Di 18ê Adarê de, xewneke siyasî di jiyanê de kete pratîkê û gelê Kurd û hêzên demokratîk di 18ê Adarê de li Amed û li Stembolê destanekî homerîk nivîsîn.
Navê vî destanî Newroza Azadiyê ye.
Gelê Kurd, piştî şerê 30 salî, da xuya kirin ku, bi fermanên desthilatdaran û terora polîsên dewletê demokrasî çênabe.
Nêzî sed sal in ku sîstema dewletî, weke exlaqê civakê şanî mirovahiyê didin. Di têkoşîna gelê Kurd de, derkete holê ku ev gotin, perdeya veşartina “felsefeya barbarî” ye û dewlet xesp e. Xespa dibin navê kanunan de tê meşrû kirin e.
Li çar dewletên têkildarî cografya Kurdistanê, her kanun, her fermana desthilatdaran, li dijî hebûna gelê Kurd û meşrûkirina xespa mafên gelê Kurd e. Xespa di çarçoveya meşruiyeta siyasî de, “red û inkar” e. Lê na, siyaseta red û înkarê jî, bi tu kanunan, bi tu fermanan meşrû nabe. Tu parlamento jî, ne xwedî erk e, da ku dikaribin îradeya gelekî, civakek bawermeniya cûda, bi kanunan inkar û red bike.
Ji ber ku: Înkar, zora siyasî ye.. Tunekirin qirkirina bi fermanên despotîzmê ye... Red, pêkarîbûn, zor û çewisandina fizîkî ye. Her sê kiryar jî kevirên bingehîn yên faşîzmê ne. Hemberî ku faşîzm, li cîhanê hatiye mahkum kirin jî, li Kurdistanê zindî ye û di partîkê de ye.
Ji sedema ku dewleta Tirkiyê di kiryarên faşîzan de, hêz û desteka xwe, ji hêzên bazirgan, -hêzên global- distîne; mixabin vijdanê raya giştî jî, li hemberî faşîzma li Kurdistanê, lîstika sê meymunan dilîze. Armanca faşîzma li Kurdistanê jî, têkbirina potansiyala civakî û îradeya gel e. Bi vê siyaseta ku çar nifş in berdewam dike, cografya Kurdistanê kirina wargehê gorên komî, jiyan jî kirine dojeh.
Dewleta Tirkiyê, ev siyaseta ceberrûd li ser du bingehan ava kiriye. Yek dewşirmetiya Ocaxa Yenîçerî, yanî asimilasyona cûreyî ye; ya din jî desteka hêzên bazirgan, yanî dagirkeriya kujerî ye. Her du basik jî, ji bo gihiştina armanca xwe, her cure riyan bikartînin û êrîşî her cûre pîrozî û nirxên gelan dikin.
Gelê Kurd jî, dibin pêşengiya Haraketa Azadiya Gelê Kurd de, li dijî vê felsefeya barbarî şer dike. Destpêka vî şerî bi “agirê pîroz”, li zindana Amedê dest pê kir û her kes bendeyî pêxistina “agirên li serê çiyan” bû. 30 sal in ev agirê pîroz li serê çiyayên Kurdistanê jî pêdikeve û her diçe gûr û geş dibe.
Agirê pîroz, navê destanekî ye û li dijî bavê “felsefeya barbarî” Dehak, hate pêxistin. Di vî destanî de, sê tiştên bingehîn hene; “mirov, agir û hesin”... Ev sê tişt, di pêşketina mirovahiyê de, di binyata nasnameya mirovahiyê de bingehîn in. Hemberî ku mirovahî di belabûna cografîk de, parçe bûye, ji hev dûrketiye jî, hemberî ku “felsefeya barbarî” sinor kirina navbera mirovahiyê de jî, bi deh hezar salan e ku winda nebûne. Mînaka vê jî Newroz e û wateya Newrozê ye...
Berî şerê Azadiya Kurd, dijmin, Newroz û pîroz kirina Newrozê, kiribûn tara bêjingê û hêdî hêdî ji wateya wê jî dûr dikirin. Rengê argûnî, rengê xemla guhertina jiyana civakî û demsalî hatibû fetisandin. Piştî ji hundir ve zemt kirina Zindana Amedê û berdewam kirina şerê azadiyê û cengaweriya Xwedawendî, ku di şexsê gerilayên Kurd de, Promethaus û Kawayê Hesinkar derketin holê, hêviyên Ehmedî Xanî jî hêdî hêdî hatin cih.
Di demeke ku, agirê serê çiyarêzên Kurdistanê, dakete gund, navçe û bajaran; îradeya gelê Kurd kete parlamento; piştî ku faşîzma spî û kesk ji Kurdistanê hate welî kirin, piştî ku îradeya gelê Kurd di zindanan de be jî, hebûna xwe diqîre; dewleta AKPê, bi fermaneke ceberrûd, xwest ku îradeya gelê Kurd di “felsefeya barbarî” de bifetisîne. Fermana qedexekirina pîroz kirina cejna Newroza 2012an da û xwest, vegera destpêkê. Ev fermana ceberrûd, sê alî bû; têkbirina wateya Newrozê, zindî kirina siyaseta red û înkarê, zor û çewisandina bi faşîzma kolanan.
Lê, gelê Kurd da xuya kirin ku demokrasî ne di parlamento de, di kolanan de, li meydanan dikare werê çareser kirin. Desthilatdarî jî, ne fermanên asteng kirin û xesp kirina mafên civakî ye, guhdarî kirina pirsgirêkên civakî û hewldana çareserkirina van pirsgirêkan e.
Di vê çarovê de, têkbirina fermana qedexekirin û hêrivandina çeperên polîs û di 18ê Adarê de pêxisitna agirê Newrozê li Amedê, qonaxeke nû ye. Nivîsandina Destanekî ye. Ev destan, berî 30 salî li Zindana Amedê dest pê kir, bi agirê serê çiyayên Kurdistanê rengê argûnî stand û hevok bi hevok hate darvekirin. Di 18ê Adarê de, li Amed û Stembolê bi degekî homerîk hate xwendin.
18ê Adarê qonaxeke nû ye; eşkere kirina îradeya gel e û mulga kirina ferman û kanunên derî demê ye, red kirina sîstema dewleta Tirkiyê û îdeolojiya fermî ya dewletê ye. Red kirina faşîzme kesk e.
Ev navê heyameke nû ye û her heyama nû jî, navê destanekî nû ye.
Medeni Ferho