Duran Kalkan
Bûyeran daye nîşan ku AKP careke din nêzîkatiyeke li gorî kevneşopiya xwe ya takiyeger daniye holê. Gelek derdorên hundirîn û derve bawer kiribûn ku wê AKP xwe bi spartina merc û derfetên hundîrîn û derve re, di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkirina Tirkiyê de hinde vûbûnan pêkbîne. Lê mixabin ew helwesta ku hukimetê li hemberî komên aştiyê ku li ser bangawaziya Rêber Abdulah Ocalan ji Mexmûr û Qendîl çûne daye nîşandan, daniye holê ku ev bawerî û hêvî nerast in.
Di cihekî de ew koma aştiyê ku PKKê şandiye maskeyê AKPê xistiye û rûyê wî yê rast derxistiye holê. Rastiya siyaseta wî ya ku ev demeke bi aweyekî xumam û nediyar dişopîne zelal kir. Di siyaseta Tirkiyê de ronahîbûneke girîng derxiste holê. Di vê wateyê de, di asteke girîng de, bi têşeyeke neyînî tevahî hêvî biencam bûn. Bi rastî jî tevahî derdorên demokratîk, gel, jin, ciwan û herkesê/a ku aştî û demokrasî dixwestin hêvî dikirin ku AKP biçareser tevbigere û siyaseta demokratîk bişopîne. Di rêjeyeke bilind de baweriya xwe jî dabûn vê yekê. Me tavahiyan jî dixwast, li gel ihtiyatkariyê, di vî alî de encam bipêş de biçe û me ev hêvî dikir. Lê mixabin rastî bû berevajiyê vê yekê. AKP careke din jî rastiya xwe ya xapandek û hîlekar danî holê. Aşkere bû ku dibin navê gotina “vebûna demokratîk” û “vebûna Kurd” de, xwe spertina ser lihevkirina ku bi Serfermandariyê giştî re kiriye, plansaziya tasfiyekirina sînsî li dijî Tevgera Azadiya Kurd dide meşandin.
Helbet rewşa ku bi bûyerên dawiyê re derketiye holê dikare weke ji PKKê re ferzkirina “hun xwe bi xwe tasfiye bikin” were şîrovekirin. Ji lewra çerçoveya ferzkirinê bi vê re jî nebisînor e. Wêdatirê “tenê xwe tasfiye bikin”, li gel lihevkirina bi gelek hêzan re amadekirin û pêkanîna plangeriyeke şênber a tasfiyekirin û tunekirina PKKê dike armanc mijara gotinê ye. Di vê mijarê de AKP xeleka herî dawiyê ya kevneşopiya şerker a taybet ku di kevin de, ta ji darbeya 12 Îlona 1980an pê ve berdewam dike, îfade dike. Daniye holê ku PKK xeleka herî dawiyê ya êrîşên tunekirin û tasfiyekariyê ye. Hewl dide li gorî vê rastiya şerê taybet jî tevbigere, hîleyan dike, lîstokan dilîze, hewl dide karan veşartî bimeşîne, binbinkî (sînsî) tevdigere û şerê taybet di sînora herî dawiyê de birêve dibe. Di aliyê din de her cûreya hêza Tirkiyê ya aborî, malî, siyasî, dîplomatîk û leşkerî ji vê şerî re dirazîne. Hertiştî ji bo operasyona tasfiyekariyê ya li dijî PKKê bazar dike. Tevahî derfetên xwe yên dîplomatîk di vî alî de bikartîne. Di vê çarçoveyê de hewl dide DYE û YE di serî de ji Rusya heya Îran, ji Surî heya Iraq bi tevahî hêzan re hevkariyê bike. Rêveberiya Kurdistana Başûr tengav dike ku wî bixe nava operasyona tasfiyekariya PKKê ya weke di salên 1990an de hatiye jiyîn. Ji bo bes ji PKKê re bêjin rêxistina terorîst û piştgirî bidin operasyona tasfiyekirina PKKê û tevlîbûn bidin nîşan tawîzên pir cûda dide herkesî, derfetan pêşkêş dike. Tavahî Tirkiyê di berdêla vê daxwaza xwe de bazar dike, pêşkêş dike. Ev rastî di gera herî dawiyê ya ji Başûrê Kurdistanê re jî derketiye holê. Heman rewş di têkiliyên dîplomatîk ên bi tevahî rêveberên weke Surî, Îraq, Îran, Ermenîstan, Ewrûpa, DYE re pêşxistiye de jî mijara gotinê ye. Bi pêşkêşkirina hertiştê Tirkiyê ve hewl dan van hêzanan hêz û piştgiriyê bidin operas-yona li dijî PKKê. Di rastiyê de hewl didin şerekî wisa pir alî yê taybet bi awayekî bindebinde û veşartî, dibin gotina “aştî û vebûn” de bimeşînin. Vaye aliyê nebaş û sînsî yê vê karî, ev derê ye. Pêwîst e bi teqez were dîtin ku plan li tevahî qadan de tê pêkanîn. Ne tenê qada dîplomatîk û aborî, ji propexande heya qada leşkerî, hertiştî digire nava xwe. Ji xwe di siyaset û artêşa Tirkiyê de dabeşkariya kar mijara gotinê ye. Di vê bingehê de herkes hewl dide wezîfeya ku jê re hatiye dayîn bîne cîh. Serfermandarê Giştî jî gotibû “emê di her finsendê de li PKKê bixin”. Ew jî hewl didin bi qasî hêza xwe dest dide vê operasyona inkar û tunekirinê di warê leşkerî de bimeşînin. Plana şerekê taybet ku xwedî pir aliyan e mijara gotinê ye. Ev plan hedef dike ku PKKê tasfiye û tune bike. Ev rastî bi awayekî zelal derketiye holê. Pêwîst e êdî ti kes ji vê gumanan neke.
Me weke Tevger û gel hêvî dikir ku yên Tirkiyê birêve dibin encamên hilbijartinên 29ê Adarê yên herêmî hilgire cîdîyetê, bi rêz nêzî vê encamê bibin, ji lewra vîna ku gelê Kurd di hilbijartinan de daniye holê nasbikin. Ji ber ev sîh sale şer didin meşandin; hewl didin PKKê tune bikin û biperçiqînin. Ji lewra encam dide nîşan ku nikarîne biserkeftî bibin. Bi dehan hukimet hatine û derbaz bûne, bi dehan serfermandar hatine guhertin, planên bê hejmar ên tunekirin û tasfiyekirinê hatine amade kirin û hatine pratîkkirin; serî li rêbazên herî qirêj ê şerê taybet hatiye dayîn û bi awayekî pir bixwînî ev êrîş hatiye meşandin. Encam: nikarîne PKKê biperçiqînin; nikarîne gelê Kurd bînin vê rewşê ku dev ji daxwazên xwe yên demokrasî û aştiyê berdin; berevajî, tevî hemû êrîşan, zanebûn, rêxistinbûna gelê Kurd a dibin pêşengiya Rêber APO de, her roja ku bihuriye berxwedana wî hîn zêdetir mezintir bûye, belav bûye û heya roja me ya îro hatiye.
Niha di hundir û derve de herkes vê rastiyê dibîne. Encamên operasyonên tunekirina leşkerî, bîrdozî û siyasî ku di bingeha îtîfaqa ku di 2007-2008an de bi Îran û DYE re kiriye mijara gotinê ye. Vaye encamên êrîşên leşkerî ku Kurdistana bakûr, başûr û Rojhelat kiriye nava xwe û ya heya operasyona zapê hatiye, li holê ne. Di warê leşkerî de li Zapê plana tunekirinê hatiye şkandin û ew bêserkeftî hatiye hiştin. Bi berxwedaneke mezin ve erîşên di warê bîrdozî de li ser Rêber APO û PKKê hatine meşandin vale hatine derxistin. Milîmek jî gav ji xet û berxwedana siyasî-bîrdozî paşve nehatiye avêtin, tucaran tawîz nehatiye dayîn. Di encam de binxistina pergala inkar û tunekirinê biberxwedana Îmralî ku dişibe berxwedana girtîgeha Amed a 1982an, careke din hatiye pêkanîn.
Hilbijartinên herêmî yên 29ê Adarê jî, di qada siyasî de, duelloyek û hesapxwestinek îfade dike. Ji xwe ji ber vê navê hilbijartinên herêmî yên 29ê Adarê kiribûn “referandum”. Gelê Kurd di referandûmê de jî li jorî % 70 dengê xwe da Çareseriya Xweseriya Demokratîk ku Rêber Apo pêşkêş kiriye, ango piştgirî da DTP ku vê çareseriyê diparîze. Di vê mijarê de jî hewl hate dayîn ku bi kirina hîleyan ve encamên hilbijartinê were tarî kirin. Bi awayekî eşkere tê îfadekirin ku di belgeyên veşartî de DTPê li jorî % 70ê deng girtiye. Di destê me de ev belge hene. Hewl hatiye dayîn ku bi her cureya hîleyan ve rêjeya deng a DTPê kêm bikin, lê tevî vê hewlê jî nikarîne daxin bin % 60ê. Nexwe rêjeyeke %75 mijara gotinê ye. Ev jî tê wateya mîsoger valederxistina plana inkar û tasfiyekirina li dijî Tevgera Azadiya Kurd û binketina pergala inkar û tunekirinê.
Encama operasyona tunekirin û tasfiyê ku Tirkiye bi piştgiriya DYE û Îran birêve dibe bi temamî di hilbijartinên herêmî yên di 29ê Adarê de şkestiye. Me bi spartina ser binketina ku pergala inkar û tunekirinê di qada leşkerî, bîrdozî û siyasî de dijî û me hêvî û hesap kir ku wê êdî dev ji vê were berdan, wê rastî werin dîtin; pejirandin û bi vî rengî me nirxandineke, gengaz e dev ji tunekirina derfetên Tirkiyê di vî şerê qirêj de were berdan kir. Di vê mijarê de me bi inyeteke baş re hesap û hêvî kir ku dibe bi vê nêzîkatiyê v guhartineke stratejîk li Tirkiyê pêşbikeve. Me ji ber vê jî polîtîkaya nepevçûnê ya yek alî şopand, di vê alî de me nîyeta baş da nîşan û ji bo ku di rewşeke wisa de vebûna siyasî pêk were me hewl da ku em firsend û derfetan pêşkêş bikin. Bi rastî jî dibe herkes pesin bide ku firsend û derfetên ku tevger û gelê me di vê demê de pêşkêşî rêveberiya Tirkiyê kiriye mezintirî hertiştê ku were kirin û dayîn e. Bi rastî jî ti kêmasî di vê mijarê de nehatiye jiyîn. Lê me bi xemgîniyekê ve dît ku yên Tirkiyê birêve dibin tevî van rastiyan û nêzîkatiya polîtîkaya tevgera me bi inyetek baş pêşkêş kiriye û helwesta biçareser dû hîle û lîstokan e û di nava lêgerên kûrkirina şerê taybet de ne. Hîn jî dev ji zîhniyeta ku Kurd inkar û tune dike neberdane û hîn jî plansaziyên PKKê tune û tasfiye dikin amade dikin û hewl didin vê bikin pratîk ê. Ya herî balkêş jî hewl didin vê yekê bi gotinên vebûnê, aştî û demokrasiyê veşêrin û bimaske bikin. Helbet ev helwesteke nebaş e, bitalûke ye. Didane holê ku ka zîhniyeta inkar û tunekirinê di Tirkiyê de çi qas kûr û kokdar e. Ev rastî careke din jî ji herkesî re dide nîşan ku pêwîst e gelê Kurd, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd pir hişyar bin û tucar neyên xapandin. Tişta ku derkete holê bû ev rastî.
Helbet me nedixwast wisa be. Me weke tevger, rastiya Rêbertî û gel dixwast çareseriya vî karî êdî di bingeha pejirandina vîn, bi rêbazên siyasî demokratîk pêk were. Ji xwe di vê pêvajoyê pêde şiyara tevgera me ya bingehîn bûye “Êdî Bes e”. Ev lêger û daxwazek çareseriyê bû. Me hêvî dikir ku êdî yên ku Tirkiyê birêve dibin hinekê aqilane tevbigerin, birastbînî nêzî bibin, guhartin di zîhniyet û polîtîka de bikin; bi derbazkirina wê zîhniyeta nîjadparêz, faşîst û şoven ku heya niha li ser wan serwere, zîhniyeteke demokratîk têxin şûna wê. Eger bi vî rengî tevgerin û nêz bibin wê çareseriya demokratîk siyasî ya pirsgirêka Kurd bi girêdayî demokratîkbûna Tirkiyê pêşbikeve. Lê me bi xemgînî dît ku, rastî ne wisa ye. Hêza beramberê me hîn jî mijûl dibe ku ka wê me çawa tune û tasfiye bike, hîn li pey lîstok, tunekirin û tasfiyê ye, hîn jî di nava hewldana kûrkirina şerê taybet de ye û di nava hewla pêşxistina lîstokên xwe yên binbinkî (sînsî) de ne.
Çûyîna Komên aştiyê li Tirkiyê ku israr, daxwaz û samîmiyeta Rêber APO, Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd a di demokratîkbûnê de, di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de qenit kiriye, di heman demê de rastiya rêveberiya Tirkiyê li pey lîstokên bi hîle û bindebinde yên wisa de ye derxiste holê, siyaset zelal kir, rûye herkesî yê rastîn bi awayekî zelal da nîşan. Di vê hêlê de êdî ti xumamî nemane. Mîsoger divê mirov wisa nêzî nebe. Di siyaseta Tirkiyê de di plana yekemîn de, bi helwesta li hemberî Nexşeya Rê ya Rêber APO pêşkêş kiriye; di plana duyem de jî, li hemberî rastiya komên aştî ku li ser bangawaziya Rêber Apo vegeriyane Tirkiyê, zelalbûn û ronahîbûnek tam çêbûye; xumamî û nediyarî hatiye derbazkirin. Rastiya ku derketiye holê rastiya rêveberiya Tirkiye girêdayî îtîfaqa AKP û Serfermandarî rêveberiyeke hîlekar, bindebinde û rêveberiyeke şerê taybet e. Rastiya wî ya ku li pey tasfiyê û tunekirinê direve ye. Me ev bi awayekî zelal dît. Di vê hêlê de kesek nikare me bixapîne, kesek êdî nikare bi gotinên sixte yên weke vebûn û demokrasî meeee bixapîne. Ev yeke bi awayekî zelal derketiye holê. Weke tevger û gel, em di vê mijarê de zelalbûneke tam dijîn.
Rêveberiya Tirkiyê xwe naspêre ser hêza xwe, ji ber hêza xwe nameye. Ji ber wê sedemê jî dixwazin pitir bi bazarkirina derfetên Tirkiyê plansaziyên xwe bidin meşandin. Ango dixwaze plansaziya tasfiyekirina PKKê mezetê (ihale) hêz û derdorên hundir û derve bike. Hewl dide bi pêşkêşkirina derfetên Tirkiyê re wan bixe nava plansaziya tasfiyekirina PKK. Polîtîkaya wî ya di derbarê DYE, Ewrûpa wisa ye, bazariya bi rêveberiyên Îran, Surî û Kurdistana Başûr di vê çarçovê de ye. Di vê hêlê de em vê dibînin: dema plansaziyeke nû ya tunekirin û tasfiyê tê amade kirin, li gorî rêveberiyên kevin rêveberiya Tirkiyê ya heyî di rewşeke pir lewaz de ye. Di rastî de dibîne ku tiştekî bike nemaye, dizane, ji lewra dixwaze vê plansaziya tasfiyekirinê mezetê hinde derdorên din bike û bi vî rengî serbixe. Aliyê herî girîng yê plansaziyê ev e. Aliyê duyem jî, dixwaze xwe bispêre ser lewaziyên me. Ango dema dixwaze bi têkiliyên dîplomatîk ên cûrbecûr ve hinek hêzên din bixe tevgerê û vê plansaziya tunekirin û tasfiyê bi riya wan re biserbixe, di aliyê din de jî dixwaze plansaziya tunekirin û tasfiyê bispêre ser lewaziyên me û bi vî rengî serbixe. Eger mirov bala xwe bide ser dixwaze encamê ne bi hêza xwe, lê bi hêza hineke din û bi lewaziyên me bigre û serbixe.
Di vê wateyê de xalên ku dixwaze ji me lewaziyan bibîne ev in: Yek, dixwaze em şaşitiyên polîtîk bikin. Du, dixwaze gerîla ku hêza me ya bingehîn a berxwedanê ye bi hîleyên cûrbecûr lewaz û tasfiye bike. Sê, hewl dide him di asta kadroyî, him jî di asta girseyî de Tevgera me ya Azadiyê dabeş û perçe bike û berde hev. Çar, di derbarê lewazkirina têkiliyên Tevgera me bi gel re û berdana hev de hewlan dide. Dixwaze bi perçekirin û dabeşkirina rêxistinên Kurd re û siyaseta Kurd re, bi pevxistinên pevçûna navxweyî ve lewaz bike û encam jê bigre. Di rastî de ji bo ku plansaziya tunekirin û tasfiyekirinê bixe jiyanê ev dibin spartekên rêveberiya Tirkiyê ya heyî. Van xalan bi awayekî zelal derketine holê. Vana ne rawêj (varsayım) in, rastiya heyî îfade dike. Ev rastî jî bi aweyekî zelal di dane holê ku pêwîst e di vê pêvajoya tê de gelê Kurd, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ango tevgera netewî demokratîk a Kurd çawa tevbigere, dîqatî kîjan xala bike û mecbûriyetên wê, dîsa pêwîst e di nava kîjan helwest û têkoşînê de be.
