HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Piştî desthilatdariya AKPê, nexweşiya nijadperestiya Tirkîtiyê dijwar bû û weke tehlokeya kesk bû “şewba mirinê.” Pêşî hoceefendiyê bê sertifîqe “Fetul-mûnkîr” fetwa qirkirina kurdan da.
Demên berê dema fetul-munkîrekî, derbarê jiyana rojane de, derbarê zanista civakî û tevgera rojane de fetwayek, hadîsek digot û nirxandinek dikir; feylesofên dewletê û derveyî dewletê li Tirkiyê qiyamet radikirin. Li gorî zanista modern û şaristaniya hemdemî, ew mele, hoce-efendî, şêx û ulemayê olî rezîlûrûswa dikirin.

Gelek caran zanîngehan jî, bi awayekî fermî û wek biryargeha civaka zanyarên

wê zanîngehê beyanat didan û dijberiya xwe dianîne ziman.

Ev dengên li dijî paşverûtiyê, di nava civakê de bi xweşbînî dihatin pêşwazî kirin.

Piştî fetwa Fetul-munkîr, ku qirkirina gelê kurd da û rondikên nijada-kesk barandin, ez jî û gelek kesên din jî bendeyî dengekî bûn, ku ji zanist, feylesof û zanîngehên wek derguşa zanistê têne dîtin derbikeve.

Balkêş e ku, vê carê dengê feylesofên dewletê û li derî dewletê, ne li dijî Fetul-munkîr, ligel Fetul-munkîr derketin.
Kesên xwedî “tîtra prof.”tiyê, mixabin sê gavan li pêşiya fetul-munkîr beziyan û fetwa qirkirina gelê kurd, bi çend rengên cûda dan.
Yek ji van feylesofê ku li hemberî herka dîrokê dest bi avjeniyê kiriye Prof. Anil Çeçen e.  Ev zat-i munkîr, ku di Zanîngeha Huquq de, dersên mafên mirovan dide, pêşniyazeke ji ya Fetul-munkîr dijwartir da Komisyona Mafên Mirovan ya Parlamentoya Tirkiyê.

Dema ku min, agahiyên derbarê pêşniyazên Prof. Anil Çeçen  de xwendin, salên 1935an û biryarên Mussollînî li Îtalya û biryarên Hîtler li Almanya, yên derbarê planên“Nıjad û Nijadperestî” de, didan anîne bîra min.

Prof. (!) Anil Çeçen, di dema ku komkujiya 35 ciwanên Kurd li gundî Roboskî, di Komsiyona Mafên Mirovan de dihate axaftin de, pêşniyazeke wiha dike; şerên li Başûr û Bakurê Kurdistanê, pêl û pêşengên şerê giştî ne. Em nikarin di çarçoveya mafên mirovan de û şerê dijî terorê de bibînin. Ji aliyekî ve gel sloganên “tolhildanê” diqîre, ji aliyê din ve, şaredarên herêmê “yekîtîya şaredariyan” sazkar dikin. Eger Tirkiye dewletek be, dive pêdiviyên dewletî bîne cih û van hewldanan wek şerê destpêkê binirxîne û “huquqê şer” bikar bîne.”

Di nava “huquqê şer” ku Prof. (!) Anil Çeçen pêşniyaz dikê de, rê û rêbazên Mussolînî û rêbazên  Hîtler yên “şerê nufusê” jî hene. Ev pêşniyaza xesandina mêrên Kurd e û bêdunde kirina jinên Kurd e.

Reşbînê Anil Çeçen, ji bo heman mijarê, ji rojnameya Radîkal re diaxive û dibêje “mafên mirovan, di hoy û mercên normal de, dikarin werin rojevê. Di şeran de, “huquqê şer” dikevê pratîkê û xala Peymana Mafên Mirovan ya Gerdûnî, ku dibêje “Tu kes bi keyfî nikare werê sergom kirin”  red dike.

Hitler û Mussolînî jî dema ev kiryar kirin pratîkê, hewldanên xwe “serketina li hemberî dîrokê” binav kiribûn. Ev, pêşniyaza “nufus û biyolojî” ji aliyê zanistekî Tirk ve û di rengê çareseriya pirsgirêka Kurd de, tê kirin û dixwaze ku nijada Tirk biparêze û serdestî nifşên din bike. Yanî nijadperestiya li ser bingeha faşîzmê dike.

