Hevpeyvîn wiha ye:
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan têkildarî mijarê ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.
"Di demeke gelekî nêz de em ê kilîdê bigrin" û destnîşan kir ku dewleta Tirk nekarî vê bi ser bixîne. Karayilan ragihand ku şer dewam dike; ne dorpêçek çêbûye, ne jî kilîdek hatiye girtin.
Karayilan li ser nîqaşên li Enqereyê tê meşandin jî got, "Weke tevger em ne li dijî pêvajoya çareseriya demokratîk in. Lê belê em ê rê nedin polîtîkayên xapandinê ku bi taktîkên şerê taybet têne meşandin. Bêguman şert û merc hatine guhertin, ya berê dubare nabe. Eger rewşeke welê tê afirandin ku li berjewendiyên Tirkiyeyê difikire, welatparêziya rasteqîn tê de heye û li ser vê bingehê wê hin gavên nû bêne avêtin, aliyê Kurd wê ji vê re nebêje na, lê belê careke din jî pê li textekî şil nake. Hewldanên çareseriyê eger ne di çarçoveya azadiya Rêber Apo de bin, hukmê xwe nîne. Bêguman weke ku Rêber Apo jî destnîşan kir, PKK, siyaseta Kurd a qanûnî-demokratîk di çareseriyê de xwedî rolên girîng in. Ya ku rejîm dike taktîkeke sivik e ku hewl dide yekê li hemberî ya din bide şerkirin. Divê vê yekê nekin. Divê rola her pêkhateyeke Kurd li ber çavan bê girtin."
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan qonax bi qonax qalê kir, bê aliyê Tirk ê ku digot di Mijdarê de "kilîd tê girtin" çawa di xefikê de asê maye, bi çi rengî dest bi lêgerîna rizgariya ji xefikê kiriye û bi bîr xist, rejîma şer a Tirk bi esasî plana wê yekê dikir ku di sala 2021'ê de hemû baregehan; ji Garê heta Qendîlê her derê bi teknîkê di nava sê mehan de ji holê rake. Karayilan diyar kir ku berxwedana Kurd dewam dike û ev agahî da: "Li Bakur nekarî PKK'ê biqedîne, nekarî navendên fermandariyê yên PKK'ê ji hev belav bikin, nekarî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji holê rake, nekarî herêmên weke Şengal û Kampa Mexmûrê vala bike, nekarî Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser bi temamî tasfiye bike û dagirkeriyê dewam bike. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bi bîr xist ku dewleta Tirk Rêberê Gelê Kurd û PKK weke muxatab qebûl kiriye; her wiha rol daye siyaseta demokratîk a qanûnî û niha got, ji vê yekê paşve gav nikare bê avêtin û nabe ku bibe mijara nîqaşê. Karayilan diyar kir ku banga Devlet Bahçelî her çend li gorî feraseta xwe xwedî naverokeke derveyî aqil be ku ji aliyê Kurd ve ti carî nayê qebûlkirin, ji aliyê cewherî ve bangeke welê ye ku Rêberê Gelê Kurd weke muxatab dîtiye û daxuyanî ji ber vê yekê hatiye dayin. Karayilan got, "Heqîqet ev e, li gorî vê heqîqetê eger nêzîkatî bê kirin bêguman wê bersiva xwe ji aliyê Kurd bibîne."
Beriya ku em ji we bixwazin ku hûn qonaxên girîng ên 9 salên dawî ji aliyê xwe ve binirxînin, destpêkê em bipirsin, gelo li hemberî we hikumeteke çawa heye û xwest çi bike?
Girîng e ku em destpêkê ast û armanca desthilatdarîbûnê ya di nava sîstema dewleta Tirk de bi kurtasî binirxînin. Desthilatdariya ku piştî senaryoya darbeyê ya bi kontrol di 15'ê Tîrmeha 2016'an de ava bû, ku ji bo pêkanîna 'Plana Hilweşandinê' ya Cotmeha 2014'an hate danîn, lê belê bingeha wê sala 2015'an bi esasî hate danîn, desthilatdariyeke normal nîne. Desthilatdariyeke welê ye ku ji baskên rast û çep ên li nava dewletê rehên neteweperest-nijadperest li hev kom bûn, tifaq kirin û bi vî rengî ava bû. Di bin koordîneya Erdogan de AKP, MHP, Ergenekon û alîgirên Kizil Elma li hev kom bûn û bi piştgiriya van hêzan ev hikumet ava bû. Ev şêweyê hikumetê desthilatdarî û hikumeteke şer e ku ji salên 1940'î û vir ve naşibe ti hikumetan û hemû rêbazên şerê taybet bi kar tîne.
ÇARÇOVEYA XWE YA ÎDEOLOJÎK, ÎTTÎHAT TERAKKÎ YE
Armanca xwe ya bingehîn ew e ku di jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de nehêle Kurd bibe xwedî cihekî, nebe xwedî statu û bi dagirkirina sînorên Mîsakî Mîllî Tirkiyeyê bike hêzeke herêmî. Desthilatdariyeke şer e ku bi esasî xwe dispêre qirkirina gelê Kurd, xwedî statejiyeke veşartî ye ku dixwaze Tirkiyeyê mezin bike. Rejîmeke faşîst qirker e ku ji rêxistiniyên xwedî vê armancê pêk tê. Çarçoveya xwe ya îdeolojîk Kemalîzm nîne, xeta Îttîhat Terakkî ye. Hikumeta ku xwe dispêre vî mejî, dixwaze sîstemeke artêşê, polîs faşîst-nijadperest mayinde bike. Hikumeteke ku sîstema xwe ji aliyê siyasî, civakî, perwerde, aborî, dîplomatîk û hwd. ve ji her alî ve li gorî şer bi rêk û pêk dike.
YA KU 9 SAL IN DIXWAZE BIKE
Ji ber vê yekê şerê ku 9 salên dawî li Kurdistanê dike, naşibe şerê salên beriya niha; hîn berfireh, topyekûn e û bi hemû hêza dewletê dike. Desthilatdariya Tirk, pêşkêşkirina rewşa jeopolîtîk û jeostratejîk a Tirkiyeyê jî di nav de her tiştî datîne holê, di navbera hêzên navneteweyî de dilîze û hewl dide piştgiriyê ji wan werbigire, bi vî rengî xwest di vî şerî de bi ser bikeve. Armanca xwe ya şênber ew e ku li Bakur PKK'ê biqedîne, têk bibe; li Herêmên Parastinê yên Medyayê navendên fermandariyê yên PKK'ê ji hev belav bike, Herêmên Parastinê yên Medyayê ji holê rake, deverên weke Şengal û Kampa Mexmûrê tasfiye bike, Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî tasfiye bike û wan deveran dagir bike. Bi esasî dewleta Tirk ji her alî ve xwe amade kir û li ser bingeha tasfiyekirina tevgera Apoyî ya li her çar parçeyan, ji xwe re kir armanca sereke ku hemû destketiyên Kurdan ji holê rake. 9 sal in ji bo vê hemû hêza xwe bi kar tîne û şerekî topyekûn dimeşîne.
Aliyê Tirk dibêje li seranserê 'sînorê başûr' bi kûrahiya 30-40 kîlometreyî 'korîdora ewlekariyê' ava bike. Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Guler got, "Em ê vê havînê dorpêçê temam bikin"; Serokkomarê Tirk jî di 13'ê Tîrmehê de got, "Li Herêma Tevgerê ya Pençe ya li Bakurê Iraqê di demeke nêz de em ê kilîdê bigirin". Gelo mebesta wan ji aliyê cografî û şer ve çi ye? Bi rastî jî di asteke bi vî rengî de ne?
