HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Êvarî ez û du hevalên xort me pîlanema xwe çêkir ji bona ku em di berbange sibehê de têkevin rê de. Me texmîn nedikir ku berf bibare, lê belê carekê me biryar dabû ku em têkevin rê de, me got çidibe bila bibe emê pîlanema xwe pêkbînin û emê têkevin rê de. Min tedbîrê xwe girt û kopalek girte destê xwe, Hevalê Hayder û Şiyar jî pêwîst nedîtin ku tedbîrê xwe bigirin. Araziiyê Heftenîn jî yan dolin, yan jî hilkişadine giran e. Heval jî herdem li cihên bilind disekinin. Ji bona ku ez di rê de nemînim, min tedbîrên xwe girtin. Bi qasî ku me texmîn nedikir berf dijwar dibariye, me hesabê berfa li ser pelçimên daran jî kir. Em di daristanên himbiz de dimeşiyan, her carekê berf bi tundî li ser serê me dihate xwarê, em bi rewşa xwe dikeniyan. Hevalê Hayder di vê mijarê de fedakar bû, di pêşde dimeşiya, lê belê bejna wî kurt bû, ji ber vê yekê berfa li ser pelên daran para hevalê Şiyar bû. Te carekê didît hevalê Şiyar serê xwe li çiqilê darekê da û berf hemû li ser serê me hate xwarê. Di demên wisa zor de anceq tu bikene û moralê te bilind be. Me tedbîrên xwe yê xwarine girtibû û heya em gihîştin yekîneya şehîd Xwînrêj me alîkarî û moral da hevdû. Dibe ku di rê de em dişemitîn, ling û destên me gelekî cimidîbûn, lê belê moralê me bilind bû. Rêka ku em tê de dimeşiyan, rêkekî zehmet bû, hemû lat û zinar bû. Di wezîfeyên weha zor de tişta herî bedew bîranînên wê ne, ji ber ku ti carî nayên jibîrkirin.

Me cihê hevalan nizanîbû, carne me gazî wan dikir û carne jî me şopên wan çavdêr dikirin. Di wezîfeyên weha zor de hakîmiyeta li ser arazî gelekî girîng e. Eger tu ji arazî fêmneke yan jî mentiqê hevalan yê arazî nizanibe tuyê wendabibe. Lê belê şopên hevalan em ji vê xeteriyê xilas kir. Em gihîştin ser kaniyê, ava wê kaniyê gelekî germ bû, em jî gelekî têhnî bibûn. Di rêkan de pêwîste tu ti carî berfê nexwê, yan jî tuyê ji taqet bikeve û nema bikarbe bimeş e. Hevalê Şiyar ev rêzikên gerila dîqet nekir û berf xwar, ji ber vê yekê di rêkê de bê hîlet ma. Şensê hevalê Şiyar hebû, jiber em gihîştin yekîneya şehîd Xwînrêj. Heval ji hatine me ya di vê berfê de gelekî matmayî man û kêfxweş bûn. Gava ku me ew dîtin em jî ji rewşa wan matmayî man, jiber ku serma berfê nexema wan bû, di bin berfê de agir dadabûn û çayê vedixwarin. Yekîneya şehîd Xwînrêj hemû hevalên ciwanin û hinek heval jî nû beşdarî nava refên gerila bibûn. Ev piratîka wan ya yekem e û heyecana wê jiyandikrin. Gelek heval di wê berfê de çûbûn wezîfeyên dûr. Hîna em xwarin dixwin gurûpek heval ji wezîfeyê hatin. Dengê wan ji dûr ve dihat. Bi berfê dileyîstin û serma nexema wan bû. Gihîştin me, hinekî westiyabûn, lê belê piştî ku hevalan çayê da wan û xwarina xwe xwarin bi ser xwe ve hatin û ketin nava suhbetên germ de. Behsa pêkanînên xwe yên di rê de kirin û piştre li nûçeyan guhdar kirin. Hemû heval li bendê ne ku hevdîtin bi Rêber APO re çêbibe. Gava ku dijmin destor nade hevdîtin bi Rêbertî re çêbibe, kîneke mezin di dilê hevalan de çêdibe û destbi şîroveyên siyasî dikin. Hemû heval dibêjin “dijmin bi zanebûn dixwaze Rêbertî ji gel û gerila bide dûrxistin. Destor nedayîna hevdîtin bi Rêbertî re, kirine amrazekî şerê taybet, lê belê bila xema wan nebe ew nikarin bigihîjin armancê xwe. Emê hesabê van rojan ji wana bixwazin. Ew newêrin destbi operasyona xwe bikin, diçin pey van polîtîkayên gemar dikevin. Hêza wan nîne ku li nêrînên Rêbertî guhdar bikin. Dizanin gotineke Rêbertî ji bona gel û gerila moralekî herî mezin e.”

Roxmî hemû şert û mercên zor hevalan xebatên xwe berdewam dikirin. Di wê berfê de heval di cihê xwe de nedisekinîn. Her ku ling û kincên wan şildibûn dihatin xwe ziwa dikirin û dîsa diçûn karê xwe berdewam dikirin. Gerila her karekî ku dike bi kêfdike. Me nedixwest ji hevalan qutbibin. Yekîneyeke bi ruhê ciwana yê germ hatibû xemilandin. Birastî wezîfeya me gelekî bi şad derbas bû.

Dunya Cemîl