HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Gelê Kurd, di nava tixubên Tirkiyê de, li Kurdistanê jî li metropolên Tirkiyê jî bi guman e. Ji huquqê Tirkiyê, ji demokrasiya Tirkiyê, ji siyaseta Tirkiyê, ji Medya Tirkiyê, ji desthilatdarî û muxalefeta Tirkiyê teva bi guman e...

Gumanên wiha mezin û kûr, komên xelkê ber bi argumanên cûda dibe.

Bûyera dawî, ku wek volqanekê Anqera kire nava erdehejekê, daxuyakirin ku, siyaseta neteweyî, yan jî îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk, bûye nexweşiya frengiyê.

Çima frengî?

Eger, desthilatdariya dewletekê nirx û pîroziyên demokrasî  bi pesindarî bîne ziman, li aliyê din, cemaeta ku rekihên reşbînî diafirîne, serdestiya xwe di nava hunandina wan pîrozî û nirxên demokrasiyê de avabike, frengî serdestî wê îdeolojiyê bûye.  Rekihên reşbînî wê hêdî hêdî, nirx û pîroziyên demokrasî teva parçe bikin û destîniya 600 salî ya Osmaniyan,  ku pirsgirêk tenê  bi Qur’anê dihatin çareser kirin, bikevê dewsa wan. Pêdivî bi hişmendiyeke orîjînal tune bû. Nıha jî, hêdî hêdî hişmendiya Fetul-munkîr serdestî her tiştî dibe.

Çima frengî?

Eger desthilatdariya dewletekê,  forumên pirsgirêkên neteweyî rêz bike û ji demokrasî bêhtir teokrasiyê bike pratîkê û lewlebaziya yek milet, yek ziman, yek al, yek netew bike, frengî hukumranî wê dewletê bûye. Ev hişmendiya Îttîhat-Terakî ye.  Baş tê zanîn ku heyama Îttîhat-Terakî heyama şikefta reş e. Hişmendî teva  di urê xwe de difetisin û tunebûn. Cemaeta Fetul-munkîr bi maskeyên cûda digere û dîrok û rastiyan teva, bi gotinên Cenabê Pêxember, Xweda  inkar dike û fetwayên qirkirina gunehkariyên mirovahiyê didin.    

Çima frengî?

Eger, desthilatdariya dewletekê, siyasetê ji zanista sosyolojî, felsefî, dîrok û pedagojîk dûr bike, di dewsa wan de, demagojî, nîq, dek û dolab û şantajê bike pratîkê,  bi navê Xweda û Pêxember, ewliya, embiya û qas qencê Xweda komên xelkê bixapîne,  frengî li her baskê dewletê bela bûye.

Çima Frengî?

Eger desthilatdariya dewletekê, li projeyên xwe, li kiryarên xwe (çi bi destên xwe, çi bi destên kesên duyemîn û sêyemîn)  kiribin pratîkê xwedî dernekeve; hemberî ku her kes rastiya projeyan jî, ya kiryaran jî fêm kiribe û zanibe; aliyê din yê pirsgirêkê proje û kiryaran teva ji raya giştî re eşkere bike û rayedarên herî sereke vê rastiyê mandele bike, yanî înkar bike, li proje û kiryarên xwe xwedî dernekeve, frengî di şahdamarê wê dewlet û desthilatdariyê de serdest bûye.

Bûyera dawî ku wek neynika krîza siyasî ye, ev rastî eşkere kir. Ji ber ku banga dozgerê taybet ya şêwirmendê nû û kevin yê MÎTê, û têkildarkirina bi KCKê re, destpêka krîza siyasî ye. Lê armanc, ji tiştên li darî çavan gelekî kûrtir e.

Krîza siyasî, şerê navbera hêzên dewletê ye. Ev şer ne tenê di  navbera desthilatdarî û muxalefetê de ye. Kûrtir û ferehtir e. Ev tê wateya ku frengiya li tevahiya sazî û dezgehên dewletê de serdest bûye, cih cihan diteqe. Ev teqîn wê berdewam bikin.

Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan ku, wek şagirtê dilsozê demokrasî toz û dumanê radike, di demên dawî de, hêza xwe ya xitabetê li dijî BDPê seferber kiriye. Berî krîzê û di roja ku birîna frengiyê teqiya jî, BDPe kire hedefa xwe. Ev siyaseta qedîm ya Erdogan e, ji bo ku qirêj û gemara kiryarên xwe veşêre û bide jibîrkirin, her dem serî li riyên wiha dide.

Di komkujiya li Roboskî de heman tişt kir. Bi sosyolojiya bûyerê lîst û ji rastiyê bêhtir, enformasyona li dora bûyerê derxiste pêş û bi astrumanên li dora bûyerê jî  dengên cûda derxist.

Mîna kurd dibêjin, “kêr giha hestî”, di şerê eniyên dewletê de jî, “kêr giha hestî.”

Lê em jibîr nekin, bûyera dawî destpêka  kirîza siyasî ye, krîza aborî jî li devê derî ye...

Bi du-sê hevokan be jî, em teqîna birîna frengi hinekî bixepêrin. Dozgerên AKPê, demeke dirêj Ergenekon kirin rojevê, hem rojev guhertin, hem jî hêzên dewletê parçe kirin û pêşiya AKPê û Cemaetê Gulen paqij kirin. Niha jî dozgerên AKPê, dixwazin KCKe bikin  rojevê, ji aliyekî ve eniya Kurd, ji aliyê din ve baskên dewletê bike nava mijulahiyên cûda û pirsgirêkên bingehîn bide jibîr kirin.

Serokatiya Konseya Rêvebir  a KCKê bi daxuyaniya dawî, da xuya kirin ku, ew nayên lîstika desthilatdariya AKPê û got;  “Pirgirêka Kurd, neteweyî ye û ji pirsgirêkên navbera hêzên dewletê pirr pirr mezintir e. Dive ku tu kes vê prisgirêka ciddî û dîrokî neke amûr û alavê şerê  navxweyî.” Lê exlaqê siyasî yê AKPê jî, yê CHPe jî, biqasî hişmendiya wan ya demokrasî û nirxên demokrasiyê ye. Yek mîratzadeyê faşîzma spî ye, yê din jî Xwedayê faşîzma kesk e. Lewma mirov hêviyên exlakê siyasî û cididyeta dewletî  ji wan nake.

Ne ew bi tenê; destilatdariya AKPê, bê-exlaqiya qedîm ya Îttîhat-Terakî û bikaranîne sergeredeyên ulufe-xwer û ketîtiya yenîçeriyên hemdemî, (siyaseta bi realîzma îdeolojiya fermî ve girêdayî û îdealên xurdetî), kiriye pratîkê. Yemîçeriyên hemdemî ku bi îdealên xurdetî xemilandî ne, di rexneyên xwe de, siyaseta “felzekê” bikartînin. Dive Kurd li hemberî vê îdeala bi formulasyonên “felzekî” ve girêdayî şiyar bin. Ev navê popolîzma demokratîk e û tehlokeyeke mezin e.   

Niha populîstên demokrat û siyasî, ku bi nifşê xwe kurd in, di kêleka Xwedanê populîzma demokratîk de rûniştine û şerê gelê Kurd dikin. 

Populîzma demokratîk, rûreşiya exlaq û zanista siyasî ye. Dive ku, rewşenbîr û entelektuelên Kurd, li dijî vê tehlokeya mezin şityar bin û bêdeng nemînin.

Medeni FERHO