Rayedarên dewleta Tirk her çend qala 'herêma tampon' a ji 30-40 kîlometreyî bikin jî armanca xwe ya esasî ew e ku destpêkê Qendîl jî di nav de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hemû hêzên me îmha bikin, wan deveran dagir bike û piştre jî sînorên Mîsakî Mîllî kontrol bike û bixe bin kontrola xwe. Mebest ji 40 kîlometreyî Garê ye. Hîn tiştekî bi vî rengî nîne. Di rewşa heyî de artêşa Tirk li Heftanînê bi qasî 8 kîlometreyî ji sînor ketiye nav herêmê û dagirkeriyeke xwe ya bi vî rengî heye. Her wiha li Metînayê dixwaze qadeke derdora 20 kîlometreyî dagir bike, lê belê di rewşa heyî de li wir şer dewam dike û hîn negihîştiye armanca xwe ya dagirkeriyê. Li rojavayê Zapê jî şer û berxwedaneke mezin heye. Li rojhilatê Zapê jî heta Kurêjahro xetek dagir kirine. Dûrahiya vê ji sînor derdora 20 kîlometre ye. Li Xakurkê jî qadên dagirkirî parçe ne. Bi şêweyê milekî ber bi hundir ve bi pêş ve çûne. Heta qada Lelîkanê dagirkeriyeke dewleta Tirk heye, lê belê li heman qadê gerîla jî heye. Li vê derê mesafeya pêşveçûnê bi qasî 20 kîlometre ye. Qada Xinêre jî nekarîn dagir bikin. Îsal heta qadekê bi pêş ve çûn, lê belê Xinêre hîn jî di bin kontrola gerîla de ye. Mebesta wan ji girtina kilîdê eger ev qadên ku li hin deveran 8 kîlometre, li hin deveran jî derdora 20 kîlometre dagirkirî be, li van qadan li sê deveran şer dewam dike. Yanî li Metîna, li Rojavayê Zapê, li xeta Xinêre-Xakurkê gerîla heye. Tiştekî bi rengê 'temamkirina dorpêçê', 'girtina kilîdê' hîn pêk nehatiye. Erdogan di 13'ê Tîrmehê de armancek danî pêşiya xwe û dibe ku plana wan jî bi wî rengî bû, lê belê artêşa Tirk nekarî vê armancê pêk bîne. Rastî bi vî rengî ye.
Eger mirov hêza dijmin û piştgiriya jê re tê dayin, her wiha zor û zehmetiya gerîla li ber çavan bigirin, rewşa heyî dikare çawa pênase bikin? Ji bo gelê Kurdistanê, ji bo mirovên ku ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bawer dikin, hûn dikarin çi bibêjin?
Îro herêma me Rojhilata Navîn dikele. Şerê Cîhanê yê 3'yemîn ê li Herêmê giran bûye û diyar e ku wê hîn girantir bibe. Hêzên hegemonîk ên global bi vî şerî re dixwazin herêmê jinûve dîzayn bikin. Xusûsa ku tê dîtin ev e. Hêzên mêtinger ên li Kurdistanê, di serî de rejîma heyî ya AKP-MHP-Ergenekon hewl didin ku di dîzayna nû ya herêmê de cih ji gelê Kurd re neyê dayin, Kurdan bê statu bihêlin; ev yek jî tê wateya qirkirinê. Hemû hewldanên wan niha di vê çarçoveyê de ne. Tişta ku di vê demê de herî zêde pêwîstî pê heye, civaka rêxistinbûyî û yekîtî ye. Herî zêde pêwîstî bi yekîtiya demokratîk a neteweyî ya li Kurdistanê û yekîtiya hêzên demokratîk-çep-sosyalîst ên gelên herêmê heye. Di demeke bi vî rengî de cihgirtina PDK'ê li gel rejîma faşîst-qirker a li Tirkiyeyê handîkapek jî be, têkoşîn gihîştiye astekê, gelê me gihîştiye asteke zane û rêxistinbûyî. Lewma şert û merc ji her demê zêdetir in ku em her cûre astengiyan ji pêşiya xwe rakin û xeta têkoşîneke şoreşgerî ava bikin. Ev şerê ku li herêmê bi rengekî bêrehm bi komkujiyan tê kirin, wê bi xwe re hin guhertinên bingehîn jî bîne. Li gel hin aliyên xetere yên vê pêvajoyê her wiha firsend û avantajên xwe jî wê hîn zêdetir bin. Bi navê gelên herêmê li dijî hêzên ku dixwazin herêmê bixin nava tarîtiyê, divê em xeta berxwedana demokratîk a şoreşgerî bi xurtî bi pêş ve bibin.
DIVÊ EM DESTÊ RÊBER APO XURT BIKIN
Di vê mijarê de zemîna ku bûyer lê diqewimin û bêhtir bandorê dike Kurdistan e. Di rewşa heyî de pirsgirêka herî cidî ew e ku sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li ser Rêber Apo dewam dike. Kampanyayên li hemberî vê yekê hatin meşandin, têkoşîna ku di asta neteweyî û navneteweyî de bi şêweyên cuda hate kirin hêja ne, lê belê li pêşberî têkoşîna ku Rêber Apo li Îmraliyê xurt dike, gelekî lawaz dimîne. Di vê mijarê de em nikarin bibêjin ku em berpirsyariyên xwe di asteke têrker de bi cih tînin. Pozîsyona me li pêşberî Rêbertî pozîsyona rexnedayinê ye. Divê em bi pratîkeke hîn xurt a li ser xeta rast rexnedayina xwe bikin. Hem weke tevger hem jî weke gel divê em hîn bi xurtî bersivê bidin rastiya Rêber Apo, barê wî sivik bikin, destê wî xurt bikin. Ev yek wezîfeya me ya bingehîn e. Bi qasî ku em giraniyê bidin ser vê yekê û di vê mijarê de serketî bin, hingî em ê karibin bersivê bidin bûyer û pêşketinên li welat û herêmê.
JI ÇARESERIYA DEMOKRATÎK RE ERÊ, JI TAKTÎKÊN ŞERÊ TAYBET RE NA
Desthilatdariya AKP-MHP'ê dema dawî hin mijar xist nîqaşê. Mîna ku pêvajoyek heye ji xwe re nîqaş dikin, lê belê tiştekî ku gihîştiye aliyê me, aliyê Kurdan nîne. Weke tevger em ne li dijî pêvajoya çareseriya demokratîk in. Piştî ewqas tecrûbeyan jî em ê rê nedin polîtîkayên xapandinê ku di çarçoveya taktîkên şerê taybet de têne meşandin. Bêguman şert û merc hatine guhertin, ya berê dubare nabe. Ev rast e. Berê cidiyet û samîmiyet tine bû. Dewleta Tirk ji aliyekî ve hevdîtin bi Rêberê me re dikir û digot 'Em ê çareseriyê pêk bînin', li aliyê din jî biryar li ser 'Plana Têkbirinê' da û amadekarî ji şer re dikir. Dawiya dawî mutabaqata hevpar a ku di encama nîqaşan de hate afirandin, hate redkirin. Piştî mutabaqata li Qesra Dolmabahçeyê hate xwendin di Nîsanê de wê Rêber Apo banga komkirina Kongreya PKK'ê bikira û banga biencamkirina vê pêvajoyê bikira. Dema ku amadekarî ji vê re dihate kirin Tayyîp Erdogan bi xwe mutabaqat înkar û red kir û tecrîd û şer ferz kir. Rastî bi vî rengî ye. Niha hinek radibin ku mîna tiştekî nû heye diaxive, li aliyê din jî ço nîşan dide, gefan dixwe. Em têkoşîna xwe dimeşînin û pêwîstiya me bi kesî nîne.
DIVÊ KES HESABÊ ŞAŞ NEKE
Her wiha di hin nîqaşan de hinek radibin dibêjin 'Me PKK di nava sînorên xwe de lawaz kiriye, qedandiye. Tenê li Iraq û Sûriyeyê heye'. Ev gotin dûrî ji rastiyê ye, manîpulatîf e. Em bi rengekî stratejîk fikirîn û li Bakurê Kurdistanê me bi zanebûn heta astekê nerm kir. Yên ku vê nêzîkatiya me weke lawaziyê dibînin, wê sibe bibînin bê çiqasî bi rengekî mezin xwe xapandine. Bi giştî hêza me ji 10 sal beriya niha hîn xurtir e. Li Bakur dibe ku ji aliyê tevgera gerîla ve hinek kêmbûn hatibe kirin, lê belê di vê mijarê de divê kes xwe nexapîne. Zemîna me xurt e, potansiyela me, çeperên me hene. Dewleta Tirk 4-5 sal in dibêje ku li Bakur em qedandiye; ev dereweke mezin e. Ji bilî eyaletek-du eyaletên ne esasî, li her derê hêzên me çeperên xwe diparêzin. Lewma bila kes hesabê şaş neke. Yên ku hesabê şaş bikin wê bi xwe zerarê bibînin.