Nexwe, yên ku li pey tasfiyê û tunekirinê baz didin dixwazin em şaşitiyên polîtîk bikin, wê demê pêwîst e em jî pir hişyar tevbigerin û tu car nekevin nava şaşitiyên polîtîk. Pêwîst e em heya dawiyê di çareseriya aştiyane, demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd de bi israr bin. Pêwîst e em têkoşîna demokratîk û siyasî kûr bikin. Pêwîst e em jî bersivê bi kûrkirina têkoşîna demokratîk siyasî bidin plansaziya tasfiye û tunekirinê ku li ser me tê ferzkirin û pergala şerê taybet. Di vê mijarê de pêwîst e ti êrîş û sorkirin me ji pêkanîna xeta xwe ya siyasî nede paş.
Xala duyem, pêwîst e em gerîla ku hêza me ya bingehîn a berxwedanê ye mezin bikin, biparîzin û eger gotina min di cîh de be em weke reşka çavê xwe xwedî lêderbikevin. Pêwîst e weke tevger û gel, di nava siyaseta netewa Kurd, nêzîkatiya bîrdozî çi dibe bila ew be, li dijî her cureya êrîş, gef û lîstokên li hemberî gerîla bisekinin, xwedî li gerîla derbikevin, wê biparîzin. Ango pêwîst e herkesê Kurd gerîla biparîze. Ji ber ti caran çareseriya demokratîk siyasî beyî gerîla çênabe, bi ti têşeyê gihandina aştiyê bêyî gerîla pêk nayê. Ji ber vê sedemê jî parastin û mezinkirina gerîla di rewşa wezîfeya herî bingehîn ya tevahî welatparîz û demokratan de ye. Pêwîst e em xwedî li vê erkê derbikevin.
Dîsa pêwîst e em dîqatê parastina bi taybet Tevgera PKKê, bi giştî jî yekitiya demokratîk si-yasî ya Kurd bikin. Gelek lîstok, êrîş û propexandeyên xwe dispêrin derewan hene di derbarê perçekirin û dabeşkirina tevgera me de. Lîstokên bi hezar cûreyan tên raxistin. Hewl tê dayîn zanist û psîkolojiya mirovan were tarîkirin û xirakirin. Pêwîst e em bi van neyên xapandin û ti caran neyên lîstokê. Pêwîst e bi çi teşeyê ve hêza me ya kadro û gel neyên lîstokan, bi gotinên têne gotin re neyên xapandin. Ji ber em dibin êrîşeke pir cîdî ya psîkolojîk de ne. Bi derew û hîleyên bi hezar cûreyan êrîşê di ser me de tînin. Di vê hêlê de mîsoger biaramî û hişyar tevgerîn, li hemberî hile û derewan hestiyarî tevgerîn pêwîst e. Perçeyek ji vê ya herî girîng jî weke xwedî derketina gerîla, parastin û xwedî derketina li yekitî û yekparetiya tevgera me ye. Pêşxistina yekîtî û îtîfaqa tevgera netewa Kurd a demokratîk di girîngiya dîrokî de ye. Me ji ber vê sedemê hewl da em siyaseta Konferansa Netewa Kurd li ser vê serdemê fer bikin. Tevahî Tevgera Netewa Kurd di bingeha rêgezên demokratîk li derdora Konferansa Netewî kirina yek, wê gihandina îtîfaqê dibe yek ji erkên herî girîng ê vê pêvajoya ku em tê de ne. Ev yek ji piyê herî girîng ê di valederxistina plansaziya tunekirin û tasfiyê ku rêveberiya Tirkiyê ya heyî hewl dide ferz bike. Ji ber ew dixwaze serkeftina xwe bispêre ser dabeşî û perçekirina me û pevxistina me. Tevahî hêza xwe ji bo pêşxistina hîleyeke wisa bikartîne. Ev rastiyeke vekiriye. Ji bo vê jî xirakirina van lîstokan, di nava yekîtî û piştevaniyê de mayîn, hişyarbûna li hemberî lîstok û êrîşên ku perçekirin û dabeşiya Kurdan, lîstok û fîtneyên li hemberî wê hemêz dikin, dibe xalên herî girîng ku tevahî welatparîz, hêzên netewî û beşên demokratîk bigirin dîqatê.
Di aliyê din de jî parastina yekitiya gel, têkiliyên bi gel re, ji lewra pêşxistina rêxistingeriya gel a demokratîk pir girîng e. Her bajêr, bajarok, gund û her deverê di bingeha xeta Konfederalîzma Demokratîk de pêşxistin û mezinkirina rêxistingeriya demokratîk, jin û ciwan di serî de ya tevahî gelê kedkar, di girîngiya jiyanê de ye. Rêxistingeriya gel herî kêm bi qasî parastin û sexlemkirina yekitiya gerîla, di valederxistina plansaziya şerê taybet ê li dijî me de rol dilîze dibe bandora berxwedanê ya herî bingehîn.
Vaye hêmanên ku plansaziya tasfiyekirin û tunekirinê ya hukimeta AKP û rêveberiya Tirkiyê ya heyî hewl dide ferz bike vale derbixîne jî dibin vana. Xalên ku PKKyî, DTPyî, jin, ciwan, kedkar, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, bi kinasî her beşê Kurd dîqat bike di vê serdema em tê de ne dibin van rastiyan. Van rastiyan pêwîst dibînîn ku her kes di çarçoveya têkoşîna ku me diyar kiriye de tişta ku dikeve ser milê xwe, di wextê wê de û biserkeftî bîne cîh. Helbet rol û wezîfeya valaderxistina vê plansaziyê ya herkesî cûda ye. Pêwîst e her kes wezîfe û berpirsyariya ku dikeve ser milê xwe derxe zanebûnê, wana bi serkeftî bîne cîh, bi tevahî hêza xwe vê plansaziya tasfiyê û tunekirinê ya li ser tevger û gelê me tê ferzkirin vale derxe û têkoşîna xwe ya serkeftî bike yek. Rewşeke wisa girîngiya jiyanî hildigire. Em bawer dikin ku wê herkes bi zanistiya wezîfe û berpirsyariya xwe û bi hişyariya xwe ya bilind ve tişta dikeve ser milê xwe bike, wê weke berê plangeriya tasfiyê û tunekirinê bêserkeftî bihêle û vale derxe. Ji xwe eger mirov bala xwe bide ser, ev plansazî di asteke bilind de bêserkeftin hatiye hiştin. Ya şûn de dimîne perçekirina mayîndeyên wê û bêbandorkirina vê plansaziya şerê taybet a rêveberiya Tirkiyê ye. Em bawer dikin ku wê ev jî di hefte û mehên li pêş me de pêk were.
Em di serî de vê diyar bikin ku, pirsgirêka Kurd ya bi rewşa xwe ya heyî ve tê jiyîn, bi xwe re, pirsgirêkeke Tirk jî îfade dike. Ji ber pirsgirêka Kurd ya heyî girêdayî pênaseya Tirktiyê derketiye holê yan jî hatiye derxistin holê. Ew jî, çavkaniya xwe Tirktî bi hemwelatiya komara Tirkiyê pênasekirinê digire. Dema pênaseyeke wisa ya Tirktî yan jî netewa Tirk hate kirin, ji derveyî Tirk ti tiştekî din nayê hiştin. Ango di nava sînorên Tirkiyê de ti hebûna nasname û çandeke ji derveyî Tirk nayê pejirandin; tevahî têne inkarkirin. Bi vî rengî jî dîrok tê inkarkirin. Ma tişta ku bi mantixê inkarkirinê tê inkarkirin tenê dibin nasname û çandên etnîk yên ji derveyî Tirk? Na! Di wateya rastîn de di nava pênaseyeke wisan de nasnameya Tirk jî tê inkarkirin. Ji ber Tirktî, bi hemwelatiya komara Tirkiyê re tê girêdan. Niha 86. Salvegera vê Komarê hate pîrozkirin, kete sala xwe ya 87ê. Gelo ev 86. sale ku Tirktî, netewa Tirk, civaka Tirk heye? Ma berê wê nînbû? Eger berêya nasnameya Tirk, civaka Tirk hebe, wê demê pênaseya wê çawa bû? Ji ber hemwelatiya Komara Tirkiyê beriya 87 salan nebû. Eger beriya 87 salan hemwelatiya Komara Tirkiyê nebû, ma wê demê Tirktî jî nebû? Civak û nasnameya Tirk jî nebû? Eger mirov bala xwe bide ser ev zîhniyet û siyaseta ku di serî de li ser inkara Kurdan hatiye pêşxistin, weke ku di nava xwe de nasnameyên etnîkî inkar dike, nasnameya Tirk, ku îdîa dike diparîze, jî inkar dike; dîrok û cîvakîbûna wê inkar dike, tevahî tişt bi siyaseta hişk a dewletêkê ve girê dide û di rastî de jî cewhera xwe tune dike. Vaye di vir de pirsgirêkeke Tirk derdikeve holê. Loma dema komên aştiyê çûn Tirkiyê pirsgirêka Tirk çênebû, ji ber ji xwe hebûna pirsgirêkeke Tirk hebûna pirsgirêka Kurd di nava xwe de îfade dikir.
Zîhniyeta ku pirsgirêka Kurd derxistiye holê, di heman demê de, pirsgirêka Tirk jî afirand. Ev rastiyek e. Lê ev yeke tê veşartin û tune tê hesibandin. Mirov nikarin vê rastiyê bibînin. Lê belê dema komên aştiyê çûn, tenê wan nîşandekên gel yên kêfxweşiyê, çalakiyên gel ên hemêzkirina komên aştiyê ev rastî derxiste holê, ew anî rewşeke wisa ku herkes wê bibîne. Nexwe ev pirsgirêk nû nehate afirandin. Pirsgirêk berê jî hebû, lê herkes nedikarî bibîne. Vaye bi saya kêfxweşiya ku gel bi hatina komên aştiyê jiyaye ev rastî derkete holê.
Vê rastiyê danî holê ka civaka Tirk û Kurd dibin siyaseta inkar û tunekirin a heyî de, dibin şerê sîh salan a ji bo tasfiyekirin û tunekirina gelê Kurd bixin jiyanê hatiye domandin de çawa perçebûne. Rast e, rêveberiya Tirkiyê ya heyî qala yekitiya Tirk û Kurd dike, lê bûyerên têne jiyîn daye nîşan ku, yekitiyeke wisa li holê nîne. Kurd di nava têkoşîna tê jiyîn de ji Tirkiye qûtbûye. Di nava herdu civakan de qûtbûneke cîdî hatiye jiyîn. Eger mirov bala xwe bidê ser, dema Kurd bikêfxweş dibin Tirk dikevin nava hêrsê. Dema Tirk bikêfxweş dibin jî Kurd dikevin nava hêrsê. Çi ji rê ji vê re vekir? Şerê inkar û tunekirinê rê ji vê re vekir. Van êrîşên ku Kurdan tune dihesibînin û ji bo tune bike têne domandin rê ji vê re vekir. Rastiya ku tê jiyîn bi aweyekî zelal vê yekê daye nîşan. Xaleke din a girîng jî dibe ev.
Xala siyemîn jî ev e; Nefêmkirina kêfxweşî û coşa Kurdan, nedemokratîkbûnê îfade dike. Eger hinek kes fêm nakin ku gelê Kurd ji vê berxwedana ku li dijî êrîşên tunekirinê û komkujiyê daye meşandin coş, helecan û kêfxweşî digire, wê demê di van kesan de demokratbûn, rewşenbîrbûn nîne; tê vê wateyê ku li wir hinekê neteweperestî, şovenîzm heye. Tê vê wateyê ku zîhniyeta netewa desthilatdar ji wir re tê barkirin. Xwepêşandan û çalakiyên gelê Kurd ên kêfxweşiyê aşkere kir ku, herçend van derdoran xwe weke ‘rewşenbîr-demokrat’ pênase bikin jî, lê rewşenbîrî û demokratbûna wan nîvçe û kêm e. Xwe bi temamî ji neteweperestiya şovenîst safî nekirine. Rastiya ‘van derdorên wiha nîjadkujiya ku civaka Kurd, jinên Kurd, ciwan û mirovên Kurd dibin pergala inkar û tunekirinê de jiyaye, çawaniya komkujiya ku rûberû mane nizanin û nedîtine ka çawa hatine perçiqandin û fêm nakin’ derxiste holê. Pêwîst e ev yeke jî wisa were fêmkirin û îfade kirin.
Dema em ji vir lêdinêrin, di rastî de gotina “PKK hesasiyeta civaka Tirkiyê negirtiye dîqatê” ne rast e. Bi rastî jî em Kurd pir hewl didin ku hesasiyetên Tirkiyê bigirin dîqatê. Bi taybetî jî Rêber Apo di vê mijarê de di nava hestiyarî û şiyarbûneke mezin de ye. Ti lêgerên wî yên bi lewazkirin û tangavkirina Tirk re xurtkirina Kurd nebûye mijara gotinê. Hertim herdu gel bi hev re esas digire. Azadbûna herdu gelan, jiyana wan ya demokratîk û pêşketin û xurbûna wan bi hev re dîtiye û dibîne. Vana bi dehan caran îfade kir. Tevahî siyaseta wî jî li ser vê pîvanê hatiye damezirandin. Dîsa Tevgera me ya azadiyê jî hewl dide tevahî tevger û gavên xwe li ser fêmkirina vê zîhniyet û xeta polîtîk ya Rêber Apo pêşxistiye pêkbîne. Hişyarbûneke wî di vê wateyê de heye. Ji gelek tiştan re dîqat dike. Di rastî de kêfxweşiya ku gel li hemberî çûyîna komên aştiyê jiyaye û daye nîşandan ne reşkirin û xirabkirineke civaka Tirkiyê ye, ew kêfxweşiya ku bawerî û hêviya hatina aştî û demokrasiyê afirandî bû. Şiyarbûna aştiyê bû, şiyarbûna çareseriya demokratîk bû. Di rastî de gel komên aştiyê weke nûçevanê ‘wê gelê Kurd ji nîjadkujiyê, ji qirkirinê, ji biçûk dîtinê, ji xerakirinê, ji tunekirin û tune hesibandinê rizgar bibe’ dîtin û bi vî rengî ew hemêz kirin; ew lehiya hezkirinê derxistin holê. Ev rewş tê fêmkirin. Ti aliyekê vê yê ku hesasiyetên civaka Tirkiyê nagire dîqatê û civaka Tirkiye xera dide nîşandin nîne. Kesek di nava van xwepêşandanan de tewanbar nekirin û xirab nedan nîşan, ji bo civaka Tirkiyê gotinek xirab negotin; berevajî, hertim behsa aştî, çareseriya demokratîk û demokratîkbûna Tirkiyê kirin, yekitî û biratiya gelên Kurd û Tirk anîn ziman. Ma xirabî li ku dera vê de ye? Bi qasî ji bo gelê Kurd aştî, ji bo Tirk jî xwestin. Hizirîn û anîn ziman ku wê gava heyî ji bo Tirkiyê demokrasî biafirîne, wê civaka Tirkiyê bigihîne demokrasî û aştiyê. Herkes vê yekê dizane. Ti aliyekê vê yê ku hesasiyeta Tirkiye nagire dîqatê nîne, ku ne rêxistingeriyeke birêxistî jî bû. Bi daxwaziya aştî û demokrasiyê, kêfxweşiya gel a li dijî komkujiya ew qas salan dijî îfade dikir. Lê mixabin ev wisa nedîtin û nefêmkirin dide nîşan ku nêzîkatiyeke pir cîdî ya neteweperest û şoven li Tirkiyê heye. Dibe weke aliyê Kurd hineke din hişyarî hatiba jiyîn. Bi taybetî jî derdorên DTP dikarîn di vê mijarê de biçeke din hişyar nêzî bûban. Lê ti aliyekê vê yê ku bê nepixandin (abarma) jî nîne. Ti aliyekê vê yê ku pir zêde bê tewanbarkirin jî nîne. Eger tê xwestin Kurd di vê xalê de werin tewanbarkirin, mîsoger yên vê yekê dikin xwedî nêzîkatiya nîjadperest, şoven û neteweperest in. Bila vana nêzîkatiyên xwe bibînin. Nikare were hêvîkirin ku hêzên demokratîk li hemberî neteweperestiya şoven û faşîst hesasiyet bidin nîşandin. Aliyekê demokratîk ê daxwaza nîşandina hesasiyeta li hemberî faşîzmê nîne. Di navêngeke wisa de nikare qala azadîxwazî, demokratîkbûn û aştîxwazî were kirin. Ji lewra em bi vê rewşa ku pir hatiye nepixandin re rûberû man. Ev jî têşeyeke êrîşê ye.
