Pêvajoya pêş me, bi taybet hefteya pêş me, hefteyeke dîrokî ye û di nava xwe de gelek xeteriyên siyasî û leşkerî jî dihewîne. Hefteya pêş me, wê berxwedaniya Tevgera Azadiyê bigihê fetlokeke nû û li hember vê jî nebxêr be, serokomarê tirk dîsa bahsa kurdan kir. Ev jî dide xuyakirin ku, wê dîsa mûnafiqî, dirûtî û hîleyên sîstema TC’ê di vê hefteyê de zêdetir bibin.
Wekî tê zanîn Rêber Apo da zanîn ku, ku bi rêgezî, dilsozî û bi cidîyetê gav neyên avêtin wê xwe bi paş ve vekişîne. Di vê demê de BDP bi hikûmeta AKP’ê hevdîtinek çêkir û fena her carê AKP’ya ku niha nûnertiya sîstema înkarok û tuneker dike, hewl dide hîleyan, xapandinan bi pêş bixe û bi tawîzan bi rûmeta gelê kurd bilîze. Mafê tu kesî nîn e ku bi rûmeta gel bilîze û ku vê bike, çi ji nav me çi dijmin wê çavên wan bê derxistin. Divê em jibîr nekin ku
ev ne cara yekem, gelek car in ku rewşên wisa têne jiyandin. Di 2005’an de jî Erdogan li Amedê hinek gotinan gotibû. Qaşo vebûnên demokratîk jî avêtin.
Rêber Apo der barê van hewldanan de diyar kir ku, ku lihevhatin ne li ser bingeha rêgezan be û tê de tavîz hebin, wê ev yozbûnê bi xwe re bîne. Tabî rewşên wisa xeter in. Divê kurd ji dîrokê dersan derxînin. Ji ber ku li pişt deriyan û veşartî, gelek caran li ser kurdan biryar hatine girtin, li pişt deriyan soz hatine dayîn, lê ev hemû piştre hatine jibîr kirin. Çi dibe bila bibe, ku ji gel veşartî be, ev xeter û şaş e. Yanî hatina lîstikan e. Sîstema TC’ê bi awayekî mûnafiqî nêzîkatiya xwe ya “Tu nefikirî nîn e”, pirsgirêka kurd ku pirsgirêkeke cîhanî ye, gelek bi bêcidîyetiyeke mezin nêzîk dibe. Dîsa yên wekî Kiliçdaroglu, dêwşirme ye û li ser xwîna gelê xwe, xwe raberî dijminê xwe kiriye, wisa difikire ku wê her kes fena wî be û pirsgirêkê zik û birçîbûnê ve girê dide.
Piştî ku Rêber Apo diyar kir ku hetanî dawiya mehê gavek neyê avêtin ez ê xwe vekêşim û hevdîtin di navbera BDP’ê û wezîrê karê hundir de çêbû, Xakurk û Xinêre ji hewa de hatine bombebarînkirinê. Êdî li hember vê yekê, ev bersiva artêşê bû an dewleta kûr bû ne diyar e, lê ev bersivek ji Serokatî û siyaseta kurd re bû. Rêber Apo diyar kir ku, ku xwe ji vê pêvajoyê bikşîne, dibe ku dijmin êrîşên mezin li hember gerîla û gel pêk bîne, KCK dikare Xweseriya Demokratîk îlan bike û di warê ewlekarî, aborî, çandî û aborî de berpirsyarî bigire û mînakên Kosova, Qibris û wekî din da. Dîsa hişyariya şerekî demdirêj ku dibe ku bi xwe re yozbûnê jî bîne kir.
Di vê rewşê de daxuyaniya Abdullah Gul û TUSİAD’ê ne bîlesebe ne. Dibe ku di nava vê heftê de ji hêla sîstemê de, bangên wisa zêdetir bibin, dibe ku fena TRT Şeş xapandinan bikin, dibe ku hem siyasetmedarên kurd bigirin û di ser de hinekan berdin û cezayê zarokên kurd kêm bikin. Ji ber ku bi 1’ê Hezîranê re, wê di warê leşkerî de pêvajoyeke nû destpê bike. Wê demê wê dîsa ew mûnafiqên AKP’yî bêjin ku, “Me ewqas bang kir, me dixwest em destûra bingehîn biguherin, me yê gavên demokratîk bavêtana… lê PKK naxwaze em demokratsiyê bi pêş bixin”
Lewre gotinên serokomar Gul û TUSÎAD’ê, dîsa di hevdîtina BDP’iyan de bazarên ku hatine kirin, ji bona ku berxwedaniya gerîla ya dema nû, ji rewabûnê derxînin û şerê xwe yê qirêj, hîle û dek û dolabên xwe rewa bikin.
Lê çi dikin bila bikin, wê kurd û Tevgera Azadiyê bi hîleyên wan nexape. Hebe lihevhatinek, wê li ser bingeha rêgezan be. Ku gavên cidî neyên avêtin, wê îlana Xweseriya Demokratîk bê kirin û ji bona ku ev jî pek bê, hêzên ku astengî derdixin an nahêlin wekî artêşa tirk, polês û hemû sazî û dezgehên sîstema tirk ku dagirkerê Kurdistanê ne, hetanî ji Kurdistanê neyên derxistin, wê şerê azadiyê bê kirin.
Egîd Nûcan