ALIYÊ KURD WÊ NEBÊJE NA, LÊ WÊ PÊ LI TEXTÊ ŞIL JÎ NEKE
Eger rewşeke welê rû dide ku bi rastî li berjewendiyên Tirkiyeyê difikire, welatparêziya rasteqîn tê de heye û li ser vê bingehê wê hin gavên nû bêne avêtin, aliyê Kurd wê ji vê re nebêje na, lê belê ti carî wê pê li textê şil neke. Divê her kes bi vê zanibe. Hewldanên çareseriyê yên ku ne di çarçoveya azadiya Rêber Apo de bin ji bo me hukmê xwe nîne. Ne bi rengê dubareya berê, eger bi rêbazên nû wê nêzîkatî li pêvajoyê bibe, divê di vê çarçoveyê de nêzîkatî bê kirin. Di çarçoveya qanûna Mandella de divê nêzîkatî li Rêber Apo bê kirin, diyalog pê re bê danîn, bi vî rengî wê çareseriyeke mayinde ji pirsgirêkê re bê peydakirin.
DIVÊ XWE NÊZÎ TAKTÎKÊN SIVIK Û ERZAN NEKIN
Bêguman weke ku Rêber Apo işaret pê kir, PKK û siyaseta Kurd a qanûnî-demokratîk di çareseriyê de xwedî rolên girîng e. Ya ku rejîm dike taktîkeke sivik e ku hewl dide yekê li dijî ya din bide şerkirin. Divê xwe dûrî vê yekê bikin, eger rola her pêkhateya aliyê Kurd li ber çavan bê girtin û nêzîkatî bi vî rengî bê nîşandan, hingî wê nebe pirsgirêk. Ji xwe dewleta Tirk berê jî di çareseriya pirsgirêka Kurd de Rêber Apo û PKK weke muxatab qebûl kiribû. Her wiha rol dabû siyaseta demokratîk qanûnî. Niha ji vê yekê paşve gav nikare bê avêtin û nîqaşkirina vê jî wê bi nêteke baş nebe. Dewletê 'Hevdîtinên Osloyê' sê salan bi kê re meşand? Hevdîtinên Îmraliyê li ser kîjan bingehê meşand? Dewletê ji ber ku Abdullah Ocalan weke muxatab qebûl kir, ev hevdîtin dewam kir.
DEVLET BAHÇELÎ WEKE MUXATAB DIBÎNE
Herî dawî banga Devlet Bahçelî jî, her çend li gorî feraseta xwe û xwedî naverokeke derveyî aqil a ku em ti carî nikarin qebûl bikin jî be, bangeke ku Rêber Apo weke muxatab dibîne. Ev rastî li holê ye. Bêyî dîtina vê rastiyê, bi sekna li ser versiyoneke cuda wê çareserî pêk neyê. Rastî bi vî rengî ye, eger nêzîkatî li gorî vê heqîqetê be, bêguman wê ji aliyê Kurdan ve jî bersiva xwe bibîne. Eger ne bi vî rengî be û di çarçoveya lêgerîna rizgariya ji tengaviyê weke nêzîkatiyên taktîkî be wê encamê bi xwe re nîne. Bêguman aliyê Kurd ji manewrayên bi vî rengî yên taktîkî têr e.
Weke encam dixwazim diyar bikim; Gerîlayên Azadiya Kurdistanê wê tu carî rê nede taktîkên şerê taybet. Di vê serdema girîng a dîrokî de ji her demê zêdetir bi biryardariyeke bilind rola xwe di xeta Rêber Apo de bilîze û erka xwe bi layiqî bi cih bîne. Bi daneheva tecrubeyê ku xwe dispêrê wê û performansa xwe ya îdeolojîk, polîtîk û leşkerî wê bi hêztir li ber xwe bide û bi şerkirinê re bi ser bikeve.
Hûn dikarin ji aliyê xwe ve qala qonaxên girîng ên 9 salên dawî bikin. We stratejiyeke çawa ya şer û tatîkeke çawa meşand?
Ne hêsan e ku şerê 9 salan bi kurtasî li vê derê bê îzahkirin, ji ber ku gelek aliyên vî şerî hene. Bi esasî bi tecrîda giran a li Îmraliyê ya li dijî Rêber Apo re ji 5'ê Nîsana 2015'an û pê ve, vê pêvajoyê destpê kir. Piştre jî di 24'ê Tîrmeha 2015'an de bi êrîşên hewayî yên berfireh ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şer bi fermî hate ragihandin. Rabûna destpêkê ya li hemberî êrîşa tinekirinê ya dewleta Tirk a bi navê 'Plana Têkbirinê', bi dirûşma Xweseriya Demokratîk li hin bajarên Kurdistanê bi berxwedanê bû.
Ev berxwedana bajaran xeta wê rast bû, lê belê pêvajoyeke welê bû ku amadekariyên xwe bi têrkerî nehatibû kirin, xwedî rêbazeke têrker nebû, ne tam siyasî-civakî bû, ne tam leşkerî bû, di nava xwe de gelek kêmasiyên xwe hebûn. Weke pêvajoyeke lehengiyê rû da ku pêşengên berxwedanê Çiyager, Xebatkar, Zeryan, Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, Çeko Çatak, Îslam Gever, Rûken Hoserî mohra xwe lê dan. Ev berxwedana ku 10 mehan dewam kir, bû bersiva destpêkê ya li hemberî 'Plana Têkbirinê', lê belê negihîşt armanca xwe. Li dijî êrîşan ruhekî berxwedanê afirand, lewma xeta berxwedanê diyar kir.
Piştî salekê yanî sala 2016'an di dîroka me ya têkoşînê de bû saleke fedaiyan. Li Enqere, Stenbol, Kayserî, Cizîr, Şemzînanê, li gelek deveran çalakiyên fedaî Yên berfireh, mezin û gelekî girîng hatin lidarxistin. Hejmara çalakiyên fedaî yên serketî 27 bûn. Di heman demê de di salên 2015-2016'an de li qada bejahî şerekî gelekî giran qewimî. Bi esasî piştî hewldana darbeyê ya bi kontrol ku derdorên Fethûllahiyan hatin tasfiyekirin, pêvajoya tifaqa li nava dewletê temam bû. Bi taybetî bi qanûnên Rewşa Awarte re ku piştî vê pêvajoyê hatin ragihandin, hikumeta şer hate avakirin. Bi şênberbûna tifaqa hêzên nava dewletê re li ser bingeha konsepta ku vê tifaqê qebûl kir û li ser ava bû, yekser ketin nava liv û tevgerê.
Hem bi destûra hêzên navneteweyî hem jî li ser bingeha lihevkirina bi DAÎŞ'ê re 26'ê Tebaxa 2016'an Cerablûs hate dagirkirin. Artêşa Tirk li ser vê bingehê tevlî pêvajoya li Rojhilata Navîn bû. Piştre jî di 31'ê Tebaxa 2016'an de ji Çelê heta Ertûş û aliyê bakur ê Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke berfireh a bejahî hate destpêkirin. Ji bo vê jî Serokwezîrê wê demê Bînalî Yildirim ku hat Çelê got, "Ev şer şerê îstîklalê yê Tirkiyeyê ye". Serokê Fermandariya Giştî yê wê demê Yaşar Guler li heman merasîmê axivî û got, "Ev şer ji bo Tirkiyeyê şerê man û nemanê ye." Dewleta Tirk bi vî rengî li dijî tevgera Apoyî dest bi şerekî berfireh kir û li tevahiya herêmê meşand.
