HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Her demsal bi rengê xwe xweşe. Bihar bi şînahi, kulilk, baran û teyrokê xwe bi wateye. Remza biharêye vejîn. Her tişt, her zindî di biharê de xwe ji nû ve diafirîne. Şitlên dara roj bi roj bilind dibe, ji rojên havînê re, dibe dergûş, dibe hawên. Di vê demsalê de jî hemû gerîla wekî zîndîbûna xwezayê, zindî dibe. Dest bi liv û tevgera nû dike, amadekariyên xwe dike, xwe nû dike, li der û dora xwe digere, nas dike, bi xweza yê re jiyan dike. Debara xwe ji xwezaya, di vejîna biharê de dike. Cûr be cûr gîha berhev dike; soryaz, lûş, guhereşk, sipîng, kereng, tolik, kuwark û bi dehan cureyên din... Rêwaz dîsa gihayeke herî bedew ên çiyayên Kurdistanê ne. Li qadên gerîla bi taybet jî li herêma Qendîl û Xinêrê dîsa li herêma Xerzanê pir zêde şîn dibe û tameke hinek tirş, bi navê xwe yê din mûza bejî (yabanî muz) di rêwitiyên gerîla de rengeke cuda dide wê meşê. Di rêwitiyên biharan de bi baranê tavî de car caran şil dibe û li ber agirê biharan xwe zuha dike, bi çayvexwarina ji çeydanê reş, hemû westana xwe ji bîr dike gerîla. Weke nûbûna xwezayê, gerîla jî bi her biharê re nû dibe û bi hêviyên mezin dest bi kar û xebatên sala nû dike.

Havîn bi germahiya xwe tê zanîn. Di vê demsalê de her fêkî distewe. Bax, bexçe, zevî û bîstan berhemên xwe diyarî mirovahiyê dike. Wekî sitewîna nebatan, pêvajoya siyasî jî germ dibe. Piştî amadekariyen demdirêj ên gerîla êdî dest bi tevgereke xurt dike gerîla. Çalakiyên gerîla di vê demê de zêde dibe, herweha tevgera wan jî zêde dibe. Gelek gerîla ji ber guhertina qada tekoşînê dest bi rêwitiyên dirêj dike. Di destpêka havînê de herkes berê xwe dide qada xebatê ya nû. Bi gihîştina herêma xwe dest bi hewldana naskirina wê qadê dike. Hevalên nû nasdike, eraziyên nû dinase. Çawa famkirina jiyanê çavkaniya azadiyê be, naskirina qada tekoşînê jî ji bo gerîlayekî tê wateya serkeftinê. Derdora xwe çiqas binase, şîverêyan, zinaran, latan, kaniyan, şikeftan, binberan (bin zinaran) çiqas binase ew qas dikare tekoşîneke serkeftî bide meşandin. Kurd û çiya adeta di heman wateyê de tên bikaranîn. Dema dibêjin çiya Kurd tê bîra min. Çima nizanim lê girêdana bi çiyayan bijareyên min ê hemû jiyanê diyar kiriye. Hîn beriya tevlêbûna nava refên gerîla, cihê çiyan cuda bû. Çavên min her li çiyan bû, min her dixwest biçim asoyên herî bilind ên çiyayê xwe. Ji xwe girîngiya çiyan a ji bo parastina çand û zimanê kurdî tê zanîn. Pêwîst nîne li vir jî were ser ziman lê, hezkirina çiyan dikare bandorê li hemû jiyana mirovan bike.