Di rastî de mîsoger nepixandin û êrîşên di vî alî de çavkaniya xwe ji nêzîkatiya şoven digire. Ma di rastereya daxwaza aştî, demokrasî û biratiyê de rasttir nîne ku mirov şûna ji gelê Kurd re bêje, “tu çima di nava coş û kêfxweşiyê de yî?” ji civaka Tirk re bêje “tu çima di nava êrîşa nîjadparêz, şoven û faşîst de yî?” û vê derê tewanbar bike? Mîsoger tişta ku were kirin ev e. Ya rastîn pêwîst bû di nava yekitiyekê de hêzên demokratîk, siyasetmedar û rewşenbîrên Tirkiyê ku dûrî neteweperestiyê, şovenîzmê ne, bi van xwepêşandanên gelê Kurd ê kêfxweşiyê re bûban yek û rexne li derdorên ku li dijî vê derdikevin kiriban. Pêwîst bû bi dijber derketin weke helwesteke neteweperestiya şoven îfade kiriban, mehkum kiriban û bang li civaka Tirkiyê kiriban ku bên bi gelê Kurd re cejna aştî û biratiyê pîrozbikin. Pêwîst bû komên aştiyê ku PKKê şandine jî wisa pêşwazî kiriban. Ji ber aştî ne tenê ji Kurdan re tê, ji Tirkiyê re jî tê; demokrasî ne tenê ji Kurdan re ji tevahî Tirkiyê re jî tê. Ji lewra komên aştiyê pêşengî ji aştî û demokrasiya bi qasî ji bo Kurdan e, ji bo Tirkiyê ye jî, dikirin. Pêwîst bû helwesta rast, helwesta demokratîk a di aliyê Tirkiyê de, bûba xwedî derketina li vê gavê. Lê mixabin ev lewaz ma. Hêzên weke CHP û MHP nîjadparêz, şoven û faşîst in hewl dan vê helwesta demokratîk biçewisînin û lewaz bixin. Gelek derdor jî dibin xwepêşandanên wan ên tije hîsterîk de perçiqiyan. Nikarîn li dijî tevahiya van gotinên ku tije sorkirinin derketiban. Ji ber nikarîn li ser wan de biçin û wan tewanbar bikin, vê carê, ji ber faşîzma MHP û CHPê, hewl dan Kurdan tewanbar bikin. Nêzîkatiyeke wisa mirov dibe tewanbarkirina demokrasiyê, rast nîşandana faşîzm ê. Aşkereye ku ti eleqeya vê bi zîhniyeta aştiyane û demokratîk re nîne û çênabe jî. Ji bo vê jî pêwîst e helwesta gelê Kurd a kêfxweşiyê ya li hemberî hatina komên aştiyê rast were fêmkirin û pêşketinên ku ji roja hatina komên aştiyê û pê ve hatine jiyîn rast werin analîz kirin. Ji bo encamên baş werin derxistin ev analîza rast girîng e. Bûna rewşenbîr û demokratîk di vê de derbaz dibe; pêwîst e rewşenbîr û demokrat bi nirxandina van bûyeran re encamên têr derbixînin holê û zanisteke rast û têr bidin civaka Tirkiyê. Heya niha ev pir kêm hate kirin, em hêvî dikin wê ji vê şûndetir ev kêmasî werin derbazkirin û wê bi awayekî têr werin kirin.
AKP hertim vê şêwaza polîtîka dimeşîne. Ev heşt sal in hewl da vê heman helwestê bi rêk û rêbazên cûda derxîne holê û bide nîşandin. Ango xwest hertim wêjeyeke Mazlum bike. Hertim xwest xwe bi gotinên wiha “ez hertim dibin zextan de me, ez têm astengkirin, firsend û derfetan nadin min, ez dixwazim lê astenk hene, ez nikarim bikim” bêguneh bide nîşan. Lê belê rastiya xwe bi vê teşeyê, bi rengekî pispor veşart. Niha jî hewl dide heman tiştê di mijara vebûnê de jî bike. Ji xwe heya niha her hewl da vê yekê di siyaseta Kurd de bike. Xwest xwe hertim wiha bide nîşan ku ew aştî û demokrasî dixwaze, dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bikeü lê hinek din wî astenk dikin. Bi vî rengî wêjeya dil bi xwe şewitandinê dike. Xîtabê hestên civak û gel ên dil pê şewitandinê dike û dixwaze deng/reyên wan bigre. Neçîrtiyeke dengan dike. Ev rewşeke diyar e. Ev rêbazeke pir bihîle ye, lê rêbaza ku herî zêde AKP bi pisporî pêktîne jî ev rêbaze. Gelek derdor jî, bi rastî, bi vê bawerkirin. Di vê mijarê de derdorên herî zêde hatine xapandin jî bûn derdorên îslamî û Kurd. Hîn jî gelek derdorên îslamî bawer dikin ku AKP bi rastî jî dixwaze di rastereya daxwazên wan de hinde guhartinan bike, lê hinek din li pêşiya wî dibin astenkü ji ber vê nikare bike. Lê rastî ev e ku AKP vana nake. Rastiya rûyê wî ev e. Dîsa gelek derdorên Kurd, welatparêz, demokrat di vê mijara AKPê de têne xapandin. Ji ber AKP derewan dike, dilê gel bi xwe dide şewitandin. Xîtabî ji dilê gel re dike, ango xwe wisa dide nîşan ku qaşo piştgiriyê dide lewazan û xîzanan; bi vî rengî hewl dide wan hestan dimêje. Di vir de mêtingeriyeke cîdî ya hestan heye. Ji xwe xala ku herî dawiyê di polîtîkaya vebûnê de gihiştiyê jî ev e. Hewayekî wisa dide ku AKP dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, lê hinek din li pêşiya wî dibin astenk. Ku ev yeke ew qas pêş de bir ku, peyvên weke “DTP vê yekê astenk dike” bikartîne. Lê ev rewşa li ser tewanê hatina girtinê îfade dike. Ma wê DTP kîjan aştiyê, demokrasiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd astenk bike? Ku DTP tevgereke wisa ye ku bîst û çar seatan xwe ji bo ev pêk were derbaz dike. Eger AKP di vê mijarê de tiştekî bike, DTP wê ji wî re deh qat zêdetir tevkariyê pêşkêş bike. Herkes vê rastiyê dibîne. Nexwe heya niha digotin “artêş astenk dike, dewlet astenk dike, hesasiyetên cûrbecûr hene, newebî hun dengê xwe derxînin, tiştekî zêde nexwazin”. Bi vî rengî hewl didan ku rûyê xwe bimaske bikin. Niha jî rabûne dibêjin DTP vebûnê astenk dike. Lê bila herkes bizanibe ku AKP naxwaze tiştekê bike. Derewan dike, takiye dike. AKP hêza herî bihîle ye. AKP di civakê de %40-50 deng girtiye, li pey wî piştgiriya dengan, li meclîsê hêzeke wî ya zêde heye ku dikare guhartina destûra bingehîn pêkbîne, li pey wî piştgiriya DYE, YE, Îran û Surî heye. Tevî dikare bi ew qas piştgiriyê ve hertiştî bike, çima tiştekê nake? Di rastî de ti kes nebû ku AKP astenk bike. AKP bi xwe nedixwast bike. Lewre bi rastî jî bi awayekî pisporî di veşartina rû yê xwe yê rastîn de serkeftin bidest xist, ango serxist. Lê pêwîst e êdî herkes vê rastiyê bibîne, neyê van lîstokan û pêwîst e ji AKPê re bêje “eger tu wê bikî, tiştekê bike; nexwe emê te derewker îlan bikin”. Ku wextê vê jî bihûrî. Ango ev heft sale “kûm ket, keçel hate dîtin”, hertişt derkete holê. Êdî şansekî ku ji AKPê re were dayîn nemaye. Heya niha gel şans da, tevgera me şans da; ji lewra me dît ku AKPyeke ku vê şansê rast û di cîh de dinirxîne nîne. Ji lewra êdî rewşeke ku şans jê re were dayîn jî nîne. Pêwîst e ev rastî were dîtin.
Li holê hîle û derew hene. Xwe bi spartina ser hestên gel ên dil pê şewitînê ve nêzîkatiyên ku wan hestan vediguherînin dengan, wan veguherînin îqtîdara siyasî hene. AKP vê yekê bi posporî dike. Ji lewre pêwîst e li dijî van hestmêtingerkeran derketin were afirandin. Pêwîst e bi awayekî aşkere welatparêz û demokratên Kurd bikaribin vê yekê bikin. Bila kes neyê lîstokan. AKP dil bi xwe dide şewitandin, xwe wisa dide nîşan ku qaşo li ser zext hene, ji ber vê nikare hinde tiştan bike. Ev ne rast e û derew e. Hîn jî hêviyên “ezê bikim” diafirîne û mirovan di kirina tiştan de bêbandor dike. Ev rêbazeke bihêle ye. Divê kes neyê vê lîstokê. Pêwîst e mirov li hemberî vê lîstok û hîleya AKP hişyar be û jê re bêje “bisekine”. Nexwe dê sal derbazbibin û AKP bi vî rengî wê ser îqtîdarê bimîne û wê heman pergalê bidomîne. Ev zelal bûye. Pêwîstî bi qanitkirina vê ya careke din nîne. Hîn jî nedîtina vê rewşê û ketina hêviyên wisa tê wateya zêdetirîn windakirina wext, ji lewra firsend dayîna giranbûna pirsgirêkan. Pirsgirêkên ku giran dibin, wê zêdetir zirar bide herkesî. Di vê hêlê de pêwîst e weke civakê, êdî ji vê nêzîkatiyê re were gotin “bisekine”. Pêwîst e mirov bêje “êdî bes e, bes derewan bike. Rastiya xwe dane holê û li gorî wê tevbigere”. Pêwîst e ev were gotin. Pêwîst e êdî gel bide nîşan ku ew hatiye hêza fêmkirina van lîstokan û va-le derxistina wan.
Di rastî de hebûn an nebûna xitimandinê mijareke nîqaşê ye. Li holê ji xitimandinê zêdetir, lîstok û hîle heye. Hukimeta AKP nêzîkatiyeke bihîle daye nîşan. Ji bo ku mercên siyasî yên derketine holê û birêve bibe û îqtîdara xwe bidomîne, AKP, tevî qet bawer nedikir û projeyeke wî nîne jî, wêjeya vebûnê avête holê. Ev bi salan e propexendeyeke weke vebûna Kurd, vebûna demokratîk, nizanim çi vebûn didomînin. Van gotinên vebûnê, ji ber di civaka Tirk de pêdivî bi vebûna aştî-demokratîk û siyasî heye, eleqe û piştgiriyek pir mezin di civak û derdora Tirkiyê de afirandiye. Di rastî de mirovan û beşên cûrbecûr, beyî ku binêrin ka pêwîstî bi vebûneke wiha heye yan ne, nêzîkatiyeke ‘bila vebûn çêbibe” daye nîşandan. Pêdiviya wan ya ji vebûnê re, hiştiye piştgirî bidin vê propexandayê. AKP jî hewl daye vê rewşê bi awayekî pispor veguherîne aliyê xwe. Tişta ku tê jiyîn, di rastî de, dibe ev yeke. Ev rastî niha hîn zêdetir derketiye holê. Wê rast be mirov ji polîtîkayên ku AKP di vê mijarê de dişopîne re bêje polîtîkageriya Abdulhemît. Polîtîkayên wisa yên Sultan Abdulhemît jî hene. Bi taybetî jî li hemberî yên muxalîf û yên di wê dewîrê de vebûnê dixwazin polîtîkayên heman dişopîne. Navê vê jî dike polîtîkaya “bi guran re orîn (uluma)”. Ango ev dibe, ji yên ku guhartinê dixwazin, tiştên cûda dixwazin re çi tê gotin wê gotin, bi vî rengî ji destên wan argumanên wan girtin, wan vale derxistin û bandoriya xwe domandin. Polîkaya ku AKP piştî hilbijartinên herêmî yên 29ê Adarê şopandiye tê wateya vê polîtîkayê. Em pir baş dizanin ku ka çawa gihiştine vê yekê.
Helbet AKP piştî hilbijartinên 29ê Adarê hema nekete nêzîkatiyeke wisa. Di serî de derdorên artêşê, derdorên AKPê xwestin polîtîkaya berê ya inkar û tunekirinê bidomînin. Operasyona ku di 14ê Nîsanê de li dijî DTPê dane destpêkirin vê îfade dike. Daxuyaniyên Îlker Başbûg ku bi seatan di pêşiya çapemeniyê de civak tehdît dikir, di vê wateyê de bû. Vê nêzîkatiya xwe heya komkujiya Mazîdagê birin. Nêzîkatiya wan a di serî de wiha bû; pir bawer dikirin ku wê bi ferzkirina êrîşên ku armanca xwe inkar û tunekirine re encamê bigrin. Di vê de jî israr kirin. Hewl dan di bingeha êrîşên polîs û leşkeran de van rêbazên xwe yên zext û nepejirandina hişk berdewam bikin. Lê belê dîtin ku, ew dem hatiye derbazkirin. Ne gengaz e ku bi nêzîkatiyên nepejirandina hişk û tuneker ve û bi rêbazên siyasî ve pêşeroj pêş de were birin, ne gengaze mirov li vê werin bawerkirin, ji vê re alîkarî were afirandin, bi çûyîna li ser hêzên demokratîk û PKKê ve ew paşve werin xistin. Ji lewra derfeta, bi rêk û rêbazên berê ve têkoşînkirina li dijî PKKê û serkeftin qezenckirinê nîne. Dema piştî hilbijartinên 29ê Adarê van rêk û rêbazên berê di mehên Nîsan û Gulanê de hatin ceribandin, careke din dîtin ku êdî ev çênabe. Dîtin ku ev kare weke berê nameşe. Wê demê pêwîst e çi were kirin? pêwîst e guhartina rêk û rabazan were kirin. Dibe ev jî şopandina siyaseta Sultan Abdulhemît a bi guran re orîn be. Dema di bin ronahiya van rastiyan de lênêrîn dîtin ku PKK pêvajo birêve dibe. Dema PKK pêvajoyê birêve dibe dibêje aştî, demokrasî û çareseriya siyasî, qala demokratîkbûna Tirkiyê û jiyîna veguherîndina demokrasiyê dike. Vebûna demokratîk dixwaze di her mijarê de. Lê AKP li hemberî vê kete ferasetek ê; ezê xwedî li van gotinan derbikevim, lê ez hundirê yek ji wana jî nadagirim, pêdiviyên wê nayînim cîh, bi vî rengî siyaseteke ku muxalîf û dijberê xwe vale derxistinê hedef dike şopand û hewl da pêvajoyeke ku li gorî gotina vê vebûnê ye pêşbixîne. Lê vebûneke rastîn nebû li holê. Eger mirov bala xwe bide ser vebûn hate xistin pêşiya hertiştî. Bi vî rengî ev têgeh hate dejenerekirin, cîdiyeta wê ji holê hate rakirin, lê di ti mijaran de nava wê diyardeya ku jê re dibêjin vebûn nehate dagirtin.
Di derbarê demokratîkkirina Tirkiyê, çareserkirina pirsgirêka Kurd û xebatên dîplomasî de ti projeya AKPê nîne. Bi nêzîkatiyên rojane ve tevahiyan birêve dibe. Di bingeha dizî de encamên ku ji nexşeya rê ya Rêber Apo derxistiye birêve dibe. Tevahiyan di çarçoveya “gelo ez dikarim çawa nexşeya rê ango siyaseta PKK vale derxînim de dimeşîne. Vebûneke aştî, vebûneke demokratîk, nake. Bi gotina “ez vebûna demokratîk û aştiyane dikim” ve, hewl dide vebûna demokratîk, aştiyane, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji holê rake û hêzên çareseriyê ji holê rake. Eger mirov bala xwe bide ser, pilansaziyeke hişk a şerekê taybet dibin vê propexandeya vebûnê de derket. Plansaziya tasfiyekirin û tunekirina PKKê, wekî di salên 2006-2007-2008 de, derket. Rastiyeke vekiriye ku AKP di nava plangeriyeke nû ya dişibe plangeriya tunekirin û tasfiyekirina PKKê ya di sala 2005 pê ve birêve dibe de ye. Hewl hatiye dayîn ku bi vî rengî civak bi Tirk û Kurdê xwe ve were xapandin.
Em weke civaka Kurd û Tirk rûberûyê hîle û derewên cîdî yên AKPê ne. Lîstokek li holê heye. Mixabin, me ev rastî jiya û em bi vê re hatin rastî hev. Helbet ev ne heqê me bû. Di rastî de me weke Tirk, Kurd û PKKê hinekê bi vê bawerkir; eger me bawer nekiribe jî me xwest em bawer bikin. Ji ber bêrîkirina me ya ji aştiyê re hebû, bêrîkriina me ya ji demokrasiyê re hebû, helwest û nêzîkatiyên me yên ku çareseriya bi rêbazên siyasî û demokratîk arezû dike û dixwaze heye. Ji ber vê sedemê me xwest tiştên ku AKP dibêje rastbin. Ji bo ku ev bibe rastî û navaroka wê bê tijekirin, me weke PKK û gelê Kurd, alîkariya ku ji destê me dihat me da. Me her cûra firsend û derfet pêşkêş kir. Lê belê me dît ku tevahiya vana hîlene, lîstok in û tişta li holê ji bilî peyvan ne tiştek e. Me nedixwast û em hîn jî naxwazin ku ev wisa be. Em weke tevger amadene ku bi yên ku aştiyê bînin, çareseriya demokratîk bînin, bi awayekî cîdî nêzî pirsgirêkan bibin re xebat bikin û piştgirî bidenê. Lê li holêye ku AKP herî kêm heya niha ne wisa ye û wisa nekiriye. Bi dehan caran gotin wê pirsgirêka Kurd bibin meclîsê û wê nîqaş bikin. Wezîrê karê Hundirîn got “wê di navbera 15 Cotmehê û 30ê Cotmehê de, di rojekê de çêbibe”. Dûra ji Mijdarê paşdexistin. Eger mirov bala xwe bide ser, niha dibêjin ku “wê di 10ê Mijdarê de çêbibe. Herçend tam zelal nebûbe jî meclîs nîqaşa pirsgirêka Kurd di 10ê Mijdarê de pêşdibîne. Ev nêzîkatî bi serê xwe provakasyonek e. Ji ber 10ê Mijdarê roja mirina Mustefa Kemal Ataturk e. Weke xwezayî civaka Tirkiyê şînê digire. Torenên bîranîna Mustefa Kemal têne çêkirin. Ma wê rojeke wisa de meclîs çawa pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê nîqaş bike. Eger di rojeke wisa de tişteke wisa were rojevê, ew jî wê bibe êrîşa neteweperezî û şevenîzm ê. Eger wisa jî be, diyar e ku ev jî pir bi talûke ye.