Profê nijad-ul munkîr, pêşniyazeke din dike û dibêje; “Li kû cihî çalekiyek girseyî hebe,  bi riya peykan, cihê wan werê kifş kirin û fuzeyekê biavêjin wir. Heta ku şerê terorê werê şikandin û ji holê werê rakirin, ev rêbaz dikare werê bikaranîn.” 

Balkêş e ku, prof.ên Tirkiyê, wezîrê edaletê yê kevin û parlamenterên Tirk,  ne li dijî gotinên Prof. (!) Anil Çeçen in; li dijî pê,niyaza “huquqê şer” û li dijî, pêşniyaza bikaranîna “Peymanên Cenewre” derdikevin. Vê dijberiyê jî, ji bo ku PKKe nebê alî û wek dewletekê neyê qebûl kirin û girtiyên azadiyê jî, weke girtiyên şer neyên hesibandin, dikin. Pêşniyazên qirkirina Kurdan erê dikin, lê ne di çarçoveya “huquqê şer” de.

Cûdatiya zihniyeta Prof. (!) Anil Çeçen de, siyasetmedar, huquqnas û siyasetmedarên Tirk jî, di cûdatiya “disîplîna şerê qirkirinê” de cûda dibin. Lê di pêkanîn û pratîkê de cûdatî nîne.

Gotinên destpêkê û helwesta feylesofên dewletê û derî dewletê, zanîngehan û ulema zanîngehan, tê wateya ku, kefikên mîzêna jiyana Tirkîtiyê, ji nijada spî, ber bi nîjada kesk giran bûye. Vê reşbînîya ku wê di paşerojan de bibe şermezariya mirovahiyê,  di çarçoveya “edebiyata siyaseta-gel” de didin. Ev navê reşbîniya civakî, yanî “îstîbdada sosyal” e û civakê, jiyana azad û demokrasî dikuje.

Prof. (!), huquqnas û siyasetmedarên Tirk, piştî 80 salên ku “nîjadperestiya spî” enjekteyî bedena gelan kirin û bi deh hezaran kes, ji “nufusa-biyolojîk” derxistin, di kirasekî cûda de, helandin, tune kirin. Îro reng guhertiye û dibin pêşengiya AKPê de, bi riyên fetul-munkîrî û zanist-î munkîrî de, li  dijî gelê Kurd, (di heman demê de li dijî gelên din) jî, tê meşandin. 

Di dema ku Prof., siyastemedar û huqunasên Tirk, fetwayên qirkirina Kurdan dinirxandin, li dora Zindana Amedê, hestiyên kuştiyên Kurd dihatin dîtin. Ev tê wateya ku, li Tirkiyê nexweşiya Tirkîtiya nijadî, gihaye qada herî dijwar û tehloke. Ev jî, faşîzm e û yek kanunê nas dike. Kuştin û tunekirin. Desthilatdariya AKPe jî, bi baweriya “hikmet-î hukumet” haraket dike, bi fetwayên olî, qirkirinê bi teyit kirina zanista hemdemî  qirkirina gelê Kurd rewa dibîne.

Faşîzmê jî reng guhertiye û bi riyên meşrû, yanî bi hilbijartinan tê ser desthilatdariyê û dibin navê parlamenterîzmê de, karê xwe dimeşîne. Li Tirkiyê jî, dibin pêşengiya AKPê de, faşîzmeke modern tê meşandin.

Di faşîzma modern de, gotin teva  “îdeola şikeftê” ne û di çerçoveya derew, ragihandinên asparagas, wajî kirin, demagojîk de têne bikaranîn. Yanî bi perdeyek mijûmoranê pêçayî ne. Ev faşîzm, bi devê kesên weke pêşengên oldar, zanist, pisporê huquq û siyasetê têne naskirin jî, tê meşrû kirin.

Li Tirkiyê jî, ev bextreşiya kujerî, hetikber  û şermezar heye.
Medenî Ferho