Di vir de aliyê girîng ew e ku hikumeta şer piştgirî ji NATO'yê wergirt. Tayyîp Erdogan bi xwe çû Emerîkayê, çend caran xwest SÎHA ji DYE'yê bikire. DYE'y'ê neda, lê belê bi rêya Gladiyoya NATO'yê çareseriyek peyda kirin. Bernameya nivîsandina sîstema SÎHA her wiha parçeyên wê ji welatên cuda yên NATO'yê hatin peydakirin. Li Tirkiyeyê montaja wê hate kirin, bi vî rengî Tirkiye kirin xwediyê sîstema SÎHA. NATO naxwaze artêşa Tirk li hemberî gerîla têk biçe, têkçûn û tasfiyekirina gerîla bêhtir li berjewendiyên xwe didît. Ji ber vê jî ji bo hevsengiya şer ber bi aliyê artêşa Tirk ve biguherîne teknîka SÎHA da dewleta Tirk. Hêmana esasî ya ku hevsengiya şer guhert, ev bû.
Piştre jî gav bi gav şer bi rengekî ku bi kêrî dewleta Tirk bê, meşiya. Di salên 2017 û 2018'an de di serî de hemû eyaletên Bakur, berxwedaneke gelekî dîrokî hate kirin. Gelek fermandarên me û hevrêyên me yên hêja di vê demê de şehîd bûn. Dewleta Tirk ji dawiya sala 2017'an û pê ve bi taktîkeke nû dest bi pêvajoya dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê kir. Di serî de Xakurkê ev hewldan hate destpêkirin. Piştre jî Çileya 2018'an li Efrînê, piştre Cotmeha 2019'an li Serêkaniyê-Til Ebyadê bi destûr û piştgiriya hêzên navneteweyî êrîşên dagirkeriyê hatin kirin. Ev hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk hem li Bakur hem jî li Rojava rastî berxwedaneke girîng hat. Her wiha ji qada navneteweyî nerazîbûn dît.
Dewleta Tirk baweriya xwe bi wê yekê anî ku ji bo karibe tevgera gerîla li Bakur lawaz û tasfiye bike, her wiha Rojava jî bi rê û rêbazên hêsan dagir bike, divê êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê bike ku navenda kontrolê ya fermandariyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê lê ye. Dît ku heta Herêmên Parastinê yên Medyayê tasfiye neke wê timî berxwedan hebe, wê zehmet be ku qadên din bê xistin û planek amade kir ku derbê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bixe. Bi vê armancê serdana Bexda-Hewlêrê kir. Piştî ku piştgirî ji Iraqê û PDK'ê wergirt, weke gava destpêkê ya vê planê di 10'ê Sibata 2021'ê de dest bi êrîşa li Garê kir. Her çend ev gava wê ya destpêkê hate şikandin jî dewleta Tirk xwe ji vê pêvajoyê neda alî; vê carê jî ji sînor li hemberî Metîna, Avaşîn û beşek ji Zapê di 23'ê Nîsana 2021'ê de dest bi êrîşeke hîn berfireh a dagirkeriyê kir.
Li hemberî vê pêvajoya şerê topyekûn ê dewleta Tirk û êrîşên wê, lêgerîn û kûrbûnên me timî di rojevê de bûn. Di pêvajoya 2017-2018'an de li ser bingeha projeya jinûve avabûnê kûrbûnek çêbû ku gerîla bi temamî bê nûkirin, asteke gerîla bê afirandin ku teknolojiya serdemê û çekên îmhayê têk bibe; bi taybetî jî li ser taktîka xweparastina ji teknolojiya modern a serdemê li qadên azad hate afirandin. Li ser vê bingehê;
* Sîstema tabûr, yekîne û tîm bi temamî hate betalkirin ku dihate wateya guhertin û nûbûneke bingehîn. Li şûna vê jî sîstema tîm a xwe dispêre pisporiyê hate afirandin û biryara şerê tîm ê gerîla yê koordîneyî hate wergirtin.
* Li dijî şerê ku xwe dispêre teknolojiyê rêbaza tîmê bi tevger ê li qadê belavbûyî û rêbaza şerê binê erdê ku taktîka şerê tunelan bû, hate destnîşankirin û li gorî hin amadekariyên ku berê hatibûn kirin, di sala 2021'ê de yekemcar li Garê ev teknîk hate bikaranîn. Ya rast berê biryara me hebû ku bi kar bînin, lê belê beriya her tiştî diviyabû hêza bi kar bîne, şervan û fermandar di vê taktîkê de qanih bibin. Ev pêvajoya qanihbûnê di nava me de li demê belav bû. Ya rast diviyabû sala 2016'an ev taktîka şer biketibûya meriyetê, lê belê ji ber sedemên ku me got, di sala 2021'ê de bi pêşengiya fermandarê me yê leheng Şoreş Beytuşşebap li Garê/Siyanê di tunela berxwedanê de hate bikaranîn. Piştre jî ev pêngava taknîkî li hemû qadan belav bû. Berxwedanên Girê Sor, Werxelê, Mamreşo û Zendûra ku heman salê lehengî afirand, li ser vê bingehê pêk hatin.
* Di vê serdemê de mijara ku herî girîng dihat dîtin jî girêdayî nirxandina Rêber Apo ku gotibû ku ‘’mezintirîn teknîk însan bi xwe ye’’ girêdayî îdeolojî û felsefeyê giranî ji perwerdeyê re haye dayîn û zêdetir li ser pêşketina însan hate sekinîn. Di nava hêzên gerîlayan de girêdayî rihê fedaî yê Apoyî, pisporbûn û pêşxistina rastiya însanên bikalîte ji kûrbûn û fedaîbunê re girîngî hate dayîn. Yek ji armanca herî girîng a jinûveavabûnê ev bû.
Girêdayî vê yekê pêngava taktîkê ya hatî pêşxistin û bi sepandinê stratejiya parastina qadên azad a li hemberî teknolojiya modern bi demê re şikil girt. Di bingeha vê pêngava taktîkê û fedaîbûnê de têkoşîna çar salên dawîn, hate îspatkirin ku bi vê stratejiyê wê artêşên herî pêşketî jî werin sekinandin, yanî nîşan dan ku parastina qadên azad pêkan e. Ji ber ku bi tenê em rastiyên şerî radigihînin, hin rastiyên şer ji raya giştî re nayên nîşandan. Nexwe vê têkoşîna çar salan bi temamî pêşiya artêşa Tirk girt û ew têk bir. Ev çar sal in artêşa Tirk tevî hemû teknîkên modern, piştevaniya NATO’yê, hebûna Iraq û PDK’ê ya li qadê û daxilbûna wan û parvekirinên îstixbaratî yên berdewam nekariya Geliyê Zapê dagir bike û bi dest bixe. Ev encameke girîng e. Girêdayî vê pêngava taktîkê têkoşîna gerîlayan bi awayekî eşkere îspat kiriye ku wê bikare çi û çi bike.
Li gorî daxuyaniyên baskên we yê leşkerî û siyasî; Piştî lihevkirinên bi Iraqê û PDK'ê re, yanî ji 3'ê Tîrmehê û vir ve di çarçoveya êrîşên dagirkeriyê de cudahî çêbûye. Ji 3’yê Tîrmehê çi guherî? Bombekirina jîngehan, siyaseta bêmirovkirin û sûîqestên bi balafirên bê mirov zêde bûne? Dijwariya li xeta Metîna, Xakûrkê û Xinêre û her wiha daxistina leşker û pêşveçûna ji Şekîf a hatî girtin çiqas çêbûye?
Artêşa Tirk piştî dewleta Tirk, Iraq û PDK’ê di meha Nîsanê de lihevkirin pêkanîn, li Bakurê Kurdistanê çawa tevdigere, li Başûrê Kurdistanê jî dest bi heman tevgerê kir. Berê rêyên fermî û deriyê sînor zêde bi kar neanî yan jî bi dizî bi kar anî, lê piştî vê lihevkirinê bi awayekî vekirî dest bi bikaranîna hemû rêyan kir. Hemû rê ji artêşa Tirk re hatin vekirin. Deriyê sînor ê bi navê Serzerê ya li Çelê ku çend sal berê bi armanca bazirganiyê hatibû vekirin, niha bi temamî ji bo derbasbûna hêzên leşkerî tê bikaranîn. Di vê wateyê de guhertineke radîkal çêbûye.