Eger mirov bala xwe bide ser AKP heya niha gaveke wisa cîdî navêtiye. Bi rastî jî bi nêrîneke şênber re dernekete pêşiya meclîs û civak ê. Loma derkete holê ku ji xitimandinê zêdetir, hîle, derew, gotinên vale û lîstok hene. Maskê AKPê ket û rûyê wî yê rastîn eşkerebû. Nêzîkatiya wî ya hîlekar û lîstîkvan hate dîtin. Ji ber vê jî wê gel ji vê şûndetir li gorî vê nêzî be. Herkes qanaet bû ku ev kar bi AKPê nayê meşandin û pêknayê, lê wê hîn zêdetir paşve were xistin. Ku niha gelek derdorên demokratîk û derdorên ku ji AKPê bawer dikin şart didin pêş, bangî AKPê dikin ku pêdiviya gotinên xwe bîne cîh, li pişt gotinên xwe bisekine, navaroka wê tije bike, wan bike pratîkê û biwac be (tutarlı). Ji bo ew piştgiriyê bidin AKP şart didane, pêwîst e wisa nêzî bibe. AKP wê vê bike, an neke, ew bi xwe vê yekê dizane. Em nikarin tiştekî bêjin. Em tenê dikarin jê bixwazin ku bike. Ji xwe me ev yeke heya niha jî xwest. Pêwîst e ti kes gotinên me şaş fêmneke. Em ne dijberê AKPê yên fanatîk in. Pêwîst e em ji ber van gotinên xwe wisa neyên fêmkirin. Em bûna dijber danin aliyekê, ev bi salan e me weke tevgerê şans ji AKPê re nasî, me firsend dayê. Me jê xwest çareseriyên aştiyane-demokratîk siyasî pêşbixîne. Em hertim di nava helwesteke wisa de bûn, ku eger AKPê yek kiriba, me wê pênc piştgirî dabayê. Lewre sal bihurîn, lê li holê tişteke ku bi dest were girtin nîne. Ji bilî peyvan ti tişt nehate kirin û ji holê re nehate derxisin. Hinde derdor dibêjin “binêrin Kurdî tê axaftin, stran têne gotin, di televîzyonê de weşanên bi Kurdî têne kirin, AKP tevahiya van pêşketinan anî”. Lê ti eleqeya AKP bi pêşketin an jî û ji hatina van re nîne. Gelê Kurd bi berxwedana xwe ya şerê ku di bingeha konsepta topyekûn a şer a AKP tê meşandin ve vana bidest xist û qezenc kir. Tevahiya van pêşketinan têkoşîna berxwedana gelê Kurd derxiste holê ku hîn zêdetir jî derdixîne. Ji lewra vana ji xaneya AKPê re nivîsîn, bi meyzandina vana re gotina AKP alîgirê vebûna aştiya ye û demokratîk e û wiha hesibandin şaşitiye. Wisa hizirîn nefêmkrina rastiyan e, xeyalgeriya nepijya ye. Em dibêjin pêwîst e êdî ti kes bi van lîstokan neyê xapandin. Pêwîst e rastî werin dîtin û bersiva ku AKP heq dike were dayîn. Pêwîst e rastiya AKPê baş were dîtin û helwesteke rast û bivac a demokratîk li hemberî wî were nîşandan.
Piştî hate fêmkirin ku AKP hilbijartina herêmî ya 29ê Adarê winda kiriye şûndetir, gav bi gav operasyonên ku artêşa Tirkiyê di tevahî qadên Kurdistanê de dide meşandin zêde bûn. Di tevahiya havîn û payîza 2009ê de, di qadên cûrbecûr ên Kurdistana bakur de operasyon berdewam kirin. Ti car lewazbûn an qûtbûn di operasyonên leşkerî de nebûn mijara gotinê. Bi qasî ev rastî ji Dersîmê, Erzorimê, Amedê û heya Botanê wiha ye, artêşa Tirk li ser sînorên Îran û Iraqê hewleke pir biplansaz û dorfireh a leşkerî meşand. Hewl da ji her derê re rêkan çêke, kete nava hewla avakirina bendavan (baraj), hewla xwe ya çêkirina qereqolan domand, nijîna (yığınak) leşkerî ya berfireh kir û hertim di nava tevgeriya leşkerî de ma. Bi vî rengî paşketinek nehate jiyîn di operasyonên artêşê û di xebatên leşkerî de. Herçend hukimeta AKPê di nava gotinên vebûn û demokratîkbûna vale de be jî, li pey wî hertim dewamkirin û zêdekirina xebatên leşkerî yên artêşa Tirkiyê hate jiyîn.
Ev rewş di pêvajoya amadekirin û pêşkêşkirina nexşeya xwe ya rê ya Rêber Apo û bangawaziya xwe ya pişt re ji bo komên aştiyê kiriye de biçeke din pêşketin qeyd kir. Dema bi çûna komên aştiyê zelalbûnek di siyaseta Tirkiyê de derkete holê û dema rûyê rastîn ê AKPê hate dîtin, dema rewşa bi hîleyan ve rêvebirina plana nû ya tunekirinê dibin navê vebûnê de derkete holê û aşkere bû, zêdebûn di êrîşên leşkerî yên artêşa Tirkiyê de bû mijara gotin ê. Di rastî de artêş, ji bo li pêşiya binketina plana tastiyekirina PKKê astenk bike, bi awayekî berfireh êrîşên leşkerî pêkanî. Di her firsendê de Serokfermandarê giştî digot “Em li PKKê dixin" Ez bawerim nirxand ku tenê dikare ew qas firsend bi derewa AKPê ya vebûnê afirandiye û ji bo li PKKê bixe zêdebûna berfireh di operasyonên leşkerî de xiste rojevê. Operasyon bi taybetî di tevahî qadên Kurdistanê de ji bo yekîneyên ku lewaz in, dibin venêrînê de tasfiye bike hatin pêşxistin. Hewl da bi operasyonên xwe yên ji havînê, heya payîzê û li berveyî ketina zivistanê pêşxistiye ve derbe li hinde yekîneyên me bixe. Li Serhat, Bîngol, Botan û Zagrosê, di vê çarçovê de, pevçûn hatin jiyîn. Me hinek windahî jî da. Xwest xwe bispêre ser rewşa nepevçûna ku gerîla bi qismî jî be di tevahî sala 2009an de berwam kiriye û dike; bi qismî jî sûd ji mercên demsalê jî bigre, bi qasî ji destê wî tê derbe li gerîla bixe. Ev rewş hîn jî wisa berdewam dike. Artêşa Tirkiyê hewl dide ji mercên demsalê û ji rewşa zivistanê sûd wergire û operasyonên xwe li tevahî qadan belavbike, bicîhbûna gerîla têxe nava zorantiyê. Tevî navênda barana baranê û berfê li tevahî sehayan de operasyon dewam dikin. Tê fêmkirin ku hewl didin van operasyonan di tevahî zivistanê de bimeşînin.
Dîsa tê fêmkirin ku wê di pêvajoya zivistanê de artêşa Tirk operasyonên xwe bi teşeyên cûrbecûr ve belavî Kurdistana Başûr jî bike. Di vê mijarê de em hinde tiştan jî dibihîzin. Bi tayabetî jî we operasyon û êrîşên hewayî û avêtina topan bi awayekî pir û dorfireh bidomînin û eger mec dest bidin wê di Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojhilat de, bi du yekiniyên artêşê ve operasyon li ser xetên sînoran pêşbixin. Dîsa wê di bingeha îtîfaqa bi Îranê re operasyon di xeta sînora Kurdistana Rojhilat de, bi du yekiniyan bidin domandin. Niha jî hewl didin bidomînin. Weke tê zanîn hukimeta AKPê salek din jî tezkereya operasyonên ji wêdatirî sînor dirêj kir. Ji bo ku artêş derfeta oprasyonê bibîne hewl dan bi DYE re peymanên cûrbecûr çêbikin. Dîsa hewl dan biçin Baxdatê û Hewlêrê. Li vir bi rêveberiya Iraqê û bi rêveberiya Kurdistana Başûr re peymanan çêbikin. Tayîp Ergdogan ji bo ji operasyonan re piştgiriya Îranê bigre çû Tehran ê. Tavahiya vana didin nîşan ku wê hewl bidin di bingeha tezkereya operasyona wêdetirî sînor, weke sala bihûrî operasyonên cûrbecûr li ser Kurdistana Başûr bidomînin. Ji xwe li Kurdistana Bakûr artêşa Tirk di nava êrîşên pir berfireh a leşkerî de ye. Îran jî operasyonên xwe di Kurdistana Rojhilat de cîh bi cîh didomîne. Dîsa em dizanin ku îstîxbarat û kontrgerila ya Tirk li dijî gelê me, yekîniyên me yên gerîla û rêveberiyên me li pey êrîşên komployîne. Û gelek yekînî di hindirê vê hewlê de ne. Em di vê hêlê de hinde agahiyan digirin û em hewl ditin tiştên ku têne kirin bişopînin.
Tevahiya vana vê dide nîşandan: Weke ku di daxuyaniyên Serokfermandarê giştî de jî tê dîtin artêşa Tirk nepevçûna piştî hilbijartinên 29 Adarê nepejirand. Di rastî de pêvajoya ku jê re tê gotin nepevçûyîn, pêvajoya ku tevgera me bi yek alî ve pêşxistibû. Artêşa Tirk jî li dijî vê pêvajoyê her di nava operasyonên leşkerî de ma. Piştî plana wan a tasfiyekirina PKKê ku hewl didan dibin navê vebûna sixte de pêşbixin bê encam û serkeftî ma, niha jî hewl didin vê pêvajoyê veguherînin êrîşeke leşkerî ya hîn berfirehtir. Artêşa Tirk di nava şerekî tam de ye. Tavahî hêza xwe seferber dike. Li cihê ku firsend û derfet tê de dît, hema hewl dide derbe li hêzên me bixe. Pêwîst e herkes vê yekê wisa bizanibe. Ti pêvajoyeke nepevçûnê ya ku rêveber û artêşa Tirkiyê li gorî wê tevdigere ne mijara gotinê ye. Ji xwe artêşê rewşa nepevçûnê qet nepejirandibû. Niha bi êrîşên ku pêktîne re ev pêvajo aniye rewşa pêvajoya şer ku şerê berê îfade dike. Em vê rewşê dinirxînin. Ji xwe me di cîvînên xwe yên cûrbecûr ên rêveberiyê de vana nirxand û encamên wê jî vegot. Me diyar kir ku emê li gorî pêşketinan helwest bigrin. Ji lewra di vê pêvajoyê de him rûyê rastîn yê propexandayên hukimeta AKPê yên sixte derketin holê, him jî rastiya artêşê ya şer ferz dike xwe da nîşan. Helbet çawa ku me berê jî xwe, gelê xwe parast, gerîlayên me di nava berxwedanekê de bûn, emê li dijî êrîşan ji vê şûndetir jî wisa li ber xwe bidin û bikevin nava berxwedaneke xurt. Em xwedî hêzeke berxwedanê ya wisane ku hêza berxwedana berê heyî derbazdike. Amadekariyên ku em dikin ji vê re dest didin. Heya ku êrîş di pêvajoya pêşiya me de dewam bikin, wê van êrîşan di bingeha berxwedaneke dorfirehiya xwe parastina rewa de bersiv ji me bibîne.
Di gelek xalan de agahî di destên me de hene. Me agahiyên ku em jê bawerin di pîvaneke mezin de rast in, girt. Di vê xalê de yên ku dixwazin weke yên navên wan derbaz bûyî, navberkayînê bikin jî hene. Pêwîst e beriya hertiştî kesên wisa dûrî hewlên wisa bisekinin. Ev ne karekî bixêr e. Ev ti car nabe helwestek ku welatparîzek bikeve nav. Tê zanîn ketina nava hewleke wisa çawa mirov tîne rewşeke dijberê berxwedana gelê Kurd. Ji ber vê jî mîsoger pêwîst e van şexs, kesayet û saziyên mijara gotinê ne xwe dûrî van lêger û hewlên wisa bitalûke û bêxêr bigrin. Em beriya hertiştî vê xalê wisa zelal danin holê.
Hukimeta Tirkiyê, bi taybet Serokwezîr û Wezîrê Karê Hundirîn hewl da li civaka Tirkiyê û saziyên dewletê yên cûrbecûr bide bawerkirin ku wan PKKe tasfiye kiriye, ji wan re ewlehiyên wisa dan. Hewl dan wan komên Aştiyê ku li ser bangawaziya Rêber Apo çûne Tirkiyê wisa pênase bikin ku qaşo bi hewl û xîreta xwe ve wana birine Tirkiyê. Bi vî rengî xwestin civaka Tirkiyê bixapînin û xwe bi nîşandina “me PKK tasfiye kir” armanç kirin ku piştigiriyê ji vê civakê bigrin. Di aliyê din de jî gotin “yên tên azad tên berdan” û bi vî rengî xwestin piştgiriyê ji gelê Kurd bigrin. Derkete holê ku AKP li pey hesabekî ew qas erzan ê dengan baz dide. Diyare, tevahî xabatên ku dike ji bo hilbijartinê û girtina dengan dike. Lê ev lîstok bi helwesta komênn aştiyê yên bivac û bi reftariya gel a komên aştiyê hembêz dike ve xirabû. Dema eşkerebû ku di vî karî de ti rola AKPê nîne, ti girêdana vegera komên aştiyê bi AKPê re nîne, ev hewl û xîreta AKPê vale derket. Bi vî rengî hate rewşeke wisa ku êdî nikaribe civakê bixapîne. Hate dîtin ku bi awayekî eşkere derewan li civakê dike û hewl dide wê di vê rewşê de bixapîne. Ji ber wê jî niha ji bo vê rewşê veşêre dikevin nava hewlên cûrbecûr. Yek ji aliyê ku hewl didin bi derdorên cûrbecûr ên ji nava PKKê reviyane re têkevin nava têkiliyan û wan dîsa vegerînin Tirkiyê ev e. Ango dixwazin bêjin “binêrin, vana jî berê PKKyî bûn, em wan tînin. Vaye PKK çareser dibe. Vegera PKKgeran li malê berdewam dike”. Bi vî rengî dixwazin careke din hewla xwe ya xapandina civakê bidomînin. Di encama bazariya xwe ya cûrbecûr de hewl didin çend kesên ku beriya vê çend salan, çar-pên-deh salan ji PKKê reviyane rêbixin û bînin Tirkiyê, bi vî rengî careke din jî hewl didin xapandina xwe ya civakê berdewam bikin.
Di aliyê din de ji xwe em dizanin ku hewla hukimeta AKP heye ku di çarçoveya plana vebûna sixte Kurdan perçe bike, dabeş bike û wî têxe nava pevçûyîna navxweyî. Bi taybetî jî hewl didin li dijî PKkê komên cûrbecûr him di hundirê Tirkiyê de, him jî li derveyî Tirkiyê de rêbixin, rêxistinên heyî bi PKKê re têxin nava nakokî û pevçûnan. Her cûreya xîretê didin nîşan ku di nava Kurdan de nakokî û pevçûnan pêşbixin û têxin pratîk ê. Di pratîkê de hinde bermayiyan, di derdora berfirehiya şerê taybet yê didin meşandin de diavêjin holê û bi vî rengî hewl didin xwe bi sparina vanan re siyaseta Kurdê nûker rêbixin. Bi vî rengî hewl didin Kurdên xwe yên spî, Kurdên xwe yên nûker jî biafirînin. Bi vê re dixwazin him derdorên derve re bêjin “binêrin Kurd piştgiriyê didin me” û bi vî rengî wan bixapînin, him jî hewl didi bi perçekirin û dabeşkirinê ve Kurdan berdin hev. Di siyaseteke wisa de serkeftina plansaziya xwe dibînin. Ev piştevaniyeke herî girîng ya siyaseta wana ye. Di vê rastereyê de niha hewl didin hinde rewşenbîr û şexsiyetên Kurd li Bakur rêbixin. Hewl dan hinde rêxistinên Kurd ên ji derveyî PKKê ne rêbixin û vana bînin dijberê PKKê û têxin nava pevçûna bi PKKê re. Lê ev siyaset jî hate valederxistin. Di çarçoveya Kongreya Civaka Demokratîk, li Kurdistana Bakûr yekiniya welatparîzên Kurd a herî berfireh hate çêkirin. Di aliyê din de ji bo ku PDK, YNK û PKK bi hev re bikevin nava pevçûnê pir hewl dan. Ji bo ev pêk were û wan têxin nava tevgera ku armanç diin hewl dan zextê bi riya DYE re bikin, dîsa gelek tawîzên cûrbecûr dane PDK û YNKê. Lê ev yeke jî heya niha sernexistin. Polîtîkayên ku Tevgera me di çarçoveya Konferansa Netawa Kurd meşandine, ev siyaseta dewleta Tirk a perçekirin, dabeşkirin û pevxistina Kurdan vale derxist.
