HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Di Dîrokê de Berxwedaniya Civakên Ehlaqî û Polîtîk –V-

Di rabirdûya mirovantiyê de ciyê klan û fêmkirina jiyana klanî gelek girîng e. Dema ku em baş jiyana klanan tênegihîjin, wê demê em ê nikaribin wate bidine sazûmanên înşakirî yên roja me ya îroyîn.

Rêber Apo di her parêznameyên xwe de, vê mijarê wekî mijareke sereke bi dest digire. Lewma jî, di her nirxandin û şîroveyekê de, ji bona me jî pêwîst e ev rêbaz bingeh be. Di çarçoveya parêznameyên Rêber Apo de em şîrovekirina klanan bidomînin.

Klan, bingeha xwe dayîk e. Jixwe me di nivîsên din de jî kêm be jî bahsa klana kiribû. Vê carê em ê li ser hinek hêlên dîtir bisekinin. Di klanan de pirsgirêka bingehîn bi zayînê xwezêdekirin û parastina hejmarî ye. Jin, zarok tîne dinyayê, lê dinêre û xwedî dike. Ev li hember zindiyên din avantajeke mezin e. Ji ber vê sedemê, ev jinê an dayîkê pîroz dike. Ji ber ku bi vî awayî berdewamiya klanê tê kirin. Loma jî klan li derdora jinê hevgirtina xwe pêk tîne. Di vê serdemê de her cure xebatên civakîbûnê, di pêşengiya jinê de çêdibin.

Di vir de, berhevkariya jinê neçarî ye. Ji ber ku erkeke wê ya berdewamiya nifşan heye. Her hal dema ku jin ducanî ye an jî hê nû zayîn kiribe, wê nikaribe bi hefteyan here nêçîr bike. Ji ber vê yekê ev erk an jî nêçîrvanî ya mêr e. Di vir de xwejiyankirin û berdewamiyeke xwezayî heye.

Ev civaka ku bi zimanê nîşanî(işaret dili) li hev dikin, bi arastekirin û meyldayîna jinê organîze dibin. Di vir de yek tevgereke jinê, tevgereke dest an bişirînek an awirek wê têr dike.

Jixwe wê demê qadên wan ê jiyanê şikeft û kêlekên şikeftan e. Dîsa li ser avê û li ser darên bilind jiyan dikin. Ev jî ji ber parastina xwe ye. Klan, yek e. Di klanê de malbat an zewac nîn e. Ya esas koka jinê ye. Yanî mêr nîn e. Filankes mêrê filan e an filan jina filankes e, tiştek wisa nîn e. Di zihniyeta wê demê de tiştek wisa nîn e. Lê birayê dayîkê an xal û xwîşk xwedî erk in.

Navgîn û amûrên ku wê demê têne bikaranîn, kevirên xeritandîne. Nasnameya klanê jî, bi pêşketina zimanê sembolî re çêdibe. Di vir de pêwîst dike ku civak bi têgehan bê ravekirinê. Ji ber vê yekê, nasnemaya bingehîn KLAN e. Zihniyeta wê demê jî ANEMÎZM e. Wekî tê zanîn anemîzm, xweza û her cure daringî (madde) zindî dîtine. Di wê demê de jî, her daring zindî ye. Dema ku xezalek tê kuştin, lêborîn jê tê xwestin. An darek tê birîn, dîsa lêborîna xwe dixwazin û hetanî ku neçariyek an mecbûriyetek nîn be jî, ne heywanek tê kuştin ne jî darek tê birîn. Tabî ji ber ku ji vanan sûd tê wergirtin jî, ev ji bona wan pîroz in.

