HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

DI DÎROKÊ DE BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –VII-

Di nivîsên borî de, me bi kurtasî bahsa şaristaniya dewletparêz û çînî kir. Bi taybet tovê vê zihniyet û çandê di serdema El-Ubeyt de tê avêtin. Bi avabûna bajaran re -ku wekî bajarê yekem Uruk(B.Z 4000-3000) tê gotin- çîn dertên holê û ev jî bi xwe re dewletê saz dike. Hewl tê dayîn, zihniyeta milyon salan têk bibin.

Di serdema El-Ubeyt(B.M 5500) de hiyerarşiya klan-qebîleyê bi pêş dikeve. Ev rewşeke gelek girîng e û encamên wê hê jî bandor li mirovantiyê dikin. Du alî pêşbaziya hegemoniyê dest pê dike. Ev civakê ser û bin dike. Dayîk vê rewşê qebûl nake. Talan dest pê dikin û hemû nirxên ku dayîkê afirandiye têne desteserkirinê. Êdî serdema neolîtîk ne fena berê ye û ber bi belavbûnê ye. Lê ne diyar e wê çi bikeve şûnê. Yanî wê çawa xwe bîne ziman ne diyar e. Êdî rewşên aborî ne mîna berê ne. Zêdehiya malan bi xwe re aloziyan an kaosan derdixîne. Di hêlekê de potansiyelek dertê holê û hewl dide xwe bîne ziman, di hêleke din de jî mirovên ku ji neolîtîkê qut dibin re û hejmara talankirinan zêde dibe.

Li hember vê civaka ku ji hêla dayîkê ve tê birêvebirinê, piştî birêvebirina dayîka pîroz, çanda XWEDAWENDÎ di dema El-Ubeyt de derdikeve û ev berxwedaniyek li dijî vê çandê ye û ev di şexsê xwedawendên wekî  Îştar, Nînhursag, Înanna, Tîamat, Star, Îsîs û Kîbele de berxwedaniya jinê ye. Lê di wê demê de, dema ku berwedaniya jinê bi pêş dikeve, hemû mêr dijîtî nakin. Yanî hemû civak vê zihniyeta El-Ubeyt napejrînin. Serkeftina Zilamê Bihêz û Kone bi zorê ye, yanî zorê bikar tîne. Dema ku hewl dide li hember zihniyeta milyon salan zihniyeteke nû saz bike, bertek dibîne. 3 hezar salan jin li ber xwe dide. Zilamê bi hêz, bi zilamê pîr re û di civakê de bi şamanê pîr û zane re tifaq çêdike. Li gorî zihniyeta xwe pîroziyan diafrînin û piştre jî vê yekê bi mîtolojiyan rewa dikin. Dema ku ev tê kirin, zêdehî û hilberînên heyî û hemû nirxên civakî, wekî sermaye di dest îtîfaqa ŞAMAN+ZILAMÊ BIHÊZ+ZILAMÊ PÎR de dicive. Li jorî civakê pêşketin heye, bes li jêr jî ev rewş bi xwe re belavbûnê çêdike.

Di vir de ya girîng avabûna bajaran e. Dibû ku bajarvanî encamên xwe yên baş jî çêbûna û yên nebaş jî çêbûna. Yanî bajarvanî bi tena serê xwe ne xerab bû. Jixwe destpêkê jin bajar ava dike. Lê ku di bajêr de cudahî dikeve navbera mirovan an hinek li jor, hinek li jêr dimînin, bajêr meyla xwe ber bi şaristanê ye ve digire. Ev guherînên di bajaran de, cudahiyên çînî derdixîne û ev temsîla xwe di Zîguratan de dibîne. Li vir Zîgurat Proto-Bajêr in. Bixwe SAZÛMANEK E.