Dema nikarîn kesayet û rêxistinên ku ji derveyî PKKê ne him li Kurdistana Bakûr him jî di tevahiya Kurdistanê de bi PKKê re têxin nava pevçûnê, vê carê hewl dan bi rêxistinkirin û komkirina hinde şexsên li Kurdistana Başûr yan jî li Ewrûpa ku ji nava PKKê reviyane re bêjin “ji derveyî PKKê jî rêxistina Kurd heye, heta dibe vana jî perçeyek PKKê bin”. Bi vî rengî hewl dide qaşo bi vana civaka Kurd perçe û dabeş bike û civaka Tirkiyê jî bi vê bide bawerkirin. Lê we tê fêmkirin ku wê hukimeta AKPê û Ahmet Davutoglu ku wezîrê wî yê karê hundirîn ê provesor e pir hewl bide ku derdorên ku di nava PKKê de mane û dijberê PKKê ne û derdorên ku ji PKKê reviyane di vê çarçoveyê de rêbixin, wana bînin gel hev. Ez dikarim di vir de vana bêjim: Van polîtîkayan ne rêbazên ku li dijî PKKê nû têne şopandin in. Xwe ji salên 1984an pê ve welatên weke Elmanya, Fransa û Îsveç hertim hewl dan ku yên ji nava PKKê direvin rêbixin û wana bînin rewşa hêzeke dijberê PKKê. Hewl dan revokên PKKê bînin gel hev û wana rêbixin. Gelek profesor, rêxistinên civaka sîvîl, wezîfedarên dewletan xwestin vê bikin. Lê yek ji wana jî biserkeftî nebû. Di vê mijarê de Fransiyek di sala 1994an de ev daxuyanî da “di cîhanê de karê herî zehmet rêxistina kesên ji PKKê reviyane û wana anîna gel hev e”. Ev yeke weke avantajeke PKKê nirxand. Wî bi xwe jî dixwast şerê li dijî PKKê bispêre revokên PKKê. Qet nedixwast balê bikşîne ser aliyê karê xwe yê bitalûke. Diyar e, hukimeta AKP dixwaze wan karên ku berê Ewrûpa û gelek derdorên cûr be cûr dixwestin bike, lê tê de serkeftin bi dest nexistine ew bi xwe bike. Herhal dide bawerkirin ku ewê di vê mijarê de serkeftî be. Lê ev zehmet e, hewleke ku berê pir hatiye ceribandin, lê serkeftin nedaye qezenckirin e. Dibe bikaribe van şexsiyetan perçe perçe bibin Tirkiyê û bêjin “eger neyên rewşa rêxistinekê em dikarin wana yek yek bidin”. Ev gengaz e, dibe wana weke kom jî bibe. Heta dibe Tirkiye hewl bide wana bîne rewşa rêxistinekê jî. Ez dikarim van tiştan di vê xalê de bêjim; Gelê Kurd, jin, ciwan û rewşenbîrên Kurd pir baş dizanin ku vana çinin, kînin, çawa zirareke mezin dane doza azadî û demokrasî ya gelê Kurd. Bi taybetî jî gelê Kurdistana Bakûr, Amediyan, Mardîniyan, Serhadiyan, Bîngoliyan, Dersîmiyan, Batmaniyan vana pir baş nasdikin. Di pêvajoya têkoşîna bihûrî de van rûyên xayîn dîtin û nas kirin. Eger hukimeta AKP dihizire wê vî gelî bixapîne di naxa xwe xapandineke pir mezin de ye. Ango pêwîst e were zanîn ku wê gelê Kurd bi helwesteke yekcanî ve li dijî vana bisekine. Eger vana werin birin ji Tirkiyê re jî wê vana nikaribin di yek kolanên bajêr û bajarokê Kurdistanê de bigerin. Lê eger pênç-deh hep polîs û kesên ewleyiyê bidin gel wana, wê bikaribin wana bidin jiyandin. Lê belê ji vê re jî hêza dewletê têra nake.
Di aliyê din de, her van derdoran wê nikaribin derkevin nava civakê, wê demê dibe birina wan ya li Tirkiyê ji PKKê re bixêrtir be. Ji ber li Kurdistanê de nikarin ti zirar bidin PKKê, lê heya niha li derve gelek derdor xapandin. Eger gotina min di cîh de be, made (mide) xelandin. Zirar dan wan têkiliyên ku PKKê bi gelek derdorên demokratîk re çêkiriba. Ji ber vê jî dibe barkirina vana ya li Tirkiyê ji bo PKKê bixêrtir bibe. Di vê xalê de divê ev were diyarkirin: eger dewletek û rejîmek hatiye rewşeke ku ji xiyanetgeran başiyê û piştgiriyê dixwaze, ev tê wê wateyê ku ew dewlet û rejîm êdî xilas bûye. Mîsoger ev wisa ye. Vê yekê herkes wisa dipejirîne. Ev rewş ji bo Tirkiyê hîn pîrûpendtir (vecîz) e. Tê gotin dema berê damezrênerê komarê, Mustafa Kemal qala yên ku di çewisandina serhildanên Kurd de bûne alîkar dikir vana îfade dikir, “ feydeya kesên ku feydaya wî kêrî gelê xwe nehatiye, kêrî me jî nayê”. Û tê diyarkirin ku van gotinan gotiye û dûra jî dardekirina wana erêkiriye. Diyar e êdî komara ku Mustefa Kemal damezirandiye dibin rêveberiya AKPê de hatiye rewşeke wisa ku ji şexsiyetên wisa başî û piştgiriyê ango medetê dixwaze. Pir rehet dikare li vir were têgihiştin ku Tirkiye ji ku hatiye ku derê, ketiye çi rewşê.
Vaye em têkoşîna guhartina vê rewşê didin. Em hewl didin Tirkiyê bikin komareke demokratîk. Şandina me ya komên aştiyê jî di vê de dibe qenitek. Helbet pêwîst e li vê derê de xaleke girîng were nirxandin. Ew jî ji aliyê gelê Kurdistana Başûr ve pêşwazîkrina komên aştiyê ye. Bi rastî jî piştgirî û destekek pir mezin a gelê Kurdistana Başûr çêbû di derbazbûna başûr û ketina deriyê sînor ê xabûr ên komên me yên aştiyê de. Ji ber vê sedemê rêveberiya me ji gelê Kurdistana Başûr re spasdariyên xwe ragihand. Ez careke din ji ber eleqeya ku dane nîşandin gelê me yê Kurdistana Başûr silav dikim û ez wan pîroz dikim. Dîsa rêveberiya Kurdistana başûr hêsaniyek cîdî çêkir, piştgirî da. Rêveberiya me ji ber vê sedemê spasdariyên xwe ji rêveberiya herêma Kurdistana Başûr re îfade kir. Ez jî careke din jî spasdarî û dilxweşiya rêveberiya me nû dikim.
Di rastiyê de komên me yên Aştiyê gaveke girîng him ji bo Kurdistana Başûr û him jî ji bo tevahî Kurdan îfade kir. Vê rewşê acizbûneke pir mezin di dijberên Kurdan de afirand. Bi taybetî jî rêveberiya Tirkiyê ji vê pir acîzî jiya. Ji ber vê sedemê bi hêrsek mezin ve derfetên xwe nirxand û hewl da zextê bi riya hêzên cûrbecûr çêbike. Yek jî ji hêzên ku ser zext daye çêkirin rêveberiya Kurdistana Başûr bû. Hewl dan ji van rêveberiya Kurdistana Başûr berpirsyar bigrin. Xwestin tewanbar bikin. Ya rastîn ti eleqeya wan bi van re nebû, hertişt tevgera me dirêxist û dimeşand. Tişta ku rêveberiya Kurdistana Başûr kiriye, tenê hêsanîkirina derbazbûnê bû. Dema bi vî rengî zext hatin ser, rêveberiya Kurdistana Başûr jî hewl da hinekê navêndê bibîne û hevsengê (denge) çêbike. Dibe yek jî sedema Neçîrvan Barzanî wan gotinan bikaranî be ev be. Ango dibe afirandina hevsengê be. Dibe li hemberî wan zextên ku dibin navê ‘bila wiha nekin’ hatine ser wana helwesteke polîtîk dabin nîşandin. Em wekî din nizanin ka ji bilî vana ti gotinên wî yê din jî hene yan na. Helbet em bi rastiya Kurdistaneke ku herkes karê xwe dide meşandin re rûberû ne. Hertim rêveberiya Kurdistana Başûr dibêje “Pirsgirêka Kurd pirsgirêka Tirkiyê ya navxweyî ye, wê çareseriya wê jî ew bi xwe bibînin”. Di vê hêlê de rast e. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka rêveberiya Tirkiyê ye. Yê çareseriyê jî ferz dike tevgera PKKê ye. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê piştgirî dide ji bo çareserî bi siyaseta demokratîk û aştiyane çêbibe. Ev jî helwesteke rast e. Karê xwe jî di qadên xwe de birêve dibin. Ez dixwazin ji Neçîrvan Barzanî û ji rêveberiyên din ên Kurdistana Başûr re jî li vir vê bêjim; Belê, em çareseriya demokratîk dixwazin, em aştî dixwazin û em alîgirê çareseriya siyasî ne. Em vê yekê weke stratejîk digirin dest û wisa dimeşînin. Stratejiya PKK ev e. Ji herkesî zêdetir Kurd vê yekê baştir dizanin, rêveberiya Kurdistana Başûr dizane. Dizane ka em di vê hêlê de çiqas bivac û samîmîne jî. Em vê dixwazin, lê, pêkhatina wê tenê ne girêdayî me ye. Helwesta rêveberiya Tirkiyê ne weke helwesta me ye. Bi taybetî jî di vê mijarê de hukimeta AKPê diru tevdigere. Artêşa Tirk êrîşkar e, operasyonên xwe dewam dike. Bi caran Serokê herêma Kurdistana Başûr, Mesût Barzanî xwest operasyon bisekinin, lê artêşa Tirk qet operasyonên xwe neda sekinandin. Hukimeta AKPê dibêje vebûn, ku ev jî vebûneke sixte ye, lê artêşê jî dişîne ser me. Li ser gel operasyonan dide domandin. Dîsa operasyonên li ser DTPê didomine, li ser gelê Kurd çewisandinên polîsan pêktînin. Lê tevî vê jî AKP ji rêveberiya Kurdistana Başûr re dibêje ku “ez Kurdan nas dikim, ezê pirsgirêka Kurd çareser bikim”. Ev nêzîkatiyeke dirû ye. AKP dualî dilîze, dirutiyê dike, ne samîmî û bivac e. Pêwîst e rêveberiya Kurdistana Başûr û Birêz Naçîrvan Barzanî van rastiyan baş bizanibe û bibîne. Ya din jî AKP tenê bi van re bisînor namîne; hewl dide rêxistinên Kurd bi hev re têxin nava pevçûn û nakokiyan. Hewl dide navbera PKKê û PDK veke, dûbendiyê têxe navbera wan û wan bîne rewşa bipevçûyîn. Hukimeta AKP, bi taybetî jî Ehmet Davutoglu di rewşeke dewamkarê hewleke wisa bêoxir û bitalûke de ye. Wisa biaram xûya dike, lê di rastî de ne wisa ye. Siyasetek bivac naşopîne. Em di vê qenaetê de ne rêveberiya Kurdisana Başûr jî van rastiyan pir baş dibîne û fêm dike. Em di vê mijarê de weke tevgera PKKê hişyar in, zanisteke me ku rastiyan dibîne heye. Em di bingeha xeta Konferansa Netewî de girîngiyeke pir mezin didin yekîtiya Tevgera Netewa Kurd û piştevaniya rêxistinên Kurd. Me heya niha jî helwesta xwe ya di vê mijarê de vegot. Tevgera me wê ti car neyê lîstokên siyasetên wisa dijberî Kurd. Em bawer dikin ku wê ji aliyê rêveberiya PDKê de jî heman helwest were esas girtin. Ji ber li ser Kurdan lîstok têne lîstin. Hîleyên AKPê ne tenê di derbarê PKKê ne, di derbarê tevahî Kurdan e. Ango israra Dewleta Tirkiyê ya di neçareseriyê de û operasyonên wî yên li hemberî gelê Kurd ne tenê di derbarê Kurdistana Bakûr e, di heman demê de di derbarê Kurdistana Başûr û Kurdistan Rojhilat de ye jî. Em dizanin ku Tayîp Erdogan li ser Kerkukê li Baxdatê çi got, heta çawa gef dan xwarin. Em bawerin wî rêveberiya Kurdistana Başûr ji bîr nekiriye. Bi awayekî eşkere him li rêveberiya Iraqê, him jî li rêveberiya Kurdistana başûr gef da xwarin. Got “emê mudaxele bikin, em wisa Kerkukê nadin Kurdan”. Kete nava helwesteke êrîşa eşkere. Di bin navê em “Konsolosxaneyê vedikin” vana hewl didin rêveberiya Kurdistana Başûr bê bandor bikin. Ev hewldana wan sixtekar û diruye. Wisa dide nîşan ku hinde tiştên biçûk didin, lê di rastiyê de hewl didin zemîneke polîtîk ku bikaribin tê de inkar û tunekirina Kurd bidomîne biafirînin. Pêwîst e herkes vê bibîne. Pêwîst e ticar kesek neyê vê lîstokê. Em di vê qaneatê de ne ku bi taybetî rêveberiya Kurdistana Başûr di vê hêlê de ji herkesî zêdetir hişyar e, zanist e û nayê van lîstok an. Baweriya me ev e, em hêvî dikin wê wisa bibe.
Bi vê re girêdayî me kêm jî be ziyareta Davutoglu ya li Başûrê Kurdistan şopand. Tabî em bi hurkî nizanin çi hatiye nîqaşkirin û hevdîtin. Ji xwe hurkî (ayrıntı) pir zêde ji çapameniyê re nehate nîşandin. Ya din jî gotinên ku li pêşiya çapemeniyê û di hevdîtinan de hatine gotin hev û din tam nagirin. Di aliyê din de herkes li gorî xwe wate ji hevokên ku hatine gotin derdixîne. Em dizanin ku rêveberiya PDK gerim nêzî polîtîkayên AKPê dibe. Hewl didin wana bikşînin çareseriya pirsgirêka Kurd bi van polîtîkayan re. Polîtîkayên DYE jî di vê hêlê de ne. Hinekê jî ji bo ahengekî bi polîtîkayên DYE re çêbikin wisa tevdigerin. Lê em bawerin ku dibêjin “em piştgirî didin polîtîkayên AKPê” pir hişyar, hestiyarî tevdigerin û di nava helwesteke hişyar de ne. Ango dema rêveberiya Kurdistana Başûr di aliyekê de dibêjin eger wê vebûneke demokratîk çêbibe em piştgiriyê didenê, di aliyê din de jî heya dawiyê hişyariya xwe ya li hemberî her cureya hîle û lîstokan berdewam dikin. Baweriya me di wê hêlê de ye. Em di wê qenaetê de ne ku rêveberiya Kurdistana başûr tecrûbe ji têkoşîneke ew qas salan girtiye. Ji xwe eger hukimeta AKP vebûna demokratîk bike wê PKK jî bi qasî rêveberiya Kurdistana Başûr, bi qasî PDK û mesût Barzanî piştgiriyê bidê. Rêveberiya me jî daxuyanî daye ku ewê her cûreya piştgirî bide vebûna demokratîk. Bi dehan caran Rêber Apo ev daxuyanî da. Rêveberiya DTPê got “eger hukimet gavek di vebûna demokratîk de biavêje, ezê pênc gavan biavêjim”. Tevahiya vana rastiyek in. Bi rastî jî Tevgera Azadiya Kurd ji herkesî bêhtir çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk û siyasî dixwaze û jê re piştgiriyê dike. Kesek ne dijberê wê ye. Di vê wateyê de polîtîkayên ku rêveberiya PDK dişopîne di cîh de ne. Em jî polîtîkayên heman dişopînin. Lê ev daxwaza me ye, hedefa polîtîkayên ku em dişopînin e. Lê pêwîst e were nîqaşkirin ka nêzîkatiyên polîtîk ên rêveberiya Tirkiyê jî wisa ne? Na. Berevajiya vê demokratîkbûn, vebûn naçin wêdatirî gotinên hundirê wan valene. Di vê mijarê de hukimeta AKPê takiye dike, dirû tevdigere. Di rastî de bi gotina vebûn, demokratîkbûnê ve ji herkesî zêdetir hewl dide inkar û tunekirina gelê Kurd pêkbîne. Şerê taybet ji herkesî kûrtir pêktîne. Di şerê psîkolojîk de têra xwe pispor e. Ev jî rastiyek e. Em jî vê yekê dibînin û bi awayekî eşkere şermezar dikin. Em dihizirin ku di vê mijarê de rêveberiya Kurdistana Başûr jî pir bizanist û hestiyar e ango hişyar e.
Weke dawiyê rêveberiya Kurdistana Başûr jî di encama hevdîtinên bi wezîrê karê hundirîn ê Tirkiyê re kiriye daxuyaniyên heman kir. Hate gotin ku piştgirî ji vê vebûnê re tê dayîn. Di dema ku polîtîkayên AKP tê de zelal nebûyî û tê de nîqaşên vebûnê nû destpê kiribûn de gotin û ji vê re teşwîqkirin di cîh de bû. Lê niha polîtîkayên AKPê zelal bû. Di vê mijarê de sixtekarî û dirutî heye. Ev yeke eşkere derkete holê. Di vê hêlê de pêwîst e bi taybet rêveberiya PDK hişyar û baldar be. Dema eşkereye hukimeta AKP şerê taybet rêve dibe û diru tevdigere, dîsa dema ev zelal bûye ku gotinên vebûnê û demokratîkbûnê bi xwe tam sixtekariyek û dirutiyek e, helbet divê li dijî vê helwesteke wan hebe. Lê pişgirî dayîna van polîtîkayan çênabe. Weke gotinek polîtîk jî gotina “em piştgirî didin vana”, di rastî de çareseriya pirsgirêka Kurd gîro (geçiktirme) dike. Hêvî dide hêzên inkar û tunekirinê.