Klan 3 milyon sal berê li Rojhilata Efrîqa ji Xeta Rîfê li dinyayê belav dibin. Sedema vê belavbûnê jî, zêdebûna hejmarê û guherîna erdnîgariya wir e. Ji ber ku wê demê serdema cemedî ye û gelek cemed dihelin û bilindbûna avê jî, derfetên jiyanê nahêle. Laşê ku hînî cemedan bûye, dibe ku piştî ku cemed heliyane, nikaribûye adapte bibe. Ku em ji bona mamûtek bifikirin, wê rewş baştir aşkere bibe. Yan wê koç bikin an jî tune bibin. Piştî 2 milyon sal şûn ve digihên Mezopotamya, Asya û Ewropayê. Lê di vê koçberiyê de an cî guhertinê de prîmatên bi navê Neandartel û Homorît winda dibin. Li gorî arkeolog û biyologan, Neandartel bi prîmatên din re ketiye têkiliyê û bi beridînê (evrim) guherî ye. Piştî 4. Serdema Cemedî ku 20 hezar sal berê ye,  cemed dihelin. Ev jî bi xwe re guherîna werz an demsalan tîne. Yên ku li hember van guherînên werzî an demsalî li ber xwe didin an xwe diguherînin an adapte dibin, li piya dimînin. Vaye yek ji van cureyan an prîmtaan Homa Sapîens bi hemû heybeta xwe, xwe li piya dihêle! Yanî em dikarin vê bibêjin ku Homo Sapîens mirovê piştî helîna cemeda ye û ev cure bi xwe re neolîtîkî dide despêkirinê. Tabî berî neolîtîkê serdemên wekî paleolîtîk, mezoolîtîk (B.M 15.000-10.000) têne jiyandin.

Ev klan bi taybet di serî de li Mezopotamyaya jorîn li warên wekî Newala Çorê(Riha), Girê Kortik(Bismil-Amed) û Qotê Berçem(Erganî) bi cî dibin. Dema ku em li van ciyan binêrin, bi taybet li Erganî  Qotê Berçem –min bixwe jî dîtiye- li ser jorî devê şikeftan şehkirinan sîmgeyên Dayîk-Zarok hene. Berî 12 hezar sal berê li şikeftan jiyaneke bi pergal tê sazkirin. Pergaleke gelek gelek pêşketî ye. Heywan têne kedîkirinê. Çandinî dikin. Ber bi avabûna gundan ve diçin. Giya û nebat diçînin. Cêr û kafik çêdikin û bi vî awayî xwarina xwe ya zêde di wan de diveşêrin. Tevn tê dîtin. Ji xwe re cilan ji hêriyê çêdikin. Genim diçînin. Dema ku em li rêveçûna dîrokê binêrin di serdema Tel-Xalaf (B.M 6000-4000) tam derbasî gundan dibin û ev cure pêşketin di vê demê de xwe digihînin asta herî pêşketî. Dîsa ji bona barkişandinê ker tê bikaranîn. Ji bona wan fena kamyonên me yên roja îroyîn girîng in.

Di vir de şoreş heye û ev şoreş ŞOREŞEK HERÎ MEZIN e. Tê gotin ku ev pêşketinên şoreşî yên wê demê, dengî şoreşên 400 salî yên Ewropayê ne. Ger ku ev pêşketin nînbûna, jixwe ne mûmkûn bû ku derbasî jiyaneke bi pergal bibûna û gavên bajêrvaniyê bihatana avêtinê. Dîsa wê civakîbûn bi pêş neketibana. Di vir de rewşa herî girîng ev e ku, berê berhevkirin û nêçîr ji bona rojekê bû û ji neçarî ev dihatin mezaxtin. Lê piştî VEŞARTIN-PARASTINÊ, civak her diçe mezin dibe. Zêdehiya xwarin û berheman çêdibe. Êdî mal zêde ye. Ji ya ku rojane an salane bixwin zêdetir dibe. Wekî mînak; cêrên mezin çêdikin û genimê xwe yê salekê diveşêrin. Yan jî bi heywanên ku hatine kedîkirinê, kerî ava dikin û kengî pêwîst bike, ji şîr, hirî û goştên wan sûd werdigirin. Pê re çandinî bi nîr û bi heywanên bi hêz tê kirin. Ev jî klanê neçar dihêle ku, forma xwe mezin bike û bi vî awayî bi hevgihîna klanan re QEBÎLE pêk tên. Êdî di qebîleyan de, rewşeke cuda heye, ZEWAC, MALBAT Û ŞAMAN hene. Her çiqas ev her sê têgeh, di wan deman de ne wekî roja me ya îroyîn bi zirar bin jî, bes dibine bingeha hemû nebaşî û xerabiyan û hîm an tovên şaristaniyên dewletparêz têne avêtin.

Wê bidome…

Rûbar Andok