Di vê sazûmaniyê de birêvebirin pêwîst e. Li gorî bajêran, di dema neolîtîkê de an civaka di pêşengiya jinê de, exlaq û polîtîka li pêş in. Di heman deman de li Mezopotamyaya Jorîn (Kurdistan) koloniyên Hûriyan ber bi Mezopotamya Jêrîn ve belav dibin. Li vir jî fena çemên Ferad û Dîcle avdaniyeke xwezayî nîn e. Pêwîstî bi destan avdanê heye û ji bona vê jî cihok divê bêne çêkirinê. Ji bona vê mirovên ku bixebitin pêwîst in û pêwîstiya organîzeya vê heye. Girseyek li hev civiyaye. Serjimara mirovan her diçe zêde dibe. Êdî bi cihokan avdanî dikin. Di van proto-bajaran de ku wekî Zîgurat têne binavkirinê, li herî jor Xweda hene, jêrî wan rêveber hene û li herî jêr jî xebatkar, zanaetkar û kole hene. Ji ber vê yekê jî pêwîstiya hilberîneke domdar heye. Ev pergal li hember sehayeke fireh a berheman, zêdehiya malan jî derdixîne. Li gorî zihniyeta wan, divê ev zêdehî li gorî berjewendiyê çînek an sinifekê bê pergalkirinê. Pêwîst e ev rewşa nû xwe bigihîne SAZÛMANIYEKÊ. Vaye ev sazûman, bi xwe zihniyet, çînan, serdestî û avabûna dewletê derdixîne.

Wisa rewş hêsan nîn bûye. Di şûna çandeke 3 milyon salî de, pergaleke nû çêbibe. Divê ev bê hilweşandin. Jixwe berê zihniyetek heye. Divê wisa zihniyetek bê avakirinê, ya kevn derbas bike û mirovan bide xebitandinê.

Li hember vê rewşê dayîk ku, temsîla bereketê û xwedî hemû afirandina ye, şaşiya vê zihniyetê zû ferq dike. Me got dayîk, dayîk wisa fena ku di fîgurên xwedawenda de fîntoz tê nîşandayîn, sembola xweşikî û bedewiyê nîn e. Qelew e. Tam jî dayîkên me yên kurd ku li niha li her devera Kurdistanê ne. Ku li ser deriyên şikeftên Qotê Berçem a Erganiya Amedê bê nihêrtin, dayîkeke qelew û li kêlek wê zarok heye. Bes xwedawendî piştî mêrê zilimkar ku dest datîne Me’yên jinê dertê holê. Xwedawend berxwedêr e, fîntoz e, herî bedew e û sembola berxwedaniyê ye.

Di vir de dema ku baviksalarî bi şêwe û şiklê Xweda xwe tanzîm dike, li dij vê jin jî bi Xwedawendî derbasî berxwedaniyê dibe. Ev herdu hêman di encama dijberiyan de çêdibe. Yanî Xweda bi xwe re Xwedawendiyê diafrîne an jî hevdu diafrînin. Jixwe li ciyek ku Xweda nîn be, pêwîstiya Xwedawendiyê jî nîn e.

Di vê demê de bi qasî 3 hezar salî pevçûna di navbera jina berxwedêr û baviksalariyê de didome. Di vir de ya girîng berxwedaniya xwedawendiyê ye. Nexwe li hember zilam berxwedaniya Xwedawend nîn be, wê zêde cudahiyek di navbera Xweda-Xwedawend de nemîne. Jixwe me berê jî got, di encama vê pevçûnê de di Babîlan de, di pevçûna Mardûk-Tîamat de jin bi tevahî winda dike û ev dibe 1’emîn şikestin.

Di parêznameyên Serokatî de ev mijar her tê hûnandin. Dema ku zilam dest datîne ser zêdehî-hilberînê, fenomena guherînê çêdibe û pê re jî zilam vê ji xwe re dike sermaye û kar û tekela xwe saz dike; vaye li dijî vê çanda Xwedawendiyê dertê holê. Wê demê Xweda-Xwedawendbûna mêr û jinê gerdûnî dibe. Lê mixabin di vê gerdûnîbûnê de jin winda dike.

Pevçûna bingehîn di navbera Civaka Dayîk û Civaka Baviktiyê de her didome. Duh jî ev şer hebû, îro jî ev şer û pevçûn didome. Berxwedaniya li hember zihniyata El-Ubeyt an li hember zihniyeta dewletparêz û çînî, îro jî li çiyayên Kurdistanê didome.

Wê bidome...

Rûbar Andok