Rewşa heman ji bo lewaziyên me jî derbazdar e. Em wisa dinirxînin. Mînak lewaziyên ku em di her cureya têkoşînê de dijîn çareseriya pirsgirêka Kurd dereng dixîne, hewlên çareseriyê lewaz dikin. Alîkarî dide hêzên inkar û tunekirinê. Ji ber wê jî em dihizirin ku pêwîst e em ticar lewaz nebin û ti car şaşitiyan nekin. Dema lewazî û şaşitiyên wisa çêdibin em xwe rexne dikin û rexnedayînê didin. Bi têşeya heman dema dirutiya AKPê aşkere bûye, şûna helwest li dijî vê dirutiyê were girtin gotina “em piştgirî didenê”, emrê/temenê AKPê dirêj dike. Çareseriya pirsgrêka Kurd dereng dixîne. Pêvajoya tasfiyê û tunekirina li ser Kurdan dirêj dike. Em di hizirin ku rêveberiya Kurdistana Başûr di vê mijarê de jî hîn şiyartir û baldartir bibin. Eger bi rastî jî vebûneke demokratîk hebe bila piştgirî bidenê, eger nêzîkatiyên aştiyane hebin bila piştgirî bidenê, lê eger qala demokrasî û aştiyê dikin, lê bi hinde tawîzan komkujî li ser Kurdên Bakûr tê meşandin, eger hewl didin Tevgera Azadî û Demokrasî ya li Kurdistana Bakûr tasfiye bikin, helbet pêwîst e piştgirî nedin vê polîtîkayê û jê re nebin hevpar. Pêwîst e ti tevgera Kurd piştgirî nede tevgerên tasfiyekirina tevgera Kurd a din. Ti gelê di perçeyê din de piştgirî nede komkujî û neçareseriya di perçeyên din de. Berevajî pêwîst e di çarçoveya piştevan û yekitiya gelê Kurd tevahî rêxistinên Kurd û gelê di perçeyan de, di derbarê çareseriya pirsgirêkên Kurd ên di perçeyên din de polîtîka bidin meşandin. Ev ya herî rast e. Di vê hêlê de jî em di hizirin ku pêwîst e nêzîkatiyek hîn hişyar û rast were nîşandan. Û di vê mijarê de jî qet şaşitî neyên kirin. Pêwîst e ji nêzîkatiyên teng ên polîtîk re çareseriya demokratîk siyasî ya pirsgirêka Kurd neyê qûrban kirin. Ji ber ev yeke zirar dide gelê Kurd, rê li ber êş û windahiyên pir mezin vedike. Di vê mijarê de tevahî tevger, bi taybetî jî tevgera PDKê xwedî tecrûbeyan e. Berê ew qas pevçûn jîya û windahî da. Baş dizanin ku êdî ti tehemula gelê Kurd nîne ku hîn zêdetir windahiyan bide. Ji ber wê jî pêwîst e piştgiriyê bidin çareseriya aştiyane, demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd, lê piştgirî nedin dereng mayîna çareseriya Kurdistana Bakûr, lîstokên hukimetê û pêşxistina hîleyan. Pêwîst e ti car ne di nava rewşeke wisa de bin ku piştgirî û hêvî bidin siyaseteke ji derveyî vê.
Em weke nêzîkatiyên polîtîk van hevdîtinan dinirxînin. Tawîzên beramberî hev û di wê çarçoveyê de jî lihevhatineke qismî heye, lê pirsgirêka Kerkuk, pirsgirêka deriyan, dîsa israra dewleta Tirkiyê ya di inkar û tunekirinê de bi qasî me, rêveberiya Kurdistana Başûr jî tehdît dike. Vê yekê rêveberiya Kurdistana Başûr jî dizane. Çapemeniya Tirk hewl dide bide nîşan ku hevdîtin pir erênî derbaz bûne, lê em ne di wê qaneatê de ne. Agahî pir nehat in dayîn di çapemeniyê de, dibe em şaş jî bin, lê li gorî me çapemeniya Tirk –ez vê yekê bi taybet ji bo hinde derdorên çapemeniyê dibêjim- telaltiya şerê taybet dike. Di vê hêlê de hewldana wan a gul û gulîstanî nîşandana tiştên ku Ahmet Dawitoglu dike, ji vê re serkeftinên mezin barkirin, hewleke yek alî ye. Ez bawer nakim ku rastî wisa ne.
Êrîşên mijara gotinê ne, rastiyên ku bi rojane têne jiyîn in. Berdewameke êrîşa çewisandin û komkujiyê ya dewleta Tirk û artêşa Tirk li ser gelê Kurd dide pêkanîn îfade dike. Di roja me de du armancên bingehîn a pêşketina van êrîşan heye:
Ya yekemîn, plana wî ya tasfiyekirina PKKê bêserkeftin hate hiştin û vale hate derxistin. Artêş û dewleta Tirk pir hêvî dabûn ku wê polîtîkayên AKPê ku xwe dispêre ser hîleyan biserkeftîbe. Lê dema hatin çewisandin van polîtîkayên AKPê û wana eşkere bûn şûndetir, planên dewletê xirabûn. Bi destê AKPê tasfiyekirina PKK tenê ne plana AKPê bû, di rastî de plana dewletê bû. Ew projeya qaşo ya vebûnê ku AKP berdevkiya wê dike ne projeya AKPê ye, projeya dewlet e ye. Herkes êdî vê dibêje. Rêveberên AKPê jî ev yeke got in. ji loma proje vale derketin û hatin binxistin. Niha hêrs û reaksiyona ku li dijî vê têne jiyîn hene. Hinekê jî wan êrîşên mijara gotinêne bi van hêrs û raksiyonan re çêdibin. Tê xwestin tola binketinê di cihekê de ji gelê Kurd û gerîlayên wê were girtin. Van êrîşan êrîşên ku bi armanca tolhildanê têne meşandin in.
Sedema duyemîn, helbet hewl tê dayîn ku hêviyên gel bişkînin. Ango tê xwestin gel were pasîfîzekirin. Hewl tê dayîn gelê Kurd bi zext û komkujiyan ve were helandin. Van zextan têne kirin ji ber ku dixwazin di têkoşîna azadiyê de bibîryarbin, bi israrbûnê bişkînin. Loma ev tevgera helandin û pasîfîzekirinê, êrîşên ku di dorfirehiya şerê psikolojîk têne meşandin in. Dibe van êrîşên bi vî rengî di pêvajoya pêşiya me de berdewam bikin. Ji xwe van êrîşan ji sala 1990ê pêve, di dorfirehiya şerê taybet ê qirêj de pir dane meşandin. Hîn jî bihezaran cinayetên kiryarên wan nediyar nehatine ronîkirin. Ma çi nehate kirin di dorfirehiya şerê qirêj de? Bi hezaran mirov hatin qirkirin, gund hatin şewitandin, mirov hatin koçberkirin. Her cureya karê qirêj hatin kirin, gel di komkujiyê de hate derbazkirin. Ev şerê qirêj niha jî di astekê de tê berdewam kirin. Niha dîsa tê xwestin ku gel bitirsînin û bihelînin.
Helbet helwesta çapemeniya Tirkiyê li hemberî tevahiya van pêşketinan kêm e. Pêwîst e çapemenî weke yekpareyî jî neyê destgirtin. Hinek nîvîskarên hêja hene. Demokratîkbûna Tirkiyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd nîqaş dikin. Em nêrînên wan binirx dibînin û em dişopînin. Hinek derdorên medya berdevkiya netewperestiya şoven dikin. Faşîzmê sor dikin, di rewşa sorkirvanên komkujiya Kurd de ne. Vana bitalûke dilîzin. Di rewşa perçeyek ji êrîşa CHP û MHPê de ne. Yên di navberê de jî mane hene. Hinde caran li nala wê, hin de caran jî li mîxa wê dixin. Derdorên ku wisa tevdigerin hene, dema navêngê guncav dibînin helwesta xwe ji aliyê demokrasiyê didin nîşan, lê dema bi zextan re tên rûberû vê carê li hemberî şerê taybet dikevin sekna amade. Mînak gelek derdoran bi eleqeyeke pir mezin çûyîna koma aştiyê temaşe kirin hene, derdorên çapemeniyê ev çûyîn nîşa raya Tirkiyê û raya derve da. Di rastî de ev baş û erênî bû. Di vê mijarê de derdorên Medya roleke girîng lîstin. Eger bixwazin em dikarin ji bo vê yekê sipasiyên xwe jî pêşkêş bikin. Lewra dema serfermandarê giştî helwesteke biçûk girt, hema bêdeng bûn. Yan helwesta dijber girtin, hatin rewşa meşandina dijberiya PKKê, yan jî bêdeng man û tiştên hatine jiyîn jibîr kirin, dev jê berdan û rojeva heyî terikandin. Ev ne helwesteke baş bû. Nabe dayîna ezmûneke baş. Di vê wateyê de helwesta demokratîk a hinde beşên çapemeniya Tirk heye, lê bisînor e. Hîn zêdetir meyla neteweperestiya şoven belave ye. Yên di navberê de jî mane hene. Pêwîst e ne bi yekpare, lê mirov her derdora çapemeniyê, her beşa çapemeniyê bi nêrînan wan binirxîne. Pêşketinên dawiyê jî da nîşan ku vê seknê weke sekneke yekpareyî nirxandin wê pir zêde nerast be. Ji ber di bûyerên dawî de helwest û meylên cûda derketin holê.
Em aliyek in, em hêza ku vê têkoşînê birêve dibin in. Helbet em dixwazin hukimet, dewlet û artêşa Tirkiyê wêrekiya hevdîtina bi PKKê re bide nîşan. Ji ber em alîgirê çareseriya aştiyane, demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd in. Em têkoşîneke wisa jî dimeşînin, stratejiya me çareseriyake wisa pêşdibîne. Aşkereye ku rêka vê jî têkoşîna siyasî ye, parçeyekî têkoşîna siyasî jî giftûgo ye, muzakere ye. Di vê hêlê de Rêber APO jî, rêveberiya me jî daxuyanî da ku amadene ji bo giftûgo û hevdîtinê di bingeha çareseriya aştiyane û demokratîk bi dewleta Tirkiyê û bi rayadarên hukimetê re çêbikin. Em ji giftûgoyeke wisa re vekirî û amadene. Em vê dixwazin jî. Helbet em dixwazin aliyê dijber jî di vê çarçoveyê de tevbigere. Em dixwazin wêrekî û cîdiyeteke wisa ku bikaribe wisa tevbigere, bi vîna azad a PKKê û gelê Kurd re têkilî deyne û giftûgo bimeşîne bide nîşan. Lê belê em nikarin bizanibin ka wê bikaribe bide nîşandan, an nede nîşandan. Vê yekê ew bi xwe dizanin. Me ti car red nekir ku hukimeta AKP tişteke wisa bike. Berevajî me hertim pêşiya vê yekê vekir, me piştgirî dayê. Lê tişta ku diyar dibe ew e ku di vê hêlê de ne pir bivac e, cîdî û samîmî natevgerin. Bi têra xwe ne dilawer in. Gotin ‘em rîsk digirin’ lê nekarîn bigrin. Bi taybetî jî Serokwezîr û derdorê Wezîrê Karê Derve bi vî rengî tevdigere. Di aliyê din de jî Bulent Arinç û kesên wekî wî hene. Wana nêrînên hinek cûdatir diyar dikin. Îfadeyên wana yên hîn şênbertir hene. Wer diyar dike ku wana di nava nêzîkatiyeke hîn cûdatir ango çareseriyê de ne, lê em wana jî baş nizanin. Dibe di nava AKPê û derdorên cûrbecûr ên wiha hebin. Dibe bi rastî jî çareseriya demokratîk û aştiyane bixwazin. Em bawer dikin ku vana jî hene. Eger wana însîyatîf pêşbixin emê dilxweş bibin, emê piştgirî bidin wana. Lê di rewşa heyî de werokwezîr û wezîrê karê hundirîn ne di nava helwesteke wiha de ne. Dîsa Serok-komar jî helwestên cûda pêşkêş dike. Dema car caran gotinên qaşo erînê dike, di rastî de dikare têkeve nava rewşeke dixitimîne û pêşî digire. Di vê hêlê de jî tê dîtin ku hukimeta AKPê ya heyî ne di nava wêrekiyeke wisa de ye. AKP nikare bi tena serê xwe wêrekiyeke wisa bide nîşan.
Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka hukimetê ye, pirsgirêka dewletê ye. Pêwîst e AKP ji bo wêrekiyeke wisa bide nîşan êrêkirin/reh ji dewletê bigre. Wiha tê fêmkirin ku rewşeke wisa ji giftûgo re girtî ya dewlet û artêşê heye. Piştgiriyê nadin hukimeta AKPê. Ev jî vê dide nîşan: rêveberiya dewletê ya heyî an jî derdorên artêşê naxwazin AKP bibe îqtîdareke ku çareseriyê ji pirsgirêka Kurd re bîne. Dewleta heyî derfet nedaye AKPê ku pirsgirêka Kurd çareser bike. AKPê weke hêza demokratîkbûnê û çareseriya pirsgirêka Kurd nabînin. Berevajî weke îqtîdara ku demokrasî û Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bike dibînin. Ev mîsyon dane wî. Herhal ji ber vê doza girtina AKPê betal kirin. AKP di bingeha vê armancê de di îqtîdarê de tê girtin. Niha ev hîn baştir zelal bûye. Di rastî de gelek derdor xwestin AKPê çareservan be, lê tişta zelal bûye ew e ku AKP ne hêzeke wisa ye. Rol û mîsyoneke wisa ji AKPê re nehatiye dayîn. Dewlet AKPê ne weke îqtîdara vebûna demokratîk û çareseriyê dibîne, weke îqtîdara şerê taybet û tasfiyekarê demokra-siyê pêşdibîne û wî bi vî rengî bikartîne. Wisa diyar e ku wê ti roleke ji vê wêdatir jî nedê. Helbet di vê mijarê de nikare tişteke mîsoger were gotin, lê tişta ku niha derketiye holê û zelal bûye ew e ku, wê dewlet îqtîdar û rola pêşxistin û çareservanê demokrasiyê ji AKPê re nas neke. Berevajî, dê wî weke hukimetên berê, weke hukimeta şerê taybet, bikarbîne û piştî karê rola wî jî xilas wê wî biavêje koşekî. Dibe hatibe nêzî dawiya pêvajoyeke wisa jî. Întîbayeke wisa jî her ku diçe zêde dibe.
Rêveberiya AKPê Nexşeya Rê ya Rêber Abdulah Ocalan amadekiriye û pêşkêş kiriye neda muxatap û raya giştî. Di vê hêlê de dijberê huqûq û rêzikan (norm) tevdigere. Prensîbên siyasî diperçiqîne. Lê gelê Kurd bi israr dixwaze Nexşeya xwe ya Rê ji wan re were dayîn. Di vê hêlê de ez yên têkoşînê birêve dibin pîroz dikim, ez ji wan re serkeftinê dixwazim. Têkoşîna ku di bingeha şîara “Em Nexşeya Xwe Ya Rê Dixwazin” de tê meşandin binirx e. Ji xwe pêwîst e bi bîryardariyek bêhempa ve heya serkeftin tê bidestxistin ev têkoşîn were dewam kirin. Ji ber yên Nexşeya Rê nadin neheq in, tewanbar in. Azadî û demokrasî tenê bi avantajên ku bûna rêveberî, bûna dewlet û di deste girtina îqtîdarê dide wan re kêm dikin. Hertişt tînin rewşeke ku xwe li ser serdest bikin. Ji ber vê sedemê em nizanin navaroka Nexşeya rê ya Rêber Apo çi bû. Bi riya çapemeniyê, ji raya giştî re hate diyarkirin ku wî di hevdîtinên xwe de hinde daxuyanî di derbarê navaroka wê de daye. Me jî hewl da em ji wir temaşe bikin. Mînak, Rêber Apo qala deh rêgezan kir. Ev dibe prensîba bingehîn, pensîbên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêk were pêktîne. Dîsa bi sê aliyan ve qala çareseriya pirsgirêka Kurd kir. Diyar kir ku Nexşeya rê vana jî diyar kiriye.
Rêber APO ji van rêbazan re got; rêbaza yekemîn; rêbaza klasîk a inkar û tunekirinê; ya duyemîn, rêbaza damezirandina Kurdistaneke biçûk, xistina Kurd bin venêrînê û tasfiyekirina civaka Kurd a berfirehe; ya sêyemîn jî rêbaza çareseriya demokratîk e. Got rêbaza yekemîn hêzên inkar û tunekirina klasîk, Ergenekonparêz, CHP û MHP diparîze. Ya duyemîn AKP diparîze. Ya sêyemîn jî PKK diparîze. Rêbaza ku PKK esas digire dibe çareseriya demokratîk.