Ji aliyê leşkerî ve piştî 3'yê Tîrmehê çend gav avêtin. Hemû rêyên fermî yên avêtina van gavan bi PDK re pêk hatine. Mîna ku êrîşên dagirkeriyê fermî bûne. Beriya hevkarî û şirîkatiya PDK a bi Tirkiyeyê re, her tişt wisa eşkere nebû, di rastiyê de li dijî Destûra Bingehîn a Iraqê bû. Sûcekî li dijî hiqûqê bû. Piştî lihevkirinê ev yek qanûnî bû. Dagirkeriya dewleta Tirk jî 'rewa' bû û ji ber vê yekê derfet dît ku hîn bêhtir rehet tevbigere. Derfeta ku bikare hemû teknîka xwe, bariyerên beton, çekên giran, tank û topan bi van rêyan derbasî Başûrê Kurdistanê bike, bi dest xist. Bi awayekî leşkerî heta Serê Metîna dirêj kir. Li hin cihên Serê Metîna gavên dagirkeriyê hinek din bi pêş ve bir. Bi rastî di meha Nîsanê da destpê kir, lê bi 3’yê Tîrmehê ra hîn baştir rûnişt. Tevî ku êrîşên li dijî Girê Bahar ev sê sal in dihate plan kirin jî, cesaret nedikir êrîş bike. Lê vê carê bi desteka PDK û Iraqê ji aliyê başûr ve rêya li ser Amediyê û Dêralokê bikar anî û dest bi hewldana dagirkirina Girê Bahar kir. Bêguman hewl dide vê yekê li ser bingeha desteka aktîf a PDK bike. Hin cihên hatine dagirkirin, leşker bi cih kirin. Ev hemû bi eskortiya hêzên PDK pêk hat.
Artêşa Tirk ne tenê hêzên xwe li qadê bi cih dike. Dema ku hêzên xwe bi cih dikin, her wiha diyar dike ku hêzên PDK'ê ku jê re pêşmerge tê gotin li ku derê bi cih bibin. Yanî valahiyan bi rêya wan dadigire. Hêza ku jê re Hêza Sînor a Iraqê tê gotin, mîna hêza PDK'ê li gorî daxwaza dewleta Tirk li ku derê valahî hebe li wir têne bicihkirin. Li qadê hin deverên qewîn hene ku gerîla dikarin lê li ber xwe bidin. Dewleta Tirk li van herêmên ku ji bo xwe ewle nabîne û naxwaze bikeve van deveran, hêzên Iraqê yan jî PDK'ê bi cih dike. Bi vî rengî hêzên jê re dibe alîkar koordîne dike û êrîşa dagirkeriyê bi hêsanî dimeşîne.
Lewma pratîka ku hêzên PDK'ê dike bi navê Kurdîtiyê û Kurdistanê rewşeke rezîltî ye. Ji bilî hevkariya herî nebaş û xulamtiyê nayê wateya tiştekî din. Bûye nobedarê artêşa Tirk a dagirker. Dewleta Tirk wê bi ku ve biçe, destpêkê weke eskort wan dişîne wê derê. Li ku derê ji aliyê bicihbûnê ve valahiyeke hesas hebe wan bi cih dike. Îstîxbaratê ji xwe ji wan werdigire. Bi rastî jî hem sîxuriyê hem jî xulamtiyê di rengê herî rezîl dike û navê pêşmergeyan jî gemarî dike.
Bi saya vê yekê li her devera Başûrê Kurdistanê giranî da ser êrîşên sûîqestê yên li dijî sivîlan. Artêşa Tirk di vê pêvajoyê de ji Lelîkanê ber bi Xinêre ve heta astekê bi pêş ve çû. Li cihê nêzî Geliyê Sînênê ku weke Girê Hemîn tê naskirin, bi pêş ve çû û li wir sekinî. Di heman paralelê de 3'ê Tîrmehê Çiyayê Şekîf careke din dagir kir. Ya rast Çiyayê Şekîf sala 2019'an dagir kiribû, lê belê piştre hêza xwe vekişandibû. Qadeke gelekî bilind û vala heye. Girîngiya wê ew e ku li hemberî Îranê cihekî ku stratejîk be. Ji ber ku serê çiyê vala ye, hêzên gerîla lê nîne. Niha dewleta Tirk hewl dide li wê derê bi berfirehî bi cih bibe, bikeve çeperê. Hewl dide bi vî rengî li Şekîf bi cih bibe.
Bi kurtasî ji 3'ê Tîrmehê û pê ve ev bûyer qewimîn, lê belê ev hemû jî li ser bingeha alîkariya xurt a PDK'ê û Hêzên Sînor ên Iraqê hatin kirin.
Di 13'ê Tebaxê de we daxuyaniyek dan û gotin, "Garê girekî li jorê Mûsilê ye, li navenda Hewlêr û Dihokê ye, dilê herêmê ye. Em li vê derê rê nadin dijmin." Asta gefa li ser Garê çi ye, gelo biryardariya we ya astengkirina dagirkeriyê ya li vê derê dewam dike?
Belê, weke ku min beriya niha jî gotibû, Çiyayê Garê cihê herî stratejîk ê Başûrê Kurdistanê ye ku gelekî berfireh e. Serweriya li ser Garê di heman demê de serweriya li ser Deşta Mûsilê ye. Her wiha serweriya li ser rêya navbera Hewlêr û Dihokê ye. Cihekî weke dilê Başûrê Kurdistanê ye.
We pirsî bê ka biryardariya gerîlayan ya di vê mijarê de berdewam dike yan na. Gerîla ne tenê li Garê, bi biryar e ku li hemû Behdînanê artêşa Tirk têk bibe. Şerê di çar salên dawî de biryardariya gerîlayan ya di vê mijarê de bi awayekîbaş eşkere kiriye. Behdînan wê bibe dawîya artêşa Tirk, AKP-MHP’ê û rejîma Ergenekonê bîne. Lê binêrin; di salên 1980’yan de artêşa Sovyetê hemû Efxanistan dagir kir lê belê biserneketina wê ya li Geliyê Penşîr ji bo wê veguherî têkçûneke giştî. Ji bo artêşa Tirk jî biserneketina li Behdînanê wê ji bo wê veguhere têkçûnê. Gerîla di vê mijarê de gelekî bibiryar e û ji aliyê taktîk û teknîkê de jî pêş ketiye. Girêdayî vê yekê şer û têkoşîna ku a niha li Behdînanê berdewam dike, ger dewleta Tirk hewl bide zêdetir pêş bixe û belav bike, teqez e ku wê gerîla jî li hemberî wê têkoşîneke mezintir ya dîrokî bide meşandin.
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk ev 3-4 sal in îdîa dike ku gerîla li Bakur qedandiye, êdî nemaye yan jî pir kêm maye û pirs kir ku gelo eger qediya be çima niha jî operasyon tê kirin? Mûrat Karayilan destnîşan kir ku rewşa li Bakur weke ku dewleta Tirk dibêje nîne û got: “Em hêza xwe li cih û demeke rast dixin dewrê. Em stratejiyekê pêş dixin; hîn zêdetir pisporbûn, di rêbazên têkbirina hemû tedbîrên teknîkî û fîzîkî de, kûrbûn. Ne rêbazên amator, ji rêzê û klasîk. Bi encamên hîn bi sebirtir, hîn stratejîktir û rêbazên profesyonteltir. Mijara dem û cihê rast, girîng e. Em weke esasî li ser vê disekinin. Di vê demê de em dem bi dem bi dayîna hin peyaman, têrker dibînin û ev ji me re hîn rasttir tê. Hem ji aliyê siyasî hem aliyê leşkerî ve ji bo hevsengkirina pêvajoyê, nêzîkatiyeke wiha hîn guncawtir e.”
