Li Herêmê heyamek nû dest pê kiriye. Vê heyama nû, pêşketinên kulturî û guhertinên civakî bixwere anîne. Heyamên nû bi kulturê têne xwedî kirin, bi pêşketinan reng distînin û bi guhertinan digihine encamê.
Pêşketinên civakî û guhertinên civakî, dagirkeran kîndar dike. Kîna dagirkeran jî tixub û rêbazan nasnake. Qîr û teşqeleyan didine destpêkirin û olê, mezheban jî bikartînin.
Îro, li Rojhilata Navîn dibin pêşengiya hêzên bazirgan û dagirker de, gelên herêmê ber bi şerekî mezhebî têne ajotin. Ev heyamek metirsînî ye.
Di vê heyama metirsînî de, Kurd û Kurdistan, di navenda guhertinek kulturî û civakî de ye. Kultura nû û guhertina civaka Kurdistanê, sîstemek nû afirandiye û li dijî şerê bazirganî û nijadperestî bendek, kelihek ava kiriye. Hêzên bazirgan û dagirker jî, li dijî vê sîstemê şerekî dijwar û giştî dane dest pê kirin.
Bi vê mebestê Kurd û Kurdistan ketiye navenda guhertinên li herêmê û ber bi holka cenga sedsalê ve diçe.
Têkilî û tevgerên dîplomatîk jî vê rastiyê nîşan didin. Ji destepêka şerê guhertin û dizaynkirina herêmê de (2003), nijad û netew, al û xaka yekpareyî, ol tê bikaranîn. Hêzên bazirgan û dagirker, îro jî mezheb derxistine pêş û gelên herêmê di aliyê mezhebî de tînine hemberî hev. Şer dijwar dikin.
Mezhebên li herêmê, birînek dîrokî û mûmarî ye. Çend sed sal in ku ev birîna mumarî di nava êş û kana xwe de, bi tevzînokên siyasî re dijî û bêdeng bû. Di Bihara Gelan de, careke din serê birînê hate derkirin. Hêzên dagiker, ji bo şerekî di nava gelan de dijwar bikin û temenê dagirkeriya xwe ya statukoparêze dirêj bikin, mezheban bikartînin.
Hêzên bazirgan û dagirker, ji destpêkê û heta weke îro, gotina “terora germ” bikartînin û “felsefeya barbarî” jî dikine pratîkê.
Terora germ, wek meşrûiyeta hovîtiya wan e.
Felsefeya barbarî jî, wek îdeolojiya dagirkeriyê wan e.
Balkêş e, ji bo gelên ku daxwaza jiyaneke bi rûmet û mafên xwezahî dikin; ne meşruiyetê qebûl dikin, ne jî felsefeyekê rewa dibînin. Di dîrokê de, çînê serdest her dem serî li vê riyê daye, li dijî guhertinên civakî û têkoşînên azadî û jiyaneke bi rûmet, riya şerê dijwar û komkujî kirine pratîkê. Xwînxwariya xwe jî meşrû dîtine. Dîroka mirovahiyê, mixabin bi xwînê hatiye nivîsandin.
Mareşal Moltke, di destpêka pirtûka li ser şerê Alman û Fransa de, (1870 / 1871) dibêje; “dema gel jiyaneke cûda dixwazin, şûr ji kalan derdikeve û ev daxwaz jî tenê dikare bi şer werin rawestandin. Şerê li dijî gelan ne meşrû ne, lê serdestî û serketin meşrûiyetê bixwe re tîne.” Îro, di tevger û guhertinên li Rojhilata Navîn de, mixabin rewşeke cûda xuya nake.
Lewma di vê heyama metirsînî de, gelê Kurd jî mecburê hinek tiştan e.
