Li Rojhilata Navîn lîstikên mezin di pratîkê de ne. Lê balkêşiya herî mezin dewleta Tirkiyê ye. Wek canbazê li ser çar şelîtan bilîze xuya bike jî, di rastiyê de, ne wisa ye. Canbazê ku kiryarên xwe bi lîsitkên “ucube” vedişêrê ye.
Di lîteratura siyasî de, dewlet gel e, lê li Tirkiyê gel “reaye” ye. Di lîteratura hukumraniyê de, dewlet bê desthilatdarî nabe, li Tirkiyê desthilatdarî, yan siltan e, yan “ata” ye, yan şef e, yan jî Erdo-ul Cemaet e. Li cîhanê, bê gel dewlet çênabin, li Tirkiyê pêşî dewlet piştre gel e. Gel jî, li Tirkiyê, ji bo sê tiştan heye, bacûbêş, eskerî û karkerî. Li cîhanê desthilatdarî di xizmeta gel de ne, li Tirkiyê wajî vê, gel di xizmeta desthilatdairyê de ye.
Li cîhanê îradeya gel pîroz e, li Tirkiyê, ligel desthilatdariya AKPê (mînaka dawî ya wezîrê karên hundir Îdrîs Naim) hirçê dilîzê ye.
Li cîhanê, dema ku gel bi hilbijêran re kete nava nakokiyan, desthialdarî ji kar têne dûr kirin. Li Tirkiyê desthilatdarî, gel bi kanunên taybet ji cihê wan “nefî- surgun” dike. Di demokrasiyan de, hêza gel, di ser her tiştî re ye, li Tirkiyê demokrasî bi “wesayet” dimeşe. Doh wesayeta eskerî bû, îro wesayeta cemaetê ye.
Li gorî van pîvanan, dewletek “ucube” li hemberî me ye û di parvekirina edalet û mafan de, pîvanên kanunên faşîzma Mussolînî jî xwedî gotin in.
Di van rojên ku, gelê Kurd ji çar aliyan ve hatiye dorpêçan û qirkirinên eskerî, siyasî, kulturî, bawerî, civakî, rêxistinî û îradî di pratîkê ne cîhan lîstika sê meymunan dilîze. Ne tenê desthilatdarî, muxalefeta Tirkiyê jî, di kiryarên li dijî gelê Kurd de, rola xwe baş dilîze û qirkirina piralî ya gelê Kurd, ji rojevê dûr dihêle.
Desthilatdariya Tirkiyê û muxalafetê, bê exlaqî bi zanista geometrî û dizaynkirina mekanîkî re kirine yek û her kes rola xwe baş dilîze. Desthilatdarî, şelîtên navbera du dîrekan girêdide û wek cambazê siyasetê derdikeevê ser şelîtê û muxalefet jî wek zirtekê li binê şêlîtê dilîze.
3 sal in, siyasetmedarên kurd, bi hincetên pûç û vala di girtîgehan de têne girtin. Ji bedêla ku yên girtî serbest berbidin, tazmînatê bidin, lêbûrîna xwe bixwazin, yên nû digirin û hejmara girtiyan ha ha zêde dikin. Ev argumentên xapandina geometrîk in û di xapandina gel de, roleke baş jî dîtine. Vê canbaziya ku geometrî û mekanîkê bi hevdûtin re dikine yek, li ser bingeha “we nekir, ez dikim”, “we ceseret nekir, ez dikim û hesab dipirsim” tê rûnandin. Hewqasî cambaz in ku, dikarin pratîk-kirina siyasî, serdestî rastiyan bikin e. Ev helwest, li dijî zanistên civakî teva xwendina meydanê ye, qarîşkêşiya li dijî demokrasî û îradeya gel e. Lê desthilatdariya AKPê, devê gel lixab kiriye, dest û lingê gel zincîr lele kirine.
AKPe pêşî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend birin kêleka xwe. Ev kes û derdor berdevkê gel bûn. Pêşî bûne şûrkêşê AKPê, piştî rastî fêm kirin, bêdengî bijartin. Bêdengî jî alîgiriya serdestan e. Piştre rêxistin û saziyên civakî bi xwe ve girêdan, yan jî dane avakirin. Sazî û dezgeh jî dest û lingê gel in. Ev baskên ku tenê li “alif û ulufe” dinêrin, hîna zincîr û leleyên gel dişidînin.
Her du basik jî, bûne palê AKPê û di pêkanîna, pratîk-kirina siyasî de berdevkiyê dikin û rastiyê berteref dikin. Birînên xedar kujerî vedişêr in.
Ev pratîk-kirina siyasî, di doza 28ê Sibatê û girtina du-sê generalan de jî xuya kir. Lê çi balkêş e ku, ew kanunên ku gunehkarên darbeya postmodern digirin, li hemberî gunehkarên komkujiya Roboskî “ketûm” in. Lê çi balkêş e ku, ew dozgerên ku li dijî darbekarên faşîzma 12ê Êlûnê dadgehan vedikin, îddîanameyan amade dikin, li dijî terora polîsên ku li kolanan ciwanên Kurd dikujin, zarokên Kurd dikujin “ketum” in. Lê çi balkêş e ku ew dozgerên taybet, her roj fermanan didin û polîs jî, xewa şevan li gelê Kurd herimandiye. Lê çi balkêş e ku ew dadgerên ku dosyayên dozgerên taybet, pê re pêre erê dikin û wek berdevkê huquq û edaletê cûbeyên pêsîr sor li xwe dikin; ji bo puşiyê 24 sal ceza didin; ji bo parastina zimanê kurdî devê mikrofan digirin; bê-exlaqiyê pratîk-kirina siyasî, li exlaq û edaletê, li zanista geometrî, matematîk û fizîkê suwar dikin; û dibêjin “zimanekî nayê fêm kirin” e.
Kurd, li hemberî zîrekîtiyek totalîter in û ew zîrekîtî, bê-exlaqiya xwe jî bi pratîze-kirina siyasetê, rastiyê vedişêre. Ev zihniyet du tiştan diafirîne, anarşî û despotîzmê. Anarşiya ku diafirîne jî diavêje ser hemberê xwe û li gorî xwe zemînek meşrû amade dike û despotiya xwe jî di çarçoveya vê meşruiyetê de dike pratîkê.
Li kiryarên desthilatdariya AKPê binêrin; ji serokwezîr û wezîrna bigirin heta bi zanist, nivîskar, rojnamevan û generalên, di xefk û kemîna AKPÊ de cih digirin, anarşiyê diafirînin. Hêzên despotîzmê jî terora li dijî gel dikine pratîkê.
Zihniyeta Erdo-Cemaet, alliyek Bernard Russsel e, rasyonalîzmê diparêze; aliyek Freud û Cornad e, îrozyanolîzmê diparêze. Dema ku ev her du bawerî bûne yek, mirov ber bi “mirovên heywan” dçe. Yanî hov dibe. Ev paradoksa AKPê û Cemaeta Gulen e. Kiryarên li dijî gelê kurd jî, ev bextreşî ye.
Medeni FERHO