Îdeolojî şêwazê, tevahî rêgez û pîvanên jîyanê, çavkaniya hêza manewî dikare bê pênase kirin.
Şêwazê jîyanê çawa be, îdeolojî ew bi xwe ye. Pewîste îdeolojî û teorî neyê tevlîhev kirin. Teorî; dahûrandina rewşekê îfade dike. An jî tevahiya fikra ji mirov dikarî pênase bike. Bi giştî teoriyê re îdeolojî bê gotin, ev şaşe. Di teoriyê de mîsogerî nîne. Teorî xwe dispêre şiroveyan. Şîroveya dahûrandina rewşa heyî re teorî tê gotin. Îdeolojî û polîtîka şêwazê hebûna civakê û azad jiyan kirinê ye. Jiyana xwe rêxistin kirin û plankirinê re polîtîka tê gotin. Yên rê û rêbaz nîşan didin, jê re dibêjin exlaq. Polîtîka karê rojane kirine. Polîtîka esneke, tê guhertin. Îdeolojî hişke û tiştek neyê guhertin nîne. Exlaq nêzî îdeolojiyê ye. Ji bo vê mijarê ger ku em çend mînakan bidin; kesên bawerî bi ol an jî mezhebek bîne. Kesê sosyalîzmê an jî kapîtalîzmê bawer dike, an jî jiyan dike. Kesên toteme bawer dike an jî kesên kaşmer û aware (serseri û lûmpen). Her fikir, şêwazê jiyanê xwe dispêrin îdeolojiyekê.
Ji bo xebatên îdeolojîk destpêkê beşê ragihandinê tê bîra mirov. Rojname, kovar, broşur, pirtûk, ajans, radyo û televizyon di vê beşê de cîh digirin. Çand û huner weke muzîk, folklor, tiyatro û sinema û her wiha beşê wêje jî nava xwe de dihewîne. Dîsa akademî ji bo kes û civaka azad û xwedî vîn bê derxistin, ev xebat bi girîngiya xwe ya mezin heye. Hem paradigmaya Rêber Apo û pergala KCK’ê a ji bo tevahî Rojhilata Navîn xwedî çavkaniya hêz û hêviyane, pir girînge. Ji bo gelên Rojhilata Navîn azad jiyan bikin pêwîstî Netewa Demokratîk heye. Ji bo vê jî akademiyên azad û lingê ragihandinê rolê xwe ya berbiçav heye.
Ger em behsa şoreşa Kurdistanê û Rojhilata Navîn dikin, pêwîste em ser xebatên îdeolojîk baş bisekinin. Îdeolojî baş dayîna naskirin, fêmkirin rolêk bingehîn e. Ji bo vê jî televizyon û radyo hem aliyê hêjmar hem jî aliyê nitel de pêwîstî bi xurtkirinê heye. Her wiha rojname, kovar, ajans, broşur û pirtûk awayêk xurt ser sekinandin girînge.
Dîsa di her şoreşê de aliyê çand û hunerê de pêşketinên mezin çêdibin. Şoreş bi xwe re çand û hunerê, çand û huner jî şoreşê mezin dike. Di dîrokê de ev mînak diyarin û ber çav in. Çawa Fransî û Rûs di edebiyatê de xurtin diyar e. Taybet di milê roman de pêşketinên pir mezin derxistine. Dostoyevskî, Vîctor Hugo hwd.
Ji ber vê jî di aliyê edebiyat, bi taybet jî roman de çavkaniyên me yên mezin hene. Pêwîste mirov van çavkaniyan baş bikarbîne. Her wiha ji bo sinema jî wek amûrêk herî bi bandor yê demê pêwîstî lêgerînan heye. Di demekî kin de vî milî de xebatên xurt derxistin ji bo me girîng e. Karêkî herî pîroz e.
Ji bo xebatên îdeolojîk jî her tim pêwîste mirov tekoşîna îdeolojîk bimeşîne. Di vî alî de kêmanî û nebesî derbas kirin girîng e. Ji bo xebatên îdeolojîk pêwîstî bi îdeolojî û îdeolojîkbûyînê heye. Di nava xebatên îdeolojî de tekoşîna îdeolojî û seknekî ideolojik pêwîste. Kesên di van milan de baldarbin, wê bikarin bibin kesên îdeolojîk, wê demê wê bikarin di nava xebatên îdeolojîk de cih bigirin. Wê bibin xwedî seknek îdeolojîk. Bi kurt û cewherî mirov dikare bibêjî; îdeolojîkbûyîn bi xwe re xebat, tekoşîn û seknek îdeolojîk tîne.
SILAV Û RÊZÊN ŞOREŞGERÎ
ŞEHÎD BAWER ERÛH