Rêveberiyên xweser yên Kantonên Cizîr, Kobanî û Efrînê di serî de li Rojava û li hemû gelê Kurdistanê pîroz be.
Hemû cihan, dewletên netewe û desthilatiyên hegemon bi Cinêv-2 re mijûldibin. Lê gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê bi demokrasî û wekheviyê re mijûldibe. Gelê Kurd li Rojava di nava hefteyekî de 3 meclîsên rêveber avakirin, lê hemû hêzên dagirker kombûn, hefteyekî nîqaş û nizam çikirin û di encamê de destevala man.
Hema bêje hemû hêzên Kurdistanî jî di navê de, kesek nema ku bêje “hewceye Kurd beşdarî Cinêv-2 bibin”. Dibe ku ji hêlekî ve mafdarbin. Lê belê ji bo gelê Kurd tu demê vebijêrkek tenê nîn e. Ya ku dihate ji bîrkirin ev e. Bê alternatîfî nîn e. Di şoreşên gelan de alternatîfa herî mezin hêza cewherî ya gelan bi xwe ye. Ji xwe ya ku li Rojava pêkhat jî ev e. Bê minet, bêyî ku stûyê xwe li hinek efendiyan bitewînin, bêyî ku destê xwe li kulmek bûrjûvayan vekin, bi serbilindî pergala xwe avakirin.
Kete sala sisiyan ku li Rojavayê Kurdistanê pêngava şoreşê hatiye destpêkirin. Gava herî xurt û dîrokî şoreşa gel ya 19’ê Tîrmehê bû. Piştî wê jî gavên avakirina jiyana azad li pey hevdu hatine avêtin, hîna têne avêtin û wê bêne avêtin jî. Ji parastinê bigire heya tevgerkirina jin û ciwanan, niha Rojavayê welêt ji bo cîhanê nimûneyeke neqane ye. Eger ku li hêviya hinek hizbên kurtêlxur(rantxur), hevkar û komprador bima, wê roja yekê heya îro xaka Kurdistanê û hemû dewlemendiya wê, bihust bi bihust, gram bi gram bihata firotin. Bi vî awayî wê gelê Kurd mihtacî hinek efendiyan bikirana û bi xwe jî bibûyana delaliyê ber dilê efendiyên xwe. Lê şoreşa gel ev pîlan di qirika wan de hîşt. Hewceye wisa bê kirin ku heya ew bixeniqin jî dest ji qirika wan neyê berdan. Ji xwe bi dehan salane van hêzana welat pêşkeşî hêzên serwer kirin û tenê jiyana xwe girtin bin ewlekariyê(eger navê wê jî ewlekarîbe!).
Me ew pirî caran ceribandin. Heta em bêjin me pirî caran îrada xwe teslîmê wan jî kir, da ku ji me re rêveberiyê bikin. Lê belê ew tenê ji bo malbata xwe xebitîn û welatperwerî dane hêlekî. Ne hewceye ku em wana bi navbikin, destnîşanbikin. Wekî çirayeke pêketî şewq didin derdora xwe! Di encam de derket holê ku ev kes û komana ne dost, dijminê gelê xwe ne. Herî dawî di mînaka Til Hemis û Til Berakê de jî hate dîtin ku nokerin, sîxurin, hevkar in. Bi diijminan re yar in. Yekane hêza parastina hebûna Rojava YPG’ê ixbardikin. Dixwazin ku hemû şervanên wê bêne qirkirin û Rojava bikeve destê neyaran. Hey hewar! Ma sînorê nokeriyê jî heye. Ma mirov evqasî dibe xulamê xwediyên xwe? Niha em pirsdikin; ev ji bo Rojava rewa ye? Ma gelo Rojavayê evê qebûlbike? Ma wê gelê Rojava yê qehreman bersiva van komik û çeteyan nedê?
