Jiyan çiqasî zor be yan jî hesan be, moral hêzdide ji bona tu bimeşe, lê belê çavkaniya moralê jî girîng e. Gelek bîranînên ku gerila jiyandikin peytandina vê rastiyê ne. Berf di van her du rojên borîn de bê navber dibariye, mirov nikarîbû ji derve bisekine. Di hûrdemekê de ji serê te heya lingê te dibû berf. Hewa jî gelekî sarbû. Lê belê mirov dikare bibêje wê berf li pêşiya gerilayên şêt bibe asteng. Em taxima şehîd Rûken bûne sê gurûp. Gurûpeke avê derket, gurûpek wê çûbane wezîfe û gurûpa dîtir jî wê berfa li ser mangan paqijkiribane. Hejmara gurûpa wezîfe gelek bûn. Gurûpa çûbane wezîfe şensê wan hebû, wê di berfê de bimeşin. Em pênc hevalên jin bûn, hevala Bêrîvan bi zora xwe kete pêşde, di pêşde meşandin fadakartî dixwaze, ewê herî zêde şilbibe û gava di bin daran de bimeşe ew berfa li ser daran, destpêke bi serê wê de tê xwarê. Me makîne fotoyê jî bi xwe re biribû. Mîna ku em cara yekem berfê bibînin, em di nava wê berfê de dileyîstin. Ya herî zêrek di nava me de hevala Asmîn bû, wê hemû heval dixistin nava berfê de. Hevala Bêrîvan jî di pêşde dimeşî û ji me re rê vedikir. Gava ku em dimeşiyan her carekê em di milekî de diketin xwarê. Miroveke ku moralê wê nexurt be, teqez nikarîbû di wê rêkê de bimeş e. Em gihîştin dolê, berfa li ser daran mîna ava sulavan dihate xwarê. Te hezdikir li wê bergehê binêre. Hevala Nûda û Zîlan bi zanebûn diçûn bin daran disekinîn ji bona ew berf bi serê wan de were xwarê. Gava ku hevala Nûda di rêkê de dimeşiya ji me pirsî “Hûn dizanin ez niha çi hîsdikim? Di kêliyên veşartî de bêhna azadiyê tê min, gelo ev kêlî wê careke dîtir bidestê me bikevin?”
Gava tu di zoriyê de xebatekî dike, însan dizane ku têkoşîndike. Di hewayekî weha zehmet de çûyîna wezîfe têkoşîneke bi serê xwe ye. Mirovên ku moralê wan nexurt be di wî hewayî de nikarin du gavan bavêjin. Hevalên ku bejna wan kin bû, di nava wê berfê de wendadibû. Hevala Nalîn kin bû, ji ber wisa hevala Zîlan ya bejin zirav li pey wê dimeşiya ji bona ku di nava berfê de wendanebe. Em bi moralekî xurt gihîştin cihê arzaq. Her hevalekê dixwest barê giran ji xwe re bigire, me hemûyan dizanîbû barê te giran be û tu di wê rêkê de bimeşe, zehmetiyên xwe hene. Hevala Bêrîvan û Nûda barê herî giran girtin. Destê me qerisî bûn, me hemûyan bi hev re destek dida hev û em weha birêketin. Di rêkê de berf nema dibarî, lê belê şûna wê hewayekî gelekî sar hat û di carekê de cilên me hemûyan qeşa girtin. Ser wî halî de em bi hevdû dikeniyan. Di bin wî barî de em çep û rast diçûn û dihatin. Dîsa hevala Zîlan destbi henekan kiribû, sebra me danî heya ku em gihîştibane wargehê. Ey xwedê dema ku ew bayê sar li me dixist çiqasî sar b. Em çiqasî westiyabûn jî, em di cihê xwe de nedisekinîn. Di berfê de seknandin mirin e. Dema ku hevalan dixwestin bisekinin û navber bidine, me destor nedida. Hêdî-hêdî em gihîştin wargehê, hevalên dîtir hatin pêşiya me, di danîna bar de destek dane me. Ji me re çayê amadekiribûn û piştî me cilên xwe guhertin em bi hev re ketin bin betaniyê de. Hevalan destor nedan em nêzî sopê bibin û germahî bide me. Em hemû bi rewşa hevdû dikeniyan. Birastî wezîfa me gelekî xweş derbas bû. Jixwe me di rêkê de ji hev re digot “ev wezîfe jî wê bibe bîranîneke em ticarî jibîr ankin.”
Dûnya Cemîl