HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Rondikên dayîkên me yên fedakar, hêrs û kela dilê me difûrîne. Ew dayîkên me yên ku keç û xortên xwe yên herî bedew di oxira jiyaneke azad de feda kirine û tu carî ji fedakirinê bi paş de nemane, li hember hovîtiya dijminê har, girêdayîna xwe ya bi şehîdên xwe re, bi Serokatiya xwe re bi hestên xwe yên herî dilsoz û bedew, li qadan diqîrin.

 

Li hember van dîtinan, bi çavên şilbûyî, bêyî ku kes bibîne, her gerîlayek dikeve nava lêhûrbûnekê. Ka em ê çawa bikaribin layîqî dayîkan bibin û vê êş û sûzineya wan a ku bi salan dikşînin aş bikin. Ev dil û hinavên me diguvîşîne.

Li hember van dîmenên ku dayîk rondikan dibarînin, li hember di erdê de kaşankirin û pehînkirina cenazeyên hevalên me û girtina xebatkar û siyasetmedarên kurd, careke din em soza xwe ya tolhilgirtinê nû dikin.

Bi têkoşîna sî salî zêdetir a di pêşengiya Rêber Apo de, bi bedelên herî giran netewek ji nû ve afirî. Bedelên azadiyê îşligege ji agir li xwe kirin bû. Ne salek, ne du sal, ev sî û du sal in, ev îşlig li ser pişta me û li ser pişta gelê me yê welatparêz e. Wê encam çi bibe, mirov nizane; lê ku li ciyek zarok derkevin qadan û bi lepên xwe yên biçûk li hember panzêr û zerîpoşên dijmin bisekinin, kal û pîrên 70-80 salî digel temenê xwe, li qadan azadiyê biqîrin û dilanê bigerînin, êdî li wir şoreşeke herî kokdar pêk hatiye. Ev vejîn ji hêla Serok Apo ve pêk hat û şoreş ji zû ve di şane û hinavên civaka kurd de bi cî bûye jî.

Vaye ev e ku, dijmin bi vê hêrs dibe û êrîş dibe ser gelê me. Siyasetmedar û şaredaran digire û li hember cenazeyên gerîlayan bêhûrmetiyên herî mezin dike. Her hal, li hember van dîmenan, ew Xwedayên ku temsîla dad û başiyê ne û ewqas qêrîjî, hovîtî, komkujî, qirkirin û texrîbkirina xwezayê li ser navê wan pêk tên, ew jî li hember vê hovîtiyê rondikan dibarînin.

Di vê demê de, li hember dijmin du rê mabûn. Ya wê dijmin, li gorî rastiya xwe bi rêbazên berê bidomanda, yan jî wê bi aştiyeke bi rûmet hatine xeta çareseriyê. Digel ewqas hewldanên Serokatiya me, dijmin riya yekemîn hilbijart û çi ji dest tê texsîr nake.

Lê ya ku tê jibîrkirinê, gelê kurd qewmê herî qedîm ê vê axê ye û neviyên mediyan in. Neviyên mediyan, tu carî dev ji azadiya xwe bernedane û her dem ji bona azadiya xwe, xwe spartine çiyayên xwe. Çiyayên Kurdistanê, her dem ji me re bûne hevalbendên stratejîk. Loma jî, digel ewqas hewldanên kurdan ji dîrokê bimalin, em hê jî bi çand, ziman û dîroka xwe li piya ne. Di pêşengiya Serok Apo de, nirxên civaka xwezayî tên vejandin û civakeke polîtîk û exlaqî ne tenê li Mezopotamyayê, li Rojhilata Navîn tên belavkirinê. Li hember jiyana qirêj û kotî ya modernîteya kapîtalîzmê ku hew maye fena dînazoran mirovantiyê û xwezayê tune bike, veger û jiyanîkirina civaka polîtîk û exlaqî, wê ji mirovantiyê re bibe hêvî. Ev jî îro di pêşengiya civaka kurd de pêk tê. Çawa ku Selehedînê Eyûbî yekîtiya ûmetî pêk anî û Qudsê ji frankan rizgar kir, di sedsal 21’an de jî, Serok Apo ji bona vê axa qedîm, li hember modernîteya kapîtalîst, bi modernîteya demokratîk serî rakiriye û bi raman û felsefeya xwe hemû derewên wan aşkere dike û ew rûyê wan ê rûpûşkirî dadixîne. Hêrsa hêzên emperyalîst û sermayeya kûreselî ji vê tê. Loma bi her awayî, piştgirî didine dewleta Tirkiyê.

Ji bona vê dîroka kambax veguheze dîrokeke bi edalet û bi azadiyê bê xemilandin, zarokên vî gelî fena her car xwe spartine çiyayên Kurdistanê. Gerîla li her dol, lûtke, gelî, nizar, quntarên Kurdistanê bi cî bûne. Em ê rondikên dayîkan biniqûtînin ser dilê xwe û hêrs û kerba dilê dayîkan, li lûleya qilêşên xwe bar bikin. Belkî niha, ji ber zirûfên zivistanê derfetên gerîla nîn bin, lê bi biharê re, ji bona ku em layîqî Serokatiya xwe bibin, ji bona em layîqî şehîdên xwe bibin, ji bona em layîqî dayîkan bibin û ji bona ku em layîqî ew zarokên ku li qadan keviran davêjin dijmin bibin; hêza zarokên çiyayî, hêza fedayîyiyên Apocî çi ye, em ê nîşanî vî dijminê har bidin.

Rûbar Andok