Ez li haveynê agirê Promethausê dîroka winda digerim..
Hey Promethaus, haveynê agirê winda bide min... Bide min ku, destanê tew biqîrim û di ple û bergên daristanên Çiyayên Zagrosê de, bi nîgarkêşiyek Xwedawendî neqiş bikim. Tu di kîjan çavkaniya neftê de hatiye veşartin Ey Promethaus?
Tu di kîjan boriyên erdgaza di ser singûberê min de haitine dirêjkirin de hatiye veşartin? Tu, di kîjan kûlkeserê de, di kîjan birîna dîrokê de, di talangeriya dgairkerî de hatiye kuştin?
Hey Promethausê dîroka winda, ez di sê danên rojê de tême kuştin.
Li Imralî, haitme zincîr û lele kirine.
Dîse jî, ez kîna jiyana bi rûmet diqîrim û dibêjim: Ez agir im,
Ez mîratzadeyên dîroka qedîm im, di haveynê rojê de rûniştî me, di bedena malzaroka erdê de tirşûtovûbizrî me, dikelim, difûrim... Di kolaneke Deh Malikan de, li baxçê Nuhê Kal, bi hêviyeke tejî stêrik, bi reng û şemala evîneke birçî katdayî me.
Di bedena min de, heeey Promethaus:
Gul pişkivî, agir pişkivî, gotin pişkivî,
Mirov pişkivî, evîn pişkivî, helbest pişkivî,
Hêvî pişkivî, dîrok û destan pişkivî,
Pêpelûka ber bi ezman pişkivî û wek destanên qedîm lehengên hemdemî ber bi ezmanan hilpirikîn. Ref bi ref çûne erşê heftan, niyaz û nimêjên veşartî berhev kirin û hatin, bi serê teliyên lerzok, bizrê jiyanê di malzaroka axê de çandin. Ku şitlên rihanê bi şitlên indeko re, bi basimbara biharên revok re, bi darûdeviyan re, bi gul û gulbijêrkan re, di kefa mista karxezalên welatê min de vekin.
Nuhê Kal, bi dewsên tirsonek, bi awireke revok û hêdî hêdî...
Bizmarek li kêştiyê da û wek çavkaniya jiyanê bangî canlidaran kir...
Hingî navê destanekî hate nivîsandin, navê berxwedanê bû ev...
Ev destan, bû navê kêştiya Nuh
Li serê Çiyayê Hûda hate rûnandin
Dibin banê ezman de bû peymaneke ademî û stêrik vekirin
Piştre Nuhê Kal, ji kolana bajarê Cizîrê mistek av anî û bi usima hezar salan qewî kir, li ser dilopa xwehdana lehengên welatê min danî, piştre di kefa mista zarokên Amedê de danî, li ser bircikên bedena Amedê, bi dengekî bilind, navê cengaawerên welatê min, sê caran, wek ayetên xwedayî xwendin.
Bi berbangê re, di nava pêlên ava Dicle de ber bi kûraya mezopotamya ve dirêj kirin.
Hingî dengê ezman weliya, di nava lorandineke bêhnbirehayî de şeqitî, hat û hat, li bêndera dilê manşêtên rojnameyekê de rûnişt. Hingî navê gerileyên welatê min, yek bi yek di atlasê dilê helbestan de nivîsîn.
Bûne şelîpaneke niyazan û wek niviştokên êşa di bedena Promethaus, mezin bûn, bûne kevirê di destê zarokên li kolana Amedê... Bûne nimêjên roja înê li meydanan... Bûne navên ezberkirî ku li zarokên hîna nebûyî têne kirin
Di wan rojên ku qewlên jiyana nû dihatin nivîsandin û derwêşan helbesta jiyanê wek libên tizbihê darvedikirin... Di germahiya dilên lehengên welatê min de, agirê Kawa gûr û gel bû, haveynê di Kêştiya Nuhê Kal de, di şana mêşa hingiv de şana jiyanê dihuna..
Da ku hevalên zarok, helbesta jiyanê bixwînin
Da ku, di kenê xwe de hêviyê şah bikin
Da ku ronahiya reşka çavên xwe, wek xeftanekî hevrîşmî li kevokan bipêçin û wek kenê lehengên welatê min û helbesta keça gerila, û çerxa jiyanê li hev mehr bikin, bi usima jiyanê li ser diranên çerxa şevûrojê deynin û pêjna dewsa guhertinê li cîhanê teva bela bikin...
Ji deştan bibin gund û bajaran... Li ber kaba dayikên westiyayî deynin... Bibin rondikên çavên karxezalan... Bibin ahên û kûlkeserên veşartî... Bi pakrewanên welatê min re rahêjin baqek helbestên Ehmedê Xanî, bajar bi bajar bigerînin, li derîstana her malê, li ber stuna her konê koçerî deynin, bi stranên Miradko qewî bikin, wek arya di dîwana stêrikan de bilorînin.
Hingî Meleyê Cizîrî
Wê ahenga evîna helbestên xwe biqîre
Hingî Meleyê Bateyî
Wê nîgarkêşiya helbestên xwe hildêre
Hingî, ala rengên erdûezmanî, rengên rojûevînî, ji serê Çiyayên Kurdistanê, ref bi ref dakevin jêr û erdûezman bi jiyan azad û mirovên bextewar bixemilînin.
M. Bagok