Di demeke ku Kurd û Kurdistan bûye navenda dizayn kirina herêmê, hêzên Kurd yên siyasî jî mecburê hinek tiştan e. Di vê qonaxa ku Kurd û Kurdistan bûye holka cenga sedsalê jî, leheng, pêşeng, lîder, rewşenbîr û entelektuelên Kurdan jî, bêhtirîn mecburê hinek tiştan dibin.
Tu civakên Kurd, tu hêzên kurd, tu rêxistinên kurd, tu leheng û pêşengên kurd, tu entelektuel û rewşenbîrên kurd, nikarin xwe ji berpirsiyarî, binbariya vê heyama dîrokî bidin aliyekî. Yek rê, ne du, tenê yek rê li ber teva heye. Ev rê jî, riya berjewendiyên neteweyî ye. Berjewendiyên tevahiya gelê Kurdistanê jî, di riya tifaq û yekîtiya neteweyî re derbas dibe.
Tu, dîtinên siyasî, tu hişmendiyên îdeolojîk, tu têkiliyên bazirganî, tu têkiliyên dîplomatîk û siyasî nikarin bibin sedema dûrketina ji vê riyê. Tu hêzên siyasî jî nikarin berjewendiyên neteweyî bikin qurbanê berjewendiyên kesayetî, malbatî û komî.
Dive werê zanîn ku, guhertinên li Kurdistanê, ji geuhertinên herêmê cûdatir in. Guhertinên lu Kurdistanê, mîna me li jor got, kulturî, civakî û dîrokî ne. Ji ber ku, Kurd û Kurdistan ne mîna yek welatê li herêmê ye. Her gelê herêmê li ser xaka xwe xwedî sîstemek e dewletî ye: dibe ku ev sîstem despot bin, mezhebî bin, olî bin, komalgerî bin. Lê yên wî gelî ne. Kurd û Kurdista ne wisa ye. Parçekirî ye û ji aliyê sê nijadên cûda ve, bi riyên hovîtiya artêşên kujer ve hatiye dagirkirin. Sê nijadên cûda ku bi çanda ol, nijadperestî û şidandina mezhebî hatine stewihandin in. Ligel van nijadan, hêzên bazirganên selefekar yên derve jî hene.
Gelê Kurd, li dijî van hêzan teva, şerekî dijwar dide meşandin, berdêlên giranbiha jî dane û dide; lê qonaxek serketinî jî bidestxistiye. Di vê qonaxê de, xwerêxistiniyek dewletî û xwedî sîstemî jî sazkar kiriye. Di aliyê serketina eskerî de, tixubên parçekirina Kurdistanê ji holê rakirine; di aliyê medya de, tixubên xaka Kurdistanê ji holê rakirine; di rêxistiniya civakî de hem tixubê parçekirina Kurdistanê ji holê rakirine, hem jî dîwarê siyasî ku di şerê yekemîn yê cîhanê de li dijî gelê kurd hatiye avakirin hatiye hêrivandin. Ya herî giring, tixubên di mêjiyê gelê kurd de hatiye xêz kirin û ezbera gelê kurd jî hatine xerab kirin.
Bi vê mebestê, her lept û liva lîderekî Kurdan, her têkilî û serdaneke lîder û dîplomatekî Kurdan ligel payîtextên dewletên dagirker, dibe sedema gumanan û dibe bingeha nirxandinên cûda. Bi van gumanan, me got, pêwiste her kes, her gava xwe bi pîvan, bi hesab biavêje. Her kes, her sazî û her hêza Kurd, bi binbarî û berpirsiyariya neteweyî tevbigere. Riya serketina Kurdan, rizgariya ji vê heyama metirsînî , ne du ne, yek e. Yek rê ye!.. Ew jî, yekîtiya neteweyî ye. Bi beşdarî û tevlîbûna her hêza Kurd, pêkanîna Konferansa Neteweyî ye. Riya serktinê ne Enqera, ne Tahran, ne Baxdat û ne jî Şam e. Amed, Hewlêr, Mahabad û Qamişlo ye.
Medeni FERHO