Hat gotin ku li dijî tarzê we yê şerê tîmên bi tevger û tunelan, artêşa Tirk li dûrî tunelan daket û qad girt; bi vî rengî xeta Zergelê hate girtin û hate xwestin ku peywendiya di navbera qadan de bê qutkirin. Gelo hûn dikarin vê hinekê şîrove bikin?
Fermandariya Giştî ya Tirk yan jî wezareta şer têkildarî taktîkê ku bimeşîne, tengasî dijî. Mirov dikare ji pêkanînan vê encamê derxe. Artêşa Tirk tevî ku li qada Zapê ev 3 sal in her cure rêbaz û teknîkê bi kar tîne, nikare tunelan têk bibe. Hîna li wan tunelan berxwedan dewam dike. Li vir bi êrîşên bersivdanê yê gerîla re, artêşa Tirk timî windahî dide. Gerîla jî bi windahiyên herî kêm vî şerî dimeşîne, dibe ku ev windahî di dîroka şer de, windahiyên herî kêm bin. Bê guman ev rewş generalên vê artêşê pir ditirsîne.
Fermandarê şer ê niha, bi encamên ku ji vê derxistî, li qadên ku îsal nû dagir kirî, li dijî tunelan taktîkek cuda dimeşîne. Li cihekî bi gotina “ez vale vale hêza xwe xerc nekim; jixwe bi hêsanî nakevin. Wê demê ez ji dûr ve qada wan dagir bikim, ez baskên lojîstîk û teqwiye yên gerîlayên di tunelê de qut ikim. Bi vî rengî bêyî ku ez windahî bidim, wê bi dorpêçeke demdirêj encam bigirim”, bi vî rengî pêkanînek heye ku pêşbînî dike bi taktîka dorpêça demdirêj encam bigire. Ev dişibe dorpêçên ku di dîrokê de li dijî hêzên li kelhan li ber xwe didin dihate kirin. Ev taktîkeke welê ye ku demdirêj di dorpêçê de digirin, li bendê dimînin ku lojîstîk biqede û hêzên li wir bêlojîstîk mane bi xwe wan qadên berxwedanê berdin. Yanî li ser erdê vê taktîkê dimeşîne.
LI HEMBERÎ TUNELAN HER RÊBAZÊ BIKAR TÎNE
Di heman demê de, di tunelên ku ev 3 sal in şer dikin de bi pergala şerê nêz hewl dide têk bibe. Hem taktîka xwe ya kevin didomîne, hem jî ji bo qadên nû yên dagirkirinê taktîkek nû pêk tîne. Du taktîkan di heman demê de, lê li cihên cuda pêk tîne. Niha li Metîna Girê Bihar taktîka ji dur ve dorpêçkirinê dimeşîne. Lê li hemberî tunelên ku berê dixwest bi dest bixe jî, tevî hîn zêdetir gazên kîmyewî û çekên giran, bi droneyan teqemenî berdide deriyan, dixwaze bi kûçikan hundir keşif bike û hwd… Yanî hemû rêbazên ku tê bîra wî, bikar tîne. Me pêwîstî pê nedît ku van hemûyan di ragihandinê de bidin, lê ev hemû niha li Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tê pêkanîn. Cihên ku dixwaze nû dagir bike jî, li nêzî kîlometreyekê tunelên şer disekine û bi çekên giran û hewayî êrîşan dike û dixwaze bi vî rengî lojîstîkê biqedîne.
TAKTÎKÊN KU PÊK TÎNIN DI DU-SÊ SALAN DE ENCAM NAGIRE
Niha Wezîrê Parastina Tirk Yaşar Guler hem taktîkekê ku ji bo wan di du-sê salan de encam nagire pêk tîne û hem jî dibêje, ‘em ê kîlîdê di meha Mijdarê de temam bikin.’ Ev aşkere xapandina rayagiştî ye. Tiştekî wisa di meha Mijdarê de encam bigire nîne. Di mijara taktîkê de tengbûn û bêçaretiyekê jiyan dikin, ev teqez e. Di nav xitimandinekê de ne.
KOMÊN WAN ÊN BI TEVGER JÎ NIKARIN BI SER BIKEVIN
Taktîkekê Yaşar Guler ê gelek caran bipesin behs kiriye heye. Tiştê ku jê re dibêjin, “operasyona nayê pêşdîtin, naye bendewarkirin û domdarî” di esasê xwe de taximên bi tevger ên ku ji 20-30 kesan pêk tên û veşartî dikevin ereziyê û derdikevin in. Di nav vê salê de tiştê nû ev bû. Taktîkên din ên ku pêk anîbûn, bê encam mabûn. Ev taktîkê komên bi tevger ê nû jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê nikare encam bigire. Dibe ku li cihekî wek Bakur ê berfireh hinekî encam bigirin, lê cihekî wek Behdînan a ku şer lê zêde ye nikarin encam bigirin. Jixwe ew hêzên wan di astekê de derbe xwarin, lê li gorî min dikarîbû hîn zêdetir jî derbe bixwin. Carekê xwestin bikevin Garê. Hîn nêzikî çend sed metre nêzî Garê ketin kemînê. Derbekê giran xwarin û jê vegeriyan. Li cihekî wek quntarên Girê Bihar û li hin cihên din jî çend carên din derbe xwarin. Wekî min got; ev taktîk, tiştekî nû ye, lê ev jî feyde nade. Ev tiştekî berê li Bakur dihat pêkanîn bû.
Bi kurtasî xeta Sergelê, yanî di wê xeta rê giştî de bi tevlîbûna aktîf a PDK’ê re rê çêdikin û digirin, ev hemû ji ber vê ye. Ev fealiyetên ku di çarçoveya taktîka dorpêçkirina tunelên şer de, tên pêşxistin e.
Li gorî Navenda YJA Starê; Bi tevlîbûna PDK û Iraqê di nava êrîşên dagirkeriyê de bi girtina xeta Goşînê re, dagirkirina tevahiya Lolanê û bi vî awayî qutkirina xeta di navbera Qendîl û Xinêre, Garê û Qendîlê, Garê, Metîna û Zapê tê hedefkirin. Gelo di vî alî de gavek hatiye avêtin, çi hatiye kirin, gerîla ya ku vê yekê pêşbîn dike çi dike?
Hevrêyên me yên ji baskên siyasî û leşkerî car caran li ser pêşketinên di qada leşkerî de zû nêrînên xwe parve dikin. Hin nirxandinên wekî tiştên ku dijmin nefikiriye ango fikiriye û nexistiye pratîkê, bi armanca deşîfre kirine tên kirin. Nêzîkatiyek wekî ku eniyê dijmin çi plan dike pêk dike, her tişt difikire û bi şêweyekî plankirî pêk tîne tê nîşandan, ev yek ne rast in. Divê di aliyê leşkerî de hinek bi tedbîr nêzîkatî çêbe. Di dem û cihê wê de axaftin û nirxandin çêbibe.
Îsal li herêma Goşînê operasyoneke bi vî rengî ya hêzên Iraqê û PDK'ê wekî ku dihat fikirandin pêş neket. Hêzên eleqedar jî dizanin ; Operasyoneke li vê derê pêk were, wê were wateya şerekî yekser. Heta niha tiştek wiha nebûye, em hêvî dikin ku dê jî qet nebe. Eger pêk were, weke min gotî wê rê li ber şer û pevçûnên mecbûrî veke. Ji ber ku tenê dikarin li ser esasê tasfiyekirina hêzên me bi pêşve biçin.
Li aliyê din rast e; Dewleta Tirk taktîka dorpêçkirina herêman hem li Bakur û hem jî li Başûr pêk tîne. Taktîka ku di navbera herêman qut bike, çûn-hatin asteng bike, pêşî li hevgirtina herêman a bi hev re bigire û ji hev veqetîne, pêk tîne. Ev nayê wê wateyê ku dê vê taktîkê li Behdînan yekser pêk bîne. Zehmetiyên wê hene. Ji ber vê yekê piraniya planên ku wan hevrêyan ji bo îsal behs kirin, pêk neanîn an jî nekarîn pêk bînin.
