrbûna "physiologoi", yani rastiya mirov û mirovahiyê ye. Ev rastî bi gotin û pratîkê de, li Şemzînanê “bi beden û can” dibe. Beden û can, kanunên xwezahî ne… Bi mirovahiyê re û di jiyana rastî û nirxên xwezahî de; wek maf, nirx û pîrozî pişkivinîne. Îro jî bi hişmendiya Ocalan wek sîstemekê ava dibe.
Êdî ne tank û topên roma reş, ku li tixubê Rojavayê Kurdistanê rêz kirine û ne top, helicopter û balafirên şer, ku di ser Qendîlê re dirêsin û li Roboskî komkujiyan dikin, dikarin rastiyê ji holê rakin, herka çemê dîrokê bidin rawestandin.
Lewma gotina xwe dubare dikim; Aliyekî dilê min Qamişlo ye, aliyek jî Şemzînan e. Êdî di pencereya rastiya gelê kurd de, rastiya gelên herêmê tê dîtin. Ne bextreşiya dijminên dagirker û ne nankoriya kesên hevsarkirî dikare vê herka çemê dîrokê biguhere.
Medeni FERHO