DI DÎROKÊ DE BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –IX-
Di dîroka avabûna bajarvaniyê de, bajarên wekî Uruk, Nîppûr, Agade, Babîl û Nînova hîmê şaristaniyê avêtine. Di nivîsên borî de, me kêm be jî bahsa wan kiribû. Niha di babîlan de li bajarê Babîl rêveberê herêmî Nemrûd in. Li Misrê jî Fîravûn in. Li vir Nemrûd û Fîravûn asta temsîla sazûmana siyasî ne. Di derketina Îbrahîm de, çawa ku di salên B.M-1700’an de derketineke dij çanda Mardûk heye an li dijî Nemrûdan heye, li dijî Fîravûnan jî derketina Mûsa heye.
Ku em guh bidine dîrokê, li ser rûbar û geliyên Dîcle-Feradê û li Hîveka Zêrîn panzdeh sal serdema Neolîtîk tê jiyandin, piştre pênc hezar sal bi şaristaniya navendî didome û ev du sal in bi modernîteya kapîtalîst û kambax jî sedsalên xwe yên dawîn dijî. Ku em şaristaniya pênc hezar salan ji sûmeran bidine destpêkirin, piştre ev herikîn bi Akad, Babîl, Gutî- Asûr, Hûrî, Mîtanî, Ûrartû, Hîtît, Med, Pers, Helen, Sasanî, Bîzans, Emevî, Abbasî, Selçûqî, Moxol, Osmanî û li peravên Zeryana Atlasê li Amsterdam-Londrayê çiq dibe û dibe bela serê mirovantiyê. Lê ya girîng ku divê em ji bîr nekin, dema ku ev çanda dewletparêz-çînî ku îro wekî modernîteya kapîtalîst tê binavkirin bi pêş ket, pê re jî bi qasî dîroka mirovantiyê kevn, ji klana bigire di her demên neolîtîkê de şaristaniya demokratîk jî hebûye û tu carî berxwedaniya civakeke exlaqî û polîtîk tune nebûye.
Di vê herikînê de em ji babîlan bidomînin. Rêber Apo di parêznameyên xwe de babîlan dabeşî sê serdeman dike.
Serdema yekemîn (B.M 2000-1600); di vê serdemê de Hamûrabî birêve dibe. Di wê demê de Babîl her dem bi êrîş û berxwedaniyên Hîtît û Kasîdan rû bi rû dimînin.
Serdema duyemîn (B.M 1600-1300); di vê serdemê de di navbera Hîtîtî-Kasîdî-Babîliyan de tifaq heye.
Serdema sêyemîn (B.M 610-330); navê Nabûkatnazar dertê pêş. Di vê serdemê de hilweşîna asûriyan çêdibe û seferên Îskenderê Mezin hene.
Ku em li rêveçûna şaristaniyê binêrin, destpêkê li Mezopotamyaya Jorîn bi riya koloniyên hûriyan li Mezopotamyaya Jêrîn destpê dike. Sûmerî hemû hîmên bingehîn davêjin, asûrî derdixin asteke din û babîlî di serdemên cuda cuda de pêşdetir dibin. Lê ev herikîna şaristaniyê, piştî ku berdewamiyên qewmê hurî û gutiyan; mîtanî, kasîdî, hîtîtî, naîrî, ûrartû dikevin dewrê, ji Mezopotamyaya Jêrîn ber bi ya jor ve diherike.
Di vê serdemê de pêwîst e ku mirov bahsa asûriyan(B.M 2000-1600) bike. Di heman wextî de derketina Îbrahîm û serdema yekem a babîlan tê jiyandin. Aborî û bazirganiya asûriyan xwe dispêre bejahiyê. Demeke dirêj ji hêla kasîd, hîtît û babîlan ve têne tengavkirinê. Ji ber ku împeratoriya ku asûrî saz dikin xwe dispêre bazirganiyê, rewşeke hov derdikeve holê. Asûrî di bazirganiyê de gavên mezin davêjin. Acentayan vedikin, depokirineke zêde ya xwarinan çêdibe, di gihandinê û sazkirina karxaneyan de sazîbûnên mezin çêdikin. Ji bona ku bazirganî leztirîn bibe, alavên wekî zêr û zîv bikartînin. Bajarê Nînova navenda wan e. Ji bona ku koloniyan bi pêş bixin, di warê teknîk de pêşketî artêş ava dikin. Artêşên dagirkirinan! Di asûriyan de, bûyîna şervan, îtîbareke mezin e. Ji serê mirovan kelayan çêdidin. Ev di şaristaniyê de, lûtkeya hovîtiyê ye.
Dema ku em dinêrin, dîsa yên ku vê hovîtiyê sînor dikin Mezopotamayaya Jorîn in. Ew jî berxwedaniya mîtanî û hîtîtiyan, naîriyan û ûrartûyên ku 300 salan liberxwe dane ne. Ku ûrartûyî nînbûyîna, wê asûrî bibûna împeratorê dinyayê. Ji ber ku, riya xwegihandina hesinên behra reş, ji hêla ûrartûyan ve tê girtin. Bi hilweşîna ûrartûyan re, berî mîladê di salên 612’an de Hîtît+Med+Îskît dertên ser dika dîrokê û ev tifaq Nînovayê tarûmar dike. Di vir de ŞIMITÎNA NAVENDÊ çêdibe. “Yên ku tarûmar dikin, têne tarûmarkirinê” Qesta me ji şemitîna navendê, Şaristaniya Navendî ye. Di vir de şaristaniyên Çîn, Hînd û Misir ên kêlekî ne. Wekî mînak Misir xwe disparte çandiniyê û digel ku efrîqîbûn jî, li tevahiya Efrîqayê belav nebûye. Herikîn ji wir derbasî Derya Spî û Enatolyayê dibe û li Girîdê tam rengê xwe belî dike, ji wir jî derbasî Ewropayê dibe. Dîsa Çîn sînorên xwe yên herêmî nikare derbas bike. Debara xwe bi çandiyê dikin û tekela siyasî têkiliya xwe ji aboriyê nayne. Dema ku em li herdu mînakan binêrin, herdu jî ya ku girtine mezin kirine. Yanî bixwe afirandin nîn e, yên amadekirî girtin û pêşvebirin heye.
