HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ez welatekî dijîm

Bi navê xelatgîriya cangorî û lehengan, bi rûpelên dîrok û neqşa atlaseke nû ya cîhanê li ber şeqafeke bi napalmê parçebûyî; wek  straneke qedim, di newaleke kûr de, di şerê li dijî Skenderê Mekedonî de, îro jî hawarê dijîm...

Ezb ln geliyekî kûr, li ber dergûşeke şikestî di nava aveke şemûsî de, har û dirrinde; di nava  dîrokek talankirî de, li dijî pêjna dewsa Mogolan û Timurê Seqet, li Keliha Mêrdîne, îro jî li dijî mancinîqên kujer berxwedanê dijîm...  

Di Riya Hevrîşîm de li dijî talangeriyê,  ez welatekî dijîm...

Li ber çemekî bê kelek û bixwînê dijîm. Wek pêlên Zapê di mesîl û kevanên çiyarêzan de herikîm, di nava gotinên destanên parçekirî de dibezim. Hingî destanê Rustemî Zal, hingî gotin bi gotin ji nava rûpelên Şahnameya Firdewsî derketin û hatin, li ber kaba Bêrîvana Cizîrî rûniştin.  

Min kanîk çêkirin...

Min qaşkêşek çêkirin...

Min doqik çêkirin...

Min tepûskên teliyên bizmarî çêkirin...

Ez bi zarokên Amedê re welatekî dijîm. Li anîşkên kolanên bajarê qedîm davik bi davik û kemîn bi kemîn digerim.. Da ku evîna birîndar derman bikin û dengê xwe bigihînin  nobedarê li serê Çiyayên Zagrosê...

Metîna ye...

Şekîf e...

Cîlo û Govendê ye...

Bagok û Cudî ye...

Çarçela û gerileyekî bê nev e...

Di meydana cengê de li hemberî dagirkeriya bi çekên kimyewî hatiye nû kirin, qîran dide; wek evîna Siyabendê Silîvî rekihên  polayî parçe dike...  Wek kura bûkê, da ku bombeyên gazê neavêjin û  şahlewendê dilê min parçe nekin. Da ku di bûkaniya xwe de, berbûliyên min stranan bêjin.  Da ku di zavatiya xwe de, govendê girêbidim.  Da ku mija ji desmalên Babîlê û heta bi çîroka di Tewratê de bijîm.
Îsa ji çarmixê  dabixim û Fawlusê Azîz ji ber lepê şêrên Arêna Romayiyan xelas bikim. Da ku,  galadyatoran ji zincîr û leleyan azad bikim.  Hingî Çîçeron û Sezar çiqasî di qesrûqonaxan de, mil bidin stunên mermer û  biaxivin  jî, pênûsa dîroka zilimkaran wê şikestî bimîne.

Ez welatekî li Xabura Tewratê..

Ez welatekê li Helexa Tewratê dijîm...

Ji Stêrikên Mecûsiyan û yekemîn car axaftina Îsa di pêçekê ji nû de dijîm û di dîrokê de binivîsim û bêjim, “ez welatê xwe di dîrokê de dijîm, ez welatê xwe di xwînê de, di dagirkeriyê de dijîm” û bêjim, “ev ne qeder e, jehrîyek qedîm e.”

Ez welatekî  bi kulûkeser, bi janûhajar, bi Keldan û Ermen, bi Ezdan û Mazdan, Xiristiyan û Yarasan dijîm, weke pelzera li ber bayê payizek sirr û bi seqem, di ber şibaqa heft duwelên xedar dijîm. Wek sazûmankarekekî estetîka xwezayî dûr,  bi lewleb û kewna jiyanek sîtemkar re dijîm. Nalên û himmên, bi xedra erdûezman, wek destîniyek neçarûbêzar dijîm.

Keldabûm ez, tofan rabû.

Ermen bûm ez hawar rabû.

Ezda bûm ez ferman rabû.

Xiristiyan bûm ez lehî û şape rabû

Di çaryanên jiyanê de her dem rastî sergerdeyên cîhanê hatim ez.

Ez welatekî  dijîm,

Li ser qubikên Laleşa Pîroz û di nava termên li bajarê Helepçê dirêjkirî eğ... Li cihê herî bi tirs û di nava tecrîdeke li Imralî de... Mîna teşiya ristinê, davik û kemînên di nava qîr û teşqeleyan de badayî, min bi zincîr û lele dikin  û dibinê zerzemîneke deryayî, wek Promethausê demê, bi şelîtên qorsanan û bi fermana  Erînsy girêdidin.
Ez welatê xwe di stranên Homerîk de dijîm...

Gotin bi gotin, hevok bi hevok ji destanê Rustemî Zalê de, dirêjî Derya Spî û Ege dibim, da ku destanên Homeros  bikim meratl û nekevim davik û kemînên Hespê Truwa...

Bi çepereke şikestî û bê sênc de, welatê xwe dijîm...

Bi birîneke daxdayî...

Bi rondikên ne berhevkirî...

Bi lorîna dilojarê...

Û hawara neçariya dibin berfa atomîk de... Di wê kêlîka ku teyroka mîskêtan di nava dumanê balafirekê de wek libên tezbihê li pey hev dibine şelîpan û bêhna min diçike, ez  destîniya bexîl, bextreş,  çepel û gemarî dijîm.

Ez  welatê xwe di vijdanê razayî de dijîm...

Ez welatê xwe di bêdengiya lîstika sê meymunan dijîm...
Dimirim...

Parçe dibim...

Dişewitim...

Difetisim...

Di gorên komî de winda dibim..

Vijdanê razayî nabîne, nabihîze û deng nake... Ev agirê di nava xewna min de ye û min, di nava peymanên mafên mirovan de, di bin sîwana huquqê navneteweyî de, bi nirx û pîroziyên mirovahiyê dipêçe û di nava pêl û şelqên okyanusên cîhana siyasî de difetisîne.

Cejna min dikujin...

Ola min dikujin...

Laleşa min dikujin...

Erd û ezmanê min, bi av û dar û deviyên min re dikujin...

Dîse jî lehengên mîna Bahoz û Berwar, mîna Piling û Çekdar, mîna Avaşîn û Rojda, mîna Gulê û Gulîstan, cemedana xwe bi serbendî kulavî û şahlewendiya cengawerî girêdidin û ronahiyên agirê azadiyê bi porîk, temborîk û biskên xwe ve girêdidin û dimeşin...

Aliyekî min dibe okyanusa berxwedanê... Aliyekî min dibe çemê Dicle û Firatê... Aliyekî min dibe Zagros û Bagok... Aliyekî min dibe destê şevê û pêjna dewsa sersibehiya bûkaniya welatê min. Aliyek jî dibe helbesta stêrika sibehê û bi ayîngeha sibe û dusibe re dibe niyaz û nemazên azadiyê.
Azad Çiya