Di nava şert û mercên îro yên teknîkî de, hûn jî zehmetiya gerîlatiya li Bakurê Kurdistanê dipejirînin. Îsal ji Eyaleta Serhedê heta Botanê şehadetên mezin çêbûn. Hûn rol û girîngiya hebûn û têkoşîna gerîla ya li Bakur di pêvajoya heyî de ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê çawa dinirxînin?
Belê, îsal me li Bakurê Kurdistanê windahiyên mezin dan. Par jî me li Bakurê Kurdistanê windahiyên mezin dabûn. Me fermandarên giranbuha yên mîna Leyla Sorxwîn, Axîn Mûş û Dilgeş Guzereşê di sala 2023'yan de şehîd dan. Îsal jî wisa ye. Şer û pevçûnên mezin rû dan û di encama wê de gelek fermandar bi taybetî Endamê Komîteya me ya Navendî Bawer Dersim û şervanên me yên giranbuha, şehîd bûn. Li eyaletên Serhed, Wan, Botan, Gabar, Amed û Mêrdînê pevçûn çêbûn û windahiyên me çêbûn.
Dewleta Tirk jixwe îdîa dike ku di nava sê-çar salên dawî de hêza me li Bakur qedandiye û dibêje êdî gerîla nîne yan jî gelekî kêm ji wan mane. Ev yek ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê Tirk ê wê demê Suleyman Soylû ve hatibû gotin. Hinek jî vê yekê ji bo ranta siyasî dixist rojevê. Niha kes nikare paşve gavê bavêje, her kes heman tiştî dibêje. Di rojên dawî de gelek şîrovekarên siyasî jî tiştên dişibin vê tînin ziman. Eger wisa be, çima ev operasyonên bêdawî li Bakurê Kurdistanê tên meşandin? Di vê kêliyê de jî operasyon hene. Operasyoneke domdar heye. Ligel vê di sala 2023’yan de diyar kirin ku bi qasî 29 hezar operasyon hatine pêkanîn. Heke qediyabe, heke di rewşeke wiha de be ku nikaribe tevbigere, çima ewqas operasyon û mesref têne kirin? Ji ber ku rewş ne weke ku ew dibêjine. Hinek cuda ye. Em hemû lehengên xwe yên îsal li Bakurê Kurdistanê gihîştin şehadetê, di şexsê fermandarê hêja Şêxmûs Malazgîrt, Berwar Dersim, Herekol Şiyar Gever, Brûsk Kato û hevrê Hebûn Amed de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Soza ku me daye wan ez dubare dikim.
LI BAKUR ARMANCA SEREKE NE ÇALAKÎ YE
Ev çar sal in armanca me li Bakur di çarçoveya 'Projeya JinûveAvakirinê' de nûbûn û guhertin çêkirine. Lê belê ji ber zor û zehmetiyên cuda me ev pêvajoya guhertinê hînê bi temam nekiriye. Ev jî dikare weke kêmasiya me ya şêwaz û tempoyê bê nirxandin. Guhertin û nûbûnên ku tên pêşbînkirin, di dema xwe de pêk neanîne. Êdî şêwaya gerîlatiya kevn/klasîk hatiye derbaskirin. Ev yek ji bo me encameke zelal e. Divê em gerîlatiya serdema nû ku em jê re dibêjin gerîlatiya Modernîteya Demokratîk pêş bixin. Em dizanin ku heta ev yek nebe li Bakur ti pêşketina gerîla çênabe. Ji wê hêlê ve em dixwazin şêweyekî nû yê gerîla bi pêş bixin. Li ser wê bingehê, gerîla dikare pêş bikeve û şerekî profesyonel pêş bixe. Heta vê yekê neke wê derbe bixwe. Ji ber vê yekê li ser vê mijarê tê rawestandin. Niha armanca pêşî ya gerîlatiya li Bakur ne çalakiye, jinûve avakirin û guhertine. Hê bêhtir li ser vê tê seknandin. Em difikirin ku heta di vê mijarê de jinûve avakirin çênebe, di çalakî û şêwayê tevgerê de guhertinên bingehîn pêk neyên, çalakiyên ku bên kirin jî wê nebin xwedî wate. Ji bo gerîlatiya Bakur xebatek wiha heye û li ser tê seknandin.
Hin yekîneyên girêdayî Tevgera Azadiyê ya Kurd berê li metropolên Tirkiyeyê çalakiyên leşkerî wekî (hedefgirtina wesayîtên leşker-polîs û navendên wan) dihatin lidarxistin. Rawestandina van çalakiyan gelo weke ku dewleta Tirk îdîa dike encama ‘tedbîr û operasyonên serketî’ ye, an jî encama biryareke navendî ye?
Bandora her duyan jî heye. Weke we behs kiriye diyardeyeke ku di nava hevsengiyê de ye û hev temam dike heye. Em baş dizanin ku li hemberî teknolojiyê yên weke kamera, hwd. û tora sîxuriyê ku di salên dawî de pêşketine, bi rêbazên pêşketî û zirav ku vê yekê têk bibe nebe, Em tevgereke xwedî tecrûbe ne. Di vê hawîrdora ku êrîş li ser bingeha teknîkî bi tora sîxuriyê a pêşketî û sîstema îstîxbaratê ya bi teknolojiya pêşketî xurt dibe de, em hêza xwe hema yekser naşînin cihên wisa bi rîsk. Di demên buhirî de me tecrûbeyên wisa gelek bi dest xist. Rewşên hêz şandina cihên ne ewle û bi cih kirin, di salên 90’î de jî gelek hatin kirin û bû sedema windahiyên mezin. Ji vî alî ve li hemberî êrîşên ku tedbîrên wê bi awayekî têrker nehatine girtin, divê em bi baldarî nêz bibin û hêza xwe biparêzin. Mînak polîtîkaya sivik kirina teqwiyeyên zêde ya ji bo eyaletên Bakur, bi zanabûn ango bêzanebûn ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve bi awayên cuda tê şîrovekirin û ji bo manîpulasyonê weke bingeh û amûr tê bikaranîn. Dibe; Lê dema wext hat rastî çi ye ew ê bibînin.
RÊBAZÊN PROFESYONEL BI SEBIR Û STRATEJÎK
Em stratejiyek pêş dixin: bi vê stratejiyê re armanca me têk birina vê rejîmê ye û em ê di vê armancê de bi ser kevin. Di vî alî de em armanc dikin ku li cih an jî demên ku divê em bi hişyar bin tişta pêwîst bikin, rê li ber serketinê vebikin. Encamên serketî tenê bi pisporî û kûrbûna rêbazên ku dê hemû tedbîrên îstixbaratî yên ji aliyê teknîkî û fîzîkî ve hatine pêşxistin têk bibe, dikare bê bidestxistin. Heta ev yek pêk neyê, wisa bi rêbazên amator, ji rêzê û klasîk berê xwe bidin şerê vê serdemê, wê têkçûnê bi xwe re bîne. Ji vê hêlê ve girîng e ku mirov encamê bi sebirtir, rêbazên stratejîktir û profesyoneltir bistîne û di encamê de vî şerî bi ser bixîne. Pêdiviya me mîna alîgirên AKP’ê bi propaganda, gotin û tevgerên ku girseya gel manîpûle dike nîne. Pêdiviya me serketina şoreşgerî ye û em li ser lêhûrbûnê dikin. Niha jî bi lêhûrbûna li ser wê û kûrkirina rêbazên encamgir, em dikarin li ser esasê aktîfkirina hêza xwe di dem û cihê rast de encamên serketî bi dest bixin. Di vî alî de cih û dema rast girîng e. Tişta ku em li ser disekinin ev e. Di vê pêvajoyê de, di hin deman de car caran peyam dayîn ji bo me rasttir tê. Nêzîkatiyek ku hem di aliyê leşkerî de û hem jî di aliyê siyasî de pêvajoyê xistina nava hevsengiyekê wê girîng be.
Dema ku em li kapasîteya leşkerî û piştgiriya gel a li her çar parçeyên Kurdistanê dinêrin ku balê dikişînin ser rola hêzên cîhanî û herêmî jî, astengiyên sereke yên li pêşiya artêşbûna antî-dagirkeriyê çi ne?