Esas ne tenê Rojava, hemû gelê Kurd divê di carekî de derseke wisa bide van derûdoran ku careke din bi ser xwe ve neyên. Çiye êdî em li van kes û komên ketî re tehamuldikin? Emê heya ku derê wana li ser pişta xwe bikişînin. Barekî giranin bi ser me ve mane. Roj ne roja hewandina hevkaran e. Divê hema em yekser ji wan xelasbin. Temam bila şansê riya rast bê nîşandan. Lê eger ew jî nebû êdî heya ku derê ew êşkenceyê bê kişandin. Ma em mecbûrin ku wana bi xwe ve daliqînin û bimeşin. Bûne bargiranî. Li her çar perçeyên Kurdistanê ev kes û kom têne zanîn. Heman kom û kesin ku nahêlin Kongreya Netewî jî kombibe û ji gelê Kurd re bibe îrade. Mirovekî çawa ji bo gelê xwe nexwaşiyê dixwaze? Mirovekî hevkar, berjewendiya şexsî parêz, xwe firoş û hwd. Wê demê ew kesên ku naxwazin gelê wan yanî gelê Kurd çavê xweşiyê bibînin çine? Divê ev pirs bê bersivandin û li gorî wê helwest bê danîn.
Eger qedera me di destê wana de bûya, niha em li Rojava hîna jî bindestbûn. Kî dikare bêje na ne wisa ye. Kî bêje wê rast nebêje. Heqîqet çiye? Heqîqet Kantonên Xweser û Demokratîk in. Herkesî wisa bawerdikir ku eger Kurd beşdarî Cinêv-2 nebin wê bişkên û xwe bavêjin bextê zaliman. Naaa! Êdî ew dewran derbas bû. Bila kes qusûrê nenêre. Tevgera azadîxwaz ya gelê Kurd ji destpêkê ve dabû zanîn ku ew di herêmê de xeta alternatîf ya azadî û wekheviya gelan temsîldikin. Eger hemû faşîst di eniyekî de bêne li gel hevdu, bê guman wê gelê Kurd jî helwesta xwe diyarbikira û kulma xwe li masê bixista. Ya ku li Rojava pêkhat jî ji xwe ev bû. Gelê Kurd bi hêzeke mezin kulma xwe li masê xist û peyama xwe da der û cîranan. Êdî kî çi fembike. Bila tu kes xwe neke pişt perdeyan û nebêje ‘bêyî hikumranan jiyan nabe’. Ev şaşe. Wê ev gotinên hinekan di ber wan de bimîne. Wê di nava derewên xwe de bifetisin.
Li Rojava temam bû, niha jî di dorê de Bakûrê Kurdistanê heye. Li Bakûr jî bi hinceta hilbijartinên 30’ê Adara 2014’an divê em gaveke dîrokî ber bi xweseriya demokratîk ve bavêjin ku dost û dijmin herkes bizanibe ka gelê Kurd xwedî kîjan hêzê ye û dikare çibike!
Bi taybetî ciwanên şoreşger ku di şoreşa Rojava de roleke diyarker lîstin divê destûr nedin van kesan ku ewqasî bikevin nava me da ku sîxuriyê bikin, hevkariyê bikin. Bila keda me badilhewa neçe. Dîsa ciwanên soreşger dikarin li Bakûr jî bi heman rengî hêza xwe ya rêxistinkirî veguherînin çalakiyê û ji bo avakirina komun, meclîs û rêveberiyên cewherî seferberiyê avabikin. Em dibînin ku çalakiya herî mezin û encamgir ev e. Ji ber wê ye ku hemû hewildan û keda mezin ya Rêber APO di vê derbarî de ye. Berî her tiştî ji her hêlê ve ji dijminan rizgarbûn û bi vê ve jî girêdayî avakirina jiyana azad! Keda herî mezin eve û em encamên wê jî li ber çavan dibînin. Heqîqet çiye? Heqîqet Kantonên Xweser û Demokratîk in. Encama keda mezin ev e.
Serhad Tendurek