HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Yek ji gelê herî kevnar yê vê erdnigariyê gelê kurd e. Ji destpêka dîroka nivîskî û heta roja me ya iro bi gelek navan hatine naskirin lê her bi çand, ziman û nasname ya xwe jiyan kirine. Bi piranî ji weke gelekî çiyayî û şerker hatine naskirin. Ev taybetmendi yê gelê kurd di roja me ya îro jî bêguman berdewam dike. Gelek netew, gel û qewm tune bûn lê gelê kurd li gel êşkişandinên mezin û berdelên bêhempa hebûna xwe berdewam kirin e.

Ji sedsala 19. û virve herdem berxwedan û serhildanê kurdan di rojevê de ye. Di pergala netev-dewletê de hemû gelan di nava netewê serdest de hilandin rêbazeke sereke ye. Ji ber vê jî gelek gel û netew di nav pêkanîn bişavtin û hilandinê de tunebûn. Gele Asurî, Keldanî, Çerkez, Laz, Ermenî û hrw. gelên rastî komkuji yan hatine , yan hatine tunekirin yan jî di nava gelên serdest de hiliyane. Lê gelê kurd li hember van pêkanînan serî netewandiye û her serîhildaye, li berxweda ye.

PKK di şêrê çekdarî de dikeve sala 27’emîn. Beriya wê bi gotina rayedaran 28 serhildanên kurdan çêbû ye, Cardin bi gotina wan çawa ku 28 serhildanê kurdan hatiye çewsandin wê ev jî bê binxistin. Ji xwe dema di 15’ê Tebaxa 1984’an li navçeya Sêrtê Dihê bi fermandariya Rêheval Egîd gule ya destpêkê hate teqandin, rayedarên dagirkeran digotin çend talanker in û wê di demeke kurt de bên tune kirin. Lê ev tekoşîn dikeve sala 27’emîn. Lê hîn jî dest ji van gotinên xwe yê ku êdî ew jî bawer nakin bernadin. Bawer dikin ku wê gel bi van demagoji yan wê karibin gel bixapînin. Lê dem û dewran guheriye. Ne gelê kurd û nejî gelê tirk weke berê dixape!

Tekoşîna çekdari ya rizgariya gelê kurd hemû rê û rêbazên dewletê,  plansazî û xwestêkê wan ser û binî kiriye. Rojeva li Kurdistan û Tirkiye weke germa havînê germ e. Şer li her deverê belav bûye, gel serhildanên xwe bê navber didomîne, û ciwanên kurd weke herdem xwedî li tevgera xwe derdikeve tevlî nava refê gerîla dibe, di kolanan bi polisan re dikeve nava pevçûnan… Li beramberî gule, bombeyên gazan û copan bi vîna xwe bi keviran şer dikin.  Berovajî vê jî di rojeva dewletê jî gelek alozî hene. Hemû saziyên wan bi pev ketine. Herweha nikarin di nava artêşê de guhertinan bike. Leşker ji bo bingeftî xuyaneke bi xestina teqawitbûyinê, wezîfe negirtin û hrw. gefan li hukumetê dixwe. Ji xwe rojeva tirkan eve lê di salvegera cejna vejînê ya gelê kurd çalakiya ku çerxa felekê guhertiye, bêbawerî û xwe biçûk dîtina kurdan guherandi ye. Berê kurdan şerm dikirin ku bêjin em kurdin, ne tenê şerm kirin herweha ditirsiyan jî. Lê îro biserbilindî, bi wêrekî li her deverê bi dengekî bilind kurdbûna xwe qîr dike.

Hin kes hene dîrokê dinivîsinin û hin kes jî berê dîrokê diguherin. Çalakiya di fermandari ya Rêheval Agît de di dîroka kurd de rûpeleke nû vebû. Dîroka kurdê azad û serbilind. Rêheval Agit şagirtê berxwedêrê mezin Rêheval Mazlum bû. Çawa ku Rêheval Mazlûm di girtîgeha Amedê bi berxwedana xwe hemû êrîşên dijmin vala derxist û hêza berxwedan, vîn û baweriyê ispat kir. Bi çalakiya xwe bû pêşengê çanda berxwedani yê. Berdewamê wî tu car kêm nebûn... Xeyriyan, Kemalan, Bêrîtanan, Zîlanan û bi dehhezaran şehîdê tevgera azadiyê… Reheval Egit jî di pey weke mamoste yê xwe li pêy rêka MAMOSTEYÊ MEZIN bê şik û goman, bi hostatî meşand. Îroj navê sedan zarokên kurda bûye EGÎT. Îroj jî him gelê kurd û him jî dijmin 15 Tebaxê û Rêheval Egit ji bîr nekirine. Ji ber ku mirovên mezin nayên jibîr kirin.

Gelek kesên di wê demê hatine dinê bi bîranînên şerê rizgariya netewî mezin bûne. Kurdbûyina xwe û pê serbilindahi ya xwe deyndarê wê çanda berxwedaniyê ye.

Cejna wejînê li hemû kurdan pîroz be…

Boran Mercan