Dibe ku îro li Kurdistanê li pêşiya pêşxistina şervanên azadiyê û girêdayî vê yekê li pêşiya birêxistinkirina artêşbûnê hin zehmetiyên pratîkî hebin. Lê belê çareserkirina wan ne zehmet e. Rê û rêbazên ku hemû zehmetiyên pratîkî çareser bikin, hene. Bi esasî pirsgirêka artêşbûna gerîlayan ya encamgir heye. Di wê xalê de zehmetî hene. Beriya her tiştî rastfêmkirina serdemê gelekî girîng e. A rastî xala herî girîng ev e.
HIKMÊ FORMÛL Û TEORIYÊN KLASÎK NEMA
Rêber Apo di destpêka di sedsalê de guherînên ku bi ihtîmala rêya şoreşa zanist û teknîkê derkevin holê, analîz kirine ku ev yek jî ji bo me avantajeke mezin e. Di serdema me de şoreşa zanist û teknîkê bi xwe re guherîn û pêşketinên mezin tîne. Her roj îcat û teknolojiyên nû tên derxistin, tevî ku ev yek li seranserê cîhanê bandorê li şêwejiyana civakan, têkiliyên civakî, çandî aborî dike jî di heman demê de bandorê li qada leşkerî jî dike û rê li ber guherînên mezin vedike. ÇEkên teknolojîk yên tên pêşxistin, teoriyên kevn ên klasîk û formûlên leşkerî serûbin dikin. Yên ku guhertinên zanist û teknolojiyê yên li ser rastiya şerî nebînin, nikarin di şerî de serkeftinê bi dest bixin. Divê ev yek bi tenê di çarçoveya guherîn û pêşketina çekan de neyê nirxandin. Di roja me ya îroyîn de êdî leşkerên jirêzê nikarin di nava şerî de xwedî rol bin. Êdî hêza avaniyeke leşkerî bi hejmara kesan nayê pîvandin. Îro bi şervanên xwedî bawerî, bibiryar, profesyonel û pispor encam tê standin. Heya ku ev rastî neyê zanîn terzê tevgera rast, pêşxistina leşkeran ya rast, mewzîgirtina rast û çekdardarkirina rast ne pêkan e. Ji ber wê yekê jî di şer de serkeftin jî nayên bidestxistin.
JI TÊKÇÛNÊ RE MÎNAK, ARTÊŞA ERMENISTANÊ
Ev yek ne tenê ji bo gerîlayan ji bo her kesî derbasdar e. Îro li seranserê cîhanê gava ku hêzeke leşkerî ev pêvajo rast fêm nekir, nikare artêşa xwe jî nû bike û girêdayî van yekan wê têk jî biçe. Em dikarin artêşa Ermenistanê weke mînak bidin. Ger generalên artêşa Ermenistanê ev yek rast fêm bikirana wê mewzîgirtinên klasîk yên weke bicihkirina tankan û bicihkirina leşkeran ya ji bo mewziyên servekirî derbas kiriban. Her wiha artêşa Azerbeycanê ya piştevanî ji dewleta Tirk distand, wisa bi awayekî hêsan encam bi dest nedixist. Bi nimûne di şerê salên 90’î de artêşa Ermenistanê serkeftîtir bû lê belê artêşa Ermenistanê piştre xwe spart wê serkeftinê û xwe pêş nexist; xwe nû nekir û weke artêşa bipergal a klasîk di cihê xwe de ma. Ji ber wê yekê nekarî li hemberî çekên teknolojîk ên nûjen li ber xwe bide. Heman tişt ji hemû gerîlayan jî derbasdar e.
ASTENGIYA SEREKE YA LI PÊŞIYA ARTÊŞBÛNÊ PIRSGIRÊKA XETÊ YE
Her wiha li Kurdistanê ji bo me rastfêmkirina xeta Rêbertî û şikilstandina di çarçoveya felsefeya Rêbertî de gelekî girîng in ku em serkeftinê bi vê yekê ve girê didin. Pratîk û Rêbertiyeke ku xwe girêdayî Şerê Şoreşgerî yê Gel rast kûr neke, xwe di taktîk û detayên wê de kûr neke û li gorî wê hêz û civakê amade neke, serkeftinê bi dest naxe. Rast e ku di vê mijarê de em bi hin zehmetiyên cidî re rû bi rû ne. Ger em rast ketibana xeta Şerê Şoreşgerî ya Gel xalên ku min di çarçoveya pirsa we ya ewil de anîn ziman, pêk nedihatin. Şerê Şoreşgerî yê Gel ne tarzê şerê gerîlayan yan jî şerê bi tenê hin milîtanan e. Em qala hêmaneke wisa dikin ku gel jî di nav de cih digire û civak hemû di pozîsyona parastinê de ye. Ger tiştekî bi vî rengî bûya ma li Sûrê 60 fedaiyan dikarî bi tena serê xwe 105 rojan di nava dorpêçê de şer bikirana? Wê tevahiya bajêr tevlî wî şerî bibûya. Pêknehatina vê yekê nîşan dide ku em neketina ser xeta Şerê Şoreşgerî yê Gel. Aha herî zêde em di vê yekê de zehmetiyan dibînin. Bi awayekî tam neketina xetê, mana li derveyî xetê. Ev yek li pêşiya pêşxistina artêşbûna me de astengiya herî sereke ye. Helbet di van salên dawîn de di vêmijarê de hin geşedanên diyar hene; kûrbûn jî zêdetir bû. Em di wê baweriyê de ne ku wê pirsgirêka xetê nebe.
DIJMINÊ HERÎ MEZIN, FÊRBÛNÊN ME BI XWE NE
Dîsa jî di pratîkê de hin caran helwestên kevneperest û yên ne nû derdikevin pêşiya me. Di nava civakên Rojhilata Navîn de û bi taybetî jî li Kurdistanê parêzkerî zêde ye; guhertin pêk nayê. Beriya niha Rêber Apo serê xwe gelekî bi vê ve êşand; gelek analîz kirin, pirtûk amade kirin û perwerde dan. Neguherîn û nûjennekirina kesayeta kevneklasîk pirsgirêkeke cidî ye. Em dikarin bi têkoşîna li hemberî vê yekê li gorî şert û mercên serdemê û xeta xwe artêşbûneke Apoyî pêş bixin. Ji bo me dijminê sereke, fêrbûnên me bi xwe ne. Pêşneketin û tim dubarekirina heman tiştî sedemên sereke ya windahiyên cidî ne. Qada şerî tim nûbûn û guherînê pêwîst dibîne. Dema ku mirov ji cihekîderbasî cihekî din bû, êdî divê cara duyan jî ji heman cihî derbas nebe. Divê mirov bi taktîkeke nû û bi rêbazeke nû nêzî bibe. Dema ku mirov di çarçoveya hînbûniyan de heman tişt dubare kir, wê rê li ber windakirinan veke.
Heya ku em asteke fermandariyê ya pêşeng ya milîtanbûyî ya di felsefeya Rêbertî de xwe kûrkirî û pêşxistî neafirînin û pêş nexin ne pêkan e ku em serkeftinê bi dest bixin. Bi taybetî jî jiyana azad û wekhev ya modern û xwe dispêre azadiya jinan ya di nava artêşa me de ji bo rêgeza jiyanê ya herî girîng e. Sekna milîtanî ya sereke ya ku wê serkeftinê bi xwe re bîne, xwe dispêre vê yekê. Di paratîkê de her kesî baş dît ku hevrêyên me yên jin ên xwe dispêrin vê yekê çi afirandine û pêşengtî çawa pêş xistine. Aha artêşbûneke ku li hemberî pergalên kevneklasîk, modernîteya kapîtalîst, paşverûtiyên ku xwe dispêrên helwestên feodal dikare li ber xwe bide, xwe nû bike û asta pêşengbûnê bi dest bixe, wê serketinê bi dest bixe û misoger bike. Em bi taybetî jî li ser van xalan disekinin û giraniyê didinê.