Ku em careke din li herikîna şaristaniyê binêrin bi El-Ubeyt re ji Mezopotamyaya Jorîn ber bi jêr ve diherike û dîsa hewl dide ber bi jor ve were. Ew hewldan bi riya Akad, Babîl û Asûriyan ve tê kirin. Lê di vir de mîna roja me ya îroyîn ku çawa PKK fena bendekê li hember emperyalîzmê sekiniye û li Rojhilata Navîn çit bûye, wê demê êrîşên van împeratoriyan ji hêla Ûrartû-Med-Hîtît-Mîtaniyan ve tê astengkirinê. Di van serdeman de hêlên demokratîk li pêş in.
Di vê demê de ya ku bal dikêşe fenîkeyî (kartacayî yek ji koloniyên wan in)ne. Vanan di çêkirina keştî û benderan de, di bazirganî û alfabeyê de gavên mezin davêjin. Di bajarvaniyê de, di şaristaniyê de pengizandinek dikin. Ji Hatayê bigire hetanî Tûnûsê serdestiya wan heye. Di salên B.M 700’î de li hember êrîşên asûriyan konfederasyonên eşîrî bi pêş dikevin. Ev rewşeke nû ye. Ji ber zihniyeta ku hatiya sazkirinê împeratorî û dagirkerî ye. Lê di tifaqa Med-Pers-Part’an de ku Med domînat in, zihniyeteke nû heye. Ev rewşeke nû ye û demokratîk e. DI ŞÛNA ÎMPERATORIYÊ, KONFEDERASYON!
Zerdûştî mohra xwe li wê demê dixe. Ji ber ku ewqas bi pêş dikeve, di peşengiya Zerdûştî de felsefeya exlaqê bi pêş dikeve û ev jî ji bona konfederasyonên eşîrî bingeha zihnî ye. Bi taybet berî mîladê di salên 612’an de di pêşengiya Rahîbên Mag(tifika agir) de ev bi pêş dikeve û encax bi tifaqa Kasîd-Med-Pers-Îskîtan dikarin asûriya têk diçin.
Niha ji bona her rewşeke nû zihniyetek pêwîst e. Niha Asûr têk çûye? Baş e, gelo wê çi bikeve şûna wê? Ya wê fena asûriyan bihatana kirin, ya jî wê rewşeke nû çêbûna. Jixwe êrîşên asûriyan konfederasyonan neçar dihêle. Li rastê hêzeke wisa heye ku asûriyên ku temsîla sîstema dinyayê dike têk birine hene. Ev jî Med in. Ya wê Med bibûna berdewamiya şaristaniya dewletî û çînî, yan jî wê bi sîstemeke nû bibûna serdestê hemû dinyayê. Ji bona wê jî veguhezîna zihniyeteke nû pêwîst dike. Lê di vir de Zerdûştî gerdûnî nabe û ev jî bi xwe re qeyranan derdixîne. Dema ku ev nayê kirin, Pers dertên pêş û hêza Med vediguheze împeratoriya Pers-Med. Li hember vê rewşê Rahîbên Mag 40 sal li ber xwe didin, bes li ser nakevin.
Di Împeratoriya Pers de, Med di radeya duyemîn de ne. Lê di dema konfederasyonê de Pers di radeya duyemîn de ne. Piştî ku Pers mîrateya Akad û Asûr digirin û hewl didin ku bibine serdestê cîhanê û ji bona wê jî her cure hovîtî dikin û bi taybet Babîlê bi tevlî hemû zanîn û pirtûkên wê dişewitînin, ji ber bawermendiya Zerdûştiyê, ev ji hêla Medan ve bertek dibîne û ji wê demê şûn ve Med û Pers bi tevahî ji hev qut dibin.
Di wextê Persan de ya girîng artêşên bi pergal û profesyonel saz dibin û di warê teknîkî bi pêş ve dibin. Wekî mînak wê demê Tabûrên Nemiran û Hêzên Taybet hene. Yanî wisa ji asûriyan jî kêm nîn in. Sînorên xwe çend qatî firehtir dikin. Ta diçine hetanî Makedonyayê. Riyên Keyayan(qralan) ku axên ku li serdest in digihîn hev ava dikin. Ev hemû rê li Persepolîs digihên heve. Ev rewşeke cuda û yekem e. Sîstema postayê çêdibe. Riya ku 9 meh digire, dadikeve 3 mehan. Di şûna serdestiyeke bi giştî, tiştek wekî sîstema eyalatan û walîtiyên herêmî, di warê siyasî de mayinde dibin. Bi vî awayî ŞARISTANÎ hetanî giravên Yewnan diçe. Piştî ku bi Îskenderê Mezin re Pers têk diçin. Êdî herikîna şaristaniyê ji ÇAVKANA NAVENDÎ dûr dikeve û li peravên bajarên Îtalayayê pingar dide. (wê bidome)
Rûbar Andok