Di mêtna mijara gotinê de ye îfade kir ku wî ji bo rêbaza çareseriya demokratîk pêk were Nexşeya Rê ya Sê Qonaxî çêkiriye. Diyar kir ku weke yekemîn qonaxa Nexşeya rê, pêwîst e dewlet bawerî û ewlehiyên pir zelal û dijwar bide aliyê Kurd ku wê pirsgirêka Kurd çareser bike, weke bersivek vê jî pêwîst e bigre ser xwe ku Kurd ne alîgirê dabeşkarî û tundê ne. Ango van xalan jî hembêz dike. Weke duyemîn qonaxa vê Nexşeya Rê, îfade kir ku pêwîst e dewlet KCK ku rêxistina civaka Kurd a demokratîk e nas bike, bipejirîne, azadî binase ku civaka Kurd di bingeha KCKê de rêxistingeriya xwe di qada aborî, civakî, siyasî, huqûqî û dîplomatîk de pêşbixin, vê yekê bi awayekî fermî bipejirîne û aliyê Kurd jî weke bersivek ji vê re pêwîst e gerîlayên xwe vekişîne ji derveyî sînorên Tirkiyê. Di qonaxa sêyemîn de jî îfade kir ku pêwîst e dewlet mewzûateke huqîqî ku çareseriya pirsgirêka Kurd di derdora destûra bingehîn de tevahî zagon û huqûqê dipejirîne û demokratîkkirina Tirkiyê pêşdibîne pêşbixe, her ku ev pêşket jî bi vê ve girêdayî perçe perçe vegera gerîla ya ji welat pêkwere. Me bi daxuyaniyên ku parêzeran ji çapemeniyê re kiriye fêrbûn ku Rêber Apo weke Nexşeya Rê ya Sê Qonaxî vana pêşdibîne. Helbet vana xalên wisa ne ku pêwîst e ser werin rawestandin û werin nirxandin. Bê guman eger nexşeya rê hatiba dayîn wê van qonaxan hîn berfirehtir hatiban rawekirin û wê herkes van qonaxan fêrbûban, wê civak, çapemenî, rewşenbîran karîbûna vana nîqaş bikiriban û binirxandiban. Ji xwe Rêber Apo jî ev Nexşeya rê ji bo tevahiya van derdoran bixwînin, lêbikolin û binirxînin pêşkêş kiribû. Xwestibû herkes nîqaş bike, binirxîne û di vê bingehê de nêrînên xwe çêbike. Lê belê dema nexşeya rê nehate dayîn civak, çapemenî û rewşenbîr ji van nîqaşan bêpar man. Niha herkes dikare di bingeha van agahiyên kin ên ku Rêber Apo de binirxîne. Weke tevger em jî dinirxînin û nîqaş dikin. Em hewl didin nêrînan ji bo pêkanîna wê çêbikin, hewl didin rêk û rêbazên ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd were pêkanîn bibînin. Di rastî de tevahî mêtin ne di dest de ye. Ji ber wê jî ji niha ve kirina nirxandinên mîsoger ne gengaz e û ne jî pêwîst e. Rastiyeke ku kilîdê çareseriya demokratîk siyasî ya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyê di Nexşeya rê de ye. Eger ew were esas girtin, ji civakê re were pêşkêşkirin û were nîqaşkirin wê demê wê bi rastî jî Tirkiye bibe demokratîk, wê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Di rastî de tişta ku divê mirov xwe bigihînê û bidest bixe divê bibe pêşkêşkirina nexşeya rê ji civakê re. Pêwîst e herkes di vê mijarê de biberpirsyar û cîdî bitevgere.
Em di çarçoveya vê berpirsyariyê de weke tevger helwesta xwe peşdixînin. Em dem deman hewl didin him polîtîkayên pratîkî hilberînin, him nêrînên xwe pêkbînin û wan pêşkêş bikin. Pirsgirêk pêkanîna nêzîkatî, helwest a zîhniyeteke wisa ye. Eger zîhniyeteke demokratîk çêbibe wê %90ê pirsgirêk çareser bibe. Ya dimîne jî dikare pir hêsan bi hevdîtinan, bi peymanên cûrbecûr re were çareserkirin. Lê heya zîhniyeta demokatîk çênebe, çi were kirin bila were kirin, ti çareserî nayê berhemkirin. Nexşeya Rê ku Rêber Apo çêkiriye di çêbûna zîhniyeta çareseriya têr de nirx û girigiyeke pir îfade dike. Ya civaka Tirkiyê û civaka Kurd gihandiba zihniyeteke çareseriya demokratîk jî ev neşxeya rê bû. Hedefa veşartina nexşeya rê jî civak li dûrî zîhniyeta demokatîk girtin e. Ev hedef jî pêşdibîne ku zîhniyeta neteweperestiya şovenîst şûna wê were domandin û girtina civakê ya di nava pevçûn û nakokiyan de. Yên ku nexşeya rê pêşkêşî raya giştî nakin hedef dikin ku civakê di nava pevçûn û nakokiyan de bigrin. Polîtîkaya ku rêveberiya dewletê di roja me de dişopîne ev e. Polîtîkaya AKP ya rastîn jî dibe ev. Îqtîdara xwe civak di nava pevçûn û nakokiyê hiştinê ve didomîne. Lê bi awayekî sixte dibêje ku ew dixwaze nakokiyan çareser bike. Di vê wateyê de jî AKP ne hêza çareseriyê ye. Hêzeke ku sûd werdigire ji nakokî û pevçûna û bi vî rengî li ser îqtîdarê dimîne. Ji ber wê naxwaze nakokî çareserî bibînin. Ji ber eger pirsgirêka bingehîn a Tirkiyê, nakokiya bingehîn bigihije çareseriyê wê AKP rojekê jî li ser îqtîdarê nikaribe bimîne. Ji lewra li ser îqtîdarê mayîna wî bi nakokî û pevçûnan ve girêdayî ye. Ji ber wê jî AKP dixwaze nakokî û pevçûn bidomîn û di hindirê wê de jî zîhniyeta demokratîk were astengkirin. Sedema herî bingehîn ya nepêşkêşkirina nexşeya rê ji raya giştî re ev e.
Parêzerên Rêber Apo di warê huqîqî de ev mijar rave kirin. Li gorî agahiya ku parêzeran daye, eger mirovek di çarçoveya zagonên Ewrûpa, deh salan zêdetir di hucreyekê de were girtin, ew dikeve nava pêkanîna tecrît ê. Van xalan bi awayekî şênber îfade kirin. Lê girtina Rêber Apo di Îmralî de di yanzdemîn sala xwe de ye. Ango deh sal borandiye. Ji ber vê jî li gorî huqûqa Ewrûpa pêkanînên ku dewleta Tirk li ser Rêber Apo dide meşandin, weke zagonî jî, dikeve statuya tecrît. Gengaz e Konseya Ewrûpa û AİHMê jî rêveberiya Tirkiyê di vê çarçovê de hişyar kiribin. Ev nehate nîşandan di çapemeniyê de, lê gengaz e ku şiyariyeke wisa hatibe kirin. Di vê rewşê de ji bo nekeve rewşa welatê ku tecrît pêktîne, divê hukimeta Tirkiyê guhartinan di pêkanînên xwe yên li ser Rêber Apo de çêbike. Ku weke huquqî û zagonî êdî pêkanîna van guhartinan hatiye rewşa mecbûriyetê. Dema ev rastî wisa ye, hukimeta AKPê hewl da vê rewşê bike mijara bazariyeke siyasî. Eger tengezarî di mijara vegera van komên aştiyê de nehatiban jiyîn, wê gotiban “em li beramberî hatina komên aştiyê mercên Îmralî sererast dikin”. Wê hewl daba xwe wisa bide nîşan ku qaşo wî jî gavên wisa avêtiye. Bi vî rengî wê hewl daba piştgirî ji civaka Kurd bigirta û dengên xwe yên Kurdistanê zêde kiriba. Amadekarî ji vî alî ve bûn. Wê bi vî rengî pêkanîneke ku di warê huqîqî de mecbûriyeteke veguharanda destkeftiyek siyasî. Lê belê di vegera komên aştiyê de tengazarî hatin jiyîn. Ji ber vê jî AKP nekarî têkeve nava pêşkêşiyeke wisan.
Ya di warê huquqî de tê îfadekirin neçar dimîne ku guhartinên mijara gotinêne pêkbîne. Ji xwe agahî hene ku ev demeke amadekariya girtîgeheke nû di Îmralî de têne kirin. Dîsa bi qasî di çapemeniyê de têne dîtin, tê gotin amadekarî hene ku girtîgeha yek kesî ya Îmralî veguherînin girtîgeha F Tîpî. Agahî ji çapemeniyê tên ku niha dixwazin vê yekê bipratîk bikin. Wê Îmralî ji bûna girtîgeha yek kesî derxînin, qaşo bikin girtîgeheke pir kesî. Ango ji bûna ‘cihekî rehîn girtinê’ tê derxistin û tê veguhartin qaşo ji girtîgeha F tîpî re, li gorî rêziknameya girtîgehên F tîpî jî guhartin têne çêkirin û wê girtiyên din jî ji wir re werin birin. Dîsa tê gotin ku wê televîzyon were dayîn, wê bi girtiyên din re hevdîtinê bidin çêkirin, wê tenêbûna yanzdeh sal an bi vî rengî bidin derbazkirin. Em pêşketin û nîqaşên di vê mijarê de dişopînin. Hinde organên çapemeniyê agahî didin ku wê girtiyên cûda bibin Îmralî. Helbet vê yekê bi awayek xwezayî guman di gelê Kurd de û di herkesî de afirand. Rêber Apo ev rewş red kir, me jî red kir. Ez careke din jî dixwazim bi awayekî aşkere vê mijarê îfade bikim: Eger kesên ku nayên zanîn kî ne, çi ne ji Îmralî re werin birin, wê ev yeke zafiyeteke pir cîdî ya ewlekariyê derxîne holê. Em jî wê weke gel û tevger vê yekê weke berdewamiya komployê bihejmêrin. Emê weke lîstokek, gefek û êrîşeke nû bibînin. Di vê mijarê de jî gel pir hişyar e. Bila hukimeta AKP di serî de her kes vê rewşê bizanibe. Ev rewş naşibe meseleya Komên Aştiyê û nîqaşên din. Ji ber ewlehiya aştiyê li wir e. Ewlehiya jiyîna gelên Kurd û Tirk bi biratî li wir e. Di vê mijarê de hesasiyeta civakê di asteke pir bilind de ye. Pêwîs e vê herkes bizanibe. Qe nebe divê di vê mijarê de di nava bivacî û cîdîbûnê de bin. Di vê mijarê de heya niha polîtîkayek hate şopandin. Herî kêm sekneke diyar a cîdî hebû. Em dihizirin ku wê ev cîdiyet were parastin. Eger nêzîkatiyên cûda çêbibin emê vê bitalûke bibînin. Xala mijara yekemîn ev e.
Ya duyem, van guhartinan rewşeke huqûqî ye, mecbûriyetek e, neçare were kirin. Pêwîst e mîsoger van guhartinan bikin. Ji ber rewşa huqûqî vê yekê pêwîst dibîne. Nexwe wê bikevin rewşa welatê ku tecrît pêktînin, ev yeke jî weke pêkanîna nîjadkujiyê ye. Di warê zagonî de ev yeke neçariye, li gel vê şiyarbûn, reaksiyon û têkoşîneke pir berfireh ya gel heye. Hukimeta AKP van guhartinan ji bo xwe li gel şîrîn bike dike. Em ji kirina guhartinan re tiştekê nabêjin, lê van guhartinan guhartinên ku pir derenk mayîne. Eger beriya vê pênc-şeş sal din van guhartinan kiriban, dibe wateyeke xwe hebûya, dibe nirxek îfade kiribûya. Lê niha di yanzdemîn salê de ki-rin, pir dereng maye. Tişta ku niha di rojevê de ye, ne Rêber Apo girtina mercên girtîgeha F tîpî ye, ji bo di çareseriya pirsgirêka Kurd a aştiyane, demokratîk siyasî de rol bilîze, ji bo alî hewl bidin, sererastkirin û guncavkirina mercan li gorî vê ye. Ev jî tê wateyê ku wê bikaribe xebatên siyasî bike, wê bikaribe bi rêxistin û gel re têkiliyan çêbike û girtina wî li merc û navgîna li gorî tenduristiya wî ye. Lê Îmralî ne cihekî li gorî mercên tenduristiya Rêber Apo ye. Îmralî nexweşiyê dihilberîne û ne li gorî rewşa fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji ber wê pêwîst e ji Îmralî derbikeve. Ya duyemîn jî, mercên girtîgeha F tîpî û hevdîtina wî ya bi çend girtiyan re rewşeke pir paşverû ye. Heya Rêber Apo di nava van mercan de be, wê çareseriya aştiyane, demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd pêkneyê. Ti caran vebûna Kurd çênabe. Ne hukimeta AKPê ne jî dewleta Tirk nikare ti car kesekî ku vebûna Kurd pêkbîne bibîne. Bila herkes vê yekê baş bizanibe. Ji ber vê sedemê jî ev rewş rewşeke pir paşverû ye. Pêwîst e gel bi vê neyê xapandin. Pêwîst e mîsoger çareseriya li gorî mercên me yên îro bixwaze, ferzbike û ji bo vê têkoşîna xwe berdewam bike. Pêwîst e van daxwazan jî naqlî cihekî li gorî mercên Rêber Apo ye, werin kirin. Ya duyemîn, pêwîst e Rêber Apo were girtin ji statuyeke ku rewşa wî ya tenduristiyê sererast bike û mercên tedaviyê bidetê. Ya sêyemîn, Rêber Apo girtina nava navêngeke ku di pêşketina çaresriya aştiyane, demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd de rol bilîze û jê re xîzmet bike, di vê çarçoveyê de sererastkirina mercên wî ye. Ango pêwîst e bibe xwediyê navêngeke jiyanê ya azad ku bikaribe ji bo aştî û demokrasiyê bixebite û mercên xebatê. Mercên roja me ya îro vê dixwaze û pêwîst dibîne. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyê û çareseriya demokratîk siyasî ya pirsgirêka Kurd mîsoger ev pêwîst e. Gelê Kurd jî vê daxwaz dike. Wê mîsoger pêkanînên paşketîtirê vê yekê rast û bes nebîne. Hukimeta AKPê nikare bi hinde guhartinên wisa kesekî bixapîne, hela qet nikare gelê Kurd bixapîne. Gel di vê mijarê de têra xwe bihest e. Mîsoger bi guhartinên wisa sixte îqna nabe. Daxwazên gelê Kurd van tiştên ku me îfade kirine ne. Em bawer dikin ku wê gel ji bo vana pêkbîne têkoşîna xwe pêşbixe û dewam bike.
Me dem dem di vê mijarê de bi awayekî pir şênber û berfireh nêrînên xwe îfade kir in. Eger careke din pêwîstî bi puxte (özet) kirina van hebe ez dikarim van diyar bikim: ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ya yekemîn, pêdivî bi guhartina kokdar a zîhniyetê heye. Pêwîst e li Tirkiyê şoreşa zîhniyet pêk were. Pêwîst e mîsoger zîhniyete nîjadparêz, neteweperestiya şoven, zîhniyeta faşîzan were şkandin. Pêwîst e mîsoger ev zîhniyeta dewletparêz-neteweparêz were derbazkirin. Divê şûna vê jî di civakê û di dewletê de zîhniyeta demokratîk were damezirandin. Bi taybet pêwîst e dev ji pênaseya netewa Tirk ku bi hemwelatiya dewletê ve hatiye girêdan were berdan. Dewlet û netew bi hev re pênasekirin, bi xwe re inkarkirina Tirk jî tîne. Mirov dibe inkara dîroka Tirk û rastiya wê ya civakî. Di heman demê de gelê Kurd di serî de inkarkirina çandên cûrbecûr, komên gel îfade dike. Pêwîst e weke zîhniyet dev ji van were berdan. Pêdivî bi zihniyeteke ku rastiya netew, rastiya dewlet, çandan, gelan, mafên demokratîk ên kesî rast û têra xwe pênase dike heye, pêdivî bi zihniyeta demokratîk a di wateya rastîn de heye. Ev yeke jî tenê dikare bi şoreşa zihniyet a rastîn re pêk were. Ketina komên aştiyê yên dawî li Tirkiyê da nîşan ku, li Tirkiyê bi rastî jî neteweperestiya şoven û nîjadpareziyeke di asta hîsterîk de heye. Bi gotina Tayîp Erdogan “nêzîkatiyên faşîzan” pir xurt in. Serokwezîr Tayîp Erdogan digot ji bo nêzîkatî û helwestên faşîzanên car caran li hemberî komên etnîkî û çandên cûrbecûr têne nîşandan. Em niha helwesteke faşîzan a heman li hemberî gelê Kurd didin nîşan dibînin. Helwesta ku li hemberî komên aştiyê hatine nîşandan bû mînaka vê helwesta faşîzan. Mixabin Serokwezîr Tayîp Erdogan jî nikarî xwe ji hatina rewşa perçeyek ji vê helwesta faşîzan rizgar bikira. Nexwe ji tiştên berê demekê dihatin kirin re digot helwesta faşîzan. Şûna niha bi awayekî wêrekî li dijî van helwest û zîhniyeta faşîzan derbikeve, weke perçeyek ji wê, pejirand ku di nava helwesteke dijber ku helwesta gelê Kurd a demokratîk, helwesta gelê Kurd a hezkirin, aştî, kêfxweşî û coşê îfade dike tewanbar dike de be. Ev jî dide nîşan ku ka di Serokwezîrekê de jî çi qas zîhniyeta neteweperestiya şoeven xurt û kokdar e. Didane holê ku pêdiviya şoreşa zîhniyet di Tirkiyê de çi qas girîng û sotîner e. Ev xaleke girîng e. Tenê şoreşa zihniyeteke wisa dikare guhartinên cîdî, kokdar û di asta stratejîk de di polîtîkayên dewleta heyî de bîne.
