Ez niha rojnivîsên hevalên şehîd dixwînim. Ger wêneyek bane, ji dilê min dihat ku ez wî wêneyî bi we hemûyan re parvebikim û hûn hemû eserên qeşeng bibînin. Ev gotinên ku ez dixwînim, ji dilê dikele, bi meraqe û li benda bîranînên ku derkevin pêşiya wan hatine nivîsandin. Piştî ku sînor tê qutkirin, heyecan jidil dipekê û dixwazê bi lênûsê re parvebike. Çawa digihîjin bakur xaka zêrîn ya ku dibin siya dijmin de ye, bi wan re dibe heval û li benda wana ku pêre parvebikin û sebra wê bînin. Xaka pîroz bê ku baxive dilê xwe ji wan re vedike û wan pêşwazî dike. Dilê gerilayên hêja vê yekê hîsdike û bê şerm wê hesreta di dilê xwe de parvedikin. Hevalên şehîd her bosteke ku li bakur avêtine parvekirine, mîna ku hîsdikirin wê gelek mirovên mîna min van peyvan bixwînin û ji bo wan bibe moral.
Di zor û zehmetiyan de, di êş û xweşiyê de hatiye bîra wan ku pênûsa xwe bigirin destê xwe û behsa jiyana bakur bikin. Dizanin çûyîna bakur hesreta dilê gelek kesane, dizanin gelek kes li benda wan kêliyane ku mîna wan sînor derbas bikin û lingê xwe bavêjin xaka pîroz. Di dîtina bedewbûna welêt de tenê namînin, xwezaya Kurdistanê mîna çîçekê digirin destê xwe û bêhin dikin, dibin şahidê heyecana gelê kurd yê ku bi sala êş kişandiy e. Hezkirina gel ji gerila re dibînin û biheşta ku ji bo wan xeyale di wan kêliyan de dijîn. Gelekî zore ku mirov lênûsên hevalên şehîd bixwîne, her peyveke ku nivîsîne, ji bo te mîna deryayekê kûr û bi wate ye. Di ku mirov her tiştê jibîrbike, lê hevaltiya ku li asoyên çiyan nefes girtiye, di zorî û zehmetiyan de pijiyaye, ticarî nayê jibîr kirin. Xwendina hinek hevalan kême, lê dîsa jî bi hestên xwe yên sade hezkirina xwe ya gerilayetî anîne ziman. Dizanin wê ew peyv bibin eserekî dîrokî. Li gor min ew peyv netenê eserekî dîrokî ne, roja îro ronîdikin û nirxê jiyanê bi te didin hîskirin.
Di şevên tarî de bedewbûna tîrêjin rojê, bi te re parvedikin, di êşên mezin de bi te re hevalbendin û di seqema dijwar de ji bo te dibin pêt, dilê te germ dikin û wê heyecana te gurdikin. Dibe ku tu gelek hevalên şehîd nasnake, lê wexta tu nivîsên wan dixwîne, mîna ku te bi salan bi wana re jiyankiriye. Tu meraq dike wan hevalan çawa jiyankirine, çi êş û xweşî dîtine. Xeyalê wan çibû û bi kîjan hestî çavê xwe li dinê girtine. Zehmete ku tu xwe bide qenaet kirin ku tu nema dikare wan hevalan bibîne, lê tê bîra te, tu çiqasî vê jiyanê biparêze û nirx bide hevalên xwe tu ewqasî wan ji nêzve hîsdike. Bi sedan ciwanên Kurd hene şehîdketine, lê belê li pey xwe yek nivîs jî nehiştine. Ruhê xwe bi ava welêt hûnandibûn, canê xwe bi xaka xwe re parvekirin û bê xof ser dijmin de çûne. Jiyan û bîranînên wan gelek rastiyan bi te didin naskirin. Destûr nadin ku dilê te qeşa bigire, yan jî tu bê wijdan bijî. Heyanî ku girêdana xwe ya bi vê jiyanê ve dane îfadekirin nekêm zorî kişandine. Wexta ku tu nivîseke wan dixwîne, yan jî li jiyana wan guhdardike bê ku tu hîsbike, tu heyrana wan dibe. Hinek caran jî tenê wêneyekî wan yê çeka wan li milê wane, gora xwe rakirine ser şalê xwe, kefiya wan di sukra wan de ye û bi heybet sekinîne, bese ku tu li xwe vegerê û ji xwe bipirsê gelo ez jî mîna wan bi heybetim? Dibin mêvanê dilê te û tu dikare gelek hevokên veşartî ji çavê wan hîsbike. Hevalên Şehîd hîskirin rêgezê vê jiyanê ye û di her kêliyekê de bi te re dijîn, wexta ku tu serkeftinan bidestdixe kêfxweşdibin û gava ku tu kêmasî dike, te lêpirsîn dikin, ji ber ew perçek ji vê jiyanê ne.
Dûnya Cemîl