Xwedawendên şer, Tayyip Erdogan ji livîna nexweşiyê rakirin û fermana şer pê dane gotin.
Tirkiye, li dijî gelê Kurd di şer de ye û di vî şerî de, hêzan teva bikartîne. Ji Ramazanê û vir ve, li dijî Haraketa Azadiya Kurd û li dijî gelê Kurd teva, seferberî hatiye îlan kirin.
Di vî şerê seferberî de, hêzên hewayî û bejahî, çekên kimyewî jî di nav de her cûre amûrên şer bikar tîne û êrîşî gerîla û gelê Kurd dike.
Di vî şerê seferberî de, hêza polîs, di qirkirina siyasî de bi kar tîne.
Di vî şerê seferberî de, hêza medya, di çarçoveya herî bê exlakî û şerê psîkolojîk de bikartîne.
Dîse hêza dadgeriyê, wek kûra dojehî bi kar tîne û ha ha ji pîşeyên cûda yên civakî, kom bi kom, xwendekar û zarok jî di nav de, dikişîne nava zikê aşê hêrtinê û dixwaze tune bike.
Bi çar hêzan re, faşîzma kolanan jî di nava pratîkê de ye. Aliyekî wê ola Îslamî û “Artêşa Melleyan” e, aliyê din jî faşîstên kujer, yan jî kontrayên sergerde ne.
Îcar em vekirî bêjin ku ev hêz teva, ji kar û xebatên maqul bêhtir kuştinê dikin; ji tevgera demokratîk zêdetir karên otorîter û faşîzan dikin; ji karên kanunî û huquqê wêdetir karên asimilasyon, dewşîrme û êşkencê dikin.
Wek mînak, li dijî gerila çekên kimyewî bikar tînin.
Wek mînak, êşkencê li cesedên gerila dikin.
Wek mînak, gerila sax, yan jî birîndar digirin, dikujin
Wek mînak, li kolanan zarokan dikujin.
Wek mînak, li kolanan ciwanan, xendekaran dikujin.
Wek mînak, li dadgehan zimanê zikmakî qedexe dikin.
Wek mînak, li girtîgehan operasyonên komkujiyê pêktînin.
Wek mînak, li kolanan gel gulebaran dikin. Û hwd.
Ev teva didine xuya kirin ku, Tirkiye dibin serokatiya Erdogan de sucê mirovahiyê dike. Lê vijdanê raya giştî ya cîhanê razayî ye.
Û pêr, yanî di 15ê Kanunê de serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan ku serkêşiya vê pêvajoyê dike, ji nava livîna nexweş rakirin û birin Enqerê. Tayyip Erdogan serokatiya Şûra Bilind ya Eskerî kir û fermana şer da.
Biryara Şûra Bilind ya Eskerî ku ji raya giştî re hate eşkere kirin, ayan-beyan eşkere kir ku, Artêşa Tirk, eskerê sermayeya global ya li Rojhilata Navîn e û di demeke kin de, ewê “heyûla talana sêva sor – haydin kizil elma ye” bidin destpêkirin.
Ji aliyekî ve, êrîşên hewayî û bejahî, bi karanîna çekên kimyewî, operasyonên KCK û parêzerên Ocalan, ji bo lewaz kirina eniya Kurd bû. Armanca wan lewaz kirina, eniya herî mezin û dijwar ya li pêşiya Artêşa Tirk bû.
Hevdîtinên bi Apo re jî bi vê armancê dihatin kirin. Piştî ku Apo ne hate lîstika wan, tecrîda giran, di rewşeke anormal de dane destpêkirin. Li hemberî vê anormaliyê, gelê Kurd li ser lingan e, jinên Kurd, ciwanên Kurd li Ewropa li ser lingan e û qiyametê radikin. Dîse jî, raya giştî ya cîhanê kerr û lal e. Balkêş e ku, girtina 36 parêzeran jî nebû teqîna volqanî û vijdanê raya giştî ya cîhanê şiyar nekir.
Baroya Parîsê dengê xwe kir, lê mîna zengilê di stikura peza li pêşiya keriyê pez, zêde deng dernexist. Çima? Ji ber ku Hêzên Global şerê sêyemîn yê cîhanê, di navenda cîhanê xaka Kurdistanê de dimeşînin û baskên ahtapotiya dizaynkirinê li herêmê bela dikin.
Di encamnameya Şûra Bilind ya Eskerî de, yekemîn car behsa sinoran tê kirin. Tehdîda Îran û Suriye tê dikirandin. Tê zanîn ku, Tirkiyê demeke dirêj e berê topên xwe yên eskerî, siyasî û dîplomatîk dane Suriye.
Bêguman ev plan mezin e û di çarçoveya Projeya Mezin ya Rojhilata Navîn tê meşandin. Her çiqasî ev plan dereng ketibe jî, hêzên global bi sebr in û ecele nakin. Ji ber ku plan demdirêj e û ji bo bingeha hukumraniya nû ya sîstema modernîteya kapîtalîst hatiye amade kirin. Armanca vî planê demdirêj piralî ye. Lê xalên herî giring: Parastina çavkaniyên enerjiyê, riyên herka enerjiyê, parastina bazarê û parastina Kendava Basra ye. Ji bo parastina van 4 xalan, berteref kirina muxalifên alternatîf mercê sereke ye.
Erdoganê ku weke derî zaman û mekan, weke dehayê sedsalê derxistin pêş jî, li herêmê ji bo lehengiya vê projê hate bijartin. Erdoganê ku, zimanê wî helbestên şoreşgeran dilorandin, lê dilê wî ala kesk dibalivand; bi saya Xwedawendên şer desteka Cemaeta Gulen jî girte pey xwe û wek makyawelîstekî pêşeng û li dijî diyalektîka hêzên siyasî dest bi tirat û pîkolê kir.
Erdoganê îro jî, ji Sezarîzm û Bonapartîzmê wêdetir haraket dike. Aliyekê xwe bi ol û polîs, aliyê din jî bi hêza global û eskerî pêça ye. Yanî aliyek otorîteya siyasî, aliyek otorîteya olî, aliyê din jî otorîteya eskerî ye. Yanî faşîzma ku amûrên dewletê û eniyên cûda teva bikar tînê ye.. Dive em zanibin ku Erdogan, niha serkêşiya faşîzma li Kurdistan û Tirkiyê dike û berê xwe daye tevahiya herêmê.
Ew hêzên global ku, riya Asya dur girtine, riya Qafqazê girtine, dergehê çavkanyên enerjiyê Bendava Basrayê kontrol dikin, li pêşiya xwe yek hêza alternatîf dîtin û dixwazin wê berteref bikin. Ev hêza alternatîf jî, îdeolojiya Apo ye.
Di demeke ku, hêzên dewletî û altarnatîf hatine berteref kirin de; eniya karkeran û îdeolojiya Marx hatiye bereteref kirin de; îdeolojiya Apo derkete pêş.
Îdeolojiya Apo, ji bedêla eniya karkeran eniya gelan derxiste holê, ji bedêla dîktatoriya karkeran, ji bedêla hiyerarşiya burokratîk û rêxistiniya li ser bingeha engizisyona kuştina gelan; demokrasî parast, civaka demokratîk, parast; ji bedêla navendî ademiyet, di çarçoveya xweseriya demokratîk de rêvebiriya herêmî û rêxistiniya demokratîk a gel parast.
Medenî Ferho