Xala duyemîn ku divê bi sparteke şoreş û guhartina zihniyet were pêkanîn, guhartinek kokdar û di asta stratejîk de di polîtîkayên hundir û derve de kirin e. Bi rastî jî pêwîst e helwesta vê dewleta ku dîktariya ser civakê îfade dike were guhartin. Pêwîst e pêşiya civaka demokratîk were vekirin, pêşiya rêxistingeriya demokratîk û xwe îfadekirina beşên civakî were vekirin. Pêwîst e bi tevahî aliyên xwe ve civaka sîvîl demokratîk pêşbikeve. Pêwîst e bi vî rengî him demokrasiya civakî pêşbikeve him jî navêngeke ku çandên cûrbecûr ku tevahî kom, gel xwe bi awayekî demokratîk rêbixin û di bingeha yekîtî û biratiyê de didin jiyîn derbikeve holê. Bi qasî polîtîkaya hundirîn, mîsoger pêdiviya polîtîkaya derve jî bi guhartineke wisa heye. Pêdivî bi stratejiya polîtîkaya nû ya derve ku bi awayekî kokdar stratejiya ku herkesî dijmin dibîne, Tirkiyê weke welatekî ku her cihê wê behre û her çar aliyên wê bi dijmin dor lê hatiye girtin pênase dike diguherîne heye. Ku Ehmet Davutoglu qaşo niha hewl dide vê stratejiya polîtîkaya derve pêşbixîne, lê ne bivac e. Eger mirov bala xwe bide ser ev guhartina polîtîkaya derve xwe naspêre guhartina zîhniyeteke kokdar. Bi guhartina polîtîkaya hundirîn ve nameşe. Ji lewra ev weke guhartineke ne gengaz e dimîne. Gelo di vê rewşê de çima beyî ku guhartina zîhniyet û polîtîkaya hundirîn were çêkirin, guhartina polîtîkaya derve tê pêş girtin û ew qas girîng tê dîtin? Ev yeke ji ber piştgirî ji bo pêkanîna polîtîkaya hundirîn a despotîk, çewisîner û dîktator ji derve were girtin tê kirin. Ji ber weke berê êdî alîkarî bi polîtîkaya kevin ji hêzên herêmî û navnetewî nayê girtin. Ti kes êdî piştgirî nade polîtîkaya Tirkiyê ya derve. Tiştên ku li hundir de pêktînin ne di rewşa alîkariyê de ye. Polîtîkayên dewleta Tirkiyê yên heyî, bi têkoşîna gelê Kurd re, şermezar bûne. Ji ber dîsa ji polîtîkaya xwe ya hundirîn û ji zîhniyeta xwe ya heyî re piştgirî bigre, hewl dide xwe we bide nîşan ku polîtîkayên xwe yên derve hatine guhartin. Lê di nava vî karî de xapandinek heye. Dixwazin xwe weke ku guhartin kirine bidin nîşandin. Nexwe tevahiya vana lîstokên ku ji bo ji derve piştgirî ji zîhniyet û polîtîkayên xwe yên inkar û tunekirinê re bigrin têne lîstin in. Baweriya vana çênabe, derfeta pêkanîna van polîtîkayan jî nayê dîtin. Ku eklektîk dimîne. Bi awayekî kokdar li pratîkê pêşnakeve. Tevahî ji pêvajoyê re têne belavkirin. Dîsa di derbarê van polîtîkayan de gumanên gelek hêzan hene. Gelek rewşenbîr, siyasetmedarên Tirkiyê li hemberî van polîtîkayan gumanan dijîn, rexne dikin. Dîsa di hêzên navnetewî û herêmî guman tên jiyîn. Ji ber guhartinên polîtîkayên heyî bawerî nade. Çima? Ji ber ti guhartineke zîhniyet nayê dîtin. Guhartin di polîtîkayên hundirîn û derve de nayên dîtin. Di polîtîkaya derve de jî tê gotin “me êdî dijminahî avêt, emê bibin dost” û ji bo komkujiya Kurd yekser piştgirî dixwaze ji van dost an. Lê kesek piştgirî nade vê yekê. Bi redkirina Kurdan re, bi meşandina siyaseta inkar û tinekirinê li ser Tevgera Azadiya Kurd de nikare piştgirî were girtin ji cîran û cîhanê, her wiha nikare polîtîkaya dostaniyê were meşandin. Eger bi rastî jî wê dewleta Tirkiyê ji dostaniyên cûrbecûr ên navnetewî pêşbixe, pêwîst e beriya hertiştî polîtîkaya dostanî bi Kurdên ku jê re dibêje bira re pêşbixe, pê re bibe dost û bibe bira. Na tu hîn jî hewl bide Kurdan inkar bike, dijminahiya bi Kurdan re biparîze, dûra jî bêje “ezê bi Ruman, Ermeniyan, Ereban û Farsan re bibim dost”. Ev qet ne gengaz e. Ne gengaz e ku ev yeke pêk were û polîtîkayên wisa pêbawerbin jî. Di vê hêlê de polîtîkaya derve ya Ehmet Davutoglu eklektîk e, weke pîne ye, ne pêbawer e û pêknayê jî. Ku çi qas bê û biçe jî wê ti encam ji vê negire. Na eger bi rastî jî ev bi guhartina zîhniyet û bi guhartina polîtîkaya hundirîn li gel guhartina di asta stratejîk de were meşandin, wê demê, dibe çareserî peyda bike. Lê diyare ku AKP ne ew hêze ku vê guhartinê çêbike, ji lewra ne ew hêze ku demokrasiya rasteqîn e. Hêzeke ku ji bo îqtîdara xwe hertiştî dike û hêzeke pragmatîst e. Îqtîdara wî çi dixwaze, wisa tevdigere. Ji bo ku tenê di îqtîdarê de bimîne hertiştî dike. Eger mayîna wî ya di îqtîdarê de demokrasî hewce dibîne, dikare wisa jî bike. Dikare xwe wisa bide nîşan ku demokratîk e jî. Lê ev ne bivacî ye, demokratîkbûnê di cewher de îfade nake. Loma pêdivî bi hêzên ku li Tirkiyê, di wateya rasteqîn de, demokratîkbûnê pêşbixînin heye. Pêdivî bi pêşketina hêzên nû yên siyasî ku wê şoreşa demokratîk a zihniyetê bidin kirin, di asta stratejîk de wê guhartinan di polîtîkaya hundirîn û derve de bidin kirin, ji lewra wê Tirkiyê ji demokratîkbûnê re vekin û bi siyaseta demokratîk re pirsgirêkên Tirkiyê yên giran bûne çareser bikin heye. Ango pêwîst e siyaseta demokratik pêşbikeve. Pêwîst e tevgera demokratîk çêbibe û ev yeke bandora xwe di Tirkiyê de damezirîne. Ji ber tenê hêzên demokratîk dikarin şoreşa zihniyeteke kokdar çêbikin û bidin çêkirin. Dîsa tenê tevger demokrasî dikare di asta stratejîk de guhartên polîtîka bidin çêkirin. Ev ne karekî wisa hêsan e. Ji bo ku şoreşa zîhniyet were çêkirin pêwîstî bi xebatên pir berfireh û pêbawer ên perwerde û propexande heye. Eger bi çapemenî, siyaset, rewşebîr, wêje, çanda xwe ve ne di nava têkoşîn û xebateke wisa de be, wê nikarebe zîhniyeteke demokratîk were damezirandin. Wê nikaribe ev qalibên zîhniyheta şoven-neteweperest a kokdar were şikandin û zîhniyeta demokratîk şûna wê were pêşxistin. Ev xebat û têkoşîneke pir berfireh dixwaze.
Bi heman teşeyê guhartina siyaset a di asta stratejîk de jî pêdivî bi tevgera demokratîk ku bîryardar e û piştgirî ji gel girtiye dibîne. Lê pêwîst e ev tevger bibe tevgera ku îqtîdara dewletê birêve dibe û xistiye destê xwe be. Rol lîstina hêzên demokratîk jî tenê dikare bi vê re çêbibe. Ji xwe li Tirkiyê, ji tevgera ku pirsgirêka Kurd çareser bike re tê gotin “Tevgera Demokratîk”. Çareseriya pirsgirêka Kurd jî tevgera demokratîk a herî mezin e. Kî pirsgirêka Kurd çareser bike, ewê bibe demokrat. Ji ber heya Tirkiyê neyê demokratîkkirin, pirsgirêka Kurd nikare were çareserkirin. Herdu jî weke goşt û neynûkê bi hev re girêdayîne. Ji lewra tevgera ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd çareser kiriye, di heman demê de ew tevgere ku Tirkiye jî demokratîk kiriye. Dê wê demê Tirkiye bibe tevgera demokrasî. Rola ku hêzên demokratîk bilîzin ev e. Bi rastî jî kî hêza demokratîk e, kî ne hêza demokratîk e, ev girêdayî lîstina wê rola ku di çareseriya pirsgirêka Kurd û di demokratîkkirina Tirkiyê de lîstî ye. Nexwe ji xwe re dayîna sifata hêza demokratîk re kesek di wateya rastîn de nikare bibe hêza demokrasî. Ku nabe jî. Gelek hêz xwe weke çepgir dihejmêre, demokratîk dihejmêre û xwe wekî alîgirê demokrasiya herî jor dide nîşan, etîket û sifatên cûrbecûr li xwe dide û hewl dide xwe bi vî rengî bide jiyîn, lê ti hebûn û tinebûna wî nediyar e. Dema dibêje ‘ez hêzeke demokratîk im’, di rastî de pir dûrî pêdiviya bûna hêza demokratîk disekine. Vana jî rastiyên ku têne jiyîn in.
Di vê xalê de hêzên demokratîk ezmûneke pir baş nedane. Bi taybetî jî hêzên çepgir ên Tirkiyê, ne tenê di refê de mane, lê tê de çikyayî (çakmış) mane, him jî ne carekê, sê-çar-pênc caran çikyayî mane. Eger mirov bala xwe bide ser, herkes ji bandora ku têkoşîna siyasî ya PKK li Tirkiyê û Kurdistanê daye meşandin sûd wergirt. Ozal jê sûd wergirt, Demîrel sûd wergirt, Înonu sûd wergirt, Ecewît sûd wergirt û herî dawiyê jî AKPê sûd wergirt. Heta MHP jî jê sûd wergirt. Di pêvajoya derbaz bûyî de, tevahiya vana hatin ser îqtîdarê. Yê jê sûd newergirtî kî ye? Hêzên çepgir in. Em dev jê berdin pêşbikevin û mezin bibin, nikarîn xwe ji biçûkbûnê jî rizgar bikin. Dema gelê Kurd li Tirkiyê di pêşengiya PKKê de ew qas têkoşîneke demokrasî bi fedekarî û bi wêrekî li dijî paşverûtiyê da, hêzên çep li Tirkiyê heliyan û xilas bûn. Ev çi dide nîşan? Dide nîşan ku ev di wateya rastîn de ne demokrat, çepgir û sosyalîst in. Dide nîşan ku vana nikarin di rastî de siyaset bikin. Di vê hêlê de bi rastî jî divê mirov bi awayekî cîdî hêzên çep rexne bike. Pêwîst e bikevin nava nêzîkatiyeke pir kokdar a rexnedayînê. Çima? Ji ber tenê demokratên çep dikarin tevgereke xurt a demokrasî pêşbixin. Rêber Apo ji vê re got “Demokratên radîkal”. Eger demokrasiya radîkal pêşnekeve, negengaz e tevgera demokrasiya giştî jî pêşbikeve. Eger tevî berxwedana demokratîk a gelê Kurd û PKKê bi awayekî kokdar birêve biriye hîn jî li Tirkiyê tevgereke demokrasî pêşnakeve, ji vê yekê nebûna pêşengiya demokrat a çep ango pêşengiya radîqaltiya demokrat û lewaziya wê berpirsyar e. Ji ber pêşengiya demokrat a çep nîne, ji ber wê tevgera demokrasî pêşnakeve. Nexwe ne ku ji ber zemîna wê ya civakî û siyasî nîne, ji ber pêşengiya wê nîne pêşnakeve. Di vê hêlê de pêwîst e yên berpirsyariya wan heyî di qata pêşengiyê de bişopînin, ango demokratên çep in. Di vê hêlê de çepgir neçarin di rewşeke rexnegirtî û rexnedayîneke cîdî de bin. Eger xwe bi rexnegirtin û rexnedayîneke xurt û rasteqîn re neyînin rewşa xurt û tiştên ku nekarîne bikin, ji nû ve, neyînin rewşa kirinê wê dîrok wana tewanbar bike. Lê heya niha nehatin vê astê. Em hêvî dikin ku pêşketinên heyî wana jî biguherîne û veguherîne. Bi rastî jî tehlîlên teorîk ên Rêber Apo di vê mijarê de pêşxistine asoyan diveke. Di warê hizrî de nûker û pêşxistîner e. Dikarin ji van tehlîlan sûd wergirin. Dikarin pêşketinên heyî rast bixwînin, bi vî rengî seknên xwe sererast bikin û pêşbixin. Xwe bispartina ser vê re jî dikarin veguherin herikîneke siyaset ê. Ji ber di rewşa heyî de di siyasetê de demokratên çep nînin, nikarin werin rewşa tevgera siyaset ê, ditirsin siyasetê bikin û naxwazin têkevin qada siyasetê. Ji ber baş dizanin ku ev rewş berpirsyariyê dixwaze, hîskirina berpirsyariya jiyana gel dixwaze. Ji wê direvin. Ji ber ne xwedî wê zîhniyetêne ku berpirsyariyê li hemberî jiyana gel hîs bikin, xwedî zîhniyeteke tenk, dogmatîk û qalipger in.
Nexwe pêwîst e beriya hertiştî şoreşa zîhniyet çepgir, hêzên ku ji xwe re dibêjin em demokratîk in bikin. Eger ew bi xwe şoreşa zîhniyet pêkbînin, wê bikaribin şoreşa zîhniyetê bi xwe re ji civakê re jî bidin kirin. Ev jî wê dewletê tangav bike û wê tevgereke demokrasî ku ji demokratîkbûnê re xîzmet dike li Tirkiyê pêşbikeve. Bi rastî jî mirov di nava metel (hayret) de dimîne; gelê Kurd têkoşîneke ew qas mezin bi wêrekî û fedakarî birêve dibe. Tirkiye jî bi dayîna deh hezaran şehîdan kevneşopiyeke ku artêşê - ku artêş ev çil sale ji bo tevgera demokrasiyê asteng bike êrîşan pêktîne, di nava hevsengê de digire û dewam dike. Ev berxwedan nûnertiya demokrasiya Tirkiyê dike, lê tevî vê jî ji yên xwe re dibêjin em demokratin jî nikare li Tirkiye ji vê berxwedanê sûd wergire, feyde jê nagire. Nikarin bi yekbûna bi vê zîhniyetê re rewşeke zîhniyet, xebat, rêxistingerî û têkoşînê li Tirkiyê pêşbixin. Ev çavkaniya xwe ji lewazbûn û paşverûtiya wan digire. Nepêşketina hêzên demokratîk ên çep û nemeşandina têkoşînê zîhniyeta li neteweperest- şoven a li Tirkiyê pêşdixîne, wî dike kokdar. Ji bo vê sedemê jî hinek dibêjin ku, “berxwedana PKKê li Tirkiyê neteweperestiyê pêşdixîne”. Ji ber vê sedemê PKK tê tewanbarkirin, tewanbariyên bi vî rengî dikin “hun çima radestî dewletê nabin?” Ti tewanbarkirineke din nikare bi qandî vê nenormal be. Ma qet hizreke wiha çêdibe? Li vir çelexwerkirineke cîdî heye. Neteweperestiya şoven a li Tirkiyê têkoşîna demokrasî ku PKK û gel bi dayîna bihezaran şehîdan ve pêşxistiye, pêşnaxe; berevajî nebûna hêzên demokratîk ên çepgir û tevgera demokrasî pêşdixe. Ji xwe ji ber zîhniyeta neteweperest-şoven xurt e, hêzên demokratîk nikarin li dijî wê derkevin. Ji ber wê nakevin qada siyaset ê. Tirsek heye. Ezezîgerî heye. Rewşa bandorbûna ji zîhniyeta neteweperestiya şoven, xwe negihandina zîhniyeteke demokratîk heye li pey vê. Em bawer dikin ku wê pêşketinên dawiyê hîn zêdetir rewşenbîr, siyasetger û bi taybetî jî hêzên demokratîk ên çep û rast ên Tirk hişyar bike. Guhartina zîhniyet di serî de, wê bi rexnedayîneke xurt ve wan bîne rewşa ku xwe diguherînin, bi vî rengî wê jênerevîn tevgera demokrasî ya Tirkiye di xala ku em hatinê de têkeve nava pêvajoya guhartin û xurtbûnê. Helbet rewşeke wisa him di pêşketina demokratîkbûna Tirkiyê de, him jî wê bi rêbaza demokratîk çareserkirina tevahî pirsgirêkan, pirsgirêka Kurd di serî de, de roleke girîng dilîze. Pêşketinên bi vî alî herku diçe zêde dibin. Zehmetî hebin jî, hêdîkan jî be, pêşketin tên qeydkirin. Em bawer di-kin û hêvî dikin ku wê ev jî di pêvajoya di pêş me de lezgîn bibin û wê îqtîdara demokratîk siyasî bibe altarnatîfa AKPê. Pêwîst e hêzên demokratîk ên çep û tevgera demokrasî xwe weke tevgera ku xwe weke altarnatîf dibîne bigre dest, wisa nêzî bibe û xwe di vê bingehê de pêşbixe. Mîsoger e eger helwesteke rast bişopîne, bibe xwediyê zîhniyeteke rast û di bingeha yekbûna bi gelê Kurd re, bi îdîa û wêrekiyeke mezin ve derkeve pêşiya civaka Tirkiyê û bibe parazvanekî xurt ê aştî û demokrasiyê wê zû pêşbikeve û serkeftinê bidest bixe.