Payiz jî li herêmên gerîla de pir bi liv û tevgerê derbas dibe. Him hemû qad ji bo li dijî neyar û dagirkeran çalakiyên xurt li darbixin di nava hewldanan de ne, him jî ji bo amadekariyên xwe yê zivistanî xebateke kûr û veşartî tê meşandin. Tê zanîn rêgeza sereke ya gerîla veşartîbûne. Ji bo wê jî dema amadekariyên xwe yê zivistanî jî dike ango baregehên xwe yê zivistanî saz dike, bi disîplîn û hassasiyeteke mezin tevdigere. Li herêmekê yekîneyeke gerîla di xebatên bicîhbûna zivistanî de girîngiya pêwîst nîşan nedabe an jî hemû xalên veşartîbûnê bicîhneanîbe wê salê ew herêm derbe xwariye. Ji xwe li ser wê jî şert û mercên zivistanî yên giran jî li ber çavan were girtin, girîngiya amadekariyan bêhtir tê fam kirin. Hemû gerîla kedkar e, di her kêliya jiyanê de bi keda xwe jiyana dixemilîne, dewlemend dike, xweşik dike û bi wate dike. Ger di her kêliyê de ked nebe, kar û xebat jî serkeftî nabe. Dîsa kolektivîzma di nava gerîla de hemû astengiyên fîzîkî an jî lawaziyan dinuxumîne, vîn û baweriya xurt mirov li ser lingan dihêle, ya rasttir dide meşandin. Di yekîneyekê de li gel karbeşiya heye, herkes heta ji destê wî-wê tê dibeze hemû karî, adeta di kar de pêşbazî heye. Çawa rojbaş tê kişandin an jî ji xewê radibin hemû yekîne bi hevre diçin dara kom dikin paşê bi hevre karên din ê rojane berdewam dikin.

Zivîstan jî di jiyana gerîla de ciheke pir girîng digire. Ji xwe her demsal li gel xweşî, awantaj û rengîniya xwe zehmetî û dezawantajên wan jî heye. Yek ji demsalên zehmetiyên xwe herî zêdene jî demsala zivistane. Ji ber bilindbûna çiyayên bi heybet ên Kurdistanê, berfa zêde her sal hemû derê sipîdike. Adeta dibe kefena xwezayê. Hemû dever bi spîbûna berfê tê nixumandin. Hin war û qad hene ku çend metre berf lê dibare. Li gelek deveran aşût dikeve, ji ber naçariyê rêwitiyên hebin, riya çend xulekan dibe çend saet. Carna ji ber mij û moranê, ba û bahozê gav avêtin jî ew qas diwjar dibe ku mirov bawer nake ku wê ew dem bi dawî bibe. Lê çawa gerîla her dema jiyana di her demsalê de rengîn dike, bedew, dewlemend û bi wate dike, meha zivistanî jî bi heman rengî bi wate dike. Gerîla dizane ku sala berfa wê zêde be, wê pirsgirêka avê ya bihar û havîna sala were kêm be. Ango wê ev hemû ji bo kanî bi coş biherikin, demdirêj bimînin û yên nû jî biteqin ango kaniyên nû biherikin pir girînge. Berf çiqas zêde bibare wê ax ew qas têr vexwe. Dîsa ji ber ku gerîla li cihên herî bilind, dûrî kanî rûbaran bi cîh dibe, hemû ava xwe, bi hilandina berfê bidest dixe. Çaya gerîla li gelek deveran ya berfêye. Rengê çaya berfê hinek şolî be jî weke ya kaniyan ne zelal be jî mirov jê têr nabe ango têhna mirov naşkîne. Berfa zêde dîsa ji bo komkurina avê, ji bo bihar û havînê jî pir pêwîste. Li gelek herêmên kaniyên wan zû diçikin an jî dûrî kanî û rûbarane, gerîla bi berfa zivistanî avê vedişêre, kom dike û ji bo havînê jî amadekariyê xwe dike.

Xulase her demsal bi rengê xwe xweş e û gerîla bi jiyana xwe û bi afirîneriya xwe her demsalê xweştir, dewlemendtir û bi watetir dike. Dîsa berf kete çiyayê bilind ê Kurdistanê. Dîsa zivistanê ruyê xwe nîşanda. Ji niha ve diyare ku havîn û payiz bi tekoşîn û berxwedana gerîla, gel û girtiyan germ derbas bû wê ev zivistan jî bi heman rengî bi berxwedan û tekoşînê derbas bibe. Ango avisê bihareke mizgîniya azadiyêye.

Memyan Jiyanda