Hemû civak û netew di gelek serdeman re derbasbûne ku tê de berxwedan û qehremantiyên bê sînor nîşandane, ev hemû jî di şerê li beramberî şahristaniya neteweperest de, piştî ku bajarên imbiratoriya yekemîn ya serdestê cîhanê bi her awayekî desthilatiya xwe li ser mirovahiyê daye çêkirin, ev jî bû neden ku hemû eşîre û qilan û bavikên ku di kûratiya çiyan de dijiyan berû serdemekî kotetî û weke artêşeka koleyan bikev di bin xizmeta van imbiratoriyan de. Bê goman armenc di vê derê de ew bû ku, hemû gundî, koçer û eşîreyan bêxin kole û di xizmeta xwe de wan bikarbînin, li ser destê Ferhûn û Nemrûdan.
Ji ber ku şerê di navbera Ebranî û Ferhûniyan de û şerê di navbera Ibrahîm Xelîl û Nemrûd de, weke din şerê di navbera Cermen û qeyserê Roman de û şerê di navbera Meda, Babiliya û Orartoyan jî ji milekî ve û di navbera emberatoriya Aşûrî ya koledar ji milekî din ve, ew di eynî demê de pevçûna di navbera gelê komînal yê azad û dewletên koledar de ye.
Ji bona wê Med û Babîl û hemû netewê din yê Mezobotamiya û derdorê wê bi hevre diketin nava yekîtiyekî û bi hevre berxwedan û tekoşîn didane meşandin ji bona azadiya xwe, ev hemû ji bona ku nebin kole di kolanên bajarê pergala serdest de, weke ku em di roja meya îroîn de vê rewşê baş dijîn, ji ber ku weke em dibînin bi hezarê karker û gundiyên bê kar û îş yê ji gundê xwe û axa xwe qutbûne û bê kar û îş di bajarê mezin de digerin, ev tev bi eslê xwe koleyê nojenin û ne azadin weke ku ew texmîn dikin an jî xwe dixabînin.
Qehremantî û çaxê qehremantiyê bi vî awayî derkete pêş û pêşket li ser vî bingehî, ji Kawayê Hesinkar bigre heyanî Guhderz û Rustemê Zal û yê weke wan, ev hemû jî ji nava qebîle û eşîreyên Meda û Ariyan derketin pêş, ew netewê ku koletî û bindestî neprjirandin û jiyana azad ji bona xwe hilbijartin û nebûn Aletê serdestan bi bajarê wan yê xapînok û riziyayî û bi riya vê berxwedanê van hemû Qilan û eşîreyan jiyana xwe bi vî awayî berdewambikin heyanî roja meya îro.
Ew taybetmendiyên dîrokî yê xwe di giyanê berxwedanê de didîtin, ew di eynî demê de mîrateya Demuqrasiyê ye û barçeyekî ji şehristaniya Demuqrasiyê ye, ew jî di eynî demê de cihê xwe di şûna deoletperestiyêde digre, ya ku dixwaze ku hemû deyerên azadiyê û wekheviyê ji holê rake û pevçûnê di nava gelande gurbike.
Ev rê û rêbaz dihatin meşandin heyanî roja me ya îro, heger ku Kawayê Hesinkar nîşana berxwedana gelerî ya li beramberî serdemên imbiratoriya koledar bû, di wê serdemê de ango di 1000 ê ji berî zayînê de, di dema me ya îro de Mezlûm Doxan ew jî Kawayê demê yê hemdemme û pêşengê berxwedana gelerî li beramberî pergala koledar ya nûjen û pergala Qaptalîzim ya modernîta demê ye û heger ku Guhderz û Rustemê Zal ew weke zincîrê temamkarê vê berxwedanê bin, hevalê Egîd (Mehsûm Qorqemaz) jî û şehîdên heftiya qehremantiyê, ji 21 Adarê heyanî 28 Adarê ew jî helqeya vê zincîrêne li gorî pêwîstiyê dema meya îro hûnin.
Bi rastê ev qehremantî xwedî bingehekî dîrokî, civakî, bîrdozî û insaniye û bi giyanê xwe nîşana civakêye û xwe deng û vîneke azade û çiqa ku dûrbûna demî û ya cih di navbera wan de hebe jî, lê cewherê vê berxwedanê nehatiye guhertin û her berdewamdike. Ji milekî ve şehristaniyeke bi xwîn heye, li ser bingehê dewletê dimeşe û bi pergalekî heyanî dawiyê dijminê xwezaya civakêye û ji milê dinve jî li vê derê civakekî xwezayî heye, ew jî civaka gund ya azad û aşîtîxwaze.
Lê di encamê de ev dirindeyê serdestê cîhanê yê ku di bajariyê de xwe bicih dike, ev civak kiriye kerîk ji koleyan û wan li gorî dilê xwe dikre û difroşe.
Di roja meya îro de glo cewherê vê rikbendiyê hatiye guhertin an na?! Ji ber ku li vê derê pergala nevnetewî heye, ya ku cîhanê tevahî xistiye bindestê xwe, lê li milê din jî bizavên rizgariya netewî û gelê ji bona azadiya xwe tekoşînê didin meşandin li holê hene. Ji ber ku desthilatiya kevnar li ser bingehê xapandinê û mêtingeriyê dihate meşandin û bi hest û remanê mirovan dihate leyîstandin, lê di roja meya îro de, ev desthilatî dîse li ser xapandina bîrdozî, olî, netewî û pêre şerê taybet yê ku biriya çapemeniyê tê meşandin û şideta bê sînor û bê hesab ji boan tepisandina vîna gelan tê meşandin.
Weke em dizanin hemû hêzên ku berxwedanê didin meşandin ji bona gihiştina azadiyê, li ser bingehê azadî û wekheviyê xebatê xwe didin meşandin, weke berxwedana Kawayê Hesinkar yê ku nîşana xelasiya hemû gelê Rojhilata navîn û gelê Arî bû û li ser bingehê bîrdoziya Zerdeşt birêve dimeşiya bi felsefa xwe ya xwedî vîna azad û avakirina mirovê serbuxe ji xwe re kiribû armenc û weke em dibînin di roja meya îro de Rêber APO pêşengiya vê felsefeyê dike, ew jî xwedî jiyaneke azade û komînale dûrî desthilatiya cinsî ye, ev jî cihê xwe di şûna pergala serdest de digre ya ku pêşengiya wê Emrîka, Engilîz û hemû hêzên paşverû li qadê dikin di serî de Israyîl û dûvikên wê.
Ji ber wê yekê dema ku em lê ser berxwedan û qehremantiyê di Kurdistanê diaxivin û bi taybetî li ser heftiya qehremantiyê, di vê derê de mebesta me ewe ku em dixwazin vî giyanê berxwedanê yê azad û yê pêşengiya wê Mezlûn Doxan, Egîd, Zîlan û kemal Pîr û heyanî roja meya îro anîne anîne careke din di hişê mirovan de zindîbikin û bi bîrbînin.
Ji ber ku em baş dizanin mirov nikare xwe bighîne jiyana azad û Demuqratiyê, bê ku berxwedanê û tekoşînê bide meşandin û xwedî li pêşengê xwe û şehîdê xwe derkeve û rêya wan ya ji bona azadiyê pişopîne.
Di dawiyê de em bi wesîleya heftiya qehremantiyê careke din soz û biryara xwe bi şehîdanre nûdikin û wan bibîrtînin û beja xwe li ber wan ditewênin.
Husên Şawîş