(Çavdêriyên V. Konferansa HPG’ê - I)
V. Konferansa HPG’ê bi coşeke mezin pêk hat. Me berê yek du nivîs nivîsandibû. Encax ji ber ku naveroka konferansê wê têrî çend nivîsan neke, belkî biryarîbûnan wekî rêzenivîsek em bidine, wê zêdetir balkêştir bibe.
Mijareke herî girîng ku di konferansê de li ser hate sekinî pirsa, wê çawa gerîlayek baştir, şareza, arastek(donanımlı) û profesyonel bibe.
Tê zanîn, gerîla hêzeke her dem xwe ji nûkirinê re peywirdar e. Tişta ku herî zêde neçar dihêle ku gerîla xwe nû bike, hêzên ku gerîla pê re têdikoşe ye. Di vê rewşê de di nûbûna gerîla de, hêza herî diyarker hêzên leşkerî yên dewleta TC’ê ne. Em dikarin helwest û sekna dijminane ya hêzên navnetewî li hember gelê kurd jî lê vê zêde bikin. Tê zanîn Artêşa TC’ê bi milyar dolaran û razemeniyên teknîkî hewl dide xwe nû bikin. Bavên wan ên emperyalîst jî, pere û perwerdehiyên teknîkî û leşkerî ji wan kêm nakin. Vî pereyî jî ji berîka feqîr û xizanan digirin. Hêmaneke din a girîng jî li hember taqtîk û şerê gerîla ku bi pêş xistiye, ji bona sîstema parastina xwe di nava hewldana nûbûnê de ye. Ji bona ku gerîla zêdetir bi bandor bibe, ji bona ku sîstema parastina dijmin qebas bike, neçar e ku taqtîkeke ku vê sîstemê derbas bike bibîne.
Bi kurtasî, gerîla li gorî hêza dijminê ku pê re şer dike, xwe nû dike. Ger hebe kêmasiyek, tespît dike û dikeve nava hewldanan ku vê qebas bike. Cewhera vê taqtîkê ev e ku, li hember dijminek ku di warê teknîk û taqtîk de xwe nû dike û bi pêş dixe, xwe bîne asteke ku têk neçe. Yan jî pêwîst e ku afirîneriyeke taqtîkî ku tu carî têk naçe bê raberkirinê.
Vaye di V. Konferansa HPG’ê de, xisûsa herî girîng a ku li ser hate sekinandin, wê çawa gerîlayek tu carî têk neçe û xwe bigihîne vê astê derkeve holê. Ravekirina herî xwerû ya gerîla, di her şert û mercî de ji bona mengiyên(ideal) azadiyê her cure şerî bide ber çavan û tu carî serî netewîne.
Formûleke gerîla ku tê zanîn heye. Ji vê re formûla pênc tilîk û zêdek yek tê gotin. Yanî; însiyatîf, afirînerî, qutkirin, lezgînî, tevgerbûnî û disîplîn. A rast ji berê de, dema ku em disîplîn dibêjin, em disîplîna cewherî fêm dikin û em wisa nêzîk dibin. Formûla pênc tilîk û zêdek yek, gotin di cî de rêzikên gerîla yên nebe nabe ne. Yanî rêgezên jiyanî ne.
Wekî ku me got, sîstema parastina dijmin, teknîk û arastekî welhasil her tiştê dijmin, têkoşîna gerîla ku daye guhert e. Dijmin neçar ma ku, xwe nû bike. Jixwe dijmin bi vê baweriya xwe tîne û çep û rast davêje. Bi vî awayî bi artêşa bi pere –hûn ji vê re hêzên faşîst falanj li Îspanyayê, an jî jê re dikarin bêjin lejyonerê li Romayê- li hember berteka ji ber mirinên zarokên gelê tirk ku derê, wisa rê li ber digirin. Rastiya heyî, ev leşkerên bi pere, li hember gelê tirk dibine sûbabê ewlekariyê.
Vaye eniya gerîla li hember vê rewşê ji bona ku xwe bi tevahî bigihîne rêxistinbûnekê, gelek nîqaş kir. Di encama van êrîşan de, em ber bi gelek biryarîbûnan ve çûn. Gerîla ji bona ku xwe bîna pozîzyoneke ku tu carî têk neçe û ji bona ku rewşa gerîlayê klasîk derbas bike, bi vê hişmendiyê xwe ji nû ve ji ber çavan derbas kir.
Dema ku em windahî û şehadeta gerîlayên me lêkolînbikin, ji sedî nodî şehadetên me, aşkereye ku me heq nekiriye. Şehadeta rêhevalên me, ne ji ber bihêzbûna dijmin e. Di konferansê de hate tespîtkirinê ku windahiyên me ji ber negerîlabûyînê ye. Yanî ji ber rêzik û pîvanên gerîla neanîna cî ye. Bi vê nirxandin û tespîtê re girêdayî, biryar hate girtin ku misoger pêwîst e gerîlayê nûjen ku dem vê dixwaze pêk bê. Ji ber yekê, tenê xwenûkirina gerîla têrî nake, divê gerîla xwe di kokê de bi tevahî ji nû ve saz bike.
1- Divê di şûna veşartîbûna klasîk de, veşartîbûna kûr esas bê girtin û vê têgeha veşartîbûna kûr di bin hişê her hevalî de bi cî bikin. Veşartîbûna kûr tê vê wateyê ku, tevgeriyeke bi tu awayî neketina denetima dijmin e.
2- Armanceke dîtir jî, bipêşxistina kamûflayeke zirav e. Di vir de jî armanca ev e ku hemû teknîka dijmin vala derxistine.
3- Divê tarzeke jiyana gerîla ku xwe dispêre disîplîna cewherî û vê yekê bi serkeftinê li her derê pêk bîne û kesayetiyeke serkeftî pêk bîne. Wisa ku yekbûna mejî û dil re, bêyî ku cî bide gavên hestiyarî, di asta herî jor de û bi sebr her dem însiyatîfê di destê xwe de girtin.
4- Dema ku bixwaza rast bi cî bibe, divê qet xuya neke.
5- Wê bi jiyaneke bizanebûn û tarzeke tevgerîbûna bi plan û kontrolkirina her kêliyek, wê gerîlayek nû bê afirandin.
Bi kurtasî V. Konferansa HPG’ê ji bona gerîlayek ku tu carî têk neçe biafrîne, di asta herî jor de xwe gihandiye biryarîbûnê û li vê gavê re jî ji bona ku gerîlayê nûjen bê afirandin jî, pêwîst e ku xwe ji nû ve ji ber çav derbas bike.
Yek xisûseke girîng a gerîlayê nûjen jî, xwe li gorî têkoşîna demokratîka siyasî tanzîmkirin û bi pêş xistin e. Ev tê vê wateyê ku, hemû biryarên siyasî yên Tevgera Azadiyê ya Kurd wê bizanibe û wekî peywir nêzîk bibe. Vê nêzîkatiya xwe jî di qadên têkoşînê de jî pêk bîne. Bi gotineke din, her guleyeke ku diteqîne, wê ne berevajiyê têkoşîna siyasî be. Wê her guleyeke ku diteqîne, xwedî giraniyek be.
Kasım Engin